1. Di çanda kurdan de cihekî taybet digire. Berî her 'îdê rojekê tê çêkirin û bi malbat tê xwarin. Yanî bila şaş neyê fahm kirin, li zarokan nayê belav kirin * |
|
03.12.2014 10:02 |
mergehez
|
2. (bnr: ma te kulîçe xwarine ?) |
|
03.12.2014 11:39 |
birazî
|
3. di argoya jinan de min ditiye ku ji bo zarokan jî hatiye bikaranîn. |
|
03.12.2014 18:27 |
simurg56
|
4. Çi qas mijara nanê tê vekirin kulîçe tê bîra min. Ji bona ku em bi nanê tanûrê re wê jî çêdikin e ez bawer im. Ez zahf nizanim lê rîwekek wê bi taybet heye digotin. Çêj û behnek xweş dide hevîra wê. Rengê wê jî ne sor e ne tam qehweyî ye. Gevez e herhal. Naneke pastayeke nizanim. Bi çayê re jî gelek xweş e. Ez herî zêde di nav tirarê ku tije şîr e hûr dikim û dixwim. Wisa xweşiya min diçe. Kurd zehf dixwin. Ji bo rêyan baş e. Gava kurd diçin deverên dûr teqez tanûrek nan û kulîçe çêdikin wek niyeta derxurê. Em ji parîs hetanî mekke û mêdînê bi xwe re dibin. Zahf pihêt e jî gelek bêxerabûnê xwe dispêre. Ez qurbanê wê destê dayikê kurd im ku bi badin û gustîlkan diruv jî didin. Hêj rewnaq dibe û meriv dixwazê hêj bixwê. |
|
02.06.2017 22:28 ~22:53 |
rûbar
|
6. Nanê mezopotamyayê ye. Mezopotamya dibêjim ji ber go gelê sûryanî jî çê dikin û li ba wan zehf bi navûdeng e. Lè belê pêşî kê dîtiye ti kes nizane û ewqa jî ne girîng e. |
|
04.12.2020 00:28 |
hueyn
|
7. nanê ku li gundên tirkan yên li konyayê jî tê çêkirin. min di belgefîlmekê de dît. gûndiyên tirk jî jê re dibên kulîçe û çêdikin. dibe ku ji kurmancên anatolyayê derbasî wan bûbe. |
|
29.05.2021 14:07 |
hueyn
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |