Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 16 peyam
tiştên ku mirov kêfxweş dikin - tirşik
tiştên ku mirov kêfxweş dikin
(6) (0) (20)
di mijarê de bigere

1. bi kurdî axaftina zarokên biçûk û bi taybetî jî yên keçik.*



2014.12.16-22:42 | xwelî li ser

2. li ber rûbarekê zelal di gel çaya bi ava kaniyê hatiye çêkirî cixare kêşandin.



2014.12.17-00:53 | vêca çiyeeee

3. Gava meriv di metrobusê de ciwanekî dibîne ku pirtûkeke kurdî dixwîne, meriv kêfxweş dibe.



2014.12.17-02:22 | seydayê_peyvan

4. helbet 2. xelatên tirşikê



2014.12.17-09:58 | nazim tolhildan

5. Evîn e beguman.



2014.12.17-13:25 | mala te ava

6. (bnr: çûna pêşmergeyan bo kobanî)



2014.12.17-16:09 | xendekî

7. li cafeyek hawadar a stenbolê fîncanek qehweya tehl bi kenekî şîrîn re vexwarin.



2014.12.25-01:15 | seydayê_peyvan

8. ligel qedehek şeraba sor a suryaniyan nivîsandina bi daktîloyê.



2014.12.25-01:17 | seydayê_peyvan

9. tiştên ku mirovan kêfxweş dikin*



hezkirin û azadbûna welêt...



2014.12.25-15:39 | berkeno

10. li zivistanên sar, sibeh di nav nîvînên stûr de hişyarbûn û dîtin ku sobe hatiye vêxistin û çaydanka ku li ser sobê dikele dike zingezing.



2014.12.26-00:09 | simurg56

11. dawiya werzişê vexwarina birayê qet nebe hin caran..



2014.12.26-00:33 | havka

12. (bnr: kutan), (bnr: xwarin)

(bnr: tiştên ku kurdan kêfxweş dikin)



2014.12.26-00:41 | dijber

13. (bnr: zivirîna endazer)



2014.12.26-03:19 | vêca çiyeeee

14. (bnr: hebûna înternetê di otobûsan de)



niha ez ji muxlayê diçim stenbolê û dişêm bi pc ya xwe têkevim tirşikê û di bin vê mijarê de dinivîsim.willla ez gelek kêfxweş bûm gelî tirşikvana *



2015.01.12-22:17 | vêca çiyeeee

15. kenê zarokekî



2015.01.12-22:27 | diclefirat

16. govend, klam, erbane, dahol û zirne.



2015.01.13-03:47 | brûsk

17. Di rojên betlaneyê da piştî xwarinê taştîyê, berî ku derkevî derve, cilê xwe yên xweşik lixwekirî û di razanê da dirêjkirî, hejmareka nû ya kovereka kurdî li cem te (kovara kund, ziryab, folklora me, zrîng û hwd.), pênûsek li cem te (ji bo binxêzkirinê ya nivîsaran), derîyê ode û şaneşînê li ser pişt vekirî ne. Ba tê. ji bilî bêdengîyê tu deng ji derve nahê.

Vê çaxê kêfxweşî, rehetî û oxweşîyê ye.



2019.11.01-14:21 ~2019.11.06 13:09]| mirovekirind

18. (bnr: xelatên tirşikê 2019)



2019.11.01-17:30 | cinorek

dengdanên dawîn (Yên Din..)
berevajî [1]
Kurdînivîsekî li twitterê ye. Bi qasî go dizanim ji aliyê bernamesazî ...
şerîf omerî [4]
Şerifo kurmancî hat nas kirin erebî hat jî bir kirin......
japonî [1]
japon jî wek torîya ji dêlva "erê" dibêjin "a" . ...
hüdapar [1]
Wan doh Li ser twitterê bi hashtaga #kürtmeselesi çalakiyek xweş lidar...
hueyn [1]
Nivîskarek nû yê tirşikê ye. Bi ezm û şewq dinivîse. Bawerim dê gelek ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiștên ji xwarinê xweștir
» mirovnasî

Kategoriyên mijarê:: anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî