Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
tirşikçî - tirşik
tirşikçî
(7) (1) (8)
di mijarê de bigere

36. ji wî we ye ku tirşik ferhengeke kurdî-tirkî ye.. camêr mijarên bi kurdî vedike û li jêr di peyama xwe de tirkiya wê mijarê dinivîse û hew, yanî ji bo ku hûn bizanin bê ka ew çi ye divê hûn bi tirkî bizanibin û ew jî ne bes e divê hûn herin di ferhengeke tirkî de li wateya wê mijarê binêrin..

û ev cara çendê ye em jê re dibêjin lê bi qasê dixweye hê jî fêhm nekiriye, di tirşikê de heqê te nîne tu rasterast ji yekî re çêr û heqaretê bikî.. yanî li jêr mijara nivîskarekî tu nikarî bêjî qeşmer.. hêviya me jê li gorî van hişyariyên me, bila pêşiyê hemû peyamên di mijara formata tirşikê de bixwîne û paşê hemû peyamên xwe yên heta niha di tirşikê de nivîsandine hem li gorî formata tirşikê û hem li gorî qeydeyên rêzimana kurmancî sererast bike..




37. ohooo hûn jî gellek belengazin û wekî zaroka dilê xwe dihêlin



15.01.2015 14:12 | tirşikçi

38. qeşmervanê ku, pardon biborin tirşikvanê ku ez bawer im ji bo provakasyonê hatiye vir, gelek kurdên xweşnivîs hene ku behsa tirşikê ji wan re dikim cihda ji min re dibêjin em bawerî pê kurdiya xwe nayênin lewma em newêrin werin, lê camêr bi kurdiya xwe ya ji pêşdibistanê terk hatiye û têra xwe dide ber lotikan..



15.01.2015 17:15 | ferhenga şikestî

39. ezîz ê min me negotiye wekî me bifikre lê pîçek birî tirşikê. te namûsa tirşik ê nehêla kuro !



15.01.2015 19:09 | vêca çiyeeee

40. haho haho malaminê.provakasyon çîye kûro.we qêm gotiye..ez ê ferheng ê bombebaran bikim.....*)..û ez ê we hemûya bikûjim.



15.01.2015 19:21 | tirşikçi

41. tirşikçiyê ku nivîskariya wî hat rawestandin. piştî heftiyekê, wê dîsa were aktîfkirin.

tirşik ne cihê sansûrê ye lê bi qasê xuya dike tirşikçî guh nade qaydeyên tirşikê (ku jixwe 1-2 heb in) û nivîskarên din aciz dike.

em hêvî dikin piştî heftiyekê, êdî li gor formata tirşikê binivîse.



15.01.2015 20:24 | simurg56

42. nivîskarê ku yek car ji ûsûlê derxistiye. tê li bin mijara silav û mektûban dişîne *

bnr: pezkoviyê gêrîlla/56737



15.01.2015 20:31 | oxir

43. nivîskarê ku nivîskariya wî dîsa hat aktîvekirin.



25.01.2015 17:06 | simurg56

44. nivîskarê dibe ku bi navê hesen bira tevlî tirşikê bûbe ye.



25.01.2015 17:14 | berxweda

45. ez im.*

jiber ku ez zêde li tirşikê dişixulim hevalê min navê min kiriye tirşikçî. *)



11.12.2019 09:03 | xelîl