Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beşa sînemayê ya tirşikê - tirşik
beşa sînemayê ya tirşikê
(2) (0) (13)
di mijarê de bigere

1. beşa ku bi versiyona 2.4.4ê ket weşanê;



rojanekirin: êdî her tirşikvan dikare fîlman li vê beşê zêde bike. ne hewce ye moderator be.



1- hemû fîlmên ku me weke malpera wergerine.comê wergerandine kurdî, li vir tên lîstekirin. weke din mirov dikare fîlmên wernegerandî jî lê zêde bike. yanî ev rûpel dibe danegeha fîlman. mirov dikare binnivîsên kurdî yên van fîlman ji rûpela fîlmê daxe.

2- ji bo fîlman agahiyên weke "derhêner, senarîst, sal, cûre, welat, ziman, dirêjahî, fragman, afîş, wergêrê li kurdî" tên lîstekirin.

3- bi tikandinekê, mirov dikare here mijara wê fîlmê ya di tirşikê de.

4- mirov dikare;

hemû fîlmên bi zimanekê

hemû fîlmên ku wergêrek, wergerandine kurdî

hemû fîlmên salekê

hemû fîlmên welatekê

hemû fîlmên senarîstekî

hemû fîlmên derhênerekî

hemû fîlmên bi cûreyekî we lîsteyek, bibîne.

5- tirşikvan dikarin puanê jî bidin fîlman. (û dikarin puana xwe biguherînin jî)

6- hemû fîlmên ku tirşikvanek puan dayiye wan, dikarin werin lîstekirin

7- bi forma fîlmşandinê, mirov fîlmên nû jî li danegehê zêde bike

8- bi tikandinekê, moderator dikarin ji bo fîlmekê binnivîsên kurdî bar bikin

9- îstastîstîkên derbarê fîlman jî tê weşandin. (ev îstatîstîk wê pêşerojê de hê dewlemendtir jî bibin)

10- mirov dikare bibîne ka ji bo fîlmekê, heta niha kîjan nivîskaran çiqas puan dane.



wê pêşketina wê bidome.



05.12.2014 20:33 | simurg56

2. agahî:

dema mirov li "sal" bitikîne "fîlmên wê salê" tên lîstekirin

dema mirov li "derhêner" bitikîne "fîlmên derhêner" tên lîstekirin

dema mirov li "senarîst" bitikîne "fîlmên senarîst" tên lîstekirin

dema mirov li "cure" bitikîne "fîlmên wê cureyö" tên lîstekirin

dema mirov li "zıman" bitikîne "fîlmên wî zimanî" tên lîstekirin

dema mirov li "welat" bitikîne "fîlmên wî welatî" tên lîstekirin



05.12.2014 20:36 | simurg56

3. êdî navê kesê ku wê fîlmê li vê beşê zêde kiriye jî tê nivîsandin. her wiha ji bo lêzêdekirina her fîlmekê, nivîskar 0.4 puana karmayê distîne.



06.12.2014 12:43 | simurg56

4. agahî: êdî îstatîstîka "nivîskar çend fîlman li sîstemê zêde kiriye" û "lîsteya van fîlman" jî nîşandan.



06.12.2014 12:55 | simurg56

5. Yek ji karên pîroz ên simurg56 e. Di gel hemû xweşikahî û tamxweşiya tirşika me xweşiyeke din lê zêde bû. Pîroz be.



07.12.2014 04:34 | xendekî

6. rojanekirin: êdî her tirşikvan dikare fîlman li vê beşê zêde bike. ne hewce ye moderator be.



07.12.2014 11:50 | simurg56

7. (bnr: imdb'ya kurdan)

Henek henek. Bi 80 filman tu malper nabe malper. Ji bo ji henektiyê derkeve û hinekî xwe nêzîkî imdb'ê bike divê hemû tirşikvan hinekî alikarî bike. Yanî fîlman lê zêde bike..



(bnr: icheckmovies' a kurdan) - (bnr: criticker'a kurdan)

Ji bo vêya jî divê hemû tirşikvan têkevin malperê û puanan bidin fîlman.



Tiştekî xweş û xweşik e li gorî min. Ger hinek xêrxwazên din jî derkevin holê dê xweştir bibe..



07.12.2014 16:07 | mergehez

8. beşekî gelek xweş û kêrhatî ye. min du roj berê destpê wergerandina a single man kir. xwedê zane wê kengî xelas be lê fîlmekî fîlmekî ye *



07.12.2014 16:12 | biruya hayao miyazaki

9. weke li jor jî hatiye gotin, ne hêsan e ku bibe imdb lê jixwe armanc sereke jî ne ew e.

em dikarin bibêjin ku weke gava yekemîn 2 armancên wê hene:



1- fîlmên kurdî û fîlmên ku li kurdî hatine wergerandin, li hev bicivîne

2- bi sîstema puanan, ji bo tirşikvanan pêşniyaran fîlman kirin. ku tirşikvan hev bişopînin ka kê li çi temaşe kiriye û çend puan daye.



07.12.2014 17:32 | simurg56

10. piştî demekê wergera shichinin no samurai jî dê têkeve vê derê*



07.12.2014 17:36 | mergehez

11. nûbûneke baş e ji bo tirşikê. hêvî dikim bikarhênerên kurd yên li ser înternetê bikaribin bi awayeke çalak tê de beşdarî bikin û piştgiriyê bidin û herwiha sûdeke baş jê werbigirin.

wek pêşniyarekî dikarim vê bêjim ji bo dewlemendkirina arşÎva vê beşa tirşikê, nivîskar û moderatorên tirşikê dikarin xwe bigihînin xwedî û şixulkerên şîrketên produksiyonan ku ji bo kanalên kurdî fîlm û rêzefîlman werdigerînin kurdî, li ba min teqrîben 4-5 fîlmên sînemayê hene ku demekî min ji bo kanalekÎ ji îngîlîzî wergerandibû ji bo kurdî, lê nizanim çi qas etîk û exlaqî ye eger ez van fîlman di vê beşê de parve bikim.



07.12.2014 20:06 | uciezkvidyêvp

12. di lêzêdekirina fîlman de carinan vê hişyariyê dide:

" You have an error in your SQL syntax; check the manual that corresponds to your MySQL server version for the right syntax to use near 'ê de gelek tiştên ku ji vê filmê hatiye standin hene..', 'http://www.youtub' at line 1 "



07.12.2014 21:36 | mergehez

13. beşa ku weke versiyonên ewil yên tirşikê de, di nav nivîsan de sembola " ya bi yek xêzik, qebûl nake û dema ev karakter hebe çewtiyê dide.



07.12.2014 21:57 | simurg56

14. ya ku ser xêrê be.

pêwîstiyek mezin bû ji bo kurdiyê. lê bi min ji bo sînemayê malperek berfirehtir lazim e. aniha baş e em filman lê zêde bikin, puana bidin filman û hingî bikarin fîlman wergerînin lê paşerojê de, bibe malperek serbixwe û ew malper bi sernivîsa filmê a di tirşikê de ve bê girêdan wê gelek gelek xweş bibe.

gelek keyfê min jê re hat.



08.12.2014 00:33 | brusk56

15. pêşniyar:

- bila daxwaza wergerandina binnivîsan jî lê bê zêde kirin. mesela ez bixwazim fîlmekê bi binnivÎsa kurdî temaşe bikim û binnivîsa wê tune be, bila ez bikaribim ji wergêran bixwazim.

- bila fonksiyona lîstekirina fîlmên ku hatine wergerandin û yên nehatine wergerandin derkeve lewra ji bo ku mere fahm bike ku kÎjan fÎlm hatine wergerandin, divê mere yeko yeko li fîlman binere..

(pêşniyar dê bidomin)*



08.12.2014 11:34 | mergehez

16. rojanekirin: êdî li aliyê çepê dema mirov li nivîsa "fîlmên wergerandî" bitikîne, lîsteya fîlmên ku li kurdî hatine wergerandin tê nîşandan.



08.12.2014 12:59 | simurg56

17. beşa min nu ditî û pir kêrhatî. ser xêrê be. hêvîdar im pêşerojê de bikaribim hinek alîkarî lê bikim.



08.12.2014 19:45 | azadixwaz

18. hîn bi versiyona tirşikê ya 2.4.2'yê dixebite*



10.12.2014 15:28 | mergehez

19. taybetîyê nû yê ku ji bo min gelêk hêja ye.



10.12.2014 16:39 | endazyar

20. fÎlma 100. ji aliyê min hat lê zêde kirin*



15.12.2014 18:54 | mergehez

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beşa pirtûkan ya tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik sinema
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî