Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
çîmen mûrad - tirşik
çîmen mûrad
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. helbesvaneke ji rojavayê kurdistanê ye. sala 2013an bi navê digeriyam dîwaneka wê ya helbestan ji nav weşanên ar derketiye.. ji devê wê bi xwe; navê min ê bi temamî Çîmen hacî mûrad e, ez di 10.08.1982-ê de li “Ba zindanê” gundekî kêleka bajarê dêrika hemko li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûme. Dema temenê min 5 sal bû, malbata min koçberî Almanyayê bû û heta niha jî ez li Almanyayê dijîm. Yanî, ez jî yek ji gelek zarokên xerîbiyê me . Di sala 2007-ê de ez fêrî xwendina kurdî bûm û herwisa bi gavine piçûk min berê xwe da nivîsandina kurdî . Ji 2011-ê û pê de min dest bi nivîsa helbestan kir û ew jî ta îro û her wê berdewam be. '



nimûneyek ji helbesta wê ya bi navê dayê;



Dayê, dayê ax lê dayê,

ez te nadim bi vê dinyayê,

qîrê min diçin ber bayê,

wextê gazî te dikim dayê .

Dayê qey dilê me kevirin,

felekê em ji hev dûr kirin,

kengê car dî te bibînim,

wek zaroka nik te rûnim .

Dayê çuqaz dilbirînim,

hevîya wê rojê dimînim,

da ez derda ji dil derînim,

dayika delal, te bibînim .

Dilê min bi kul û kedere,

dibêjê li dayika xwe vegere,

hêstira dirêjim, wekî avê,

dayê bê te, min jiyan navê .

Dayê xewde ez te dibînim,

çav bi girî û xemgînin,

dûrî ji te,tev êş û birîne,

ji dîtinê pêve, derman nîne .



li vir jî alî gurdilî bi ser navê felsevan.orgê pê re hevpeyvînek çêkiriye; http://www.felsefevan.org/hevpeyvin-bi-helbestvan-cimen-murad-re.html

û li vir jî çîmen xanim ji wî dengê xwe yê xweş helbestekî pêşkêşî civatekî dike;



30.12.2014 00:38 | endazer

2. ne weka yildiz çakarê ye, hezar kîlometre ferq heye di navbera helbestên vê û yildiz çakarê de..

bila dilê xwe li min negire lê helbestên min ên ku min dema dibistana seretayiyê de nivîsandibûn, ji yên vê xanimê xweştir bûn. jinikeke têra xwe welatparêz û kurdperest e lê bes mixabin welatparêzî cuda ye edebiyat û ziman û estetîzim cuda ye, pêşniyazên min ên ji bejn û bala min kintir ew e ku; bila ji facebookê dûr keve û helbestokên xwe bikemilîne û bike pirtûk, like'yên facebookê dehfik û xapînokên jiyanê ne



30.12.2014 00:39 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîmento

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî