Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
lc waikiki - tirşik
lc waikiki
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. marqeya îro hîn bûm ku aîdê tirkan e.

lc, kurteya ""Les Copains" e ku wateya wê bi fransî "hevalno" ye. waikiki jî navê plajeke li hawaiiyê ye.

marqe di eslê xwe de ji aliyê fransiyek ve hatiye avakirin. lê di sala 1997an de, şîrketa tirkan ya bi navê taha grub ku jixwe li tirkiyê hilberînên lcw'ê difiroşt, marqeyê komple kiriye û kiriye marqeyek tirk.



cilên wan zêde ne baş in lê zêde ne baş in jî. bi giştî, t-shirtên xwe ji wir dikirim. ew ê ku bi yek rengî ne û tenê bi nivîsek nexuya li ser wê lcw dinivîse. lê ez bawer im ez ê êdî zêde jê nekirim *

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



27.11.2014 21:19 | simurg56

2. Demêk nûçeyan çêbûye, wayîrê lcw karsazêk kurd e(an jî got leyla zana ye çî ye, tiştêk wisa nayê bîra min). Tirkan jî ji xwe re lcw qedexe kirine. Lcw jî hewce man û got, tiştêk wisa tin e, lcw %100 tirk e.



Heke bi rastî jî, di navê wanan de kurd heye, êdî nemaye.



28.11.2014 00:34 | endazyar

3. Cilrotoxê ke gorê bînan ra cilanê ci erjantir o.



Xora ez zî wendekar a. Yan lcw yan defacto.*



28.11.2014 00:37 | endazyar

4. marqeya cil û bergan e. li tirkiyê pir bi nav û deng e. hema bêje li hemû bajarên tirkiyê û kurdistanê mixazeyên wan hene. tê bîra min ku; berê mixazeyên wan ev qas zêde nîbûn, cil û bergên wan ev qas cure bi cure nîbûn, firotina wan ev qas zêde û erzan nîbûn. û berê hemû tiştên ku difrotin pir bi qelîte bû. lê ev çend salê mixazeyên wan roj bi roj zêde dibin, her celeb kinc û cil û bergan difroşin, mixazeyên ku herî zêde firotinê dikin in û qelîteya tiştên difroşin jî pir kêm bûye.



28.11.2014 13:25 | nazim tolhildan

5. di sala 1994an da dikana lc waikiki li diyarbekirê hebû. Vê demê da em gede bûn. kes ji me bi zimanê îngilîzî mîngilîzî nizanibû û ji bo me navê vê dikanê lîkîwakîkî bû.



20.02.2018 23:29 ~2019.09.24 22:15 | mirovekirind

6. Kompanyaya ev e 24 roj e sîparîşa min ne şandiye. Min 29ê meha 11ê ji bo qîza xwe montek xwestibû. Ev çend caran ez bang wan dikim û dibêjin di kargoyê de pirsgirêk heye. Ji ber îna efsanewî (black friday) gellek sîparîş hatin e dayîn û fîrmaya kargoyê jî ((bnr: aras kargo)) bi sîparîşan re nagihê.
Herî dawî min duşema bûrî bang wan kir û gotin hemî kargoyên dereng mayîn wê ji îro pê de bêne şandin. Ev e 7 roj ser vê gotina wan re derbas bû lê hê jî sîparîşa min ne gihaye min. Bi tu awayî ez nikarim betal jî bikim. Xwe rezîl kirin.



21.12.2019 23:34 ~2019.12.22 21:34 | nan û av

7. cilên wê bêkalîte ne, berê hinekî erzan bû, niha hingî diçe girantir jî dibe.



22.12.2019 20:23 | xendekî

8. cîhe ku min zanko qedan linge xwe lê birî.



22.12.2019 23:19 | golikvan

9. min çi qas şal ji xwe re jê stendiye çend meh paşê şalên min bûne mîna telîsan û xiraran nizanim şansê min e an ji xwe bêqelîte ye.



22.12.2019 23:22 | roberz

10. tu kincên wan ji bedena min nayên. jixwe cilên wan bêkalîte ne.



23.12.2019 00:08 | kajav

11. Mexezeya li Amedê qezença herî pir dike ye. Dema Nû ku bi qasî 10 sal berê gellekî bû. Lê pê re pê re cira bû û lê Dîsa jî şansê wan hebû. Gel li wan xwedî derket û niha rewşa wan diyar e.



23.12.2019 00:11 | darînê daryo

12. qaliteya cil û bergên wan ne xerab e lê mixabin tasarim kêr pênç qirûşan nayê.



23.12.2019 01:27 | ferhenga şikestî

13. vê dikanê dişibînim bazarên nav taxan tên avakirin. li gorî dikanên din mişterîyên wê zêdetir in lê xebatkarên wê gellekî hindik in. yên heyî jî rebenan heta êvarê di nav wê xirecira dikanê de digevizin. cil û bergên tê de hema bêje tim serûbinî ne. cilên wê yên ji bo jinan pirranî bedenên biçûk namînin. carnan dibêjim qey lc waikiki tenê ji bo kesên qelew cilan dide dirûtin.



23.12.2019 19:10 ~19:11 | xeyda

14. qewlê bavê min ve vakîkî.



24.12.2019 00:25 | xwelî li ser

15. ne marqeyek baş e. cilên wan yên ji bo mezinan zêde kêr nayên. lê ji bo zarokan baş e. ji ber ku zaroka zû mezin dibin, cilên wan jî zû tên guhertin. cilên waikikîyê jî heta dema guhertinê baş îdare dikin.



24.12.2019 21:54 | simurg56

16. demekî beriya niha 15 salan filan marqe û firoşgeheke navdar bû, bikalîte bû gelek zarok, xort û law ew meymûnê ku demekî logoya wê bû di xewnên xwe de didît lê niha ketiye ber lingan û bûye star û mehwar ji bo kesên kêmderfet yên li tirkiyê, başûr û çend welatên erebî.



24.12.2019 23:38 | endazer

17. Marqeya ku bi piranî gomleka jê dikirim, ew jî ku tiştekî baş be û rind be.
We dît havîna gomlek biha dibin, min jî hê sezona havînî berî dest pê bike, wek biharê min yek eciband û kirî. Lê bi havînî ve her diçû gomlekê ku min kiribû erzan dibû *
(bnr: kesên ku bextê wan reş e)

Edît: gomlek aniha li ser min e, bi qelîte derket *



17.05.2021 08:59 ~09:01 | merwano

18. Branda ku piranî jê kenzê zivistanê dikirim. Tiştên wan hem hepkî erzan e hem jî ko hûn bala xwe baş bidênê ên xweşik û qenc jî dikarin bineqînin.



17.05.2021 12:55 | pîroz

19. Kompaniya cil û berg difiroşe ku ker û hespên navgundî û faşîsrên tirka digotin Leyla Zana şirîkê wê ye. Bes wisa hişê min da maye çend sale. Û yek jî bihayê wê erzane bi exlebî. Lê kalîte û kalifiya wê dilsarim. Bi heman biha Collezium anjî Defacto çêtire ez bawerim.



17.05.2021 14:17 | qertewîn04

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî