Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
muhsîn ozdemîr - tirşik
muhsîn ozdemîr
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Wergêrekê kurd e. Ji botanê ye. Temenê xwe yê ciwantiyê di rêya serfiraziya axa Kurdistanê de xerc kiriye. Ew bixwe kurmanc e, ji ber wê kurmancîyeke wî ya reş heye. Di gel wê li başûr maye ji ber wê soranîya wî jî xurt e. Di gel wê li rojhilatê welat jî maye ji ber wê li wir farisî hîn bûye. Heta ji niha ji soranî û farisî bo kurmancî gelek werger kirine. Wek mînak:



(bnr: ji başûr barana helbestê) - Şêrko bêkes, ji soranî

(bnr: dengvedana lingê avê) - sohrap sepehrî, ji farisî

(bnr: hemû helbest) - furûx furuxzad, ji farisî

(bnr: bûmê kor) - sadiq hidayet, ji farisî



Wek din wer xuya dike ku niha helbestên qralîçeya helbesta kurdî mestûre erdelanî dike Kurmancî.

Ji xeynî wê li ser mamoste hêmin berhema şanoyî dayka niştiman dixebite.



17.12.2014 00:32 | xendekî

2. Wergêrê ev helbesta ha ji farisî wergerandî:



Tirsa Min



Ez ji şevên tarî yên bê heyv ditirsim

ne ji şêr û pilingan, ji van hemû roviyan ditirsim



ji bo min di şerê rû bi rû de rev nîne

lê ji dostên ava bin kayê ditirsim



Ez ji sedan dijminê bê ol natirsim

lê ji zahidê bêaqil û bêagah ditirsim



sîmîn behbehanî

Wergera ji farsî: Muhsîn Ozdemîr



14.01.2015 13:32 | xendekî

3. xwezî dev ji wergêrra helbestan berdabûya û meyl û mereqa xwe dabûya ser tiştinên din.. wergêra helbestên wî bêruh û tamsarkî ne, nizanim belkî helbestên ku werdigerîne zêde klîşe ne an belkî frêkansa min û wan helbestan ji hevdu nagire lê bi xwudê li cem min tu ferqa helbestên occo mahabad û kurmanciya wan helbestên ku ew werdigerîne kurmancî nîne.. berê li cem min efsûneka navê furûx furuxzad hebû lê piştî min helbestên wê ji kurmanciya muhsin ozdemîr xwendin, min di dilê xwe de ev bû ya ku min li cem xwe ew qas mezin dikir? ez behsa wergêrra wî ya helbestan dikim min hêj wergêrra wî ya bûmê kor nexwendiye, dibe ku di wergêra romanê de serkeftî û jêhatî be, gunehê camêro neyêxim di stûyê xwe de..




dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» muhsîn ozdemîr

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî