Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji kurdbûnê îstîfakirin - tirşik
ji kurdbûnê îstîfakirin
(19) (2) (3)
di mijarê de bigere

1. Kurdên ku nikarin ji kurdbûna xwe îstîfade bikin, mecbûr dimînin ku îstîfa bikin. Ev gotina wan e. Piştî ewqas bindestiyê billah heqê me ye. Min îstîfa kir, nexşe li serê we.



30.12.2014 16:17 | terkexem

2. ez dibêm qey berî her kurdekî rojîn xanimê îstîfa kiribû.. di bernameyeka televîzyoneka tirk de gotibû eger bi hemdê min û bi dilê min bûya min nedixwest ez mîna kurdekê bêm ser dinyayê.. bi xwudê min jî gelek caran kurdbûna xwe aniye heta ber devê topê lê cardî destê min jê neqerihaye min nekariye bavêjim..



30.12.2014 16:21 | endazer

3. û ev jî heye hûn jî dikarin wekê muhsîn başqanê colemêrgî bêyî ku îstîfaya xwe ji miletê xwe bidin, aîdiyet û hîsîyata çend mileta bi hev re wergirin, û di nav-ran û bin-çengê xwe re bigerînin..



(bnr: ez li malê xwe kurd li siqaqê tirk û nav nivînan de jî xwe îtalyan hîs dikim)



30.12.2014 16:51 | endazer

4. (bnr: galîp esnarîoglu)



30.12.2014 16:55 | kurê xelkê

5. Ev gele orjînal û dîrokî,ez evîndare Kurda me.

(bnr: em kurdin heta mirine)

Û go hinek bixwazin bibine nijadnedî ma qey e bîyolojîya xwe jî sîl kin.Mirov be çi be ewe ,hemû milet weke texlîten çiçekan li ser erde dijîn û hemû jî jîyane heq dikin



30.12.2014 17:06 | hûteheftserî

7. ji kurdîtî îstîfa dibe lê ji gundîtî nabe



30.12.2014 17:24 | ferhenga şikestî

8. ne pêkan e lê pêkan bûya jî min ji bo tirkbûnê qet îstîfa nedikir

belkî teklîfên baştir hebûya minê binirxanda..



30.12.2014 20:34 | simurg56

10. berê dema em zarok wekê efsaneyekî me li cem xwe digot filan stranbêj an lîstikvanê/a tirk bi eslê xwe kurd e lê kurdbûna xwe qebûl nake, gotiye eger min bizanibûya demarê min ê kurdbûnê kîjan e yekser min ê qut kiribûya.. *



30.12.2014 22:16 | endazer

11. Tirk an jî hinek kes dibêjin " guleya tu bernedî bera kesekî neke". Loma hevalno tişta ku hunê nekarin bikin, xwe lê neynin pêş. Tiştên beredayî nekin, nebêjin.

(bnr: ji mirovatiyê istîfa kirin)



30.12.2014 23:30 | azadixwaz

12. (bnr: ez îstîfaya we qebûl nakim)



31.12.2014 00:26 | vêca çiyeeee

13. tenê sebebek lazim be ji bo îstîfakirinê, ez ê wiha bêjim: lokman polat.



31.12.2014 03:25 | terkexem

14. (bnr: hat qebûl kirin)



01.01.2015 00:05 | brusk56

15. rêyeke wisa tune, tu bikî jî ew ê di xewnan de jî bikeve dû te



01.01.2015 23:14 | elomelo

16. Ger ev mimkun bû ya îstîfa min amade bû, van pêlan dixwazim bibim îngîlîz, ji ber yên wek endazer dîlê min ji kurdbûnê dixelê ikidebir bêhna min teng dike, nikaribim cilên kurdewar li bejna xwe kim nikaribim xwe bixemlînim mijgulên xwe rîmel nekim kurdbûn çi ye kêr çi te nizanim no idea



02.01.2015 05:51 | kevçiyê dil

17. (bnr: riya te vekirî be birako)



02.01.2015 05:53 | oxir


19. tevgereke gellekî zor e. Dema Kurdbûn an jî Tirkbûn û hwd dikeve xwîna mirovî xelas bûn an jî dev jê berdan zor e. mînaka herî xweş tirkmancin.



02.01.2015 17:12 | berxweda

20. tişteke ku ne niha, lê dibe ku dûv serbixwebûna kurdistanê re çalakiyeke bi rûmet be.



05.01.2015 20:53 | nazim tolhildan

21. Kesek wusa negotibe û daxwaznamekî îmze nekiribe jî fîêliyatê de mixabin gelek kes îstîfa kiriye Û tenê navek Ser wan de maye.



Niha em jiyana kurda re dinêrin nîvê zêdetir kurd zimanê xwe berdane û ne mîna kurda dijîn, ev îstîfa nîne bêjîn ev çiye...



17.01.2015 22:33 | mîr

22. - endazer

Ji bo demeke nediyar îro îstîfaya xwe rapêşî me kiriye.

- ferhenga şikestî

Ew jî ji ber ku ketiye nav depresyona rewşenbîrî ji jiyanê û ji kurdbûnê ji bo demeke nediya îstîfa kiriye.

- remlavêj

Ji binî ve ji kurdbûnê îstîfa kiriye. Wê rojê min ew li ser twîtirê dît ku dest bi jiyaneke ku bi jargona tirkîzekirî xemilandî bû kiriye. Bêguman ji cihê ku ew min nabîne ez wî dibînim

(bnr: fuat avnî ez im)

- rasteqîn herî dawî li kolanên îsraîlê û li ser devî wî sirûda medînet ha yîşrael xuya bûye û ji nişkav ve îstîfa kiriye.



Henek li alîkî pirî caran di hişê min de jî diçe ku dev ji her tiştî berdim û herim lê bi ku ve? Yanî ez difikirim ku ez bi ku ve herim jî ji kurdbûnê pêve tu tiştê min tune û kurdbûna min jî bi min re ye vêca reva min encax ji kurdbûnê ber bi kurdbûnê ye vêca ez jî di cihê xwe de tepiş dikevim.



Li ser vê yekê meseleya xelîfe omer tê hişê min. Rojekî ji bo teftîşê be êdî çi be xelîfe omer diçe ziyareta artêşê bike ku fermandarê artêşê eba ûbeyde ye. Piştî ku xelîfe digihîje ba wan pê dihese ku nexweşîya "weba" di nav artêşê de belav bûye û pêre hima xelîfe û hevrêyên wî dest bi vegerê dikin û eba ûbeyde ji paş ve wiha gazî dikê:

" lo omero ma tu ditirsî? tu ji qederê xwedê ber ku ve direvî?" vêca xelîfe vê bersiva xweş dide:

" ji qedera xwedê ber bi qedera xwedê ve direvim"



Rewşa îstîfakarên me jî ev e: ji kurdbûnê ber bi kurdbûnê...



27.05.2015 00:42 ~00:45 | ceso

23. îstifa kû meriv carna acis dibe ji merive wiha bêje "hetanî kurê rezîlî perîşanî û birakujî keritî xulamtî bese law wûn çi dikin bikin " lê cardin meriv dibê nelet li şeytanê reben were



27.05.2015 08:52 | shorbevan

24. ne pêkan e. ji ber ku kurdbûn ne hilbijartinek e. mirov dikare hewl bide lê wê di giyana wî/wê de bandorên kurdbûnê her hebin.

vê meselê pêkenokek anî bîra min:



temel ji ber ku ji gelê xwe aciz bûye dev ji her tiştî berdaye û çûye amerîkayê. piştî dehan salan li wir bûye pîyanîstek jêhatî. ji bo ku kes wî nas neke, navê xwe jî guheriye. rojek piştî konserta wî ya bêqisur xelas dibe, yekî karadenîzî hatiye ba wî û gotiye tu ji ku dera karadenîzê yî?

temel hêrs bûye û gotiye karadenîza çi, ma te wê ji ku derxist?

mêrik gotiye "berî ku tu dest bi konserta xwe bikî, şûna ku tu xwe û sedeliya xwe ber bi piyanoyê ve bikişînî, te piyanoya nîv tonî, ber bi xwe ve kişand û min ji wê fêhm kir."



27.05.2015 22:06 | simurg56

25. îstifa kirin ne lê mirov dibeje ez herim cayek wusa ku tew peyv û rûyê pkkyîyek nebinim.



28.05.2015 05:10 | kaşanî

26. Fikirek e ku her kurdekî biwijdan û dilêş lê fikiriye lê mixabin ne pêkan e.



16.09.2015 23:48 | dijber

28. Ji bo kesên ne kurd bê wate ye. Eger kesek ne kurd be, ji bo ku ne kurd bimîne, ne hewce ye ji kurdbûne îstifa bike.



19.09.2015 01:57 | hola êzîda

30. kurdbûn kurdî axivin e. lowma pirraniya kurdên tirkiyê jixwe ji kurdbÛnê îstîfa kirine.



19.09.2015 08:15 | cinorek

31. (bnr: ji tirkiyê siktir bûn û çûyin.)



19.09.2015 08:16 | cinorek

32. Carinan ji bo berjewendiya xwemin jî jê îstifa kiriye. Lê belê her car rûdan derî ji min rû da.

Carekî mamosteyekî min got navê te bi farisî ye?
Min jî got erê tu ji kû dizanê? (Ez weke navê xwe dizanim dizanibû ez kurd im.)

Careke hevalekî min ê dibistanê piştî rûdanekî gotibû tu kurdî ne ez dizanim? Min jî got tu wana ji ku derdixe? Li batmanê karê kurd çi ye? Nexwe tu jî ermenî. Dengê xwe qut kir.

Careke dî hevalekî minê dibistanê gotibû tu kurdî ne ez dizanim? ( herî kêm pênc sal hebû ku dizanibû ez kurd im çimkî di dibistana navîn de jî salek em heman polê de dixwend). Min jî got erê û bi dengekî kurtepistî ji kesî re nebêje ha. Go erê. ( ji ber ku kesek hinek 'salak' bû. çend car li ba min hevalê wî yên nêzik digotin çi qas salak e li dibistana navîn jî wisa bû. Min jî pelikand got li her derê bêjê ew kurd e temam wele. Du meh çênebû bi mamostayê ku ji min pirs kiribû navê te bi farisî ye re şer kir û hindik mabû ji mektebê dihate avêtin dibistana xwe guhêrt û çû. Min jî jê filitî. Zehf devşorbe bû. Lê ez ewî diparast çi qas zor bû jî.

Ji sed kîlometrê xuyaye ez kurd im lawo ev pirs çi ye û çima bi şêweyeke qirêj pirs dikin? Di dinyayê de hîç kesek nîn e ku min binase û nizane ez kurd im. Gengaz nîn e. Ev çi ye vêga.



12.11.2017 20:04 | rûbar

33. Îstîfayek gelek baş û di cihde ye. Xwezî hemû qeşmer, xayîn û cahilên kurd îstîfa bikirana. Ji mere gelheyek 50-60 milyon kurdên ji tiştekî re nabin navê. 6-7 milyon kurdê xwenede, zana û jêhatî hebin besî me ye.

(bnr: Îsraîl)

(bnr: kî here ji kîsî bavê xwe dere)



11.01.2020 19:47 ~2022.01.23 21:46 | tîrêj zana 21

34. Bê henek mirovên wisa hene. siyasetmedar leyla bilge ku ji Hezexê ye û li elmanyayê dijî hem xwe weke elman dihesibîne hem jî bona vê bûye Xiristiyan.

asta îstifaya wê çend berz e ka mêze'ken: Here lînkê Here lînkê



20.05.2021 02:00 ~02:02 | ezcan

35. ji kurdbûnê îstîfakirin ne tiştekî ye. ji kurdbûnê îstîfakirin û aliyê dijminan girtin bêşerefî ye. rojbûna kûjerê xwe pîroz kiriye dêlik.



20.05.2021 02:29 | hueyn

36. Ji bo li ber dilê kujerê xwe xweşik bibe
Şerefa xwe, hebuna xwe, xireta xwe, zimanê xwe...
Kiriye qurban û buye zibil û rêx #leylobilge



20.05.2021 10:39 | ysfcevher

37. Van salan gelek kesan dibînim ku îstîfa jê dikin. Hin ji wan bo tirşika xwe, hin ji wan êdî nekarin vî barî hilgirin û rêya hêsan hildibijêrin. Bawerim ji ber vê avhewaya siyasî gelek îstîfayên xef jî çêdibin. Heye ku kêmbûna nivîskarên tirşikê jî encam an sedemek vê buyerê be.



19.09.2021 21:59 | tîrêj zana 21

38. ji sedî sed pêkan nîn e. hûn dikarin kurdbûn terk bikin, kurdbun we terk nake... ger hûn mîlyon mîlyar car bêjin ez nekurd im, kesekî derkeve û bêje tu kurd î.



19.09.2021 22:15 | heval.js

39. Îstîfakirin ne pêkan e lê ger ez careke din bihatiba û bijartin di destê min de bûya min Kurdbûn ne dixwest.



20.09.2021 00:51 ~00:52 | merwano

40. Ne pêkan e. Tu îstîfa bike jî ew ji te îstîfa nake an tu Kurdbûna xwe ji bîr bike dijminên te ji bîr nake *



20.09.2021 10:55 | biaqila malê

41. êdî kurdbûn ne bi tenê nasnameye, kurdbûn tarza jîyîne.
roj tê bo kurdbûna xwe malbata xwe, hevalê xwe, dostê xwe winda dikî. bi kurtasî hindirê te da hebe nikarî îstîfa bikî lê hindira te da tûne be mînak zehfin, kurdên derdorê xwe binêre bese



20.09.2021 11:44 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî