47. Evîn, ewe ku meriv ji destê wî derdixê , bi xwe ve girêdide. Ya rastî evîndar, bi evînê tê girêdan. Yanî hevsarê însan didestê Rebbê wî de ye. Ew Reb jî, evdê xwe bi rêya evînê terbiye dike. Mirov tê germandin û kelandin û qelandin . Heta rihê mirov tenik û safî bibe daku ji Rebbe xwe re bibe ayîne û mûhetap. |
|
30.10.2016 03:01 |
gumgumok
|
48. Di evînê de dema ku gihêştina hev û dû ji sînorê mimkunahiyê derbikeve dil di navbera dudileyeke mezin da dimîne |
|
03.11.2016 22:18 |
bayê bakur
|
49. bi qewlê arjen arî û şi'reka wî ya ji dîwana eroûtîka; |
|
03.11.2016 22:53 ~22:57 |
endazer
|
50. eşq, hezkirin |
|
04.11.2016 21:59 |
xwedêda
|
51. tiştekî vir û dera ye. |
|
28.08.2017 12:27 |
çarçoveya bextewariyê
|
52. Wek li pişt çiyayê qaf e. Ne tê dîtin ne jî tê dest xistin. |
|
02.12.2019 22:18 |
fatoş xanim
|
53. tişta ku min bixwe tobe kiriye. |
|
02.12.2019 23:00 |
gulêê
|
54. Evîn ne tava xwudê ye, ne derdekî bê derman e, ne li pişt çîyayê qafê ye û ne jî berfa li ser çiyayê Agirîyê ye. Evîn rasterast reaksîyonên hormonên laşê mirovî ye. Meriv dema taybetiyên fîzîksel ên yekê/î diecibîne cara ewil hinekî bo wî/ê hessas dibe çimkî hormonên te, laşê te dorpêç dikin û ji ber bandora guherînên hormonal tu jî li gorî yên dî, meyldarî wî/ê kesî/ê dibî. Dûre pêvajoya duyem dest pê dike. Di vê pêvajoyê de jî ger karektera wî/ê li gorî te be hingî simulasyona evîndarbûnê dest pê dike. Tam di vê heyamê de du rê hene li pêşiya te. Eger ew jî hej te bike hûn digihîjin li hev. Piştî çend mehan ji ber tatmînbûna laşê te û mejiyê te êdî hêdî hêdî sarbûn dest pê dike. Êdî piştî çend mehan nabe gulpagulpa dilê te. Belkî hê jî hej jê dikî lê ew kelecana rojên ewilîn bi dawî dibe û ger têkiliya we jî wek kelecana we sar bibe hûn ji hev vediqetin lê na têkiliya we baş be hûn bi temamî li hev tên dizewicin û piştî çend salên zewacê dîsa têkiliya we dibe monoton. Ger karektera we têgihîştî, edilandî û kemilandî be hûn çav li berra derve nadin û zarokên xwe mezin dikin lê ne wisa be her gav çavê we li derve dimîne. Lê ger pêvajoya duyem xirab dest pê bike yanê ew hej ji te neke vê carê ji ber tatmînnebûnê hûn dikevin depresyonê û di çavê we de evîn tiştekî pirr pîroz, wek ku li çîyayê pişt qafê be tê dîtin. Ger ew jî li ber çavê we be yanî ji ber şert û mercên jiyana we timî li ber çavê we be ev pêvajo pirr dirêj dibe. Lê na ger ew kes ji we dûr be piştî çend mehan belkî çend salan hûn wî/ê kesî/ê ji bîr dikin û rotaya keştiya xwe ber bi deryayên dî re dizivirînin. |
|
02.12.2019 23:03 ~23:07 |
ferhenga şikestî
|
55. Tiştê ku mirov pê xwe dixapîne.Karên bêhişan e.Tiştekî vala ye , xwe nexapînin hezkirin bê wate ye,ongo mirov xwe çima pêwîstê kesekê din dibîne?Belê di dilê her kesekê de perperok difirin lê dema tu kû r difikirî bêwate ye.Her tişt heya cihekê ye.(Hêrs nebin * |
|
02.12.2019 23:58 |
mêrxasê serhedê
|
56. jehreke xweş e. |
|
03.12.2019 00:00 |
biruya hayao miyazaki
|
57. . |
|
07.12.2019 04:38 ~04:39 |
rûbar
|
58. hîseke ku ji bo cara pêşîn ecêb û xweş e. wilo bandoreke rastîn li ser can û hormonê meriv dike ku heta meriv dilerize. wexta ku qala evînê dibe yek ji nivîskarên tirşiknetê ferhenga şikestî tê hişê min* ji ber ku herî zêde wî êşa xwe li vir nivisî û bi hêviya ku bextewariya wî her dewam be. |
|
07.12.2019 04:56 ~05:00 |
ceso
|
60. bo min hezkirin evîndarî çetire çimkî meriv yekî heznekejî dibe evîndar hema hezkirin bi naskirin û hevaltîyê çê dibe. |
|
07.11.2020 12:01 |
doesntmatter
|
61. karê bêkaran e. |
|
07.11.2020 14:49 |
xelîl
|
62. tiştê ku nasibê her kesî dibe lê ji bo yên weke me tenê peyvek e. |
|
20.05.2021 01:32 ~01:32 |
hueyn
|
63. a ku bi dest her kesî nakeve, hele di vê dewrê de. bi rastî dihesidim ji kesên evîndar û meraq dikim bê formûleke wê heye? |
|
20.05.2021 18:53 |
înano lo
|
64. evîn, Straneke sîpan xelat e. |
|
03.08.2021 19:23 |
merwano
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |