Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
kulîçe - tirşik
kulîçe
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di çanda kurdan de cihekî taybet digire. Berî her 'îdê rojekê tê çêkirin û bi malbat tê xwarin. Yanî bila şaş neyê fahm kirin, li zarokan nayê belav kirin *



03.12.2014 10:02 | mergehez

2. (bnr: ma te kulîçe xwarine ?)



03.12.2014 11:39 | birazî

3. di argoya jinan de min ditiye ku ji bo zarokan jî hatiye bikaranîn.



- fîlankes dîsa kulîçeyên xwe berhev kiribû anîbûn malê.



03.12.2014 18:27 | simurg56

4. Çi qas mijara nanê tê vekirin kulîçe tê bîra min. Ji bona ku em bi nanê tanûrê re wê jî çêdikin e ez bawer im. Ez zahf nizanim lê rîwekek wê bi taybet heye digotin. Çêj û behnek xweş dide hevîra wê. Rengê wê jî ne sor e ne tam qehweyî ye. Gevez e herhal. Naneke pastayeke nizanim. Bi çayê re jî gelek xweş e. Ez herî zêde di nav tirarê ku tije şîr e hûr dikim û dixwim. Wisa xweşiya min diçe. Kurd zehf dixwin. Ji bo rêyan baş e. Gava kurd diçin deverên dûr teqez tanûrek nan û kulîçe çêdikin wek niyeta derxurê. Em ji parîs hetanî mekke û mêdînê bi xwe re dibin. Zahf pihêt e jî gelek bêxerabûnê xwe dispêre. Ez qurbanê wê destê dayikê kurd im ku bi badin û gustîlkan diruv jî didin. Hêj rewnaq dibe û meriv dixwazê hêj bixwê.

Veserkirin: ez navê rîwekê wê bipirsim û binivîsim gelek balê min li wê ye ku ne hat bîra min û hîç wekî kû bê bîra min nîn e.



02.06.2017 22:28 ~22:53 | rûbar

5. (bnr: kade)



02.06.2017 22:31 | mîr

6. Nanê mezopotamyayê ye. Mezopotamya dibêjim ji ber go gelê sûryanî jî çê dikin û li ba wan zehf bi navûdeng e. Lè belê pêşî kê dîtiye ti kes nizane û ewqa jî ne girîng e.

Wekî dî jî, li raxê torê ji kulîçe ra dibêjin sewkê eydê.

(bnr: sewkê eydê)



04.12.2020 00:28 | hueyn

7. nanê ku li gundên tirkan yên li konyayê jî tê çêkirin. min di belgefîlmekê de dît. gûndiyên tirk jî jê re dibên kulîçe û çêdikin. dibe ku ji kurmancên anatolyayê derbasî wan bûbe.



29.05.2021 14:07 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulîçe

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî