1. ji nivîskarê vê ferhengê re wisa nayê gotin |
|
30.05.2013 16:25 |
simurg56
|
2. kesê ku gelekî hej xwarina tirşikê dike.. |
|
02.06.2013 17:19 |
endazer
|
3. kesê ku pozê xwe di nêv her kar û barekî re dike.. ev kes wekê mirîşkan çi bê û bikeve ber devên wan tev didin û bêhneka nexweş li derûdora xwe belav dikin.. |
|
02.06.2013 17:23 |
endazer
|
4. her wiha di siyaseta kurdî de ji bo kesên ku li şûna gel tevgera azadiyê bin ji ber berjewendiyên xwe gel sîstemê disekinin, re jî tê gotin. |
|
02.06.2013 23:22 |
simurg56
|
5. ez bawer im mînaka karakterîstîk mehmet metiner e. dema mirov di google de ji bo wêneyên tirşikçî digere, wêneyên mehmet metîner li pey hev rêz dibin: https://www.google.com.tr/search?q=tir%c5%9fik%c3%a7i&source=lnms&tbm=isch&sa=x&ei=zpqvuczıjyg7pcr_gogo&ved=0cacq_auoaq&biw=1280&bih=699#imgrc=_ |
|
05.06.2013 16:10 |
simurg56
|
6. wekê çend peyvên din yên wekê (bnr: qaçaxçî), (bnr: henekçî) evê peyvê jî qertafa xweyaniyê ya zimanê tirkî -ci, -cu wergirtiye û ji xwarinekî dageraye û bûye nav û nasnav ji bo ew kesên ku vê xwarinê çê dikin an hej vê xwarinê dikin.. ji abo alternatîfên xwerû kurdî yên vê peyvê (bnr: tirşikvan), (bnr: tirşikpêj), (bnr: tirşikfiroş), (bnr: tirşikdar), (bnr: tirşikger).. * |
|
05.06.2013 16:45 |
endazer
|
7. her çiqas kurdiya wan weke (bnr: tirşikvan), (bnr: tirşikpêj), (bnr: tirşikfiroş), (bnr: tirşikdar), (bnr: tirşikger) bikare were pêşniyarkirin jî, ez bawer im tu alternatîf wê nekare wateyek evqas neyînî bide vê peyvê. |
|
05.06.2013 16:48 |
simurg56
|
8. hevalekî min li cem fethilaciyan dima. digo ez fam nakim, çima şev û bi ro tirşikê dixwin. bi şeref ez jî fam nakim. |
|
06.06.2013 10:38 |
filitto lawo
|
9. rojnamegerê kurd yê ji agiriyê û bi ser cemaeta fethullah gülenÎ ve faruk mercan jî yek ji van kesan e.. belê fermo ji devê wî bi xwe guhdarî bikin: têbînî û daxwazî: axaftinên di vîdeoyê de bi tirkî ne mixabin ji ber ku wextê min nîne ez nikarim wergerînim eger camêrek xêrxwaz bikaribe şitexaliyên di vîdeoyê de deşîfre bike û wergerîne kurdî ez ê jê re minêkar bim.. |
|
19.07.2013 18:39 |
endazer
|
10. Ew kesên ji bo tirşikê her tiştî difroşe , tenê derdê wî/wê tirşik be . An jî ew kesên ku her tiştî mîna tirşikê tevlihev dike. |
|
07.09.2013 11:04 |
ardîxan
|
11. peyva ku wateya wê a berjewendperez ji ku tê nizanim û pir meraq dikim e . |
|
21.09.2013 11:33 |
brusk56
|
12. wateya xwe ya berjewendîparêz û belaşxwariyê ji edeta tirşik belavkirina li dawetên berê, distîne. |
|
21.09.2013 11:58 |
simurg56
|
13. LI SEWREGE da EW MIROVEN KU HEMBERÊ DOZA ME DINERE... |
|
21.09.2013 15:48 |
elias
|
14. peyva ku ji girtîgeha amedê derketiye ye. |
|
03.11.2013 13:35 |
brusk56
|
15. heyrana tirkan e |
|
03.11.2013 19:18 |
gelawej
|
16. Li gorî min wekîlên akp'yê yên kurd. |
|
26.11.2013 14:40 |
qeşe
|
18. tirşikvanek nû ye. 10 peyamên xwe temam kiriye û niha nivîskariya wî hat erêkirin. |
|
09.01.2015 10:04 |
simurg56
|
19. tirşikvanekî nû yî tirşikê ku qûna formatê felişandiye.. |
|
09.01.2015 21:18 |
ferhenga şikestî
|
21. tirşikvanê ku rêya xwe şaş kiriye û ji dêleva ku bibe nivîskarê ekşîsozlukê bê hemdê zikê xwe yê çiriyayî hatiye bûye nivîskarê tirşikê. .. |
|
09.01.2015 22:26 |
ferhenga şikestî
|
22. nivîskarê ku bi çi armancî ve wergerên tirkî ên helbestên bi kurdî dişîne nizanim. |
|
09.01.2015 22:27 |
nazim tolhildan
|
23. (bnr: Çî siteliha) |
|
09.01.2015 22:30 |
hûteheftserî
|
24. ango hun dibéjin yan weki me be yan ji here..ma tişté wisa dibe lawo.dilé min çi bixawze ez vi dinivisinim..ez ji we ra dibejim wi binivisini yan ji nenivisiné..hun qey dixwazin endame tirşiké qém bibe,ne zéde bibe lo.. |
|
09.01.2015 22:30 |
tirşikçi
|
25. qurbana çavên te bim neçe lê ji kerema xwe re formata tirşikê bixwîne |
|
09.01.2015 22:36 |
ferhenga şikestî
|
26. quro ez formata wi dizanim..hevceye tené bi kurdi binivisi.min ji tené du peyam bi tırki şandin.we hema li ser mın kir haho haho..ez kurdi dinivisim le belé ji bo qu ev tercüme bun min şand..hema bu qirevira we lawo..minak terorist bikeve nav ve*.. |
|
09.01.2015 22:39 |
tirşikçi
|
27. nivîskareke nû ye, bi xêr hatiye, hêvî û rica û pêşniyara min jê berî ku helbestên kurdî wergerîne tirkî an zimaneke din bila çend pirtûkên kurdî bixwîne û kurdiya xwe hinekî pêşde bibe.. heta ez peyamên wî dixwînim û jê fêhm dikin, malik li min diçe mîratê.. |
|
09.01.2015 22:55 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
29. Nivîskarekî bawerim hêja ye lê bawerim nizane gorî formata hemu ferhengan divê di her peyamîde pênaseyek(tanım) hebe. |
|
09.01.2015 23:15 |
azadixwaz
|
30. nivîskarê ku dixwazim jê re mijara klavyeya kurdî bikim diyarî.. |
|
09.01.2015 23:23 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
31. Nivîskarêkê nû hatiye.ew Tîpê 'k' dike 'q'. Ez ji hevalê re bêjim, gava 'k' ji qirrîk derdike bi tîpê 'q' tên nivîsin. |
|
09.01.2015 23:26 |
endazyar
|
34. Î Û Ê gellek spas |
|
09.01.2015 23:32 |
tirşikçi
|
35. (bnr: î û ê w x) |
|
10.01.2015 00:18 |
brusk56
|
36. li sewregê ,ê ku hemberê doza pkk ê,cem(alîyê) axa(bucaga) ne ra tê gotin.. |
|
11.01.2015 18:12 |
tirşikçi
|
37. nivîskarê ku namzedê xelata yekem kes yê ji tirşikê hatiye qewirandin e * qewirandina wî wê ne ji nivîsê wî lê wê ji ber guhnedana formata tirşikê be * |
|
14.01.2015 21:51 |
berxweda
|
38. ango wek tirka hûn dibêjin"ya sev ya terk et".. |
|
14.01.2015 21:54 |
tirşikçi
|
39. van rojên dawîn bûye bizot ê tirşik.net ê. li gorî xwe tembûra xwe lê dide, lê raste an çewte ew jî nizane. |
|
14.01.2015 23:03 |
nazim tolhildan
|
40. spas hewalê nazim heyfhildan |
|
14.01.2015 23:04 |
tirşikçi
|
43. ji wî we ye ku tirşik ferhengeke kurdî-tirkî ye.. camêr mijarên bi kurdî vedike û li jêr di peyama xwe de tirkiya wê mijarê dinivîse û hew, yanî ji bo ku hûn bizanin bê ka ew çi ye divê hûn bi tirkî bizanibin û ew jî ne bes e divê hûn herin di ferhengeke tirkî de li wateya wê mijarê binêrin.. |
|
15.01.2015 13:58 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
44. ohooo hûn jî gellek belengazin û wekî zaroka dilê xwe dihêlin |
|
15.01.2015 14:12 |
tirşikçi
|
45. qeşmervanê ku, pardon biborin tirşikvanê ku ez bawer im ji bo provakasyonê hatiye vir, gelek kurdên xweşnivîs hene ku behsa tirşikê ji wan re dikim cihda ji min re dibêjin em bawerî pê kurdiya xwe nayênin lewma em newêrin werin, lê camêr bi kurdiya xwe ya ji pêşdibistanê terk hatiye û têra xwe dide ber lotikan.. |
|
15.01.2015 17:15 |
ferhenga şikestî
|
46. ezîz ê min me negotiye wekî me bifikre lê pîçek birî tirşikê. te namûsa tirşik ê nehêla kuro ! |
|
15.01.2015 19:09 |
vêca çiyeeee
|
47. haho haho malaminê.provakasyon çîye kûro.we qêm gotiye..ez ê ferheng ê bombebaran bikim.....*)..û ez ê we hemûya bikûjim. |
|
15.01.2015 19:21 |
tirşikçi
|
48. tirşikçiyê ku nivîskariya wî hat rawestandin. piştî heftiyekê, wê dîsa were aktîfkirin. |
|
15.01.2015 20:24 |
simurg56
|
50. nivîskarê ku yek car ji ûsûlê derxistiye. tê li bin mijara silav û mektûban dişîne * |
|
15.01.2015 20:31 |
oxir
|
53. nivîskarê ku nivîskariya wî dîsa hat aktîvekirin. |
|
25.01.2015 17:06 |
simurg56
|
54. nivîskarê dibe ku bi navê hesen bira tevlî tirşikê bûbe ye. |
|
25.01.2015 17:14 |
berxweda
|
55. ez im.* |
|
11.12.2019 09:03 |
xelîl
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
dîsfajî [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [1] |