14. Kurdekî ji rojhilatê ye. Derhênerekî gelek bi nav û denge. Berhemên wî yên serkeftî taybetî li ser rasteqîna êş û jiyana kurdan ya rojane ye. Mînak: kusî jî dikarên bifirin, textê reş, dema hespên serxweş û hwd. Wek zilamên pûç li ser zaraveya kurda pere qazanç nake.(bnr: sermiyan midyat) Behmen çend sale derva dijî û wek her kurdekî derve yê welat an jî xerîb êdi ew jî welatparêzekî bi dilê weye. Rêya te her tim vekirî be hevalê çavreş. |
|
12.11.2017 15:08 |
qertewîn04
|
15. herî dawî sala 2015an yanî berî du salan belgefîlmek bi navê flag without a country (alaya bê welat) çêkiriye. min temaşe nekiriye, di malperekî de dibêje belgefîlm li ser jiyana stranbêj helly luv û pîlota jin nerîmanê ye. di malpereke din de jî dibêje bi rêveberiya behman û biderhêneriya 8 zarokên kurd ên penaber belgefîlm behsa zorî û zehmetiyên koçberiyê dike ji bîr û xeyalên xav ên zarokan. Here lînkê berî vê belgefîlmê bi salekî jî, sala 2014an dîsa bi kurtefîlmekî beşdarî kome-kurtefîlmekî bi navê words with gods (axaftinên bi xwudayan re) bibû ku 9 derhênerên ji welat û baweriyên cuda li ser dîn û baweriyan çêkiribûn. di kurtefîlma behman de jî yilmaz erdoğan dileyîze û li mêrdînê hatiye kişandin. min destpê kir, lê kêfa min jê re nehat Û min nebir serî. Here lînkê berî du sê hefteyan jî di basnewsê de hevpeyvÎneka wî hebÛ. ji barzanî û hikûmeta herêma kurdistanê bi gilî û gazinc bû, çima ku piştgiriya ku xwestiye nedanê, ya rastî danê lê qey ber çavê behman negirtiye. gilî û gazindên wî û yên ahmet zeki okçuoğlu dişibyan hev. derhênereke baş e, lê ji ber ku ji dramayan kerixîme naxwazim wekê berê berê xwe bidim fîlmên wî. |
|
13.11.2017 00:10 ~00:12 |
endazer
|
16. di fîlma xwe ya nû de wê bi martin scorsese re bixebite. xalê martin bûye produktorê fîlma let the dogs go home ya hz. qubadî. |
|
02.09.2019 03:09 ~03:10 |
tizbîkêş
|
17. Derhênerê hêja ye. Lê mijarek din jî heye. Dengê wî jî pirr xweş e. Awa bahar hat vîdyoyê veke |
|
07.09.2019 09:53 |
berxweda
|
18. di fîlma the irishman de ji bo al pacino bestenî hazir dike. |
|
30.11.2019 15:42 |
tizbîkêş
|
19. derhenêrê ku bi vîdeoya wî ya pişt kamerê temaşa kir, bêhtir kêfa min jê re hatiye. |
|
17.11.2020 14:15 |
merwano
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |