Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kurdistan ger tu nebî
peyamên çepikkirî

53089. Navê straneke navdar a kurdên rojhilatê welêt e. Ji aliyê gelek kesan ve tê gotin. Wek mînak: şehram nazirî, behcet yehya, koma rojyar ev stran gotine.



Gotinên stranê:



Ey weten ger to nebî, giyan û jînim bo çî ye

dîmenî ciwanî tom bê, tacî şahîm bo çî ye

Kirmaşan ger to nebî, hoy, hoy, hoy

teyrêkim bê asiman, hoy, hoy, hoy

kurdistan gerd û xubarit surme bo çawanime

dirk û dalî şaxekanit sîsen û reyhanime

toy toy toy toy hemû giyanim

weten jiyanim, toy hemûy giyanim

kurdistan ger to nebî, hoy hoy hoy

kirmaşan ger to nebî, hoy hoy hoy

ey weten ger tu nebî giyan û jînim bo çîye

dîmenî ciwanî tom bê tacî şahîm bo çîye

kurdistan berbeyanit zînetî îmanime

kirmaşan êwarerekanit xelwetî 'rîfanime

toy toy toy hemû giyanim

weten giyanim, hemû giyanim

kurdistan ger to nebî, hoy hoy hoy

kirmaşan ger to nebî, hoy hoy hoy



Hûn bixwazin ji koma rojyar guhdar bikin:





07.06.2013 18:27 | brusk56