Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kampanyaya di mehekî de ji bo tirşikê 1000 nivîskarên nû - tirşik
kampanyaya di mehekî de ji bo tirşikê 1000 nivîskarên nû
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. belê hevalno û hogirno û hewalan û hevrêno!

mixabin ji bo dewrûdaÎmeka birêkûpêk ya fikr û nêrîn û zanîn û ezmûnên derheqê her mijareka di trişikê de vebûyî hem hejmara nivîskaran hem jî hejmara nivîskarên anktîv anku nivîskarên dinivîsin gelekî kêm û hindik in.. ji îro pê de divê herkes ji bo zêdekirin û gihiştina armanca 1000 nivîskarên nû ji bo tirşikê gazî hevalên xwe bike û eger Îcab bike divê ji çembilên hevalên xwe re bigire û ji dêrisa facebook û twitterê bikişÎne û bîne tirşikê..

çima tirşik? anku tirşik wê bi kêrî çi bê?

ez nimûneyeke j xwe bidim.. îro min xwest ku derheqê hunermenda kurd hanî de ji bo arşÎveka şexsî agahî û malûmtan berhev bikim.. lê li ser înternetê ji bilÎ çend forumên bi îngîlîzî ku tiştên di wan foruman de jî bes kurtepistên pîrekên li ber dora tenûrê bûn bi ser tiştekî ve nebûm.. rabûm ji ji hevalên başûr min çend agahiyên basît bidest xsitin û û av agahiyên min bidest xistîn jî di tirşikê de di bin mijara (bnr: hanî)yê de min tomar kir.. siba dusiba eger canik û camêrek vê xanima dengxweş mereq bike û bixwaze derheqê haniyê de bibe xudan agahÎ wê bi hêsanî bikaribe xwe bigihîne peyama ku min di bin mijara haniyê de nivîsî û peyamên din ku xwudê hez bike wê di siberojê de bên nivîsîn..

yanÎ eger em bikaribin û baş bişixulin em dikarin tişrikê bikin database an databanka kurdî û kurdistanê.. û herkesekê ku dixwaze derheqê kurdî û kurdistanê de tiştinan fêr bibe an fêm bike wê bihêsanî bikaribe ji databnk û înformasyonên tê de sûd û mifayeê werbigire..



20.07.2013 19:01 | endazer

2. kampanyaya ku li gorî statîstîkan piştÎ ku vebûyî tenê 5 nivîskar lê zêde bûne.. hevalno hay û xebara hevalên xwe ji tirşikê pê xin.. ku ev der nebe lokala mûmesîlan.. ne zêde bila herkes ji çembilê deh hevalên xwe re bigire û bîne tirşikê.. bi taybetî jî hevalên ji parçeyên din ên kurdistanê..



20.07.2013 21:32 | endazer

3. kampanyaya ku şirku vebûyiye an bidestûpê bûye 13 nivîskarên nû ji bo nivîsandinê serî li tirşikê daye û bi bayê bezê dest bi nivîsandinê kirin e.. ev hejmar hîn gelekî hindik e û divê bê zêdekirin.. lê dÎsan jî ji tunehiyê çêtir e anku (bnr: yetmez ama evet)..



21.07.2013 13:52 | endazer

4. kampanyaya ku ger bigihije armanca xwe, wê tirşik bibe navenda parvekirinên kurdewarî û arşîva hişmendiya gelê me.



21.07.2013 14:14 | simurg56

5. kampanyeya ku heta niha di heyama du rojan de 19 nivîskarên nû bi xwe re anîne..



22.07.2013 18:15 | endazer

6. kampanyaya ku ji dil piştgiriyê didim e .

di twitter û facebookê de ji bo vê yekê 2 heftî felan xebitîm. dema mirov bi yekî ku dizane kurdî dizane re dîrekt bikeve têkiliyê, gelek tesîr dike. bi vî awayî gelek kes hatin ferhengê . kesên di ferhengê de ne, ger bikarin ji derdora xwe re behsa vê ferhengê bikin û ji wan bixwazin bên bibin endam û binivîsin wê ferheng wek berfendekê mezin bibe .

vê navberê de, kengê hesabên wisa bixwînim an jî hesabên wisa bikim birêz bêşeref devlet bahçelî tê bira min *



(bnr: ji hevalên xwe yên leşkeriyê 10 heb, ji hevalên xwe yên kuçeyê 10 heb, ji hevalên xwe yên dibistana sereke 5 heb ..)



23.07.2013 00:10 | brusk56

7. Dive; ferz e ku admîn u moderatorên tirşikê meqerne û komirê belav bikin..(bnr: hilbijartinên 2011)



23.07.2013 14:13 | roj

8. kampanyeya ku şirku destpkê kiriye û heta vê seetê 43 belê bi nivîsê (çil û sê) nivîskarên nû darikê xwe yên dorê li ber dora tenûrê danîne.. ya b'xêr..



24.07.2013 23:45 | endazer

9. Ku hezar xwendekar hebin wê hezar niviskar jî hebe. Ji ber kû kesî zane bi Kurdî bixwîne dinivise jî.



24.07.2013 23:47 | kurdmisê

10. şirku kampanyayê destpê kiriye û heta niha 69 (bi nivîsê, şêşt û neh) nivîskarên nû kevçiyên xwe li tirşikê xistine.. lê ev hejmar ji bo armanca ku me di destpêka kampanyayê de dabû ber xwe gelekî kêm e.. wekê arjenê rehmetî di helbesteka xwe de dibêje ''ha hêviya min haaaa..''



28.07.2013 21:21 | endazer

11. kampanyaya ku şirku ji dayik bûye û heta niha 84 (bi nivîsê, heştî û çar) nivîskarên nû tiliyên xwe ji bo tirşikê li klavyeyên xwe sor kirine..



31.07.2013 02:59 | endazer

12. ez jî nivîskarê nû me * lê belê ez nikarim bi Kurdî xweş binivîsînim :( gelek sipas ji tirsik.net û hemû niviskaran re.



31.07.2013 19:26 | keçakurda56

13. yaw tu xweş dibêjî, rind diaxivî lê hevalên me hîn nikarin têr bi Kurdî biaxivin, ma ku werin û binivîsin. ez jî nû hatim, aha eviya entry'a mina yekem e.



24.09.2013 02:23 | seranser

14. kampanyaya KÛ EZ GELLEK MEREQ DIKIM KA ENCAMÊ WÊ ÇAWA BÛYE YE.. vAN ROJAN HIN NIVÎSKARÊN NÛN HATIN E Û XWEŞ DINIVÎSIN JÎ.. gELO REWŞA DAWÎ ÇAWAYE.. KONSEYA RÊVEBER A TIRŞIKÊ LAZIM E DAXÛYANIYÊ BIDÊ ÇAPEMENIYÊ...



03.12.2013 01:04 | nan û av

15. li gorî amar û statîstîkên ji destpêkê heta serê meha kanûnê, yanî beriya çend rojan, kampanyaya ku bi qewlê şairên kurd hefy û sed mixabin negihiştiye armanca ku daye ber xwe..



''îstatîstîkên heya serê meha kanûna 2013an, yanî îro, wisa ne:



hejmara peyaman : 15.852

hejmara mijaran : 4.419

hejmara nivîskaran : 768

hejmara dengdanan: 3.194



serê her mijarê hejmara peyaman: 3.58

hejmara peyamên meha dawîn: 2129

hejmara mijarên meha dawîn: 598

hejmara nivîskarên mehan dawîn tomar bûne: 51''



03.12.2013 01:09 | endazer

16. KAMPANYAYA KU EZ ENCAMA WÊ GELLEK MEREQ DIKIME YE.. BI RÊYA WÎTWÎTTERÊ EZ BAWERIM HINDEK NIVÎSKAR HATIN LÊ NE BI HEZARAN..



09.03.2014 01:19 | nan û av

17. kampanyaya ku negihiştiye miraz û meqsedê xwe lê têra xwe nivîskarên nû pê ve hatine..



09.03.2014 01:23 | endazer

18. kampanyaya ku bi zorê sakin ol şampiyon dide gotinê ye.



09.03.2014 12:37 | nazim tolhildan

19. (bnr: çawa çêbûÛÛ)



09.03.2014 13:13 | oxir

20. kampanyaya ku disa dive be çêkirin.
li her bajarê kurdistanê herî kem 5 tirşikvanên nû.



06.10.2020 08:15 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kampanyaya dengbêjîtîyê kirina nav mîrasa kulturî ya cihanê li unesco
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» 1000 caran gotina navê kurdistanê
» nivîskarên mêr ên tirşikê
» nûbun

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî