1. Fîlmekî Keanu Reeves e û nuh derket. |
|
01.12.2014 23:26 |
nivîskarê bêkes
![]() |
2. fîlma ku ev demek dirêj bû di aqlê min de bû. ji ber wê bawerîya min ku wê keanu reeves di fîlmek xerab de nelîze, min dixwest temaşe bikim. |
|
21.12.2019 23:05 |
simurg56
![]() |
3. çi ferqa john wick ji fîlmên din ên aksîyonê ên holywoodê heye nizanim?? |
|
21.12.2019 23:41 |
ma min çi ji kê kiriye?
![]() |
4. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
23.05.2020 11:26 ~11:10 |
simurg56
![]() |
5. Fîlm hêmana aksiyonê xweş xebitandiye lê ji hêla çîrokê ve bila hêviyên we pir ne bilind bin. Bi tiştên mafyatîk tije ye yên di gelek fîlmên din ên berî wê de jî hatibûn vegotin û karanîn. Şîreteke fîlmê heye, heke hûn li dyayê bin xwe ji rûsan vetirsînin* û heke tu carek têkevî cîhana binerdê, êdî nikarî jê xelas bibî. Wergera fîlmê jî xweş lê hatiye, siheta gumgumok xweş be. |
|
11.11.2020 20:03 ~20:05 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
6. Versîyona nûjen ya fîlmên cüneyt Arkın e. Belkî ji aliyê leyîstikvanî, teknîk û honaksaziyê de eleqa wan ji hev tune be jî ji alî afirandina karekterê sereke yê qehreman ve heman Gûyî ne. Ji hezar cîhan gulle dibare lê gyanekam hîç namire lê di rastiyê de ji şûna gulleyan ewqasî ramûsan lê bihata barandin dê felç biketa laşê wî. |
|
07.12.2021 23:33 ~23:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
![]() |
vivaldi [6] |
![]() |
heye ku [1] |
![]() |
hovalak [1] |
![]() |
seks [1] |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [3] |