Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
simît - tirşik
simît
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarineke pir bi nav û deng e. bi hevîr ve di firneyan de tên çêkirin. li ser de jî kuncî tê reşandin. çêkirina wê hêsane û bi rastî di tê de tişteke başkêş jî tuneye, hema hevîr û kuncî tenê ye. lê tehma wê weke mûcîzeyeke xwezayê pir xweş e.



(bnr: çay û simît)



29.11.2014 15:06 | nazim tolhildan

2. xwarineke pê fiyetê wê hesab tê çêkirin.



Siyasetmedar: niha meaşê kêmtirîn çiqas e, 800 tl hûn dikarin bi meaşê xwe 800 heb simît bikirin. Dema hikûmeta berê de hûn bi wê meaşê xwe 600 heb simît dikaribû bistanda. hûn Niha dikarin 200 heb zêdetir simît bistînin.



Xelk: hulooooooo ! çeppikk ! destê te ramûsim başqan !



29.11.2014 15:51 | mîr

3. Li Stembol leyistokek e. Zarokek pişta xwe dide dîwarek û hevalên wi/wê jî li derdor e. Zarokê ku pişta xwe daye dîwar bi qirîna Siimiiiiiittttt banz dide û ger yek ji hevalan zeft bike, bi hev re evê ku hatiye girtin lêdixin û ew dibe "ebe" . Ger ku zarokê ku dibêje siiiimiiiiittt nikare yek ji hevalên xwe biqefilîne îcar yên din heta bigihêje cihe xwe li wî dixin.



02.01.2017 16:29 | komara parîsê

4. li dîlokê navê savara hûr e. loma dema kebaba simîtê tê gotin, divê kebaba rihayê ya bi savara hûr, were fêhmkirin.



02.01.2017 19:46 | simurg56

5. nanê mîna gustîlk gilover e tevî kuncî. simîtfiroş li cadeyên almanyayê tunene. ez bawerim li güneydoxû simîtfiroş li cadeyan digerin, tepsî datînin ser serê xwe, simîtan mîna forma pîramîdên misrê datînin ser hev, bi destekî kêleka tepsî digrin, bi destê din jî difroşin.



02.01.2017 20:04 ~20:05 | hola êzîda

6. Li guneydoxuyê hîç neçûme ji lewma nizanim lê di bakûr de raste wilo difrojin.



02.01.2017 21:05 | rûbar

7. Lîstika me jî dilîst. Me giroverek çê dikir û em li gorî wê direviyan.
Navê wê ji ku tê nizanim lê me hindik lêxistin nexwar hh



02.01.2017 21:30 | berxweda

8. simît û avdew jî bi hev re xweş diçe..

û (bnr: simit sarayı)



02.01.2017 23:08 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» simît

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî