Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 45 peyam
pêkenokên kurdî - tirşik
pêkenokên kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêkenok
(58) (5) (2)
di mijarê de bigere

54. 4 penaber di qata binî ya keştiyê, di nava komirê de ne. Bi dizî diçin Îtalyayê, dê ji wir jî li Ewropayê belav bibin. Yek Afxanî ye, yek Îraqî ye, yek Filistînî ye, yek jî Tûjo ye. Xeberek tê dibêjin polîs ketine keştiyê dê niha werin vir jî.



Li wir çewalên komirê hebûne. Gişk dikevin wan çewalan, xwe vedişêrin. Polîs tên, seranser digerin. Dibînin çewal hene.



Polîsek pehîna xwe li çewalê Afxanî dide, deng tê "mîyawww". Li yê Îraqî dide "ewt ewt", li yê Filistinî dide, "meeee".



Li yê Tûjo dide, "Komir e komirrrrr!".

nîşe: min ji internetê girt.



15.09.2015 12:28 | dijber

55. kerek bi ji Lîbiya heta Tûnisê bazda û bihna wî çikiya û ji hev ket

piştî giya Tûnis, polîsan ew sekinand û xwest bizanin bê çima evqas rê baz daye û reviyaye û Jê pirsîn .

çima tu direvî?

ker got : ê Qadafî gotiye çêleka gişa bikujin *

.

.

.

ê gotin tu ker î tu ne çêlek î !!

ê de ka were û ji Qaddafî re bibêje û wî bi fêm kirin bide.

têbînî: dîsa înternet



15.09.2015 12:34 | dijber

56. ji facebookê:

-heval tu ji esmeran hez dikî an ji gewran?

+ez ji van gewran hez dikim lê esmerekê ez kuştime.

-tu miradê kinê yê hemdem î heyran. bijî..



16.10.2015 21:07 | xendekî

57. ev an pêkenoke an jî meselekîye lê hûn bi çavê pêkenokekî lê binihêrin û mehdê xwe tirşik nekin bixweynin ji bû dibe ku hûn piçek bikenin..



rojek merivekî diçe çolê û rastî êrîşa hirçekî tê evî bê îmanê hirç jî wî pir tehl kirîye rebeno bi nepira bi hevda peritandîye ji mirinê filitîye.. edî hirç jêre bûye sew û sepet, bûye metirsînek jêre. rojek du kes ji xwera mijûldibin behsa hirç jî nakin.. yê rastî êrîşa hirç hatîye jî ji nişkava dibêje te got hirç mala xweyê hirçê.. xerab bibe.





17.11.2015 16:02 | shorbevan

58. ev pêkenok bi çend versîyonên din jî di piyasêde heye ev jî versiyonek dine..



rojek şoferekî kamyonê di rêda diçe mellekî li ser rêye barane mele şil û pilo bûye.. mele dest bilindike şofêr melle siwardike û di meşe barê wî jî genime genimê wî jî tev ji baranê şilbûye kamyona wî tije av bûye şofêr jî dibêje; şeytan dibêje barê xwe li vir birêje û ji xwera zû here malê ji xwe genim herimîye mele jî dibêje nana xebera şeytan neke.. carek din dîsa dibêje şeytan dibêje damperê bilinbike vî genimî livir birêje xwe jê xelasbike.. dîsa mele dibêje na na nevî berbayê şeytan bikebî titiştek wisa bikî.. hinekdin jî dimeşin dîsa dibêje; hima şeytan dibêje vî genimî tev bide xalê seyda/melle.. li hesabê melle tê ew jî dibêje; ê heyra welleh meriv carna xebera şeytan jî dike.



18.11.2015 01:16 | shorbevan

59. ev pêkenok bi eslê xwe tirkîye..

temel mehkûmî îdamê/darvekirinê dikin wî tînin ber didarvekirinê dibêjin gotina teyî dawî an daxwazîya teyî dawî çiye ew jî dibêje: bira ev ji minre bibe ders



20.11.2015 01:45 ~02:13 | shorbevan

60. pêkenoka trajîk û pêken



di dema terqa ermenîyada yekî misilman ermenîyek deste dest diqefêle tivingê dixe serê wî dibêje:

- bibe misilman an ezê te bikujim.

yê ermenî jî dibêje:

- ka ezê çewa bibim misilman bibêje ez bibim misilman.

-yê misilman jî dibêje ez jî nizanim lê bibe misilman.

dike nake pê nade zanîn ewê çewa bibe misilman req berî sera dide dikuje.





20.11.2015 01:54 | shorbevan

61.

yekî mesîhî û misilman li bahevin bi hevra mijûl dibin dipirse dibêje:

- gelo misilmanetî çewaye?

yê misilman jî dibêje:

- divê meriv limêj bike, araqê venexwe, zînayê neke, rojî bigre.. yê mesîhî jî dipirse dibêje:

- niha îro em bihevra çûn meyxanê te araq vexwar, min nedît te limêj jî kir, em çûn te ji keçikanre jî negot na.. niha tu jî misilmanî?

yê misilman dibêje:

- elhemdûlîlah lê ez misilmanim. yê îsewî jî dibêje:

- ger wisabe elhemdûlîlah ez jî misilmanim haya min jê tune.



20.11.2015 02:14 | shorbevan

62. pêkenokên. yek ji wan eve:

rojek mêrikî ewê here ji kurê xwera bixwaze dibêje ez yekî bixwera bibim bira peznê me bide.. yek heye tişta zêde şordike meriv mezindike.. bavê kurik jêre dibêje:

- emê herin qîz bixwazin ez bêjim çi yê me heye tuyê me mezin bikî tu du qatê wî bibêje..

ewjî dibêje:

- li ser çava..

werhasil diçin dema ku bixwazin bavê kurik wiha peznê kurê xwe dide dibêje:

- ferzekî limêja wî bi serê wîye..

yê pêra jî dibêje:

- welle serê wî ji ser şehlikê ranabe..

bavê kurik dibêje:

-erebeyeka wî heye.

ewîyê pêre jî dibêje:

-xwedê jê razî çi erebekî çi duheb çi sê heb..

bavê kurik dîsa didomîne dibêje:

- 100 heb pezê wî heye.

yê pêre:

- dibêje çi 100 heb welle 200 heb zêdene.

bavê kurik dîsa dibêje:

- qatek xanîyê wî li bajêr heye.

yê pêre dibêje:

-çi qatek bînahîyeka wî heye.. û herî dawî bavê kurik dibêje:

- lê belê tiştê ku heye qusûrka kurê me heye çavkî kurê me baş nabîne. yê perê jî dibêje:

- xwedê mala te avabike çi çavkî welleh ji herdû çavan kore.



20.11.2015 20:28 ~2015.11.21 13:37 | shorbevan

63. (bnr: format! heval)

(bnr: yoda)

(Sax be ew jî li van deran bu îro)

(bnr: pêkenokên lê nayên kenîn)



20.11.2015 23:46 | azadixwaz

64. pêkenokên di serîda em ji bû wan wiha bibêjin:

kesê ku ne kene bira nexweyne.. û kesê ji van pêkenoka çêtir dibînê yanî yên meriv pêdikene didestda hebe sernivîsa pêkenok li vire.. û dibe ku pêkenokên wî pîr ne pêkenbin lê xaya min ez li tirşikê zêde bikim jiber pêkenokên kurdî pirahîya wan li tirkî û li erebî zêde bûne yanî hew maye qira wan were nesila wan li ber qedandinêye... werhasil minê bigota çi hah dema min ev pêkenok li tirşikê zêde kir dibe ku pêkenokên pêkentir werin bîra we.. an dibe ku pêkenokên ne pêken hûn edît bikin yanî xweştirbikin mafê telîfê di destê wedeye..







pêkenokên yek ji wan eve li tirkî jî hatîye zêde kirin lê bi eslê xwe kurde ev pêken :





mêrikekî sê heb kurê wî hene ji xwera rûniştîne bavê wan bûye ji kurê xwe yê mezinra dibêje kurêmin xêra xwe tasek avê ji bavê xwera weyne, kurê wî mezin jî ji birayê xwe yê navînre dibêje rabe here ji bavora tasek av bîne, yê navîn jî yê herî piçûkra dibêje.. yê piçûk jî dibêje bavo rabe xêrkî di van kurê teda tune rabe di mineta van û bavê wane.. tasek av vexwe û yek jî ji minre bîne.









10.12.2015 13:22 | shorbevan

65. pêkenokên yek ji wan jî eve:



yekî mesîhî û misilman li bahevin bi hevra mijûl dibin dipirse dibêje:

- misilmanetî çewaye?

yê misilman jî dibêje:

- divê meriv limêj bike, araqê venexwe, zînayê neke, rojî bigre.. yê mesîhî jî dipirse dibêje:

- niha îro em bihevra çûn meyxanê te araq vexwar, min nedît te limêj jî kir, em çûn te ji qîzikare jî negot na.. niha tu jî misilmanî?

yê misilman dibêje:

- lê elhemdûlîlah ez jî misilmanim. yê îsewî jî dibêje:

- ger wisabe elhemdûlîlah ez jî misilmanim haya min jê tune.



13.12.2015 00:46 | shorbevan

66. pêkenokên yek ji wan jî eve: ev pêkenok/meseleya kurt +18e û hinek bê edevî tê bibihirînin lê ji bû şêwazeka xweş meseleyeka başe.

rojek merivek ji jina xwera dibêje jinê ezê di tenim jina wî jî dibêje here di diya xwene mêrê wê jî şaş û matmayî dimîne dibê xêre tê wisa got tu helalîya min nînî? jina wî dibêje belê lê gotina nexweş nexweşe.



22.12.2015 21:36 | shorbevan

67. pêkenokên yek ji wan ji eve ev pêkenok +18 e ne rastîye û jiber mele hinek zêde pêkenokê geş dike û li ser meleyê vî zemanî gotine şaş fehmnekin..



rojek melekî diçe kerxanê bihaya xebatkaran dipirse bihaya orispîyên kerxanê bi 20 milyonîye perê rebenê mele jî nêvîye têrînake yanî 10 milyone bazar dikin bi şertê mele tevî nekê li gorî perê xwe nêvî bikê li hevdikin, dest bi karê xwe dikin, mele yek, dido, sê, çar... xweşa orispîyê jî diçe dibêje herê seyda hima tevî têkê dilê xwe rihet bike, mele jî dibêje na welleh ez heramîyê nakim malê heram naxwim.



25.12.2015 12:51 ~12:53 | shorbevan

68. pêkenok an meselokên yek ji wan jî eve:



qîzikî û dîya xwe heroj hindir simnikdikin/paqijdikin, bûka wan jî hê nûne ew jî rûdinê li wan temaşe dike qizik û dîya xwe tên ba hevdû dibêjin wiha nabe sibehê ez û te emê lihevxin ezê bibêjim tuyê hindir paqijbikî tuyê bibê jî na tu paqijbike wê demê dibe ku bûk jixweber fehm bike bibêje ezê paqijbikim... werhasil dibe sibeh qizik û dîya xwe simnikê dabêjin ba hevdû qîzik dibêje tu dîya wê dibêje kafir kuştîbe tuyê pakijbikî.. neh deh deqe dikin hole hol bûk tê nava wan dibêje derdê we çiye..? ew jî dibêjin hal û mesele eve: qizik dibêje timî ez hindir paqijdikim.. dîya wê dibêje na ezdikim bûk jî dibêje hûn ji bû vî lihevdixin dibêjin belê bûk jî dibêje rojek tu paqijbike rojek ew/îro tu sibehê ew.



29.12.2015 17:56 | shorbevan

69. yek ji wan jî ev hinek bêedevîye li gorî berbi jêrde herin ger -18 bî livir bise!:



rojek merivek kerekî tîne daku di kerêne werhasil kerê tîne girê dide û êlekanekî çêdîke xwe êlekan dike dema xwe êlekan dike diçe xwe li kerê dixe.. dema karê xwe di qedîne poşman dibe dibêje yarebî tu min efû bikî ez berbayê şeytan ketim, şeytan jî dertê dibêje xwedê rûyê te reşbike! bixwedê tiştê ku tu fikîrîyî û kirîye nayê hişêmin jî *



19.01.2016 22:02 | shorbevan

70. pêkenokên hinek jiwan ji bû kesên di serya hîjdehdane yek ji wan eve ezê bibêjim yaşê we negre nexweynin lê welleh edî kes bi we nikare hûnê bixweynin hûn ji tiştê wisare çewanin bitenê ez dızanim * :



rojek jinikekî ji mêrê xwere dibêje here ji mere goştê şamî an eloka bîne, mêrê wê jî diçe elokek tîne dema were malê di nîvê rêde xesya wî dertê pêşiya wî dibê ew çiye bitere dibêje elok.. xesya wî jî dibêje ezê ji te pirsekî bikim tu nizanibî welleh te elok nebir malê, mêrik dibêje; temam

xesya wî dibêje; quzê min li pêşe an li paşe? mêrik dikene dibêje; jê rihettir, li pêşe xesya wî xwe piloz dike dibêje; ha jitera lê binihêre te pê dernexist, ka bide elok. elok jê distîne.. roja din dîsa diçe elokekî distîne dîsa xesya wî tê pêşî dibêje ezê pirskî ji te bi pirsim tu pê dernexî tu dîsa elok nabî malê tu pê derxî ezê elokê te yê do bidim te.. ew jî dibêje başe.. xesya wî dîsa dibêje quzê min li pêşe an li paş? mêrik vêcarê dibêje li paşe, xesya wî xwe li ser piştê diqelêbe dibêje ha jitera binihêre.. cardin elok jê distîne, merik diçe malê jina wî dibêje ka te dîsa goşt nehanî? ewjî dibêje willeh hetanî quzê diya te here pêş û paş devê me bi goşt nebû *



20.04.2016 22:55 | shorbevan

71. rojek hinek li mêvandariyêne xweyê malê jî bawer nake wan verê bike, ji wan dipirse dibêje hûnê pêşî çayê vexwin an zebeş bixwin? yek jiwan dibêje emê pêşi zebeşê xwe bixwin bi behna fireh di peyda jî emê nanê xwe bixwin, di pey nande jî emê Çaya xwe bixwin xweyê malê jî dibêjê hay lo hê hûnê nan jî bixwin *



30.09.2016 00:37 | shorbevan

72. hişyarî bê edevî tê dixwazî dev jên berdin ji bê pêve nexweynin, rojek melekî di kerê dine wî di ser kerêde zift dikin, jêre dibêjin xalê seyda ne eybe tu di kerê dinî ew jî dibêje; ê heyra ka ez çibikim karê xortaye kes nake *



16.10.2016 13:12 | shorbevan

73. carekê, wezîrê çandê yê fransayê, wezîrê çandê yê tirkiyê vedixwîne parîsê. wezîrê çandê yê fransayê, wezîrê tirk dibe mûzexaneya louvre. li mûzexaneyê, di beşê kevnareyên binirx yên qralên fransî de, yeko yeko materyalên nav mala louisê çardehan dibîne û bala wî dikişîne, ji wezîrê fransî re dibêje, ''ev cotê pêlava louisê çardehan pir xweşik e.'' wezîrê fransî jî, weke rêzgirtinekê, ferman dide ku cotê pêlava louisê çardehan weke diyarî pêşkêşî hevpîşeyê wî yê tirk, bikin. wezîrê çandê yê tirkiyê her li wir kita pêlaveke louisê çardehan bi mebesta ceribandinê li piyê xwe dike, dibîne li lingê wî hinekî teng e... ji wezîrê çandê yê fransî re dibêje: ''ev cotê pêlava louisê çardehan li lingê min hinekî teng e, cotê pêlaveke louisê şanzdehan li ba we nîne, ku hûn bidin min?!''



06.02.2017 16:47 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêkenokên beredayî
» kurdîya helloyê

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî