Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
zewaca bi jinbira xwe re - tirşik
zewaca bi jinbira xwe re

Navê mijarê ya ewil ev bû:jina birayê standin
(8) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. kevneşopeke gelê kurd e û bi ya min a herî kepazeyî ye. dema ku bi sedemekê ve birayê mirov dimire; birayê wî ê piçûktir û bekar, jin a birayê xwe ji xwe re distîne. dibê mêrê wê û tev radizê. heta zarokên nû çê dikin...



24.11.2014 11:59 | nazim tolhildan

2. tiştê ku min li (bnr: gever)ê qet nedîtiye.û bi rastî jî min bi tinê di rêzefîlmên tirkan yên li ser kurdan de dîtiye.meraq dikim ku li kîşk bajaran de ev tiştê kirêt û qirêjî diqewime.



25.11.2014 00:43 | vêca çiyeeee

3. bi qasê dizanim ne kevneşopîyek e. tenê em dikarin bibêjin û di nav kurdan de realîteyek e.

erê di nav kurdan de tiştek wisa qewimiye û lê ne qaîde û şertek e. min jî heta niha neditiye û bawewr nakim ku di nav gelê kurd de jî ji têkiliyên ensest berbelavtir be.



25.11.2014 19:23 | simurg56


5. Bûyera ku raste , heye û min jî bihîstîye . Le ev nefşê niha wê hew qebûl dike. Ez bawer nakim ku niha hê jî hebe.





''Jina birayê standin '' çiye. Bêjeyeke xelet e. Dema ku naverok newê xwendin tiştek nayê fêhmkirin.

Dibe ku '' jinbra standî'' an jî ''zewaca bi jinbra re'' an jî ''jinbra ku hatî standin''



06.04.2016 00:50 ~12:44 | gumgumok

6. zilm û zordarîyeka li ser jina, demên berê tiştên wisa hebûne dema mêrên wan dimir wan jî bimêrê wanre kuştine * divê ne wisabe gelo di îslamêde dibêje wisa bikin? here mêrek xerîb jixwere bike sed qat çêtir nine çima tiyê wan ? çewa razî dibin meriv li viya şaş dimîne lê bawerim bizorêye..



06.04.2016 02:11 ~02:12 | shorbevan

7. Mijara Filmê "sultan gelin" ê ku turkan şoray tê de dilîze ev mesele ye. Siltan bi yekî re dizewice lê zava di şeva zîfafê de dimire û siltanê bi birayê rehmetiyê 9-10 salî re mehr dikin. Siltan mêrê xwe mezin dike û... Neyse ez hemû filîmî nenvîsim ji xwe re temaşe bikin *



06.04.2016 12:17 | kevçiyê dil

8. zewaca ku heya niha min li derdora xwe qet nedîtiye, tenê carekê min bihîstiye ew jî encam çawa bû nizanim.

bûyer jî tiştekî wisa bû; lawikek û keçikek dizewicin, herê werê 10 rojan bi hevre dimînin, piştre lawik diçe leşkeriyê û careke din jî navegerê.
pîştî vê yekê dixwazin ku bûkê bi tîyê wêre bizewicênin...



16.05.2021 15:05 | merwano

9. rewşa cînara me jî wusa ye piştî mirina mêrê wê tîyê xwe re dizewice. texmîn dikim ber qelendê ye. naxwazin mirovekî pê pere hildane dîsa bişînin mala bavê wê. wusa kurê xwe yê din jî ji qelendê xilas dikin. tiştek gelek qirêje lê mixabin hene..



16.05.2021 16:49 | edd

10. hûn çima wiqas ji rastiyê dûr ketinin qet tênagihim
bila kes dilê xwe nehêle lê belê gava pîrekek mêrê wê dimir kes wê ne dih'éwand.
"tew ku bi zarok be hîç hîç"
ser vê yekê tiyê wê , jinikê li xwe méh'r dikir.
yanî doza vêya ne çévqehpî û bênamûstî ye.
anha dem hatiyê guhertin h'epkî rewşek modern standî ye lê miletê me dîsê jî bi çévê xerab li jinbiya dinere.

-jixwe tiştek wilo asa ye lê gava hûn ji min bi pirsin zewac ferz e ?
na wille ne ferz e .
pismamê min xwe kuşt,
anha tiyê pîrekê li wê û zar û zêçên wê dinerin , bê méh'r.



16.05.2021 20:49 | shwinsherm

11. Pîrka minî mezin, asas pîrka dîya min qasî ko dîya min serpêhatîya wê ji min re gotîye, bi darê zorê vê zewacê kirîye. Feqîrê dûv ko mêrê wê ji leşkerîyê tê ku xortek 20-25 salîye, gava di nav civatê de ye hengî xelk pesnê wî û bedewbûna wî, mêrxasîya wî didin, çavînî dikin ko zilam ji nivşekê krîz derbas diki û dimire.
Bûyerek gelekî trajîk e pîrka min di ciwantîya xwe de bi zaroka xwe yî di pêçek re ye bêmêr dimîne. Çiqas ne bi dilê pîrê jî be Mezinên malê jî dikin ko jinik tîye xwe bike. Tî ji, camêr ji yekî hez dike lê ji ber ko ber birazîyên xwe dikeve ku sêwî mane, diçe jinbira xwe tîne. Dîsa ne camêr tu tamê ji xwe dike ne jî pîrê distire.
Rojkê pevçûnek li nav gûndîyên me derdikeve û yek xwe davêji li ser bextê apê mezin û ew jî dibêje ser çavan. Lê mixabin, dujminên wî ji ber ko apo ew radestî gûndîya nake, di nav pevçûnê de tê kûştin. îca pîrê cara 2 wa li rasta dimîne.

Bi rastî jî serpêhatîyek gelekî bi sot e ku meriv carnan li ser dihizire dibêje mirovên berê ji destê hev zêde teda û zilm xwarine.
Edît:
Ji bo rastnivîsê



16.05.2021 21:17 ~2021.05.17 00:51 | pîroz


13. Di nifşên nû de ez hîn rast nehatime. Lê nifşên berê de li der û dora min bi dehan mînakên trajîk û mecbûrî hene. Carekê ev tişta hew mabû bi serê pismamê min de bihata lê yê kiri bûn Hemûyan heman tişt gotin " qurban me xeletiyek wisa kir hûn nekin. Tu mantiqa vî karê han tune!".

Heke ez şaş nebim di filma yilmaz guneyî ya bi navê "rê" de jî ev rewşa hebû. Beşa "kurdistan" ê de camêr bi jinbira xwe re hema wê kêlîkê tê mehrkirin lê keçika dildara wî mîna heyva çardeşevî her dem li ser ban û xaniyan xwiya dikir.



17.05.2021 09:54 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca di nav netewan de
» xwedê xêr bike

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî