Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 17 peyam
pêkenokên kurdî - tirşik
pêkenokên kurdî

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêkenok
(58) (5) (2)
di mijarê de bigere

93. Xortek(zarokek) 13-14 salî ji cixarekêşek çend sal jê mestir cixare dixwaze, camêr didê, agirê wî jî tune agir jî jê dixwaze camêr agir jî didê, rojek, du roj, sê roj.. Wisa didome rojek bi hevra rûniştîne cixare dikşînin dibe behsa zirara cixarê yê xort(zarok) dibê bavê min dibêje cixare tev zirare/ pir bi zirare dev jê berde.. camêrê din jî bixwe nagre dibêje ez rabim ezê di bavê tenim ha!, cixara te ez didim te agirê te ez didim te kudera wî zirare? *



12.03.2021 21:02 | shorbevan

94. Yekî elman û yekî kurd behsa kuçikê xwe dike fortên wan vedide
Yên elman dibêje binêre ezê pere bide kuçikê xvwe û bişîne dikanê wê ji min re cixarê bîne. Pere dide kuçikê xwe dihere ji re paketek cixarê tînne.
Yên kurd ji pere dide kuçikê xwe dibêje here dijanê cixarê ji min re bînne; lê hewt hewta kuçikî wî ye û nare.
Yên elman dibêje , çima kuçike direye û derdî wî çiye?
Yên kurd: kuçikê min dibeje 'ez pere te qebûl nake, ezê bi pere xwe bînim paketa cixarê



07.05.2021 00:12 ~00:14 | serpale

95. Zilamekî gundî siharê hêj dinya tarî ji xew radibe ku here çolê palehiyê. Ji ber ku hundir tarî ye, hama derpiyê tê ber destê wî li xwe dike. Lêdixe diçe ser erd û dest bi xebatê dike. Piştî dem dibihure û tav derdikeve ku dinya ronî dibe, lê dinehêre ku derpiyê jina xwe li xwe kiriye*

vêca li gund vedigere û bi qarşî gund dikeve dibêje:
"keçê law ê min bîne, ê xwe bibe*"



03.06.2021 22:42 | tîrêj zana 21

96. Kenan, Fatê bi Elî re dibîne. Dermanca xwe ji ber xwe derdixe û dibêje Elî:

-Madem tu Fatê dixwaze, were weke mêra wê ji min bistîne. Ez te vedixwînim duşerkîyê/dueloyê.

Elî ev şertê Kenan qebûl kirîye û ji ber duşerkîyê herdû bi hev re diçin odeya teniştê û derî li ber xwe digirin. Kenan di guhê Elî de bi dengnizmî dibêje:

– Pêwist nake ku kesek bimire. Em herdû berbi ezman de cerculek vala bikin. Pişt re em xwe weke mirîyan bavêjin erdê. Fatê pêşî berê xwe bide kê ji me, bila Fatê ji wî re be.

Bi vî awayî herdû dikevin odê û berê dermancên xwe ber bi ezmankî ve diteqînin. Fatê dema teqîna dermancên wan dibihîze, bi bez derî vedike û dibîne ku Kenan û Elî li erdê dirêjkirîne. Berê xwe dide derve û bang dike:

– Cemalo, evîndarê min; tu kare derkeve, herdû mirin.



01.07.2022 00:55 | evcebarê pirê

97. Dema textor li odeyên tîmarxanê/dînxaneyê digerîya, dibîne ku nexweşek nameyekê dinivîse.

Textorê derûnî: Qewet be ji te re, tu çi dinivîse?

– Nameyek dinivîsim.

– Baş e, tu ji kê re dinivîse?

– Ji xwe re.

– Baş e te di nameyê de çi nivîsîye?

– Textor efendî, tu dînî? Min name nestandîye heta ez zanibim bê di nameyê de çi dinivîse.



01.07.2022 00:57 | evcebarê pirê

98. "Mamoste, dema ez ciwan bûm, em diçûn germiyan û zozanan. Havînan em diçûn şewlê Seqiz. Zilameki Seqizî bi navê Lalo Hewaz, mirovê me bû. Me kar pê re dikir. Rojekê hate cihê me û rûn û hirî ji me kirî. Barê rûn û hiriyê me bire Seqiz û ez mêvanê wî bûm. Bi şev pîreka wî sêniyek li ber me danî. Goştav çêkiribû. Me nan çandiyê. Kitika bor xuya kir, dest bi miyaw miyawê kir. Xwediye malê pariyek jê re avêt, yekser qurpand. Dîsa 'miyaw!', pariyeki din jî jê re avêt. Kitika bor ew jî qurpand û dîsa 'miyaw!...' Ewqasî pari jê re avêtin, dev ji miyaw miyawa xwe berneda û nehişt em xwarina xwe bixwin. Lalo Hewaz rahişt sêniyê û danî ber kitika bor û got:
-Madem wa ye, tu fermo, emê bikin miyaw miyaw!"

*Hesen Qizilcî "kenê parsek" - rûpel: 49



06.01.2023 17:52 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
xeste [1]
Peyveka bi eslê xwe kurdî/îranî ye. Derbasê tirkî jî bûye. bi kurd...
şivan perwer vs ciwan haco [1]
ji bo gîtarvan an tembûrvanan dibêjim: Ger cîhê ku lê stran dibêjî ...
gotinên pêşiyan [2]
gotinên pêşiyan/145236 na, xelet e. Divê wusa be: mala êzidiyan nan bixwe, ma...
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1]
rojnameyan zêde nakirim lê bo tirkî Oksîjen û carinan birgun dikirim. ...
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2]
ev komeleya ji alîyê xwendekarên zanîngeha boğaziçiyê hatîye dameziran...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêkenokên kurdî
» kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan

Kategoriyên mijarê:: komikpekenok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî