Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan - tirşik
rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan
(6) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. rêzikên ku dibin sedema meraqkirina pirtûkan e.

ji bo min ew rêzik ev e:



"....Şefoyê kwîr destê xwe li blûra kêleka xwe dipelîne, ni giramdîriya merivekî dunyayeke tarî:

-mêvanê me li ser ser û herdu çavên me, dibêje, xwe di ser bilûra xwe de xwar dike, tiliyên wî li ser qulên bilûrê dipirpite û devêbilûrê li ber lêvên wî direcife, melodiya ku ji vî darê ha derdikeve weke gûvîna bayekê dilore, dinale, dikûre û dûrûdirêj dibe, dengbêj, çîrokbêj an jî hunermendên weha dema ku dibînin guhdarên wan hene, wê çaxê pêjneke wusa li wan radibe ku çi ji destên wan were di wê gavê de ew ê raxin ber çavên guhdaran

..."



ji pirtûka hesenê metê ya bi navê labîrenta cinan



(hevokên hesenê metê mîna paragrafan e, erê)



19.07.2013 22:15 | simurg56

2. ''ezbenî zebanî''

(bnr: rênas jiyan), (bnr: janya), (bnr: qesîda qedexe)



19.07.2013 22:33 | endazer

3.

(bnr: sernivîseke orîcînal)







19.07.2013 16:47 | seydayê_peyvan

4. ... min romana "pîr û derya" dixwend. dema hat û li beramber min rûnişt. bi lez, min wek qehpeyekê ku dengê kutana derî veşêre, min romana xwe veşart. mîna sîpeyekî ku derpiyê xwe yê gemarî veşêre, min romana xwe veşart...



Şêrzad hesen ,m, avesta, (ji soranî bo kurmancî: besam mistefa), 2011.



(bnr: şêrzad hesen)

(bnr: besam mistefa)

(bnr: avesta)

(bnr: medarê îftîxara çîroka kurdî)







19.07.2013 16:48 | seydayê_peyvan

5. gava li kurdistanê bûm,min ji balkonê li kûçikan dinêrî;

niha jî li ewropa kûçik ji balkonê li min dinêrin.

ferhad pîrbal-santiago de compestela



20.07.2013 22:24 | gulan

6. "ji ber ku tu têkilî di navbera malbata me û ya wî de tune bû, min nikarîbû nas bikira bê kêfa wî ji min re tê an na"

(sobarto- helîm yûsiv)



03.09.2013 18:07 | simurg56

7. Bi îhtimaleke gellekî mezin li cem piraniya tirşikvanan pirtûkên bi Tirkî hene û fihêt dikin kû ji wan pirtûkan çend rêzên Tirkî di Tirşikê de binivîsin..Hûn min mereq bikin li mala min gellek pirtûkên Kurdî hene lê naha li cem min ti pirtûkek nîn e kû ez çend rêzan jê binivîsim. Ne hewce yê ez viran bikim û ji ber zirtan herim pirtûkekî bênim ji wê çend rêzikan binivîsim..



03.09.2013 19:54 | nan û av

8. (bnr: ekola hevalekî min) *



03.09.2013 20:07 | simurg56

9. "wê sibê gava Jan janya ji nav êş û kul û keserên xwe yên xwêdayî bi şewatiyekê rabû hest û axîn jê kir ku nikilê sor pê ve şîn hatiye û hew maye bibe jan dost û hilperike helîmê reben..."

(êşa me bilind e helaw - jankutk êşbir



03.09.2013 20:23 | înano lo

10. ''dr. tod di polîsxaneyê de digote mifetîşê polîsê: cenabê mifetîş, ev bûne sê roj jina min çû bû londrê.''



gazinda xencera min/ celadet alî bedîrxan



19.07.2015 23:58 | ferhenga şikestî

11. "ger ji wan ne zîrektir û jêhatîtir bim mafê wan e ku min bixwin."

ji pirtûka wendabûn ya şahîn bekirê soreklî.



29.10.2015 18:51 | dijber

12. Em bi milyonan bûn, me dikaribu bi pêhînan çîyayên bilind bihejanda, me dikaribu bi mîza xwe lehî rakira, lê, em bê hîş bûn, me xwe li tixubên nenas, li çareserkirinên erzan girtîbû.



Fawaz HUSÊN, ji Amîdabad ê...



15.01.2016 12:57 ~12:57 | azad30

13. ....Piştî tê derxistibû kû dê karê wî nemeşe,bi çêr û sixêfan ji wê tîmarxaneyê derketîbû û berê xwe dabû kevnesûka Amedê.

(bnr: şener ozmen), pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî



18.01.2016 22:24 | quşxaneli

14. ...

Bilezîne!

Zû were!

Beriya ku dilê min here Ava...

(ehmed huseynî)



19.01.2016 00:05 | binevşa narîn

15. (bnr: eyÜp kiran) DEWRÊŞÊ EVDÎ

em ê ji xwe re bajareki nû ava bikin, navendekê lî dar bixin, hîsarek wekî kelekê ji xwe re qewîn bikin,min hîn biryar nedaye ku li ku derê lêkim , bav û kalên me berê çend bajar ava kirine, tirkmanan ew xera kirine, hesar û ertêşên wan tune bûye, loma nekaribûn xwe biparêzin.



19.01.2016 01:37 ~01:38 | siyabend zana

16. wexr lê diqulipe. Roj,meh,sal lê diqulipin. Niha payîza 1926'an e. .



19.01.2016 21:18 | darînê daryo

17. 16. wext lê diqulipe. roj,meh,sal lê diqulipin. niha payîza 1926'an e. Siya Evînê Mehmed Uzun



19.01.2016 21:19 | darînê daryo

18. Sê manat bome perene pir bûn, çimku min havînekê nêzîkî 7-8 meha-distand 5-6 manat.

Şivanê Kurmanca-Ereb Şemo



26.04.2016 03:32 | adar

19. Şarezayê hesretê ne em, pîrê elemê/

ji helbesteka rojen barnas, kovara nûbihar hejmara 133.



27.04.2016 00:00 ~10:38 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûpela profîla nivîskaran
» rêzika herî xweş a helbesta kurdî
» pirtûka nû ya selahattin demirtaş
» kurdîka
» herî ser rehetiyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tirsik pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî