Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin - tirşik
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarek nû ye. bi xêr hatiye. 9 peyamên xwe nivîsandiye û niha nivîskariya wî hat erêkirin.

(bnr: yarîkên vî zemanî bi dev dost in bi qelb û dilê xwe kafir in)

xwediyê navek sosret e.



19.12.2014 22:22 | simurg56

2. ser çava xêra xwudê li tirşike be xude j tirsikê razî be, min berê gelek reklama tirşikê seh dikir lê we rastî bive ez carekî ketim tirşike min dit ku tirşike ji nasnameye jî burandiye hinek nivİskaran ji xwe re kirine iş u emel radibin u rûdinin heqaretê li reberê geleêd kurd dikin min ji nexwest ez tirşikêde binivisim vêca duh ne pêr hevaleki ji min re behsa sistema nu yatirşike kir min ji go ka ez çaeki le bigerînim ka çi sîsteme neyse ez direêj nekim ez ji bûm niviskar




3. (bnr: ê heval em hîn jî rûdinîn û radibîn heqareta li serokê gelê kurd dikin)



bi xêr hatiye.navek ê xweş hilbijartiye.sedema nehatina wî ya tirşikê ecêb e lê hîn jî ew sedem heye .texmîna min jî (bnr: hekkarî)yê ye.nivîsîna wî dişibe hekkarî yî yan.



19.12.2014 23:37 | vêca çiyeeee

4. Xwiya ye ku ew jî murîdekê Evdilla Ocalan e.



20.12.2014 00:08 | nan û av

5. Nivîskarê ku hêjî baweriyê bi wan derewên ku kesên kirî jî bi xwe ji wan bawer nakê lê ew bi xwe ji wan derewan bawer dikê ye. Ezbenî hindek fihêtî û şermî bi mirov re hebê mirov behsa wan derewên ku di derbarê serokê Kurdistanê de hatine belav kirin nakê. êdî ti kes baweriyê bi van derewan naînê. Bi derewên nû werin..



20.12.2014 00:14 | nan û av

6. sempatîzanekî hur ê pkk'ê ye..

tu bi xêr hatî heval yarîkasdfdgfg.... *

ez hêvî dikim ku bi rexneyên giran em wî ji tirşikê nexeyidînin..



20.12.2014 00:20 | mergehez

7. bi xêr hatiye..

(gelo dema dikevî tirşikê çawa dikarî navê xwe binivîsî?)

neyse min eleqedar nake, de vêca em werin li ser meseleyê

nivîskarê nû yê tirşikê yê ku li me û wî haho ye haho, binpêkirin e em ê binpê bikin, me serê xwe yê kundir li dîwar û textan xistin, me go em çi bikin çi bikin, kîja xwelî li serê xwe bikin û bikaribin heqeretan bikin û da ku xelk û elemê li xwe hayîdar bikin? me dît ku di vê sedsala populîzmê de yekem û tekan amûra ku bikaribe vê zikreşî û bêbextiya me pêk bîne, tora civakî ye, lê me xwe di vir de û wê de bir û anîn, em pê hesiyan ku jixwe tora civakî têra xwe felişiye me go lo lo birano lê lê keçnê cihê me dê teng be û kes li me nehese, me go go baş e nexwe em ê lêvên gevez gez bikin, çavên xumarî vebikin û reçeteyeke din peyda bikin, bikin qêrîn û hawar bila xelk were hawara me, bêjin bêjin ku lo kurno lê keçnê evana komkujî ne, qirkirin in ma hûn çawa xwe radigirin? hi? welhasil di vir de û wir de em têgihîştin ku ferhengeke înteraktîf a tirkan heye û gelek jî bi nav û deng e, di nava tirkan de cihekî wê yî sereke û sexlem heye, me go go lo lo camêrno lê lê caniknê çiyê me ji wan segbavan kêm e? hi pismam?

a baş em vê malperê vekin û têra dilê xwe heqerat li ser heqeretan bibarînin.. çawa? te fikra me eciband?

jixwe here û were devên me yên hetikî di vî zemanî de bûne dost lê bes mixabin mixabin û gelek mixabin ku dilên me yên perritî bûne kafiroxlî kafir gidî gidyanoo!

ma tu yê çi bikî birako? ne bext maye ne jî text, hebe tune be qurteke azadî maye û ew jî di destên me yên qirêj de bûye pêlîstoka xapandinê..

neyse dirêj nekim cardî bi xêr hatî, misyoneke payebilind û giranbuha bo xwe hilbijartiye, heke mayînde be yê me ye heke na bireve jixwe qet û qet yê me nebûye. axirê zeman e û berbanga sor jî ne dûr e



20.12.2014 01:44 | ferhenga şikestî

8. Bi xêr hatiye, bi vî navê xweşecêb û bi vê armanca zirt-rexne ketiye nava me.



20.12.2014 12:29 | xendekî

9. kuro ew çî ye... nivîskarekî wek agirê sor e. bi xêr hatiye, ser çavan hatiye. bi rastî hebûna wî ji min re xelat e. ji ber ku bi hebûna wî ve, dibe ku ew nivîskarên tirşikê yên dijberên pkkê êdî dev ji min berdin, min rihet bihêlin û biçin dora wî* heya ji destê te tê binivîse bavo. guhê xwe nede wan dijberokana, lê dîsa jî divê mirov dev ji dilnizmiyê bernede û her avayî hay ji gotinên xwe be.





20.12.2014 13:35 | nazim tolhildan

10. nivîskarê ji ismail beşikçi re gotiye weke ziya gökalp e, eslê xwe înkar kiriye û ji ber wê şîrheram e.



ez nizanim bê ji ber çi ev tişt gotiye lê xuyaye ew jî -îstekî lênakole an jî nikare analîz bike ye.



malnexerabo ziya gökalp kurd bû digot ez tirkê xas im. ismail beşikçi dibêje ez tirkim lê ji ber neheqiya li kurda hatiye kirin ez piştgirê kurda me.

wekî din ismail beşikçi tirkbûna xwe înkar nekiriye, bi zimanê dê û bavê xwe dipeyive û dinivîse. ne wek kurdên me yên "yurtsever" bi zimanê dagirkerê welatê wan an dijminên gelê wan dipeyivin û dinivîsin e.

piştgiriya ew dide me weke pişgiriya em didin fîlîstîniyan, çerkezan lazan e. lê ya wî ne wek a me derew e. a wî bi xebatê ye, bi raman e.

tew ez nakevim mesela şîrheramiyê. lê li gorî min kesên şîrheram kesê xiyanetê li zimanê xwe dike. li karê xwe dike ye. mixabin herî zêde parlementer û siyasetmedarên me(yê ku min jî deng daye wan) dikevin vê rewşê. ne ismail beşikçi.



20.12.2014 13:56 | berxweda

11. troll'ek e.

dijberekî pkkê ye lê wek ku aligirekî pkkê be, şîroveyên tewşomewşo dike. bi vî awayî dixwaze sempatiya pkkê a nivîskaran hindik bike û destê dijberên pkkê quwet bike.

zêde nikarim têkevim tirşikê û bişopînim lê min ji 2-3 peyaman vê yekê fêm kir. zêdetir naxwazim îfşa bikim..



beriya hilbijartina giştî, wextê şerê akpê û cemaatê gelek dijwar bû, her roj cemaatê vîdyoyek din derdixist. vîdyo rast bûn akpiyan hemû gûyan jî xwaribûn lê dîsa jî înkar dikirin digotin montaj e.

paşê fotografek derket holê, gotin numan kurtulmuş bi jinikekê re seksê dike. 3-4 saetan de li hemû medyaya civakî de ev wêne û nûçe belav bû. paşê di cî de vîdyoya rastîn ku eslê xwe aîdê filmekî pornoyê ye derxistin holê. dû re numan derket di derbarê îdîayan de axivî felan.

bi îdîayekî ku bi awayekî net derket holê ne rast e, xwestin hemû îdîayan weke vê nîşan bidin. y



birêz yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin jî, bi vê taktîkê dixwaze hemû gotinên aligirên pkkê bi gotinên xwe yên vala, bêîtîbar bike, bêwate bihêle ...



21.12.2014 16:01 | brusk56

12. hevalê ji mi re dibêje dijberê pkk'ê ye anegorî çi dibêje an gerek îddîaya xwe îspad bike an jî ew bi xwe trole û derewa dike




13. nivîskarê ku eger dijberê pkkê nîbe jî, hin şîroveyên wî yên bêbingeh û tûj ne li gorî helwesta pkkê ye.



22.12.2014 01:32 | nazim tolhildan

14. wer taxmîn dikim ku ji zanîngeha dîcleyê desturyar girtiye. hûn ê bêjin çima?



pêşî li vî lînkê bitikînin: https://twitter.com/tolazorg/status/251017507043958784



https://tirsik.net/index.php?peyam=54182



https://tirsik.net/index.php?peyam=54176



https://tirsik.net/index.php?peyam=54028



bi ya min evqas lînk bes e *



22.12.2014 13:29 | kurê xelkê

15. bi vî navî jî vî qasî bi xatirê we ji bo vî navî min kotaya 50 peyaman dabû ber xwe eve bi vê peyamê re tirşikografîya * min bû 50 peyamên temam û neşikênandî. ez uciezkvidyêvp, pezkÛviyê cûdî yanî endazer. min xwest vaalhiya trolliyê ya li tirşikê bi 50 peyaman be jî tijî bikim.



ji bo yên mereq dikin çavkaniya yarîkên vî zemanî bi dev dost in bi qelb û dilê xwe kafir in;



heyranoka heyran jaro ji dengê fadil cizîrî;





(dq; 0:45)




16. (bnr: zilam endazer derket riza baba)



Mi zî vatibî, no kam o? çi gêk gêj nuseno? û mi zeh hers zî bîyebi.



22.12.2014 22:47 | endazyar

17. cerb û tecrûbeyeke endazer an jî uciezkvidyêvp an jî pezkûviyê cûdî an jî nizanim çik* a 50 peyaman pêk tê ye. bi rastî tecrûbeyeke baş bû, ji ber ku her çiqas fîşalkirî be jî, hin nakokiyên sempatîzanên öcalan diyar kir. lê bila bizanibe ku ev nakokiyan ne yên öcalan xwe ne, yên hin sempatîzanên wî ên nezan in.



xêncî wê li gorî min encama vê cerbê a herî girîng tişteke din e. ev cerb bi sêrî de sivikbûna nêrînên dijberên öcalan eşkere dike. van 50 heb peyaman de kifş bû ku, dijber, sempatîzanên öcalan çawa dibînin... yanê di çavên wan de hemû sempatîzanan têra xwe kurdî nizanin. ataturk di çavên tirkan da çawa ye, öcalan jî di çavên sempatîzanan de wusa ye. nezanin û tên çêrandin. bê fikirîn gotinên Öcalan qebûl dikin û hwd.



yanê erê nakokiyên hin sempatîzanan peşkeş kir, lê wê zêdetir nêrînên şaş ên dijberan eşkere kir. diyar bû ku serokê dijberên öcalan ên nivîskarên tirşikê, hay ji têkoşîna pkk û öcalan tuneye. an jî hay jê heye lê bi qesta ve hundirê vê têkoşînê vala dike.



ji ber ku te cîhê sempatîzanên öcalan ê di çavên dijberan de eşkere kir:

spas ji te re (bnr: endazer)

spas ji te re (bnr: uciezkvidyêvp)

spas ji te re (bnr: pezkûviyê cûdî)

spas ji te re (bnr: yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin)

û spas ji te re (bnr: tu her kî bî)



22.12.2014 23:19 | nazim tolhildan

18. ji bo min tecrûbeyeke xweş bû. min dikarî heta 5000 peyaman jî bi vî navî û bi vê mantalîteyê binivîsim lê hedara min nehat û ya rastî wextê min jî nîne.. mebesta min ne dijminkîkirina kesayet an partiyekî ye.. naxwazim tişta ku atatûrk û rejîma kemalîst ya yek-partî aniye serê gelên li tirkiyeyê pkk Û öcalan û kadroya rêveber ya kckê bînin serê gelên li kurdistanê.. erê?



26.12.2014 04:05 | endazer

19. Tirşikvanek xwedî nickek herî dirêj e. Yarîkênvî... *



08.07.2020 23:52 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî