1. Wergêrekê kurd e. Ji botanê ye. Temenê xwe yê ciwantiyê di rêya serfiraziya axa Kurdistanê de xerc kiriye. Ew bixwe kurmanc e, ji ber wê kurmancîyeke wî ya reş heye. Di gel wê li başûr maye ji ber wê soranîya wî jî xurt e. Di gel wê li rojhilatê welat jî maye ji ber wê li wir farisî hîn bûye. Heta ji niha ji soranî û farisî bo kurmancî gelek werger kirine. Wek mînak: |
|
17.12.2014 00:32 |
xendekî
|
2. Wergêrê ev helbesta ha ji farisî wergerandî: |
|
14.01.2015 13:32 |
xendekî
|
3. xwezî dev ji wergêrra helbestan berdabûya û meyl û mereqa xwe dabûya ser tiştinên din.. wergêra helbestên wî bêruh û tamsarkî ne, nizanim belkî helbestên ku werdigerîne zêde klîşe ne an belkî frêkansa min û wan helbestan ji hevdu nagire lê bi xwudê li cem min tu ferqa helbestên occo mahabad û kurmanciya wan helbestên ku ew werdigerîne kurmancî nîne.. berê li cem min efsûneka navê furûx furuxzad hebû lê piştî min helbestên wê ji kurmanciya muhsin ozdemîr xwendin, min di dilê xwe de ev bû ya ku min li cem xwe ew qas mezin dikir? ez behsa wergêrra wî ya helbestan dikim min hêj wergêrra wî ya bûmê kor nexwendiye, dibe ku di wergêra romanê de serkeftî û jêhatî be, gunehê camêro neyêxim di stûyê xwe de.. |
|
14.01.2015 13:43 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |