Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
ji kurdbûnê îstîfakirin - tirşik
ji kurdbûnê îstîfakirin
(19) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. Kurdên ku nikarin ji kurdbûna xwe îstîfade bikin, mecbûr dimînin ku îstîfa bikin. Ev gotina wan e. Piştî ewqas bindestiyê billah heqê me ye. Min îstîfa kir, nexşe li serê we.



30.12.2014 16:17 | terkexem

2. ez dibêm qey berî her kurdekî rojîn xanimê îstîfa kiribû.. di bernameyeka televîzyoneka tirk de gotibû eger bi hemdê min û bi dilê min bûya min nedixwest ez mîna kurdekê bêm ser dinyayê.. bi xwudê min jî gelek caran kurdbûna xwe aniye heta ber devê topê lê cardî destê min jê neqerihaye min nekariye bavêjim..



30.12.2014 16:21 | endazer

3. û ev jî heye hûn jî dikarin wekê muhsîn başqanê colemêrgî bêyî ku îstîfaya xwe ji miletê xwe bidin, aîdiyet û hîsîyata çend mileta bi hev re wergirin, û di nav-ran û bin-çengê xwe re bigerînin..



(bnr: ez li malê xwe kurd li siqaqê tirk û nav nivînan de jî xwe îtalyan hîs dikim)



30.12.2014 16:51 | endazer

4. (bnr: galîp esnarîoglu)



30.12.2014 16:55 | kurê xelkê

5. Ev gele orjînal û dîrokî,ez evîndare Kurda me.

(bnr: em kurdin heta mirine)

Û go hinek bixwazin bibine nijadnedî ma qey e bîyolojîya xwe jî sîl kin.Mirov be çi be ewe ,hemû milet weke texlîten çiçekan li ser erde dijîn û hemû jî jîyane heq dikin



30.12.2014 17:06 | hûteheftserî

6. ji kurdîtî îstîfa dibe lê ji gundîtî nabe



30.12.2014 17:24 | ferhenga şikestî

7. ne pêkan e lê pêkan bûya jî min ji bo tirkbûnê qet îstîfa nedikir

belkî teklîfên baştir hebûya minê binirxanda..



30.12.2014 20:34 | simurg56

8. berê dema em zarok wekê efsaneyekî me li cem xwe digot filan stranbêj an lîstikvanê/a tirk bi eslê xwe kurd e lê kurdbûna xwe qebûl nake, gotiye eger min bizanibûya demarê min ê kurdbûnê kîjan e yekser min ê qut kiribûya.. *



30.12.2014 22:16 | endazer

9. Tirk an jî hinek kes dibêjin " guleya tu bernedî bera kesekî neke". Loma hevalno tişta ku hunê nekarin bikin, xwe lê neynin pêş. Tiştên beredayî nekin, nebêjin.

(bnr: ji mirovatiyê istîfa kirin)



30.12.2014 23:30 | azadixwaz

10. (bnr: ez îstîfaya we qebûl nakim)



31.12.2014 00:26 | vêca çiyeeee

11. tenê sebebek lazim be ji bo îstîfakirinê, ez ê wiha bêjim: lokman polat.



31.12.2014 03:25 | terkexem

12. (bnr: hat qebûl kirin)



01.01.2015 00:05 | brusk56

13. rêyeke wisa tune, tu bikî jî ew ê di xewnan de jî bikeve dû te



01.01.2015 23:14 | elomelo

14. Ger ev mimkun bû ya îstîfa min amade bû, van pêlan dixwazim bibim îngîlîz, ji ber yên wek endazer dîlê min ji kurdbûnê dixelê ikidebir bêhna min teng dike, nikaribim cilên kurdewar li bejna xwe kim nikaribim xwe bixemlînim mijgulên xwe rîmel nekim kurdbûn çi ye kêr çi te nizanim no idea



02.01.2015 05:51 | kevçiyê dil

15. (bnr: riya te vekirî be birako)



02.01.2015 05:53 | oxir


17. tevgereke gellekî zor e. Dema Kurdbûn an jî Tirkbûn û hwd dikeve xwîna mirovî xelas bûn an jî dev jê berdan zor e. mînaka herî xweş tirkmancin.



02.01.2015 17:12 | berxweda

18. tişteke ku ne niha, lê dibe ku dûv serbixwebûna kurdistanê re çalakiyeke bi rûmet be.



05.01.2015 20:53 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî