Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
kış uykusu - tirşik
kış uykusu
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmeka sînemayê ye.. 2014ê yanî par bi derhêneriya nbc hatiye çêkirin.. fîlm hem li tirkiyeyê Û hem li derî tirkiyeyê liqay eleqe û ecibandineke mezin hatiye, li festîvala cannesê hem xelata palmiyeya zêrîn hem xelata FIPRESCI wergirtiye, piştî fîlma yol ya yılmaz güney duyemîn fîlma tirk e ku xelata palmiyeya zêrîn wergirtiye.. di fîlmê de baştirÎn lîstikvanê tirk yê şano û sînemaya tirk - ne yek ji baştirÎn, rasterê baştirîn- haluk bilginer di rola sereke de dileyîze.. wekê dî demet akbağ, melisa sözen, nejat işler di castinga fîlmê de cih digirin.. behsa mijara fîlmê nakim ji xwe mijareka berbiçav ya fîlmê ku li cihekî destpê bike Û li cihekî xilas bibe nîne, fîlm bi riya diyalog û tÎradên ji devê karakterên fîlmê û berfê li paş fona piyanoya schubert û dîmenên bêqisur yên kapadokyayê wêneyê karakterên fîlmê digire..

di vê fîlmê de yekî bi navê aydın beg heye ku di fîlmê de di sûretê haluk bilginer de dixweye heta cihekî yanî heta qonaxeka fîlmê ez im ji lew min bi vî navê anagram di tirşikê de hesabek nû vekir û xwest li xwe mikur bêm û bêjim, erê heta wê qonaxa ku aydın beg ji xwe neketiye şikê, li ser xwe û karakterê xwe rijd e, bi nexweşiya nexweşên li dora xwe neketiye, ew nexweşên ku pêşiyê bêyî tu îdîayekî nêzikî te dibin û xwe bi te ve digirin, te wek 'te' qebûl dikin lê paşê dema keysa xwe ji te tînin dixwazin ruh û karakterê te bigu(her)rÎnin an ko bikin û te ji wî eyarî bêxin eyarek dî de û wekê virûsekê hemû hucreyên te vegirin û tê de parçeyek ji xwe an yekî di îdeala xwe de klon bikin .. axirê dirêj nekim piştÎ ku fîlm qediya di cihê xwe de lerizîm kizîn ji dilê min hat û tayeke sar ez girtim ku ez jî liqay diendeka wekê ya aydın beg ya di fîlmê de bêm..



bi qewlê parçehelbesteka ismet özel ez û aydın beg;



'uzak nedir?

kendinin bile ücrasında yasayan benim için

gidecek yer ne kadar uzak olabilir?

başım açık, saçlarımı ikiye

ortadan ayırdım

kimin ülkesinden geçsem

şakaklarımda dövmeler beni ele verecek

cesur ve onurlu diyecekler

halbuki suskun ve kederliyim'



mûzîkek ji soundtracka fîlmê;




2. fîlmeke dirêj î xweş bû, ji ber laşê min ê giran ê şevlêherimî min di du rojan de xelas kir

fîlmeke statîc e, hama bêje qet bûyer nîn in, bi tenê li ser fikr û raman û hestan hatiye pê, ku bi awayekî dîalogan xwe didin der..

kî baş e, kî xerab e, kî qenç e ne diyar e. jixwe herkes dikare li ser karekterekî/ê fîlmê payeyeke bide xwe. ez bixwe li ser kiraseke karekterekî nehatim tefsilandin.

mûzika fîlmê xweş bû..




3. fîlmekî nuri bilge ceylan e.
ev çend roja lê temaşedikim, nizanim wê kengî xelas bibe.
malmîrato kiriye 3 seat û tiştek, fîlm jî giran giran bi rêya xwe de diçe.

belkî di dawiyê de xweş dibe, nizanim.
lê biqasî ku heya cihê ku min temaşe kiriye dikarim bêjim ku fîlmê wî yê bir zamanlar anadolu'da ji vî xweştir bû.



22.12.2021 09:51 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kış uykusu
» uykusuz

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî