Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
evîn - tirşik
evîn
(16) (5) (4)
di mijarê de bigere

19. dijwateya wê: nevîn

ev peyv (nevîn) di "mem û zîn" a seydayê xanî de derbas dibe.



24.10.2013 21:14 | zero

20. Cengê li ku tenûra xwe dadida,min xwe dihavête navê lê ez nedihatim sotin, gelek caran mirin xwe bi qedir dike,bi dest mirov nakeve mamoste,

* ji romana mijabadê piştê veqetindina yarê. yanê encama evînê wisa tê kurtekirin.



03.11.2013 22:44 | nunê

21. daxwaza "jiçihatinê" û "dîsaberbiwêveçûnê" ye.



17.11.2013 23:16 | ceso

22. ez zaru bum, tu car nehate ser min, heta 14 salî 2 caran hate ser min, ji 14 heta 20ê, tu bêje 40, ez bêjim 50 caran bume evîndar. Hingî ji wî, heta nuha evîn li derê mala min nedabu. Min mêrxasî dikir, "evîn çîye? leystika zarokên nû balix buyî ye, ez çil caran bume evîndar".



lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir. nizanim min xwedayê evindarîyê pir aciz kir, bê namus sîllekî wisa li ortê ruyê min da, ev meheke min nekarî ez xwe topê ser xwe bikim.



21.11.2013 10:57 | xurufi

23. jiyan e .





21.11.2013 20:13 | brusk56

24. navê straneke hîvrone, ji albûma mem û zîn / welat;



namê te ye lewhê nameya 'işq

îsmê te ye neqşê xameya 'işq



xweşdengî te da gîyayê sorgul

xweşdengî te da naweyê bulbul



ev 'işq mehebbeta di dila da

ev zulfê, selasilê di mil da



qet mumkin e ev ji çerxê lewleb

tali' bibitin ji xwabê hişyar



sîrê hunera me bête danîn

qedrê qelema me bête zanîn



weke hemî stranên din yên albûmê de, gotinên vê stranê jî aîdê ehmedê xanî ye.



03.12.2013 19:54 | simurg56

25. strana hîvron ya ku albûmê de bi kurdiya nûjen jî hatiye nivîsandin; (heta bi îngîlîzî jî hatiye nivîsandin)



navê te ye kewha nameya evînê

navê te ye nexşê qelema evînê



tu yî ku te da sorgulan ew rengê xweş

tu yî ku te da biblilan ew dengê xweş



ev eşq û evîn di dilan da

ev zulf û zincîrên di milan da



ji çerxa felekê qet mimkun e, dibe

ku ji bo me stêrek derkeve û diyar bibe



bextê me ji bo me ra bibe yar

û carek ji xewê ew bibe hişyar



û şûrê hunera me bê danîn

qedrê qelema me jî bê zanîn



03.12.2013 20:01 | simurg56

26. hesteke dilê mirovî perçewerçe dike!

diêşîne loma neceribînin



27.12.2013 23:48 | dijber

27. ya ku determînîzmê pûç dike.



27.12.2013 23:55 | simurg56

28. EVÎn, kurdistan û gulistan e.



28.12.2013 02:02 | por gijik

29. bi qasî ku disiplina psîkolojîyê civakî (social Psychology) pêşniyar dike, ev pêjne hanêyê ku, ji bo serketine, divê ku evindar pêvajoyêkî - ku sê qonaxê pek tê- de, serfîraz bibe.



(1) nêzîkahî: kesên ku di nav heman nêvengeye de dijî an jî hev dibînin, bigumanî, wan hevûdu naz bikin û bibin heval an jî evindar. wekê mînak; kesên ku di zaningêhede beşdarî heman fêre dibin, gumanekî mezin, bibin heval an jî evindarê hevûdu.



(2) hevşibî: wekhevîyên bi mane ya demografîk, mêjû, rûmet, fikr, û pêwendî hin faktorên jê kêfxweş bûn û bal kişandine. bi vê awayêda, ji bo bal kişandin, hevray bûn heja ye.



(3) kêfxweş bûna rûbirû: yek ji van hesa insane ku waxtê ku, bejê, kêyfa xortekê ji keçikakê re tê û hayê keçik jî jê hebe; ya wiha, bigumani, keçik jî jê kêfxweş bibe.



wekî mînak; dilê mêrxasekî dikeve papûre (ku bixwe keçka mele ye) re. hingê divê ku mêrxaseme peşîn (a) di dev û dora mizgefta bigêre, (b) paşê navbere wî bi Quranê re baş bibe û haya wî jê tiştên olî re hebe, (c) dawîda jî evîna xwe ji keçkê mele ye re bêje. *



10.01.2014 19:06 | ervah.azad

30. ew tişt e ku min bi Kurdistanê ve dibestîne...



19.02.2014 19:47 | navgundî

31. dîsa li gorî wikiferhengê lêkera vê peyvê evandin e.



piştî ku we evand, heke we hevdu ne revand,

ne dilê te bibe şad, ne jî dilê dêrana bêmirad

feqiyê kevçiyan*



28.04.2014 14:51 | kevçiyê dil

32. naveke jinan e ku ez pir jê hezdikim. wateya wê 'işq, hezkirin e.



28.06.2014 02:41 | mergehez

33. nÊzikÊ 2-3 salan e li ji min dûr ketîye û ez jî pir bÎr e dikim. Rasti bÊjim Ji min dûrketina wÎ jî çend sale qe keçik dev dora min tinene ,hebûna niha bilbil firyabu ber guleke bihn dide dora xwe. çixa bifire jÎ dÎsa gelema wÎ biflÊ mera biçûya









06.09.2014 01:53 | sarpimoleni

34. nav wî hestê de ew hevok pir tê bikar anîn.



Here lînkê



19.03.2015 02:24 | remlavêj

35. (bnr: keçika ku di dersên kurdî de dilîze)

(bnr: evîn stêr)

(bnr: rojda)

https://youtu.be/MXr8vX40VZk



26.10.2015 15:38 ~15:39 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» evîndarê bêkêr

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî