Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    ji kurdbûnê îstîfakirin - tirşik
    ji kurdbûnê îstîfakirin
    (0) (0) (0)
    di mijarê de bigere

    19. Kesek wusa negotibe û daxwaznamekî îmze nekiribe jî fîêliyatê de mixabin gelek kes îstîfa kiriye Û tenê navek Ser wan de maye.



    Niha em jiyana kurda re dinêrin nîvê zêdetir kurd zimanê xwe berdane û ne mîna kurda dijîn, ev îstîfa nîne bêjîn ev çiye...



    2015.01.17-22:33 | mîr

    20. - endazer

    Ji bo demeke nediyar îro îstîfaya xwe rapêşî me kiriye.

    - ferhenga şikestî

    Ew jî ji ber ku ketiye nav depresyona rewşenbîrî ji jiyanê û ji kurdbûnê ji bo demeke nediya îstîfa kiriye.

    - remlavêj

    Ji binî ve ji kurdbûnê îstîfa kiriye. Wê rojê min ew li ser twîtirê dît ku dest bi jiyaneke ku bi jargona tirkîzekirî xemilandî bû kiriye. Bêguman ji cihê ku ew min nabîne ez wî dibînim

    (bnr: fuat avnî ez im)

    - rasteqîn herî dawî li kolanên îsraîlê û li ser devî wî sirûda medînet ha yîşrael xuya bûye û ji nişkav ve îstîfa kiriye.



    Henek li alîkî pirî caran di hişê min de jî diçe ku dev ji her tiştî berdim û herim lê bi ku ve? Yanî ez difikirim ku ez bi ku ve herim jî ji kurdbûnê pêve tu tiştê min tune û kurdbûna min jî bi min re ye vêca reva min encax ji kurdbûnê ber bi kurdbûnê ye vêca ez jî di cihê xwe de tepiş dikevim.



    Li ser vê yekê meseleya xelîfe omer tê hişê min. Rojekî ji bo teftîşê be êdî çi be xelîfe omer diçe ziyareta artêşê bike ku fermandarê artêşê eba ûbeyde ye. Piştî ku xelîfe digihîje ba wan pê dihese ku nexweşîya "weba" di nav artêşê de belav bûye û pêre hima xelîfe û hevrêyên wî dest bi vegerê dikin û eba ûbeyde ji paş ve wiha gazî dikê:

    " lo omero ma tu ditirsî? tu ji qederê xwedê ber ku ve direvî?" vêca xelîfe vê bersiva xweş dide:

    " ji qedera xwedê ber bi qedera xwedê ve direvim"



    Rewşa îstîfakarên me jî ev e: ji kurdbûnê ber bi kurdbûnê...



    2015.05.27-00:42 ~00:45]| ceso

    21. îstifa kû meriv carna acis dibe ji merive wiha bêje "hetanî kurê rezîlî perîşanî û birakujî keritî xulamtî bese law wûn çi dikin bikin " lê cardin meriv dibê nelet li şeytanê reben were



    2015.05.27-08:52 | shorbevan

    22. ne pêkan e. ji ber ku kurdbûn ne hilbijartinek e. mirov dikare hewl bide lê wê di giyana wî/wê de bandorên kurdbûnê her hebin.

    vê meselê pêkenokek anî bîra min:



    temel ji ber ku ji gelê xwe aciz bûye dev ji her tiştî berdaye û çûye amerîkayê. piştî dehan salan li wir bûye pîyanîstek jêhatî. ji bo ku kes wî nas neke, navê xwe jî guheriye. rojek piştî konserta wî ya bêqisur xelas dibe, yekî karadenîzî hatiye ba wî û gotiye tu ji ku dera karadenîzê yî?

    temel hêrs bûye û gotiye karadenîza çi, ma te wê ji ku derxist?

    mêrik gotiye "berî ku tu dest bi konserta xwe bikî, şûna ku tu xwe û sedeliya xwe ber bi piyanoyê ve bikişînî, te piyanoya nîv tonî, ber bi xwe ve kişand û min ji wê fêhm kir."



    2015.05.27-22:06 | simurg56

    23. îstifa kirin ne lê mirov dibeje ez herim cayek wusa ku tew peyv û rûyê pkkyîyek nebinim.



    2015.05.28-05:10 | kaşanî

    24. Fikirek e ku her kurdekî biwijdan û dilêş lê fikiriye lê mixabin ne pêkan e.



    2015.09.16-23:48 | dijber

    25. Ji bo kesên ne kurd bê wate ye. Eger kesek ne kurd be, ji bo ku ne kurd bimîne, ne hewce ye ji kurdbûne îstifa bike.



    2015.09.19-01:57 | hola êzîda

    26. kurdbûn kurdî axivin e. lowma pirraniya kurdên tirkiyê jixwe ji kurdbÛnê îstîfa kirine.



    2015.09.19-08:15 | cinorek

    27. (bnr: ji tirkiyê siktir bûn û çûyin.)



    2015.09.19-08:16 | cinorek

    28. Carinan ji bo berjewendiya xwemin jî jê îstifa kiriye. Lê belê her car rûdan derî ji min rû da.

    Carekî mamosteyekî min got navê te bi farisî ye?
    Min jî got erê tu ji kû dizanê? (Ez weke navê xwe dizanim dizanibû ez kurd im.)

    Careke hevalekî min ê dibistanê piştî rûdanekî gotibû tu kurdî ne ez dizanim? Min jî got tu wana ji ku derdixe? Li batmanê karê kurd çi ye? Nexwe tu jî ermenî. Dengê xwe qut kir.

    Careke dî hevalekî minê dibistanê gotibû tu kurdî ne ez dizanim? ( herî kêm pênc sal hebû ku dizanibû ez kurd im çimkî di dibistana navîn de jî salek em heman polê de dixwend). Min jî got erê û bi dengekî kurtepistî ji kesî re nebêje ha. Go erê. ( ji ber ku kesek hinek 'salak' bû. çend car li ba min hevalê wî yên nêzik digotin çi qas salak e li dibistana navîn jî wisa bû. Min jî pelikand got li her derê bêjê ew kurd e temam wele. Du meh çênebû bi mamostayê ku ji min pirs kiribû navê te bi farisî ye re şer kir û hindik mabû ji mektebê dihate avêtin dibistana xwe guhêrt û çû. Min jî jê filitî. Zehf devşorbe bû. Lê ez ewî diparast çi qas zor bû jî.

    Ji sed kîlometrê xuyaye ez kurd im lawo ev pirs çi ye û çima bi şêweyeke qirêj pirs dikin? Di dinyayê de hîç kesek nîn e ku min binase û nizane ez kurd im. Gengaz nîn e. Ev çi ye vêga.



    2017.11.12-20:04 | rûbar

    29. Îstîfayek gelek baş û di cihde ye. Xwezî hemû qeşmer, xayîn û cahilên kurd îstîfa bikirana. Ji mere gelheyek 50-60 milyon kurdên ji tiştekî re nabin navê. 6-7 milyon kurdê xwenede, zana û jêhatî hebin besî me ye.

    (bnr: Îsraîl)

    (bnr: kî here ji kîsî bavê xwe dere)



    2020.01.11-19:47 ~2022.01.23 21:46]| tîrêj zana 21

    30. Bê henek mirovên wisa hene. siyasetmedar leyla bilge ku ji Hezexê ye û li elmanyayê dijî hem xwe weke elman dihesibîne hem jî bona vê bûye Xiristiyan.

    asta îstifaya wê çend berz e ka mêze'ken: Here lînkê



    2021.05.20-02:00 ~02:02]| ezcan

    31. ji kurdbûnê îstîfakirin ne tiştekî ye. ji kurdbûnê îstîfakirin û aliyê dijminan girtin bêşerefî ye. rojbûna kûjerê xwe pîroz kiriye dêlik.



    2021.05.20-02:29 | hueyn

    32. Ji bo li ber dilê kujerê xwe xweşik bibe
    Şerefa xwe, hebuna xwe, xireta xwe, zimanê xwe...
    Kiriye qurban û buye zibil û rêx #leylobilge



    2021.05.20-10:39 | ysfcevher

    33. Van salan gelek kesan dibînim ku îstîfa jê dikin. Hin ji wan bo tirşika xwe, hin ji wan êdî nekarin vî barî hilgirin û rêya hêsan hildibijêrin. Bawerim ji ber vê avhewaya siyasî gelek îstîfayên xef jî çêdibin. Heye ku kêmbûna nivîskarên tirşikê jî encam an sedemek vê buyerê be.



    2021.09.19-21:59 | tîrêj zana 21

    34. ji sedî sed pêkan nîn e. hûn dikarin kurdbûn terk bikin, kurdbun we terk nake... ger hûn mîlyon mîlyar car bêjin ez nekurd im, kesekî derkeve û bêje tu kurd î.



    2021.09.19-22:15 | heval.js

    35. Îstîfakirin ne pêkan e lê ger ez careke din bihatiba û bijartin di destê min de bûya min Kurdbûn ne dixwest.



    2021.09.20-00:51 ~00:52]| merwano

    36. Ne pêkan e. Tu îstîfa bike jî ew ji te îstîfa nake an tu Kurdbûna xwe ji bîr bike dijminên te ji bîr nake *



    2021.09.20-10:55 | biaqila malê

    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdiya trt kurdî [2]
    kurdîya trt kurdî>Tirkîya min...
    kurdiya trt kurdî [2]
    Kurdiya ku pêşkêşvan dikin ne xirab e lê mêvanên wan rezîl in. To yên ...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
    Yek ji wan ez im. Roja kurê min xwededayî û heta naha bi şaşî bê jî p...
    lîsteyên muzîka kurdî [4]
    platformên dîjîtal ên muzîkê ên wekî spotify, deezer, apple music, you...
    belki ev jî bala te bikişînin

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî