1. Navê helbesteke kambîz kerîmî ye, ji aliyê muhsîn ozdemîr ve ji farisî bo kurdî hatiye wergerandin:
Rojbaş Kobanî / Kambîz Kerîmî
Roj baş kobanî
Hişyar be… dem dereng e
Tava şemiyê nîvîna te pêçaye
Û birînên eniya te hindikî ji dûhî zêdetir vebûne
Hişyar be
Taya te laşê min dişewitîne
Heke bi berbanga çavên xwe li çavên min ên şîn û şil negerînî.
Dûh şev di kêleka textexewê te de heta sibê…
Derewan nakim, heta sibê
Min li ser beytikan û gencîneyên zarokatiye te gotiye
Ji lêvkeniyên ku neyekser ên kurtikên te dipêçan.
Ji ramûsanên te yên li derdor bilind dibûn
Û evîndariyên heman çênd salên berê.
Hişyar be gulam
Min taştêya te daniye ser maseyê
Û nanê teze yê ku li pişt piyaleya çayê bangî te dike
Şemiyê kar heye, karê helmetê
Divê tu îro baştir bî, hewşê ji kûçikan paqij kî
Û kuçeyê ji bendewariya beytikan û bayê re bi gulên kirasê xwe
bixemlînî.
Hişyar be
Ez ê zarokan bibim dibistanê…ku heke kurtikên wan nav xwînê de jî noq bibin.
Ez ê pora wan şeh kim..ku heke destên min hatibe birîn jî
Di rê de ez ê ji wan re bistrêm… ku heke sitrana dawî be jî
Ez ê lamên wan ramûsim ku heke…
Na, misoger ez ê lamen wan ramûsim.
Tu baştir be gulam.
Ez ê ji bo şemiyê û beytikan û çavên te yên şil î şîn
Awaza bixwînim ku heke ez miribim jî
Hişyar be…
Dem dereng e
Kambiz Karimi/kambîz kerîmî
ji farisî: muhsîn ozdemîr
|