Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
pêkenokên kurdî - tirşik
pêkenokên kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêkenok
(58) (5) (2)
di mijarê de bigere

1. rojekê kurê zilamekê ji bo xwendinê diçe bajarê mezin.

piştî 4 salan lawê zilam vedigere gund. ji bavê xwe re dibêje "bavo min beşa felsefeyê qedand lê ji bo ku bibim doktorê wê pêwist e doktorayê bikim, yanê divê ez 2 sal din jî bixwînim."

bavê wî jî neçar dibêje "temam kurê min em çi bikin, hema tu bibe doktor, em ê hemû heyîna xwe jî bifiroşin lê te bidin xwendin"



piştî ku 2 sal din jî derbas dibe, kurê zilêm dîsa vedigere gund.

mêvanên wan ji bo pîrozkirinê tên mala wan. mêvanek ji lawik dipirse, dibêje "kurê min hela ka binêre zikê min diêşe, tu çi jê fêhm dikî"

lawik dibêje "apo, ez hê ne doktorê zik im, ez doktorê mejiyê me" li ser vê yekê mêvan tiştek nabêje.



piştî çend rojan mêvaneke din ya wan tê û dipirse "lawo, ka binêre serê min pir diêşe, tu çi dibêjî" lawik dîsa dibêje "apo, ez ne doktorê serî me, ez doktorê mejî me, mejî" zilamê reben tiştek fêhm nake lê dîsa jî tu pirsan jî nake.



piştî mêvan diçe, bavê wî ji kurê dipirse, dibêje kurê min ma tu êdî ne doktor î, kanî tu ji derdê kesî fêhm nakî? me ewqas salan mesrefê li te kir.

kurê wî dibêje; bavo, ez doktorê mejî me. weke mînak binêre, xalîçeya me li ser axê ye, kursî jî li ser xalîçeyê ye. yanê nexwe kursî li ser axê ye. hah, vaye ez bi van tiştan mijûl im. doktoriya min li ser vê ye.



li ser vê yekê bavê wî jî bersivek wisa dide kurê xwe "kurê binêre, mirişka me gû wê erdê xwar, te jî mirişkê xwar. nexwe te jî gû xwar. ma ev bû xwendina te?"



11.07.2013 00:01 | simurg56

2. mixabin piraniya van pêkenokên ku li ser înternetê wek pêkenokên kurdî tên piyasekirin di eslê xwe de pêkenokên bi kurdî ne yanî esl û esasê pêkenokan bi zimaninên biyanî ne û li kurdî hatine wergerandin..

ji bo nimûne binêre li peyama li ser xwe re.. ji bo mesele û pêkenokên kurdî li hêviya bin.. *



11.07.2013 04:18 | endazer

3. Dibêjin kurdekî di xewna xwe de dît ku dê biçe dojehê. Ji xwedayê xwe xwest ku carekê azarên dojehê bi xwe bibîne berî ku biçe. Xwedê daxwaza wî bicih anî. Derbas bû û dît ........ (bê ku em wî filimê tirsê bînim ziman), dîmenekî bala wî kişand, mirov di golên ava kelandî de bûn û du firîşte li ber golê bûn, her ku yekî serê xwe radikir wan firîşteyan ew dîsa binav dikirin, lê golek bê pasevan bû, firîşte li ber nebûn. Pirs kir: Çima firîşte li ber vê golê tune ne?

Bersiv: Ev gol taybet bo kurdan e, gerek nake kes wan binav bike. Her kesek serê xwe radike, hevalê wî ji bin avê lingê wî dikişîne û wî dîsa binav dike.*



15.07.2013 23:35 | endazer

4. serpêhatî yan jî çîrokên kin,bi wate ku mirov pê dikene.



kesê ku qeşmeriyan dike



kesê ku herkes henekên xwe pê dike



19.07.2013 12:48 | cirano

5. Rojekê yekî dengizî diçe mala şêx ku ji nexweşiya xwe re derman bibîne.dema derdikeve hembera şêx,dibêje:Şêxê min ez pirr nexweş im

Şêx dipirse:çiyê te he ye,ka bêje?

zilam dibêje:Şêxê min ez nikarim xwarinê bixwum.Xwarin heger xweş be ez dixwum,lê heger nexweş be ez dikim nakim mahdê min naçê...

Şêx dibêje:Welleh heger werê be ez jî nexweş im...



19.07.2013 12:52 | cirano

6. Dengê hakehakê...



19.07.2013 13:16 | çeqilmast

7. rojekê bazirganek diçe gundekî ji bo kirîna heywanan.Pirr zêde birçî dibe lê fedî dike ji gundiyan re vêya bîne ziman.Li quncekê zarokekî zevt dike û jê re dibêje:

Xwarzê ez pirr birçîme tu ê karibî ji mala we ji min re gezek nan bînî...

Lawik dibêje:

Welleh xalo nanê me tune ye lê dimsa me he ye heger tu bixwazî ez ê ji te re bînim...

Zilam dibêje:

Tiştek nabe hema bîne wê ber dilê min bigre...

Li ser vê yekê lawik diçe ji malê di kaxikekê de jê re dimsê dihêne.

Zilam bi ser xwe dadike û diqedîne.Dema ku têfikê drêjî lawik dike,lawik dibêje:

Xalo heger te têr ne waribe ez karim hinekî din jî ji te re bînim.Jixwe dimsa me mişk ketiyê kes naxwe!...



24.07.2013 14:58 | cirano

8. pêken



24.07.2013 15:00 | bazirgan

9. Jineke zarokên wê çênabin diçe ba male.Derdê xwe jê re dibêje.Mêle jî dibêje,îşev wê yekî wuha wuha were xewna te,tu û ew hûnê têkevin nava ciyan û tu ê biheml bimînî.Jinik dinêre ku kesê ku mele tarîf dike dişibite mele.Dibêje:

-Mele ev ne tu bî?

mele dibêje:

-wellehî dibî dibî...



11.08.2013 16:56 | cirano

10. tofankî tê serê zilamekî û jiyana xwe ji dest dide.

li hewarîya wî pîrekekî li çokên xwe dixe digirî û dibê: "welle min zanibû welle min zanibû..."

jê dipirsin: "te çi zanibû?"

dibê: "min zanibû ê tiştekî wiha were serê wî"

dibên: "ê te zanibû te çima ne got?"

dibê: "ê de ka min çi zanibû..min çi zanibû.."



12.09.2013 02:38 | eînsthemeelî

11. zilamek dema ku ji kutana jina xwe têr dibe li guhê jina xwe dibêje "min quz xwarê".

jinik jî ev gotin wek "quzxwar" fêm dike û her li zora wê diçe.

rojekê bi jinikeke cînar re behsa vê meselê dike. cînara wê jê re dibêje "here cem filan melayî ji her derdî re dermanê wî heye". jinik sibeh nake êvar û zû bi zû xwe digihîne melayê.

ji mela re dibêje "quzê min xwar e û mêrê min henekê xwe bi min dike."

mela jî jê re dibêje "axx keça min a bextreş de cilên xwe ji xwe bike ka ez meyzênim çilo ye"

Jinik rût û tazî dimine û xwe li ser doşekekê dirêj dike. mela hinekî li quzê jinikê dinêre û dibêje "erê welleh quzê te xwar e lê ji xwe re neke xem ezê niha rast bikim" û doxîn lê sist dike. Jinik bi kêf vedigere malê piştî xwarin û vexwarine bi mêrê xwe re dikeve bin lihêfê. mêrik piştî ku dilê xwe lê rihet kir dibêje "wey ez quzê te bixwim keçkokê"

jinik jî dibêje "ne wiloo tê bixwî ne? çend sal e kîrê te bi kêrî tiştekî nehat. mela carekî kuta min û quzê min ê xwar rast kir"

(bnr: kesên ku nikarin pêkenokan xweş vebêjin)



20.12.2013 05:47 | oxir

12. rojekê polîsek dema ku di rê de dimeşe, rastî zarokekî tê. zarok bi herîyê ve tiştan çêdike. polîs ji zarokê dipirse: kuro tu bi herîyê ve çi çêdikî?

zarok: ez polîsan çê dikim.

polîs: ka tu çawa çê dikî?

zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim û gû tev dikim dibe polîs.

dûv vê bersivê re polîs hers dibe û berî zorokê dide.

sivetirê polîs heman cîhê de rastî zarokê tê. zarok dîsa bi herîyê ve dilîze.

polîs: kuro tu îro çi çêdikî?

zarok: ez îro parêzer çê dikim.

polîs: tu parêzerê çawa çê dikî?

zarok: ez herîyê tev dikim, avê tev dikim, çêre tev dikim dibe parêzer.

polîs: tu çima gû tev nakî?

zarok: ez gû tev bikim dibe polîs.*



17.01.2014 18:41 | nazim tolhildan

13. di gundeke kurdistanê de mirovekî dîn hebûye. dîno her roj diçe qehweya gund û ji qehwevan re dibêje "gelo çaya te ya cemidî heye". her carê qehwevan heman bersivê dide û dibêje "na welleh, çaya cemidî tuneye". lê dîno dîsa jî bêzar nabe û her roj heman pirsê dipirse. rojekî ji rojan qehwevan difikire û dibêje "ev dînê dîsa were û yê çaya cemidî bixwaze, vê carê ez çayeke bi dem çekim û têxim sarincê. bila çay bicemide û dema ku dîno xwast, ez bidim e". demekê şûn de dîno tê û dîsa dipirse;

dîno; çaya cemidî heye?

qehwevan: erê bavo, vê carê çaya cemidî heye.

dîno: de germ bike em vexwin.*



12.11.2014 16:15 | nazim tolhildan

15. rojekê rojnamegerek çûyê gundekî elewî, dîtiye ku jinikek lawê xwe re tim dibêje "lawê min omer were, omer here.." bala rojnameger kişandiye û nêzikî jinike bûye gotiye, bibore lê qasî ku dizanim elewî navê omer lênekin li zarokên xwe, lê xuyaye ku navê zarokê wê omer e.. ew çawa dibe..jinik gotiye, welle navê zarokê min a yekemîn hûsen bû nexweş ket û mir, ya duyemîn hesen bû newxeş ket û mir, veca me nav omer lêkir, ku vê carê nexweş dibe dimire jî qet nebe yekî ji suniyan dimire..*



16.11.2014 22:51 | havka

16. di dawiya salên nodî bûyerek weha qewimiye ku wekî pêkenokê..

di demsala havînê li gundê me hin mal, bona xwedî kirina sewalan bi malbatên xwe ve tev diçûn du, sê mehan li zozanê dimayin, hê jî diherin....merivek ku nav elî hebû, bi malbata xwe ve diçû zozanê, rehmê xwedê li ser be, di 65-70 salî bû.. rojekê berbanga sibe ji bilindahiya zozên ber bi deştê bi barekî qatix ku bi ker barkirî ve dikeve rê da ku qêtix bibe gûnd, bifroşin an belav bikin .. lê hinek nezîkî gund dibe mezê dike ku ji dûr ve mifrezeyek eskerî rêya ku dadikevî gund de ber bi girên hildikişî çiyayê tên..ku wê demê qedexekirina çûyina zozanan hê nû rakirîbûn, hin caran operasyon dikirin..zilamê reben ji eskeran tirsiye ji bona xwe ji eskeran nediyar kirine, an jî veşartine li keleka rê de ketiye paş zinarekî an jî ber taldeyeke da ku leşker derbas bibin herin ew jî here rêya xwe..lê dema derbasbûyina eskeran de ji nişkavê ker zirriye..bi dengê zirrîna kerê esker ber bi wî hatine, wî girtine jê re gotine ma tu li vir çi dikî, bi barek qatix ve li taldeyê de çi dikî, çima xwe ji me vedişerî, gelo tu alikariya teroristan! dike...hwd pirsan dibêjin, dawiya dawî barê li ser ker datînin erdê, dew û mastî dirêjin, rûnê pez (nivîşk) jî davêjin erdê pê dikin..kotekan li serê dixin û paşê serbest bedidin..

jê re gotina lo apê elî, meriv qet xwe bi ker re vedişerî, meriv qet piştê xwe dide ker, nav ker e lo.. taybetiyek kerê heye ku car caran ji nişkavê dizirre..dibe ku çend gullê berra li ser te kiribûna jî bona zirrîna kerê.. bona zirrîna kerê barek qatix di erdê re çûye...



25.12.2014 23:55 | havka

18. ji aliyê Erxewanê gundek heye jê re bi kurmancî narmikan dibêjin.. wateyê narmikê nermik e, an jî qertafa pirjimarî ye...rojeke çend kes ên ji wî gundî diçin neçîra kêvroşkan(kerguh).. çendan neçîr dikin an digirin li bin darê goştê wan diqelînin û bi araqiyê ve dest bi xwarinê dikin.. çend gundiyên ku li nêzîkî wan radiwirî rewşa wan dibînin dibêjin gelo ew kî ne? difikirin û dibêjin..

ku ne elewî ne ji ber ku goştê kêvroşkan dixwin, elewî goştê kêvroşkan nexwin... ku ne jî sunî ne ji ber ku em di nava meha rojiya remezenê de ne, sunî di meha rojiyê de araqiyê venexwin lê ew araqiyê vedixwin..??

piştrê gotinê dibe ku ev ji gundiyên narmikanî bibin..



11.01.2015 18:27 | havka

19. tiştên ku mirov pê dikenin..

gelek kes di wateya komikê de jî bi kar tîne lê tucar li ber dilê min negirt, hê jî nikarim di dewsa komikê de bi lêv bikim, wek emanetekî dibe, pirr seqîl dibe



11.01.2015 18:31 | ferhenga şikestî

21. Wê rojê min di azadiya welat de xwend. bi qasî di hişê min de maye dinivîsim:

ji jinekê dipirsin, dibên ma tu çend salî yî. Jinik dibê ez 28 sal û çend mehî me. Car din dipirsin dibên 28 û çend meh. Jinik dibê ez 28 salî û 118 mehî me.



26.01.2015 21:11 | seydayê_peyvan

23. li gundekî her roj gundî li dor mala mele dicivin û meleyî ji wan re dibêje:

-kesên ku kirasekî bidin yekî belengaz, roja qiyametê xwedê deh kirasan ji bihûştê dide wan.

rojekî mele kirasekî nû ji xwe re didirû û dide keça we, dibêje:

-vî kirasî bibe malê, ez dixwazim roja cejnê li xwe bikim.

haya keça wî ji şîreta meleyî heye. rojekî yekî belengaz tê devê deriyî. keça meleyî dinêre ku kirasekî zivarî lê ye. dilê keça meleyî pir bi wî dişewite. radibe kirasê bavê dide wî.

roja cejnê tê. mele ji keça xwe re dibêje:

-keça min, ka kirasê min bîne ez li xwe bikim.

keç dibêje:

-min li ser şîreta te kirasê te da yekî belengaz.

mele diqehire û dibêje:

-hey keça kûçikan. ez ji bo kirasê xelkê dibêjim, ne ji bo kirasê xwe!



02.04.2015 17:49 | nazim tolhildan

24. wextekî pale yê kurmancên misilman ji bo kar diçin gundekî êzidiyan bi navê kevnasê. paleyek zehf berçî dibe lê jinika ku xwarinê têne hinekî biqirêj e dilê wî naçê xwarinê. dema ku tê bi aliyê gund ve pîrekek gazî wî dike dibê were xwarin bixwe. pale dimêzene ku jinik jî û firaxên wê jî zehf paqij in rûdine têr xwarin dixwe. berî ku here dibêjê jinikê 'mala te ava wele min têr xwar pismamê. lê ev firaxên te çi paqij in tu çawa bi vî halê extiyar vî karî dike' jinik jî dibê ' kurem dêlikek heye firaxşoka me ye barê min sivik dike' *



12.04.2015 05:11 ~05:12 | gêjê

26. niha vê pêkenoka bi kurtasi ezê binivîsim rastîye. amojin / jinapeka min rojimêr/teqwîma wan sona salê da wextê teqwîm diqede ji wê şitrê qey gere neqede ewjî ne razîbûna xwe dide nîşan dibêje; ne ji van sengê malê me (der û cîran) a viya ewê vê teqwîma me ewê têra sê çar sala bikira.



14.04.2015 16:42 | shorbevan

27. ev pêkenokeka rastîyecarna evê wisa werin bîramin ezê bikim tirşik.

qîza apanekî min wekî her kesî her şeveq radibe nimêjê/limêjê wûn zanin xewa sibê zor xweşe dîya wê rojek wê şiyar dike dibê rave wexta roj derê ew jî (bnr: telexewî)ye ji wê xewa şêrîn rabiye bi hêrs bûye divê; ez nikarim heroj ji buna di rikeet rabim.



16.04.2015 18:26 | shorbevan

28. badikî badikî navû deng dane û li dinyayê belavbune dibêjin bira quna meriv derê navê meriv dernê li avrupa dû hev bi hevre mijûl dibin divê min li vêdera hanê çendê berê badikî dît ezli farqînî bûm ji destê badikya ez çum muşê, stenbolê jî hebûn nihajî li almanya hevalê wî jî dibêje welleh li vê dinyayê xelasî ji destê wan tine ti kîjan kevir bilindîkî badikî dibinî dane kû ti herî cinetê li wur tenê tinin.





edît: û not: bira şaş nê fem kirin zavê me jî badikîye niha ez ketim moda tirka badikî arkadaşlarim var komşum var bnr: xatiya wahîde



20.04.2015 13:20 ~13:43 | shorbevan

29.

Xerzî, sêdar û pîvaz



Du kesên xerzî, ji bo ku bêne darvekirin, dibin ber sêdarê. Ji wan dipirsin:



- Gotin ango xwesteka we ya dawî çi ye?



Xerziyê yekemîn, bi kêf û şewqeke mezin wisa dibêje:



- Li darê dinyayê çiqas pîvaz hebin, min divê hûn ji min re bînin vê derê!



Celad, berê xwe dide xerziyê din û jê dipirse:



-Tu çi dixwazî camêr?



Xerziyê me, ji hêrsa xwe sorbûyî, berê xwe dide xerziyê din û wisa dibêje:



- Ma qey vî malmîratî tiştek ji min re hişt ku ez bixwazim?



ev pêkenok patenta wî niha di destê Salihê Kevirbirî deye



21.04.2015 15:19 | shorbevan

30. rojekî yekê pir qesîs û kund û çavteng ji xwe re pêlavekî dikire. Û ji bo ceribandinê dike lingê xwe û berê xwe dide nav zeviya xwe. Tam dikeve nav zeviya xwe baraneke xweş lê dike.

ew jî nizane çi bike li dora xwe dizîvire dizîvire û berê xwe dide xwedê û dibêje:

"Xwedêyo ez bêjim baranê bisekinîne wê zeviya min hişk bibe, ez bêjim baranê xweş bike wê pêlava min an nû biqete, hema an baş tu ruhê min bistîne!" *



22.04.2015 10:58 | xendekî

31. jina mêrik, wî bo zorê dişîne mizgeftê ji bo nimêja sibehê.

mêrik bê dilê xwe radibe diçe û dibîne ku mizgeft girtiye hîn venebûye hema berê xwe bi jor ve dike û dibêje:

oy xwedayo baş e ji te bû ne ji min bû!!



22.04.2015 13:06 | kurê bavê xwe

34. ez hê ne çûme ez çend hev pêken ji şikestî û elegez ra bavêjim tirşikê bira hima ji xwera bikenin xwedê tim wan bi kenîne...

camêrek kî ji nêvzî gundême diçe belota/berrû diçine ji xwera ji bû ku bifiroşe berê xwe dide bazar/halê weriin weriiin dermanê kanserê werin dermanê zerikê tifoyê teneşê sirozê... navê nexweşîna dide ser hev merivekî wî nas derbas dive wî divîne meraq dike divê ka ev şika çiye difroşe dinêre belotin dive malate çi ne bû hew maye ti bêji dermanê mirinê anha me nizanivya belot çiye meyê torbê te ji destê hev birevanda.



24.04.2015 10:25 | shorbevan

35. rojek mindi ew hinda bû..

rojek melleyek li camiyê weza dide û dibêje haya we ji qîzê we hebe bira devê xwe boyax nekin. cilê/kincê milqol û şelê qot lixwe nekin guneye yek ji nav cemaetê. dibêje seyda qîza te jî li xwe dike

Melle ji dibeje ê heyra anha xwedê heye bi bêbavê dikeve



we vê pêkenokê dibe kû bîhistibe



24.04.2015 10:28 ~2015.04.25 16:13 | shorbevan

36. +18 biedebî tê ka az çewa bikim

yekî extiyar hima ezê bêjim gundîye me bi kêf û bi henek bû jêre digotin anha evî kurête piçuke guneye pir pê iş neke wijî goti bû çi piçuke anha kîrê wî naçe ferkî gore.....





bira lî vir bimine wûn hinek texmînîya bikin



24.04.2015 10:30 ~2015.04.25 16:13 | shorbevan

37. ev pêkenok rastîye dibe kû piçek şaş dibêjim muftîyî farqînê diçe hecê heca xwe dike tê Melleyekî hevalê wî di derbarê wide xeber dide dibe qey here hecê ewê ji vê ecêba gunah xelas bibe heqê min xwar û çû xwedê heca wî qebûl neke. evan gotina diçin guhê muftî muftî jî radike çend hev kevir diçe berderê wî kevir li ser kevir davêje kû dengê wî diçê mele ne wêre derê diyarê wî jî çênd hev camêr der û ciran wî dibinin diçin balê xalê muftî ti çidikî tu din bûyî divê na wille hişê min li serêmine ez çûm hecê min şeytanê piçûk ricimand ma yê mezin gere ez wi jî bi riciminim



24.04.2015 10:33 | shorbevan

38. ev pêkenok ne raste dibe kû ne pêkenok be jî

rojek merivek pere deyn dike dibe ezê di filan rojêde bidim te roja wî tê ê kû pera danê tên mala wî gava ji derî derbas dibin evîyê deynê wî heye dibê wun bixêrhatin û şelikê radixe divê neyetim berê min li qiblê dikim hezar rikeet limêja nivro/esrê vana disekinin disekinin û divînin nave diçin rojek din tên



24.04.2015 10:35 | shorbevan

39. evê pêkenoka rastîye

gava kû rojî tê mêrikekî rojî digre dike nake nabe evar nabe birçi bûye tî bûye roj direjin ewjî xwe nagire hew di kare xwe bigre diveje heyra xwedê ji wan ne xweşbe kû bi seeta dileyizin seetek birin pêş yek anîn paş hanîn rojîyê li orta havînê erase kirin berê hewqas xweş bu seet. di çara pencada fitarî dibû.



24.04.2015 10:37 | shorbevan

40. rojek jinikekî dewarê xwe ber dide dibe kû bike ber gavan gavan jî bela xwe lê dixe û mêrê jinikê wî dibine diçe ew gavan li hev dixin gava mêrê jinikê dikeve ser dilê gavan jinik divêje lêxe terrikê kera di diya wîke kes ne wêre ji tirsa wî dewarê xwe berde gava kû gavan dikeve ser dilê mêrê jinikê jinik disa dibê lêxe lêxe kera di dê ga ne di meriv dine ne dihêle kes di merivne.



24.04.2015 10:39 | shorbevan

41. Rojek bûkekî hebû Em çûn gundekî biçuk nêzîk ê gundê me Ye navê Gund nayê bîrêmin Apê Zava hinek baqil e. qemere dikşînîye, yek Gundî yê me jî vê derê runiştîye navê vê mahmudo reşo Ye Apê Zava derdixî dibê haaaa ji tera haaaa bikşîne qemera ra dibê .mahmudo reşo jî dibê . Hajitera ha va çira vanî kir.

Bûk jî keçikê Apê zavaye.



24.04.2015 12:02 | zergahemzaerdaldilbirîn

42. li zaningeheke stenbolê çend rojê carek di nava kurd û tirkada şer û pevçun dertê û yekî tirk hima hertim hevalê wî direvin ew di nav lepê kurdada dimine û bê kutan xelas nabe ser û çav lê di werimînin. rojek ew havalê xwe tên ba hev mijûl dibin dibêje ev tu çewa dikî lêdan naxwî ew jî divê bir gürültü ve lêxe kelimesini duydun mu kaç



25.04.2015 16:10 ~16:11 | shorbevan

43. kurê camêrek zanîngehê qezenc dike û diçe bajêr bo xwendinê. bavê wî jî hemû hebûna xwe ji bo xwendina wî xerc dike ku wî bide xwendin û pê serbilind bibe. lê reben nizane kurik çi jî dixwîne. kurê wî beşa felsefeyê dixwîne. piştî çar salan kurê wî tê. bavê wî gelek kêfxweş dibe ji ber ku dibêje qey wê piştî rojên tije zehmetî êdî wê rojên xweş werin.

lê kurê wî dibêje "bavo divê ez çend sal din jî bixwînim ku doktorayê bikim, yanî bibim doktor". bavê wî jî ji neçarî dibêje "de baş e kurê min".

dîsa sal derbas dibin û kurê wî êdî vedigere gund. ji bo xêrhatinê, mêvanên wan tên mala wan. mêvanek dibêje "kurê min tu doktor î, ev êşek wilo wisa ketiye pişta min. gelo tu derman nakî?". bavê kurkê kêfxweş dibe, ji xwe re dibêje "hah, binêrin kurê min wê çiqas kêr mirovên xwe were" lê lawik dibêje "xalo, ez ne doktorê vî qasî me, ez ne doktorê piştê me. loma qisûrê nenêre, nikarim bibim alîkar. ez doktorê mejî me." moralê bavê wî xerab dibe.

paşê hinek din mêvan tên, dîsa yek ji mêvanan ji kurkê dipirse "lawo, ec êşek wilo ketiye serê min ku ji ber wê ne dikarim razim ne dikarim bixebitim. gelo çi bikim?"

kurikê vê carê dibêje "kalo ez ne doktorê serî me. ez doktorê mejî me, mejî. ez ji van tiştan fêhm nakim"



piştî mêvan radibin, bavê wî bi acizî tê cem kurê xwe û dibêje "kuro ma nexwe tu yê çi nexweşiyan baş bikî ma tu ji çi nexweşiyan fêhm nakî?"

kurê wî; "bavo ez ne doktorê nexweşiyan im. ez yê felsefeyê me. binêre, weke mînak tu niha li ser sendeliyê rûdinî, sendelî jî li ser erdê ye. nexwe tu jî li ser erdê yî. aha, em serê xwe bi van tiştan diêşînî."

li ser vê ravekirina kurê wî, dinyaya zilamê reben tarî dibe û dibêje: "kurê min te firavînê mirişk xwar newsa? wê mirişkê jî li baxçeyê her tim gû dixwar. nexwe te jî gû xwar!"



25.04.2015 22:16 | simurg56

44. Dengbêj şakiro ji axayekîre dengbêjî dike axa ji tiştekî bê qimet dide o zikê wî têr dike nano ziko hima di ber dengbêjîya wîda

Axa rojek divê kû civat top bû te kilam got gere navê minjî di kilamada derbas bibe

Di kilamêde divê navê min derbas neve ezê te ji karê te bikim û ti quzzulqurt ji tera tune ji niha pêde bira haya te jê hebe...

Şakiroyê meyî reben jî dibê kilamê min yê şera û eşk û dîrokîne ewê qedr ji mera namîne eman yeman dike nake bi serî naxe neyse qebul dike dest bi kilama Bışarê çeto dike û diserîda difikire dive eze navê vî nebixêrî di kûda bêjim şakiroyê me kilam dibêje tê nêvî dîsa ciyekî tine kû navê wî bavê navê werhasil tê dawîya stranê

Axa jî pîs pîs awira dide şakiro di tirse û dibê ;Gava vî şerê giran di qewimî/dibû filan axayê (navê axa dibêjeyê bêxîret û bê kêr di wirde derbas dibû û dibêje hay hay hayîîî ah uh ah uuuu û devâa wî ji xwe dike







edît : ah uh...



04.05.2015 15:57 ~2015.05.06 21:27 | shorbevan

45. endamekî partîya dehapê bûyê ne ew bûye ez nizanim dibe virbe dibe rastbe hevalkî (vbn: wan)î ji eşira ker birûkîya bû digot

rojek dertê ser dikê o diaxive ey xelqê minî bi rûmet û bi qimet... dîya we dîyamin bavê we bavê min birayê wê birayê min xwûşka we xwûşka min o bi dilê xweyî saf dibêje jina we jina min. hevalê wî divîne evya zêde pêda diçe evya mudahele dike bi dizî jêre dibê hişş başkan te em rezîl kir kurt bibire. başkan jî firên teqîyaye carek ka indî disekine xwe lihev badide o dibê hişmiyorumm! hişmiyorum! hiştik kiştik bu halere düştük.





04.05.2015 17:08 | shorbevan

46. rojek merivek dîya wî jêre dibê min cîrana me îro li kerxanê dît cirana wanjî dîya hevalê wîye ew jî çewa di bihîze diçe ba hevalê xwe û dibê lê halû meseleka wisa heye îro dîya min dîya te li kerxanê dîtiye ewjî dibê temam ez qebûl dîya min orispîye lê çi işê dîya te liwir hebûye û dibê kî di dîya te nîyaye kû çîye wur.







not: tirşikvano biborîn sansûr nayê ser kurdî ya ezê parvenekim... pêkenokê wisa carna tên bîramin lê yê kû meriv ji dîn û iman derdixin û tev li ser meleyane tev heqaretin ez dibêm eyve û gunehe ez parve nakim bira ji wera bibe kul û derd. yê kû ez parve dikim ji şansu sihûda wera dibe kû ne pêken bin.



04.05.2015 18:27 | shorbevan

47. ev pêkenok dibe ya xerzî û pîvaza be dibe ya urfa û îsota be min herdûya jî bihîstîbû werhasil rojek gawir/rom bûne kî bû ne tên kû li milletê xin bigirin,zulmû zorê bikin û bi kujin gava tên ber bi gunda kurik ji bavê xwere dibê bavo welle wa hinek bi sîlih ber bi gunda tên bavê wî dibê jêve çi ji meraye qaskî dimîne disa dibê bavo hatin nav gund disa dibê dev jê berdee divê bavo waye li gundîyê me dixin disa dibê kuro law kîrê wan di qula hevke mego dev ji wan berde bavo welleh ketin nav erdê meyî îsota/pîvaza evîya jî dirêjkirî bûye û radibe ser xwe bê mehne dibê roj roja xîret û namusêye wey min min di şerefa bavê wanga zû bilez tivinga bavê xwe bine



06.05.2015 17:19 | shorbevan

48. ji merivek hê nû di zewice hevalê wî dibêje kû zewac xweşbe ez jî bi zewicim û dipirse dibê zewac çewaye ewjî dibê welleh hetanî meriv qulekî ve dike deh qul di merivda çêdibe



07.05.2015 23:45 ~23:57 | shorbevan

49. edît: di serîda bêjim dibe ne pêken bejî

reşşik meşşik tinene temam.





endamekî partîya dehapê bûyê ne ew bûye ez nizanim dibe virbe dibe rastbe

rojek dertê ser dikê o diaxive ey xelqê minî bi rûmet û bi qimet... dîya we dîyamin bavê we bavê min birayê wê birayê min xwûşka we xwûşka min o bi dilê xweyî saf dibêje jina we jina min. hevalê wî divîne evya zêde pêda diçe evya mudahele dike bi dizî jêre dibê hişş başkan te em rezîl kir. başkan jî firên teqîyaye carek ka indî disekine xwe lihev badide o dibê hişmiyorumm! hişmiyorum! hiştik kiştik bu halere düştük.



08.05.2015 00:03 ~00:06 | shorbevan

50. ev pêkenok rastîye hinekî merivê malabadê li qewê rûniştine rojname di xweynin û bi hevra mijûl dibin yek ji xalê smaîlre pirs dike dibêje gelo ewê rewşa me kurda û serok çewabe

ewjî dibêje welleh ewê serok xwe xelaske lê ê me kurda ne belîye.



09.05.2015 13:05 ~13:06 | shorbevan

51. pêkenokek rastir



rojekî li hewlêrê du kal ji xwe re rûdinin û sihbetê dikin. yek dibêje yê din ya xalê berzan ka bêje çima tu partiyê de bêcih î, hemû eşîra we xwe xulas kiriye tu li van erda yî.



xalê berzan wiha bersiv dide: ez zavayê wan im, lê min jina xwe jî revandi bû aha mesele ev e :(



09.05.2015 13:28 | mele ehmedê nalbendî

52. Li Zakhoyê ku piriya jê re digotin xalê Mihemedê palê, roj hat xalê Mihemed fêhm kir ku pêwendiya wî bi palê tune lê dît ku pişta wî xwar bûye.



09.05.2015 13:34 | yek

53. gavane kî dewarê xwe û mozikê xwe ber dide çolê. diçe ber wan gava diçe çolê seetkî du seetê din tav dertê dewar jî wextê moza wan bûye tav dide wan hev li ser hevê mozdikin direvin diçin malê hevkî moz dike dibê min di rifka te ga de her hevka din diçe disa dibê min di rifka te ga here heva diçe wisa dibê hevkî di berda na mîne ew tenê dimine ewjî dibê teva mozkir edî ka ez çidikim livir ji xwera jî dibê min di rifka te ga tu jî her









not: "rifk" dibe peyvek din be jî min di ferhenga bêxweyîda nedît.



10.05.2015 09:17 | shorbevan

54. Smaîlê dîn rojeke biharê di ber çemê Amûdê de diçe û kera xwe li wan deran diçerîne. Smaîl dibîne ku çend ciwan li wir rûniştine kêf û seyranê dikin, meyê vedixun. Yek ji wan ciwanan bang li Smaîlê dîn dike û dibêje: Xalê Smaîl de ka tu jî qedehekê bi e re vexwe lo. Smaîlêdîn dibêje: kuro lawo hûn vedixun ji bo hûn bibin wek min, ez vexwum ez ê bibime wekî kê.



10.05.2015 23:36 | diclefirat

56. di salê 90 wanda esker digrin

pêşîya wesayit/erebekî nasname ji teva dixwazin hinek nasnamê xwe didin çar hev nasnamê wan ne liser wanin û esker wan ji erebê peya dikin dibin ber pirsê ji wan dipirsin divên ka bijên wûn kîne pkkyi ne an na wan didin ber pirsa... ji yekî ra dibêjin navê dîya te çîye ? divê navê diyamin edlêye qumtanê wan dibê bu ne biçim isim lan götürün hapse atın gözüm görmesin bu haini/dibêje ev çi navê bêteşeye wu ji berçevê min bibin bikin hepsê ji ê dudîya

sisîya dipirse yek dibê eyşê yek dibê fatê navê wan ecêb nayê jêra dibê bunları sorgulamaya devam edin/ dibê pirsê vana bidomînin ji ê çara dipirse ka tu bêje yê çara dibêje bise ez qurnazî bikim belî ez bê kutan, îşkence û heps xelas bibim.. ew dêbêje navê dîya min jalequmtan jî lê dînere dibêje götürün bu oruspu çocuğunu hiç siktiğim jaleden doğmuşa benziyormu bu hapsede atmayın yok edin onu yalancı ve tehlikelidir bu/ dibêje ka ev kurê orispîyê û ji jale dayikbûn diçe berhev bibin serî hindakin ev derewa dike merivek talûkeye.







29.05.2015 12:46 | shorbevan

57. ev mesele evdilayê kurbeytî digot guneh di sitîyê wîde dibên rastîye dibe ne pêkenbe

yekî meyî kurbeytî extîyar bi hespa û kera barê êzinga hijika tîne farqînê difiroşe dîsa berê xwe dide rîya kurbeytê ew û hevalekî xwene di rêda diçin esker leqay wan tên esker di pirse dibê dede nereye gidiyorsun? dede jî hima deng diçê dibê erê welle nêre cara didiya dipirse dibê dede nereye gidiyorsun böyle? dîsa. wisa dibê cara sisîya evîya jî radike kir û gunikê kerê dibê ha ji tera bi çevê xwe bibîne nêre . evê esker jî hê fehm dike ku tirkî nizane dibê anlaşıldı dede sen türkçe bilmiyorsun



29.05.2015 13:10 | shorbevan

58. ev jî rastîye edî pêkenoke pêgirînoke ez nizanim



qorocîyê herşenê ji bu pera bûne qorocî heroj li nobet û li nêçîra hevala(pkk) bûne li pey wan bûne rojek li gerîllaya digerin ret dibin kû vegerin malê nêvzî şikevt kî bûne yek ji wan dibê em herin li zikê wê şikefta jî binêrin em hê vegerin malê em nanê/perê xwe li xwe helal kin.









not: me got herşen herşen cîkî bîna rojhelata navîne wisa gelemşeye ê baş hene pis hene... û goya mala xalanê egitin/mehsûm korkmaz



29.05.2015 13:26 | shorbevan

59. ev pêkenok pêçek dirêje ez bixwera nabînim ku vergerînim kurdî..



Genelkurmay Askeri Mahkemesi'nde 49'ların müdafaa safhasına gelindiğinde söz sırası Musa Anter'dedir, mahkeme heyeti Musa Anter acaba ne söyleyecek diye merakla beklemektedir. İddianamede bütün Kürt hareketinin geçmişine çok geniş yer verilmiştir. Aşağı yukarı Cumhuriyet'ten o güne kadar.



Ayağa kalkar Musa Anter, “ Sayın mahkeme heyeti, İsa'dan bugüne kadar Kürtler ne yapmışlarsa savcı hepsini Musa'ya yüklemiş, hele o ondan vazgeçsin, sonrası kolay. Ben uzun konuşmasını bilmem. Müdafama bir Fransız fıkrası ile başlayacağım.





Bir Fransız genci bir kapının önünde beklerken, kiraz dudaklı, elma yanaklı, şuh ve güzel bir Fransız dilberi geçer önünden. Genç de dayanamayıp, ‘Şu kiraz dudaklarınızdan bana bir öpücük verseniz ne olur?’ diye laf atar. Kız, kızgınlıkla ayağının topuğunu göstererek, 'şimdi topuğumla kafana vurursam gününü görürsün’ der gibi topuğunu işaret eder. Fakat yüzsüz genç laf atmaya devam eder, 'Hanımefendi ben çok yukarıdan istedim, siz de çok aşağıyı gösterdiniz, gelin bunun orta yerinde anlaşalım’ der.”





“ Sayın hakim, 30 yıldır ben bu davalardan yargılanırım. Savcılar hep idamımızı isterler, biz de suçsuz olduğumuzu söyleriz. Sizin gibi namuslu insanlar araya girer, biz de beraat ederiz. On yıldır karşılıklı olarak konuşuyoruz, siz de bir kanaate vardınız. Benim söyleyeceklerim bu kadar.” der.



Ve aşağı yukarı on yıl süren 49'lar davasında müdafaaya böyle başlar ve bitirir Musa Anter.



02.06.2015 11:44 | shorbevan

60. dibêjin rojekê tirkek û kurdek çûn diziyê, polîs bi wan hesiya û bera dû wan da, yê kurd xwe avêt bin tirimbêlekê û gava polîs hat got welleh ev tirimbêla min xerab bûye, ez tamîr dikim, yê tirk jî xwe avêt bin kerekê, yê polîs jê pirsî tu çi dikî? got ev dêya min e, ez şîrê xwe dimijim û yê polîs meşiya.

(bnr: henekên nexweş)

(bnr: pêkenokên nexweş)



10.09.2015 15:27 | dijber

61. 4 penaber di qata binî ya keştiyê, di nava komirê de ne. Bi dizî diçin Îtalyayê, dê ji wir jî li Ewropayê belav bibin. Yek Afxanî ye, yek Îraqî ye, yek Filistînî ye, yek jî Tûjo ye. Xeberek tê dibêjin polîs ketine keştiyê dê niha werin vir jî.



Li wir çewalên komirê hebûne. Gişk dikevin wan çewalan, xwe vedişêrin. Polîs tên, seranser digerin. Dibînin çewal hene.



Polîsek pehîna xwe li çewalê Afxanî dide, deng tê "mîyawww". Li yê Îraqî dide "ewt ewt", li yê Filistinî dide, "meeee".



Li yê Tûjo dide, "Komir e komirrrrr!".

nîşe: min ji internetê girt.



15.09.2015 12:28 | dijber

62. kerek bi ji Lîbiya heta Tûnisê bazda û bihna wî çikiya û ji hev ket

piştî giya Tûnis, polîsan ew sekinand û xwest bizanin bê çima evqas rê baz daye û reviyaye û Jê pirsîn .

çima tu direvî?

ker got : ê Qadafî gotiye çêleka gişa bikujin *

.

.

.

ê gotin tu ker î tu ne çêlek î !!

ê de ka were û ji Qaddafî re bibêje û wî bi fêm kirin bide.

têbînî: dîsa înternet



15.09.2015 12:34 | dijber

63. ji facebookê:

-heval tu ji esmeran hez dikî an ji gewran?

+ez ji van gewran hez dikim lê esmerekê ez kuştime.

-tu miradê kinê yê hemdem î heyran. bijî..



16.10.2015 21:07 | xendekî

64. ev an pêkenoke an jî meselekîye lê hûn bi çavê pêkenokekî lê binihêrin û mehdê xwe tirşik nekin bixweynin ji bû dibe ku hûn piçek bikenin..



rojek merivekî diçe çolê û rastî êrîşa hirçekî tê evî bê îmanê hirç jî wî pir tehl kirîye rebeno bi nepira bi hevda peritandîye ji mirinê filitîye.. edî hirç jêre bûye sew û sepet, bûye metirsînek jêre. rojek du kes ji xwera mijûldibin behsa hirç jî nakin.. yê rastî êrîşa hirç hatîye jî ji nişkava dibêje te got hirç mala xweyê hirçê.. xerab bibe.





17.11.2015 16:02 | shorbevan

65. ev pêkenok bi çend versîyonên din jî di piyasêde heye ev jî versiyonek dine..



rojek şoferekî kamyonê di rêda diçe mellekî li ser rêye barane mele şil û pilo bûye.. mele dest bilindike şofêr melle siwardike û di meşe barê wî jî genime genimê wî jî tev ji baranê şilbûye kamyona wî tije av bûye şofêr jî dibêje; şeytan dibêje barê xwe li vir birêje û ji xwera zû here malê ji xwe genim herimîye mele jî dibêje nana xebera şeytan neke.. carek din dîsa dibêje şeytan dibêje damperê bilinbike vî genimî livir birêje xwe jê xelasbike.. dîsa mele dibêje na na nevî berbayê şeytan bikebî titiştek wisa bikî.. hinekdin jî dimeşin dîsa dibêje; hima şeytan dibêje vî genimî tev bide xalê seyda/melle.. li hesabê melle tê ew jî dibêje; ê heyra welleh meriv carna xebera şeytan jî dike.



18.11.2015 01:16 | shorbevan

66. ev pêkenok bi eslê xwe tirkîye..

temel mehkûmî îdamê/darvekirinê dikin wî tînin ber didarvekirinê dibêjin gotina teyî dawî an daxwazîya teyî dawî çiye ew jî dibêje: bira ev ji minre bibe ders



20.11.2015 01:45 ~02:13 | shorbevan

67. pêkenoka trajîk û pêken



di dema terqa ermenîyada yekî misilman ermenîyek deste dest diqefêle tivingê dixe serê wî dibêje:

- bibe misilman an ezê te bikujim.

yê ermenî jî dibêje:

- ka ezê çewa bibim misilman bibêje ez bibim misilman.

-yê misilman jî dibêje ez jî nizanim lê bibe misilman.

dike nake pê nade zanîn ewê çewa bibe misilman req berî sera dide dikuje.





20.11.2015 01:54 | shorbevan

68.

yekî mesîhî û misilman li bahevin bi hevra mijûl dibin dipirse dibêje:

- gelo misilmanetî çewaye?

yê misilman jî dibêje:

- divê meriv limêj bike, araqê venexwe, zînayê neke, rojî bigre.. yê mesîhî jî dipirse dibêje:

- niha îro em bihevra çûn meyxanê te araq vexwar, min nedît te limêj jî kir, em çûn te ji keçikanre jî negot na.. niha tu jî misilmanî?

yê misilman dibêje:

- elhemdûlîlah lê ez misilmanim. yê îsewî jî dibêje:

- ger wisabe elhemdûlîlah ez jî misilmanim haya min jê tune.



20.11.2015 02:14 | shorbevan

69. pêkenokên. yek ji wan eve:

rojek mêrikî ewê here ji kurê xwera bixwaze dibêje ez yekî bixwera bibim bira peznê me bide.. yek heye tişta zêde şordike meriv mezindike.. bavê kurik jêre dibêje:

- emê herin qîz bixwazin ez bêjim çi yê me heye tuyê me mezin bikî tu du qatê wî bibêje..

ewjî dibêje:

- li ser çava..

werhasil diçin dema ku bixwazin bavê kurik wiha peznê kurê xwe dide dibêje:

- ferzekî limêja wî bi serê wîye..

yê pêra jî dibêje:

- welle serê wî ji ser şehlikê ranabe..

bavê kurik dibêje:

-erebeyeka wî heye.

ewîyê pêre jî dibêje:

-xwedê jê razî çi erebekî çi duheb çi sê heb..

bavê kurik dîsa didomîne dibêje:

- 100 heb pezê wî heye.

yê pêre:

- dibêje çi 100 heb welle 200 heb zêdene.

bavê kurik dîsa dibêje:

- qatek xanîyê wî li bajêr heye.

yê pêre dibêje:

-çi qatek bînahîyeka wî heye.. û herî dawî bavê kurik dibêje:

- lê belê tiştê ku heye qusûrka kurê me heye çavkî kurê me baş nabîne. yê perê jî dibêje:

- xwedê mala te avabike çi çavkî welleh ji herdû çavan kore.



20.11.2015 20:28 ~2015.11.21 13:37 | shorbevan

70. (bnr: format! heval)

(bnr: yoda)

(Sax be ew jî li van deran bu îro)

(bnr: pêkenokên lê nayên kenîn)



20.11.2015 23:46 | azadixwaz

71. pêkenokên di serîda em ji bû wan wiha bibêjin:

kesê ku ne kene bira nexweyne.. û kesê ji van pêkenoka çêtir dibînê yanî yên meriv pêdikene didestda hebe sernivîsa pêkenok li vire.. û dibe ku pêkenokên wî pîr ne pêkenbin lê xaya min ez li tirşikê zêde bikim jiber pêkenokên kurdî pirahîya wan li tirkî û li erebî zêde bûne yanî hew maye qira wan were nesila wan li ber qedandinêye... werhasil minê bigota çi hah dema min ev pêkenok li tirşikê zêde kir dibe ku pêkenokên pêkentir werin bîra we.. an dibe ku pêkenokên ne pêken hûn edît bikin yanî xweştirbikin mafê telîfê di destê wedeye..







pêkenokên yek ji wan eve li tirkî jî hatîye zêde kirin lê bi eslê xwe kurde ev pêken :





mêrikekî sê heb kurê wî hene ji xwera rûniştîne bavê wan bûye ji kurê xwe yê mezinra dibêje kurêmin xêra xwe tasek avê ji bavê xwera weyne, kurê wî mezin jî ji birayê xwe yê navînre dibêje rabe here ji bavora tasek av bîne, yê navîn jî yê herî piçûkra dibêje.. yê piçûk jî dibêje bavo rabe xêrkî di van kurê teda tune rabe di mineta van û bavê wane.. tasek av vexwe û yek jî ji minre bîne.









10.12.2015 13:22 | shorbevan

72. pêkenokên yek ji wan jî eve:



yekî mesîhî û misilman li bahevin bi hevra mijûl dibin dipirse dibêje:

- misilmanetî çewaye?

yê misilman jî dibêje:

- divê meriv limêj bike, araqê venexwe, zînayê neke, rojî bigre.. yê mesîhî jî dipirse dibêje:

- niha îro em bihevra çûn meyxanê te araq vexwar, min nedît te limêj jî kir, em çûn te ji qîzikare jî negot na.. niha tu jî misilmanî?

yê misilman dibêje:

- lê elhemdûlîlah ez jî misilmanim. yê îsewî jî dibêje:

- ger wisabe elhemdûlîlah ez jî misilmanim haya min jê tune.



13.12.2015 00:46 | shorbevan

73. pêkenokên yek ji wan jî eve: ev pêkenok/meseleya kurt +18e û hinek bê edevî tê bibihirînin lê ji bû şêwazeka xweş meseleyeka başe.

rojek merivek ji jina xwera dibêje jinê ezê di tenim jina wî jî dibêje here di diya xwene mêrê wê jî şaş û matmayî dimîne dibê xêre tê wisa got tu helalîya min nînî? jina wî dibêje belê lê gotina nexweş nexweşe.



22.12.2015 21:36 | shorbevan

74. pêkenokên yek ji wan ji eve ev pêkenok +18 e ne rastîye û jiber mele hinek zêde pêkenokê geş dike û li ser meleyê vî zemanî gotine şaş fehmnekin..



rojek melekî diçe kerxanê bihaya xebatkaran dipirse bihaya orispîyên kerxanê bi 20 milyonîye perê rebenê mele jî nêvîye têrînake yanî 10 milyone bazar dikin bi şertê mele tevî nekê li gorî perê xwe nêvî bikê li hevdikin, dest bi karê xwe dikin, mele yek, dido, sê, çar... xweşa orispîyê jî diçe dibêje herê seyda hima tevî têkê dilê xwe rihet bike, mele jî dibêje na welleh ez heramîyê nakim malê heram naxwim.



25.12.2015 12:51 ~12:53 | shorbevan

75. pêkenok an meselokên yek ji wan jî eve:



qîzikî û dîya xwe heroj hindir simnikdikin/paqijdikin, bûka wan jî hê nûne ew jî rûdinê li wan temaşe dike qizik û dîya xwe tên ba hevdû dibêjin wiha nabe sibehê ez û te emê lihevxin ezê bibêjim tuyê hindir paqijbikî tuyê bibê jî na tu paqijbike wê demê dibe ku bûk jixweber fehm bike bibêje ezê paqijbikim... werhasil dibe sibeh qizik û dîya xwe simnikê dabêjin ba hevdû qîzik dibêje tu dîya wê dibêje kafir kuştîbe tuyê pakijbikî.. neh deh deqe dikin hole hol bûk tê nava wan dibêje derdê we çiye..? ew jî dibêjin hal û mesele eve: qizik dibêje timî ez hindir paqijdikim.. dîya wê dibêje na ezdikim bûk jî dibêje hûn ji bû vî lihevdixin dibêjin belê bûk jî dibêje rojek tu paqijbike rojek ew/îro tu sibehê ew.



29.12.2015 17:56 | shorbevan

76. yek ji wan jî ev hinek bêedevîye li gorî berbi jêrde herin ger -18 bî livir bise!:



rojek merivek kerekî tîne daku di kerêne werhasil kerê tîne girê dide û êlekanekî çêdîke xwe êlekan dike dema xwe êlekan dike diçe xwe li kerê dixe.. dema karê xwe di qedîne poşman dibe dibêje yarebî tu min efû bikî ez berbayê şeytan ketim, şeytan jî dertê dibêje xwedê rûyê te reşbike! bixwedê tiştê ku tu fikîrîyî û kirîye nayê hişêmin jî *



19.01.2016 22:02 | shorbevan

77. pêkenokên hinek jiwan ji bû kesên di serya hîjdehdane yek ji wan eve ezê bibêjim yaşê we negre nexweynin lê welleh edî kes bi we nikare hûnê bixweynin hûn ji tiştê wisare çewanin bitenê ez dızanim * :



rojek jinikekî ji mêrê xwere dibêje here ji mere goştê şamî an eloka bîne, mêrê wê jî diçe elokek tîne dema were malê di nîvê rêde xesya wî dertê pêşiya wî dibê ew çiye bitere dibêje elok.. xesya wî jî dibêje ezê ji te pirsekî bikim tu nizanibî welleh te elok nebir malê, mêrik dibêje; temam

xesya wî dibêje; quzê min li pêşe an li paşe? mêrik dikene dibêje; jê rihettir, li pêşe xesya wî xwe piloz dike dibêje; ha jitera lê binihêre te pê dernexist, ka bide elok. elok jê distîne.. roja din dîsa diçe elokekî distîne dîsa xesya wî tê pêşî dibêje ezê pirskî ji te bi pirsim tu pê dernexî tu dîsa elok nabî malê tu pê derxî ezê elokê te yê do bidim te.. ew jî dibêje başe.. xesya wî dîsa dibêje quzê min li pêşe an li paş? mêrik vêcarê dibêje li paşe, xesya wî xwe li ser piştê diqelêbe dibêje ha jitera binihêre.. cardin elok jê distîne, merik diçe malê jina wî dibêje ka te dîsa goşt nehanî? ewjî dibêje willeh hetanî quzê diya te here pêş û paş devê me bi goşt nebû *



20.04.2016 22:55 | shorbevan

78. rojek hinek li mêvandariyêne xweyê malê jî bawer nake wan verê bike, ji wan dipirse dibêje hûnê pêşî çayê vexwin an zebeş bixwin? yek jiwan dibêje emê pêşi zebeşê xwe bixwin bi behna fireh di peyda jî emê nanê xwe bixwin, di pey nande jî emê Çaya xwe bixwin xweyê malê jî dibêjê hay lo hê hûnê nan jî bixwin *



30.09.2016 00:37 | shorbevan

79. hişyarî bê edevî tê dixwazî dev jên berdin ji bê pêve nexweynin, rojek melekî di kerê dine wî di ser kerêde zift dikin, jêre dibêjin xalê seyda ne eybe tu di kerê dinî ew jî dibêje; ê heyra ka ez çibikim karê xortaye kes nake *



16.10.2016 13:12 | shorbevan

80. carekê, wezîrê çandê yê fransayê, wezîrê çandê yê tirkiyê vedixwîne parîsê. wezîrê çandê yê fransayê, wezîrê tirk dibe mûzexaneya louvre. li mûzexaneyê, di beşê kevnareyên binirx yên qralên fransî de, yeko yeko materyalên nav mala louisê çardehan dibîne û bala wî dikişîne, ji wezîrê fransî re dibêje, ''ev cotê pêlava louisê çardehan pir xweşik e.'' wezîrê fransî jî, weke rêzgirtinekê, ferman dide ku cotê pêlava louisê çardehan weke diyarî pêşkêşî hevpîşeyê wî yê tirk, bikin. wezîrê çandê yê tirkiyê her li wir kita pêlaveke louisê çardehan bi mebesta ceribandinê li piyê xwe dike, dibîne li lingê wî hinekî teng e... ji wezîrê çandê yê fransî re dibêje: ''ev cotê pêlava louisê çardehan li lingê min hinekî teng e, cotê pêlaveke louisê şanzdehan li ba we nîne, ku hûn bidin min?!''



06.02.2017 16:47 | tizbîkêş

81. wextekî êla serhêd ê kalekî cemaldînîyan piştî mîza mezin quna xwe kevira ve pakijdike.bo vê yekê jî abdestxanê tijî kevir û xibar dike. sal derbasdibin kure wî dizewice bûka wan tê malê haja bûkê vê yekê tuneye tîne kevirên tuwalet ê de davêje libek kevir nahêle hundir de. kalê diçê miza xwe dike dest davejê kevir hilde quna xwe pakijke dinihere Xwedê ji kevira bide. kalê hers dibe abdestxanê dertê diqîre gazî bûka xwe dike dibê keçamin ew tuwaletê de kevir hebûn te ew havetin. bûka wî dibe belê xalo min havetin. xalo hêrs dibe ser bûka xwe de dikîre dibe: kîza kûrre kerê te ew keviran havetin pekû vê şûnda tu ye q*rrêmin ve qunaxwe pakijî bikî *



03.12.2019 23:53 | golikvan

82. rokekê jilamek kurd û jinek ereb dizewicin

dibe ne zêde pêken be lê ji qewla shorbevan mede tirşkirin tune ha

belê dibe şev û evana dikevin nav nivînê xwe , jinik serî davê xewê û radikeve
demek derbas dibe jinik tirkê berdide û mêr jinê şîyar dike dibê te tir kir ,jin bi kurdî nizane û bi erebî dibê heş qûl (çi dibêjî) mêr jî ji wê fem nake û jin dîsa radizê çendek derbas dibe jin dîsa yekê berdide û dîsa heman tişt cê dibe
lê cara sisêya jin dibê heş qûl ,mêr dibêje vê qûlê qûla pozê min girt



06.02.2020 14:27 | tîrêj zana 21

83. piraniya pêkenokên kurdî li ser meseleyên mustehcen in. ji loma mirov nikare bi dilrehetî li her civatê vebêje.



08.04.2020 16:15 | xeyda

85. digot jinik û mêrê xwe çûn mêvandariyê. mal teng e, heye tune ye odeyek e. her kes li wir radizê. qelebalix e hêwirze ye. wext ji wexta kêm bû. mêrik û jinikê qirar dan hev gotin em êvarê ranezên bila milet razên.tu(mêrik) were cem min. gotina xwe kirin yek.

bû şev mêrik hêdî hêdî çû ber bi jinikê ve. girt bi yekê got qey jina wî ye. piçek çû ber de xwe lê xweş kir. bala xwe dayê ne jina wî ye.

yek du sê kes heman mesele qewimî lê yek ji wan jî ne jina wî bû. êdî eciz bû mêrik serê xwe bilind kir. got;
xaço, xaço.
jina wî got;
ha.
mêrikê got;
kul û ta. heya te got ha min di tevan *.



10.04.2020 00:57 ~00:58 | roberz

86. Di malpera rojnameya xwebûnê da min yek xwend kêfa min jê ra hat, ezê lînkê deynim vira kî bixwaze bila bitikîne û bixwîne.
Here lînkê



12.04.2020 08:49 | xabûrî

87. Rojek jinikek taştê hazir dike ji zarokên xwera hêka dikelîne 4 heb zarokên wê bûne û çar heb hêkên wan hebûne tên ser sifrê heryekê hêkî dide wan diya wan bê par dimîne zarokên wê dibêjin dayo ka jitera nema, diya wan jî dibêje; diya we jehrê dixwe herkesê zerika hêka xwe bide min bese ez tiştek naxwim



12.04.2020 12:08 | telebê hz mêdî

88. Rojek camêrek û zarokên xwe wê herin civatê, di rê de diçin kurê wî yê herî mezin jî wan hişyardike goya hurmetê dide bavê xwe dibêje em çûn civatê ji bavo pêştêr kes gû nexwe xeber nede *



01.05.2020 21:52 | telebê hz mêdî

89. rojekê di civatek seid gabarî tê de kesek bi henek pirsekê li seid gabarî dike, dibêje kek seid em hemû dizanin çavên te kor in îja tu çima berçavk didî li ber çavên xwe? seid gabarî lê dinêre dibêje em hemû dizanin ku qûna te kun e îja tu çima şal li xwe dikî?**



01.05.2020 23:11 | de facto hozan

90. Rojekê, Hamo û Şemo dikevin diziya zêrker, gava direvin asayîş didê dûv wan û anons dikê;
- Lawê keran bisekin, tu nikarê baz bidê !
Hamo jî dibêjê Şemo;
- Şemo ti dev ji min berd vana ez nas kirim *)



01.05.2020 23:33 | zîzo

91. Rojek hinek mirov û feminist dertên qadê dicivin jibû zordarî û kotekiya li ser jinê protesto bikin, herwiha protesto dikin yek jî ji nava wan di qehire û ji nava serê xwe bi dengek bilind dibêje ezê di jina mêra nim! :


Hişyarî ; neyetek xirab têde tune ev pêkenokeke an ne kenoke bikenin û derbasbibin.



26.05.2020 13:16 | shorbevan

92. Rojekê civîna navnetewî a femînîstan tê lidarxistin.
Ji brîtanya jinek diaxive: carekê min got mêrê xwe ez êdî cilan naşom tu bişo. roja ewil min tiştek nedît, roja duwê min ferqek nedît, roja sêyem min dît ku hêdî hêdî dest bi kar kir.
Paşê jinek ji almanya diaxive: rojekê min got mêrê xwe ez êdî firaxan naşom tu bişo. Roja ewil min tiştek nû nedît, ya duyem cudahîyek nebû, roja sêyem min dît hêdî hêdî dest bi kar dike.
Herî dawî jinek ji tirkiye diaxive: rojekê min got mêrê xwe ez êdî xwarin çênakim tu çêke. Roja ewil min tiştek nedît, roja duyem min tiştek nedît, roja sêyemîn hêdî hêdî min dît.



26.05.2020 13:45 | hespêsor

93. li gundekî zilamek kîr-mezin hebûye. ji ber kîrê wî tu jin wî neiriye. rojekî ev zilam nêtê xera dike û diçe ba mele. dibêje " seyda, weleh kîrê min mezine û kes min nake. ka ez çi bikim tu bibêje?" mele dibê " here li pêşberî bîra gund rûnê, dema jin hatin bîrê û ji bo avê xwe xwarî ser bîrê kirin, li qûna wan binehêre. kîjan kirasê wê bikeve xetika qûna wê, ewê te bike. " zilam radibe diçe û li ber bîrê rûdinê. hama kî tê ser bîrê qûna wan kontrol dike. rojek du roj lê diherê jinek tê hama çawa xwe xwarî ser bîrê dike kiraskê wê dikeve xetika qûnê. hama zilam dide ser piştê heya malê. dikeve hundir lê dinehêre mal mala mele ye. çav li mele dike, mele dibêje " hama min da te û hezar xêrî jê bibînî. "

welhasil evana dizewicin. îja şeva herin nav nivîna, keç ji ciya xwe re dibêje " tu jî bi min re were." evana derin nav nivîna keç ji ciya xwe re dibêje tu bi kîrê mêrê min bigre û dema min go berde hêdî hêdî berede. mêrik serê wî dixê, keç ji ciya xwe re dibêje yadê berde, ciya wê hinkî berdide. keç dîsa dibê berde ciya wê dîsa berdide. keç dibê yadê berde berde, ciya wê dibê keça min hew heye. te gişî hilanî.

guhertin: taliya pêkenokê lê hat zêdekirin.



01.06.2020 14:11 ~2020.06.16 11:39 | tîrêj zana 21

94. Li gundekî zilamek berê xwe dide qublê û dimîze. Ji wê derê jî mele derbas dibe û wî dibîne. Mele jê re dibêje jina te hat berdan. Zilam dibê hat berdan, jinê beredide. Mele radibe jinê li xwe mahr dike. Mêrik dikeve pey mele û dibêjê ma niha êwê jî rojekî bimîze.

Wer hasil rojekî mele jî berê xwe di qublê û dimîze. Mêrik çawa wî dibîne tê balê dibêje, mele jina te hat berdan. Mele dibêje malmîrat ka lê binehêre min serê kîrê xwe zîvirandiye.



17.06.2020 00:11 | tîrêj zana 21

95. Ev meselok, metelok û pêkenok minê li bin mijara
(bnr: mesel û metelokên kurdî) bi peyamanda pirsgirêkek hebû min kir nekir venebû bira hima livir be.

Rojek kerê camêrek hinda dibe gundî tev dertên lê digerin.. kerê dibînin ji xweyîre dibêjin were me kerê te dît Ew jî serhişke kiriye qula serê xwe dibêje welleh ez hetanî li vê newalê jî nenihêrim ez nayêm *



17.06.2020 22:19 ~22:19 | shorbevan

96. - Demê osmaniyan de tirkek beno waliyê diyarbekirî. Miftîyê diyarbekirî zî kurdeko nukteden beno. Rocêk meclîsê walî de heme rûnişte yê. Walî û muftî zî serê doşekî de kalekê yewbinî de rûnişte yê. Mabeynê walî û muftî de balîşnayêk esta.

Walî muftî ra vano: “muftî efendî, mabeynê her û kurd de çi ferq esto?
Muftû huyeno û bi nermî vano: “walî efendî, qaso ke ez vînena mabeynê her û kurd de yew balîşna esta.”

- Dema Osmaniyan de tirkek dibe waliyê diyarbekir. Miftiyê diyarbekir jî kurdekî ji nukteyê ye. Rojekî li meclîsa waliyê de tev rûniştî ne. Walî û miftî jî ser doşekê li kêlaka hev rûniştî ne. Navbera walî û miftiyê de tenê balîfek heye.

Walî ji miftî re dibêje: “miftî efendî, navbera ker û kurdekî de çi ferq heye?”
Miftî dikene bi şêwazek nerm bersiv dide: “walî efendî qaşo ku dibînim navbera ker û kurdekî de tenê balîfek heye.”



20.06.2020 01:32 | kajav

97. merivekî rojek li gundê xwe derbas dibe ber bi çem diçe li ser kevirekî mezin rûdine.
Dibêje: “ax ax wext wextê min bû, qewetekî xurt li ser min bû. min avjenek dikir, xelk Bi heyirî min meyzand. min çavê xwe girt hêj venedikir li serê din bûm.”
Piştî vê xeyal û gotina xwe li derûdorê xwe dinêre dibîne ku kes tune ye dibêje: “lo de ez do çi gû bûm îro jî ev gû me.”



20.06.2020 01:55 | kajav

98. ev pêkenoka pêkenokên kurdî/125369 versiyonek din hanî biramin. Dibe min di bin mijarek xwedê bizanibe de nivîsandibe dîsa bira li vir jî hebe.

Rojek mêrikek berê xwe dide palê, diçe nîvê palê bidengek bilin dişihite(tir dike) jê şitrê qey yek li peye an pêreye ew jî dibêje mala xweyê extiyariyê bişewite.. li dora xwe dinihêre dibîne kes tune cardin li xwe diborîne dibêje welleh jixwe tu ji berêde ew tirekî *



20.06.2020 21:29 | shorbevan

99. Li gundê me bi qasî rojê salê bîr hene. Bîrek jê pir mezin e. Rojekî gundî li ser pişta bîrê rûdinên û çîpê xwe pê re berdidin. Vêca çîpên teva dikevin nav hev û di hev de wenda dibe. Îja yekî biaqil dibêje ka emê çawa çîpên xwe ji hev nas bikin? Yekî ji wan biaqiltir dibêje pir rehet e. Diçe şiveke ter dike û têne. Bi çîpê kî dadide, dibên ax û çîpên xwe dikşînin. Bi vî awayî çîpên wan ji hev dertê. ( dvb) ( di vir de bikenin)*



10.02.2021 21:57 | tîrêj zana 21

100. Rojek jinikek genim bêjing dike ji ka û kapekê diqetîne.. tî dibe ji kurê xwere dibêje tasek av bîne em ji tîna fetisîn.. kurê wê jî bardaxek arak tîne didê dibêje bixwe ev ji avê baştir tîna meriv dişkêne.. diya wî jî bi ser devê xwede dike madê xwe tirş dike, qaskî dimîne, dîbîne diya wî ji serê menzelê diçe binê menzelê genim bêjing dike, kurê wê dibêje dayo tu çi dikî te hindir heriman te genim tov tov kir tu ne li nav erdî, were ser teştê bêjing bike, diya wî jî dibêje bise law welleh ji diya tere herder teşte, herder erde : )



23.02.2021 00:18 | shorbevan

101. Xortek(zarokek) 13-14 salî ji cixarekêşek çend sal jê mestir cixare dixwaze, camêr didê, agirê wî jî tune agir jî jê dixwaze camêr agir jî didê, rojek, du roj, sê roj.. Wisa didome rojek bi hevra rûniştîne cixare dikşînin dibe behsa zirara cixarê yê xort(zarok) dibê bavê min dibêje cixare tev zirare/ pir bi zirare dev jê berde.. camêrê din jî bixwe nagre dibêje ez rabim ezê di bavê tenim ha!, cixara te ez didim te agirê te ez didim te kudera wî zirare? *



12.03.2021 21:02 | shorbevan

102. Yekî elman û yekî kurd behsa kuçikê xwe dike fortên wan vedide
Yên elman dibêje binêre ezê pere bide kuçikê xvwe û bişîne dikanê wê ji min re cixarê bîne. Pere dide kuçikê xwe dihere ji re paketek cixarê tînne.
Yên kurd ji pere dide kuçikê xwe dibêje here dijanê cixarê ji min re bînne; lê hewt hewta kuçikî wî ye û nare.
Yên elman dibêje , çima kuçike direye û derdî wî çiye?
Yên kurd: kuçikê min dibeje 'ez pere te qebûl nake, ezê bi pere xwe bînim paketa cixarê



07.05.2021 00:12 ~00:14 | serpale

103. Zilamekî gundî siharê hêj dinya tarî ji xew radibe ku here çolê palehiyê. Ji ber ku hundir tarî ye, hama derpiyê tê ber destê wî li xwe dike. Lêdixe diçe ser erd û dest bi xebatê dike. Piştî dem dibihure û tav derdikeve ku dinya ronî dibe, lê dinehêre ku derpiyê jina xwe li xwe kiriye*

vêca li gund vedigere û bi qarşî gund dikeve dibêje:
"keçê law ê min bîne, ê xwe bibe*"



03.06.2021 22:42 | tîrêj zana 21

104. Kenan, Fatê bi Elî re dibîne. Dermanca xwe ji ber xwe derdixe û dibêje Elî:

-Madem tu Fatê dixwaze, were weke mêra wê ji min bistîne. Ez te vedixwînim duşerkîyê/dueloyê.

Elî ev şertê Kenan qebûl kirîye û ji ber duşerkîyê herdû bi hev re diçin odeya teniştê û derî li ber xwe digirin. Kenan di guhê Elî de bi dengnizmî dibêje:

– Pêwist nake ku kesek bimire. Em herdû berbi ezman de cerculek vala bikin. Pişt re em xwe weke mirîyan bavêjin erdê. Fatê pêşî berê xwe bide kê ji me, bila Fatê ji wî re be.

Bi vî awayî herdû dikevin odê û berê dermancên xwe ber bi ezmankî ve diteqînin. Fatê dema teqîna dermancên wan dibihîze, bi bez derî vedike û dibîne ku Kenan û Elî li erdê dirêjkirîne. Berê xwe dide derve û bang dike:

– Cemalo, evîndarê min; tu kare derkeve, herdû mirin.



01.07.2022 00:55 | evcebarê pirê

105. Dema textor li odeyên tîmarxanê/dînxaneyê digerîya, dibîne ku nexweşek nameyekê dinivîse.

Textorê derûnî: Qewet be ji te re, tu çi dinivîse?

– Nameyek dinivîsim.

– Baş e, tu ji kê re dinivîse?

– Ji xwe re.

– Baş e te di nameyê de çi nivîsîye?

– Textor efendî, tu dînî? Min name nestandîye heta ez zanibim bê di nameyê de çi dinivîse.



01.07.2022 00:57 | evcebarê pirê

106. "Mamoste, dema ez ciwan bûm, em diçûn germiyan û zozanan. Havînan em diçûn şewlê Seqiz. Zilameki Seqizî bi navê Lalo Hewaz, mirovê me bû. Me kar pê re dikir. Rojekê hate cihê me û rûn û hirî ji me kirî. Barê rûn û hiriyê me bire Seqiz û ez mêvanê wî bûm. Bi şev pîreka wî sêniyek li ber me danî. Goştav çêkiribû. Me nan çandiyê. Kitika bor xuya kir, dest bi miyaw miyawê kir. Xwediye malê pariyek jê re avêt, yekser qurpand. Dîsa 'miyaw!', pariyeki din jî jê re avêt. Kitika bor ew jî qurpand û dîsa 'miyaw!...' Ewqasî pari jê re avêtin, dev ji miyaw miyawa xwe berneda û nehişt em xwarina xwe bixwin. Lalo Hewaz rahişt sêniyê û danî ber kitika bor û got:
-Madem wa ye, tu fermo, emê bikin miyaw miyaw!"

*Hesen Qizilcî "kenê parsek" - rûpel: 49



06.01.2023 17:52 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêkenokên kurdî
» kurdîstan aktuel

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî