Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nexweşê nexweşiyê - tirşik
nexweşê nexweşiyê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. lîstikeke şanoyê a moliere e. bi aliye şanoya bajêr a şarederiya mezin a amêdê ve bi kurdî hatiye wergerandin. yê îro di salona şanoyê ya şarederiya amedê de bê peşkeş kirin.



05.12.2014 11:55 | nazim tolhildan

2. eslê xwe de ne xelet in. ji ber ku di van nexweşan de nexweşiya hypochondriasis/hîpokondrîyazîs heye *



05.12.2014 20:26 | simurg56

3. hemû dayikên kurdan in.



06.12.2014 13:14 | nazim tolhildan

4. Lîstika ku wê her roja şemî û yekşemê li şaredariya bajarê mezin a Amedê di şanogeha wê de bê lîstin e.



07.12.2014 04:36 | xendekî

5. nexweşiya ku dibe bi her jinên cîhanê re hebe ye. di nav tirkan de jî mîna kurdan nexweşê nexweşiyê zêde ne.



ez dibêm serê te "gêj dibe?"

dibêje "hindik"

ez dibim error



ez dipirsim "nexweşiya te ya tu zanî heye?"

dibêje "erê"

ez dipirsim "çi nexweşiya te heye?"

dibêje "ma çi tune!"



22.01.2015 22:36 | berxweda

6. bi navê berê "hîpokondrîyazîs".lê belê ango di psîkiyatrîye de ,bi navê "xerabûna şayîşa nexweşiyê"..



22.01.2015 22:44 | hesen bira

7. navê lîstikek e ku van rojan ji aliyê şanoya bajêr a şarederiya mezin a amêdê ve tê lîstin.

hinek kurt e lê bi rastî jî şanoyek gelek xweşik e. mirov hema bêje herdem dikene di lîstikê de. lîstikvaniya wan jî gelek serkeftî bû.

ya ecêb bûhayê bilêdên şanoyê ji bo sîvîlan 3 tl ji bo xwendevanan 2 tl bû. ev qas erzan çawa dikarin bilîzin nizanim.



22.01.2015 23:38 | brusk56

8. Nexweşên ku wexta bijîşk ji wan re dibêje " tiştekî te tuneye tu baş e " peyv namîne ji bijîşk re nakin. Divê mirov ji wan re bêje " erê welleh tu pir nexweş e bis em du sê testên din bikin û du sê derman jî bidin te. Panzdeh roj şûnde were qontrolê " wê çaxê ji te baştir tuneye. Min pîrika xwe nava heftakê de bir cem sê-çar tixtora ji boy gişa jî got " viya tu gû nizane em ê herin cem yekî/a din " . Hindik mabû min îsyan bayraxî bikşanda.



15.09.2016 00:49 | biaqila malê

9. Zêdetir jî (bnr: nexweşiya jinên kurd) e. *



15.09.2016 00:56 ~00:57 | bûtîmar

10. (bnr: apê sediqo)

nexweşên yek jiwan kurê apê bavê mine, ti bela wî tune, jina wî hima wî dike nav ciya û dibêje ti halê sedîqo nîne/ti başbûna wî tune, hima kî bigota nexweşînek li min heye digot wele ev nexweşîna sediqoye * serê deh sale lixwe wisa dikin, niha jî hingî di nav ciyade maye qelew bûye êdî nefes nastîne, vê carê rastî nexweş ketiye wê rojê wî avêtibûn batmanê... nexweşînek psîkolojîke bawerim dema meriv wan hişyar bike bibêje dermanên nexweşînan(heb,şirûb) zirara wî pire, nexwin, hûn başin.. an dixtor dikarin jiwanre bibêjin dermanê we; çend derzî jiwanre binivîsînin: ), li ser xwe herin werin,... an işek karek bidin berwan bira xwe pê mijûl bikin... tev bijîşk li wan wisa dikin wan dîn û har dikin *



15.09.2016 12:06 ~12:07 | shorbevan

11. Bi Ingilîzî imaginary invalid . Şanoya ku li sala 1673 de ji alîyê şanoger, helbestvan, lîstikvan û ronakbîrê Frensî Moliere ve hatîye afirandin.
Di vê şanoyê de camêr rexneyên xwe yên tûj li nijdaran/bijîşkan dike ku nezanbûna xwe li bin bedlên textorî û peyvên Latînî vedişêrin û xwe li ber xelkê radikin, dibêjin "emê we derman bikin!"
Ji bilî vê , henekên xwe li civaka Frensî ên dolmend jî dike ku nîşanîya asta xwe yî bilind bi kirîna derman û xizmeta tenduristîye dinirxînin. Di lîstikê de Nexweşên hipokondrîyak jî ji rexneyan bêpar namînin.
Pê re hin mijarên din bi kûrtasî tê de hatîye sêwirandin, wek mafên jinan û kiryarên jinan di nav civakê de.
Nîşe:
Moliere di saxîya xwe de 4 caran hem derhênerîya vê lîstikê dike hem jî tê de Lehenga argan divejîne. Lê cara talî, fermana Xwedê, ji ber ku nexweşîya wî li ser giran dibe ji nivştekê diqelibe erdê. Lê ne textor ne kesek nayê hawara wî. Îca çiqas havalên wî ên liîstikvan û jina wî a reben li ber camêr digerin ku dev ji lîstikê berde bes dev jê bernadi û dûv lîstikê heman şevî de lê nabi sibeh û diçe li ser dilovanîya xwe. Xwezî ne camêrek ewqasî serhişk ba û çûba ber dermansaz an jî textoran lê hema bi awayek şewat nemiriba, çi heyf!



18.05.2021 16:55 ~17:20 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşê nexweşiyê
» nexweşiyên konjenîtal

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî