Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; evîn
peyamên çepikkirî

12354. li gorî mezinekî min: evîn xeyalekî kin e, dema ew xEWn xelas dibe, xwe diguherîne n*handinÊ. JI BO WÎ HAVÎ DEMA EVÎNDARÎ, ME RE KANi BE XWE KU pêşerojê poşman nebe.



06.06.2013 16:08 | endazer

16566. ez zaru bum, tu car nehate ser min, heta 14 salî 2 caran hate ser min, ji 14 heta 20ê, tu bêje 40, ez bêjim 50 caran bume evîndar. Hingî ji wî, heta nuha evîn li derê mala min nedabu. Min mêrxasî dikir, "evîn çîye? leystika zarokên nû balix buyî ye, ez çil caran bume evîndar".



lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir. nizanim min xwedayê evindarîyê pir aciz kir, bê namus sîllekî wisa li ortê ruyê min da, ev meheke min nekarî ez xwe topê ser xwe bikim.



02.06.2013 20:54 | digor36

87392. evîn: havîneke xweş, esreke derenege hênik da bavê min erebeyê dajo, kêlaka wî da kekê min runiştî ye, piştê da jî ez û dayîka min ; teyîba erebê da dengbêj şakiro dengê xwe yê tirsehêz va çi lê dikeee, qirçîna dengbêjîya ye. *
li ber tekerê wesayîta me toz û duman bilind dibe qirçîn e !
difire dilê min; qirçîn e !

alîyê me yê rastê da behra wanê ji me re hevaltîyê dike.
di romana mehmed uzun a sîha evînê da xeyala Memduh selîm beê ya ku li ber behra wanê xwe ra avahîyekî çê bike tê bîra min û ez wî cîhê ku piştî ku min ew romana xandibu (2009) min jî ew xeyala xwe re kiribu xeyal û xwe ra li ber behra wanê cîhekî zehv xweş dîtibu ku ez dixazim wê derê xwe ra avahîyekÎ xweş çê bikim û xeyala min da hê jî tiştekî wisa heye.
welhasil ez wî cîhî nîşanê dayîka xwe dikim û dîya min zehv şa dibe.
-kekê min dikene *
-bavê min: zanîngehê xelaske were em bikirin
bazikê min hebuna ezê bifirîyama wê çaxî

dilê min da hîsê zehv mezin çê bibun. bawer dikim ew hîsa navê wî (bnr: evîn) e
evîna welat, evîna armanca ihsan nurî, evîna kal û pîrê me.



26.10.2013 23:54 | endazer

95208. Evîn mîna guliyên genim we bi xwe ve digire.
Ew we li bênderê digerîne daku we çîptazî bike. Ew we li bêjing û mûxelê dike daku xirşan ji nav we biavêje.
Ew we dihêre ta ku hûn spî bibin.
Ee we diguherîne ta ku hûn bên çemandin.
Û dû re ew we dispêre agirê xwe yê pîroz daku hûn bibin nanê pîroz ji bo cejna pîroz a Yezdan.
Evîn hemû vê yekê dike daku hûn ji nihînên dilê xwe haydar bin û bi vê zanînê hûn bibin beşek ji dilê Jiyanê.
/Xelîl Cîbran.



26.10.2013 23:54 | endazer

113967. Evîn ne tava xwudê ye, ne derdekî bê derman e, ne li pişt çîyayê qafê ye û ne jî berfa li ser çiyayê Agirîyê ye. Evîn rasterast reaksîyonên hormonên laşê mirovî ye. Meriv dema taybetiyên fîzîksel ên yekê/î diecibîne cara ewil hinekî bo wî/ê hessas dibe çimkî hormonên te, laşê te dorpêç dikin û ji ber bandora guherînên hormonal tu jî li gorî yên dî, meyldarî wî/ê kesî/ê dibî. Dûre pêvajoya duyem dest pê dike. Di vê pêvajoyê de jî ger karektera wî/ê li gorî te be hingî simulasyona evîndarbûnê dest pê dike. Tam di vê heyamê de du rê hene li pêşiya te. Eger ew jî hej te bike hûn digihîjin li hev. Piştî çend mehan ji ber tatmînbûna laşê te û mejiyê te êdî hêdî hêdî sarbûn dest pê dike. Êdî piştî çend mehan nabe gulpagulpa dilê te. Belkî hê jî hej jê dikî lê ew kelecana rojên ewilîn bi dawî dibe û ger têkiliya we jî wek kelecana we sar bibe hûn ji hev vediqetin lê na têkiliya we baş be hûn bi temamî li hev tên dizewicin û piştî çend salên zewacê dîsa têkiliya we dibe monoton. Ger karektera we têgihîştî, edilandî û kemilandî be hûn çav li berra derve nadin û zarokên xwe mezin dikin lê ne wisa be her gav çavê we li derve dimîne. Lê ger pêvajoya duyem xirab dest pê bike yanê ew hej ji te neke vê carê ji ber tatmînnebûnê hûn dikevin depresyonê û di çavê we de evîn tiştekî pirr pîroz, wek ku li çîyayê pişt qafê be tê dîtin. Ger ew jî li ber çavê we be yanî ji ber şert û mercên jiyana we timî li ber çavê we be ev pêvajo pirr dirêj dibe. Lê na ger ew kes ji we dûr be piştî çend mehan belkî çend salan hûn wî/ê kesî/ê ji bîr dikin û rotaya keştiya xwe ber bi deryayên dî re dizivirînin.
Ez ji kû dizanim? Çimkî ji wan pêvajoyan yeko yeko derbas bûm.
Eger karektera we ne pirr patolojîk be ango derûniya we pirr bi pirsgirêk nebe yanî hûn ne dîn û har û şîzofren bin ev pêvajo ji bo te jî ji bo her kes jî eynî ye.
Belasebeb serê xwe li xwe mezin nekin.
Evîna heqîqî û rastî û jidil û bêî menfaat evîna zarokan e.



08.06.2013 14:50 | simurg56