Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
pirtûkxaneya mephisto - tirşik
pirtûkxaneya mephisto
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûkxaneyekî Li ser kolana îstîklalê de pirtûk, kovar, cd difiroşe.



Weşan û muzîkên Kurdî jî tê firotin. kovara wêje û rexne û hwd. Peyda dibe.





01.12.2014 18:56 | mîr

2. pirtûkxaneya ke ge ge muzîkên kurdî cenena.



02.12.2014 01:18 | endazyar

3. pirtûkxaneyek mezin e lê zêde jî taybetiya wê tune. tê de zêde pirütkên kurdi tune.

weke din jî bi qasê min dîtî, pirtûkên popûler dihewîne. yanî ne cihek wisa ye ku mirov ji bo pirtûkên ku peyda nabin, sereî lê bide.



02.12.2014 22:07 | simurg56

4. pitûkxaneya ku kîngê li ber deriyê wê re derbasbim, pirtûka goethe a bi navê faust tê bîra min. lê ne ji ber lehengê herî girîng faust, dibe ku ji ber mefisto be.



03.12.2014 01:09 | nazim tolhildan

5. pirtûkfiroşekî li ser kolana îstiklalê ye. bi ya min pirtûkfiroşa herî dewlemend û tekûz e li stenbolê. Hema bê hemûçk kovar û fanzînên heyî meriv dikare li vir bibîne û bikire. îro bo ez li kovar û fanzînên nû binerim min seriyek li wir da û min çendek kirrîn. Tam ez derdiketim min du hevalên nivîskar bi tesadûfî lê dîtin. Xweş lêvhatin bû axir. me li ser piyan sohbetek kir.



02.02.2015 22:06 | seydayê_peyvan

6. kovar û fanzînên kurdî yên li vir têne firoştin:

Zarema

Wêje û Rexne

Tîroj

izafî

yokuş yol'a

Kürt Tarihi

Asîva

Jehr

Roza



02.02.2015 22:14 | seydayê_peyvan

7. (bnr: pirtûkfiroş)
sê-çar qat e, di beşa weşanên perîyodîk de car carinan rojnameya basnûçeyê dibe lê îro min ne dît. nizanim hat qedexekirin ya na. kafeya wê, bi taybetî hêla teras xweş e. çaya wê ya qedehî 3,50; ava şûşeya biçûk jî 1.50! sufleya wan jî ne qasî bihayê xwe bû!

hin pirtûkên kurdî jî tê firotin lê mixabin li cem mezinahiya xwe tunebûna beşekî ji bo weşanên kurdî ev ne tu taybetî ye lê belê gelek pirtûkên vekolîn ên li ser mesela kurdî ya bi nêrîna çepgiriyê an jî neteweperweriya kurdî hatine nivîsandin hene. divê em heqê wê bidin.

tiştên li vir tê firotin, gelek biha ne. min îro ajandayeke pirsî, gotin, 54 kaxid, yekî din 80 nizanim çend bû! yanê min ê îro dest bi nivîsandina ajandayê bikira! miradê min di qirika min de ma. lê ez pir gerê li vir hez dikim. dikarim pirtûkan vekolînim û heke ketin serê min, ez ji înternetê dikirim. ji ber ku jê erzantir dibe her carî. tenê van alavên qirtasiyeyî ji înternetê nayê kirrîn bêyî dîtin! her wiha...



01.01.2018 22:48 ~22:50 | biruya hayao miyazaki

8. (bnr: mephisto mala min e)



02.01.2018 09:47 | tililili

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkxaneya enstîtuya kurdî ya parîsê

Kategoriyên mijarê:: pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî