1. Malpera firotina pirtûkan e. Lê ev malper malpera firotina pirtûkên kurdî ye û malperek kurdî ye. Li gor manîfestoya wan mirov dikare hemû pirtûkên kurdî peyda dibin. Heke li ba we nebe jî heta hefteyekî peyda dibin. Pîroz be li Kurdistanê. Va manîfestoya wan: |
|
05.01.2015 14:22 |
xendekî
![]() |
2. Navnîşana malperê: http://www.pirtukakurdi.com/ |
|
05.01.2015 14:31 |
xendekî
![]() |
4. venabe. min dixwest jê pirtûkan bistînim lê vêgavê venabe. |
|
23.03.2015 18:16 |
simurg56
![]() |
5. Pir baş e Ku malpereke wisa hatiye vekirin.çimkî li gelek cihên kurdistanê pirtûkfiroş tune ne.bi vê malperê êdî her kes dikare xwe bigehîne berhemên kurdî |
|
27.03.2015 22:15 |
cîncoqo
![]() |
6. Malpera ku xwe têkûz û nû kiriye. |
|
28.03.2015 12:44 ~12:45 |
xendekî
![]() |
7. malpera ku heke hun bi wan re têkevin têkiliyê û hun bibêjin em ê gellek pirtûkan bistînin buhayan hîn jî dadixîne ye. tew hun bibêjin ji bo zarokan e dadixin buhayên weşanxaneyê yê herî kêm. |
|
13.05.2015 15:09 |
berxweda
![]() |
8. Min wan rojana cara ewil kitêbekî li vir stand, him ji piyase erzantir e him jî bi rihetî gihîşte deste min. Seat nêzîkê çara piştî nîvro min kitêba xwe kirî, seat pênca de mêsaj hate têlefonê min wekî “kitêbê te bi rê ket” sibe seat neha de kargo gihîşte min. Rêya standina kitêba kurdî ya herî hêsan… |
|
15.05.2015 14:49 |
mîr
![]() |
9. xwezî agahiyên pirtûkan (hwd) jî tevlî danustandina wan kirina. |
|
15.05.2015 20:25 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. weke malperek baş xuya dike. |
|
14.11.2015 11:21 |
simurg56
![]() |
11. malpera min cara pêşîn tişt jê kirî. weke li jor jî hatî gotin, li gel ku li navçeyeke dur a bajarekê me jî pirtuk di rojek û nîvêde hat ber deriyê min. |
|
28.07.2016 17:42 |
azadixwaz
![]() |
12. Malpera înternetê ya firoştina pirtukan. |
|
17.07.2017 18:21 |
mijdar
![]() |
13. Nimreya wan 05315191367 ye, li ser whatsappê pirs û xwestekên we re cewab didin. |
|
17.07.2017 18:31 |
mîr
![]() |
15. Fuara Pirtûkan a Zivistanê a 2. Ya Pirtûkakurdi dane destpêkirin. ne qasî îdefixê be jî daxistinên baş hene li pirtûkan. hingî min qrediya xwe di meha teşrînê *) de li îdefixê tije kir, nikarim nêzî semta wê bim. xwedao! :( |
|
13.12.2017 14:51 ~14:57 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
16. malpera ku pirtûk dişîne deveyî welat (ya rastî: derveyî tirkiyê). lê jê re mesrefek mezin ya kargoyê derdikeve tabî. |
|
13.12.2017 22:24 |
simurg56
![]() |
17. Min 3 sal berê jî heman tişt otiye lê ez ê ji dubarekirinê xwe venekişim: can in, camêr in, ew li aliyêkî, lê belê divê di malperên xwe de cih bidin agahiyên pirtûkan, bi rêk û pêk û bêkêmasî. niha em nikarin wê dînin ber idefix an kitapyurdu an jî babilê. Wekî mînak çav li wêneya jêr biguherînin, aliyê çep pirtukakurdi ye û a din jî babil.com: |
|
10.09.2018 20:59 ~21:12 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
18. weşanên nameyê ava kirine, gerînendeyê giştî, bawer berşev e, yano pirtukakurdi.com e |
|
11.09.2018 18:56 |
rojgar
![]() |
19. ewro hevalkî min bo pirtûka kurdî go: pirtûka kürtçe |
|
28.05.2019 19:41 |
tizbîkêş
![]() |
20. Ez bawer dikim xwediyê vê malper û pirtûkfroşê zêde zêde çilûz e. Di bêrîka xwe de dûpişk xwedî dike loma newêre destê xwe bike bêrîka xwe. Di platformên cuda de min çendîn caran gilî û gazinan ji wan kirbû lê guh nadin, dibêjin niza em li ser dixebitin niza di nava çend rojan de dê Problem Safî bibe falan û bêvan lê tu problemeke xwe çareser nekirine. Çend car min niyet kir sîparîşa pirtûkan bikim lê ji ber giranî û pratîknebûna malperê Berîya ku pirtûkan hilbijêrim ji malperê derketim. Belkî ji ber sersariya xwe ji firotina barek pirtûkan bûn. Her cara ku ji wan nastînim ji kitapyurdu distînim. Hem versîyona wan a mobîlê ya serkeftî heye hem jî dîzayna wan pratîk e. Emrê min hatiye sîhî ji vê saetê şûnde naşêm bêjim malpera kurdan e, li dewsa tirkan bila ew qezenç bikin... Tew ger ew bala xwe nedin pirsgirêkên xwe, ew xwe nefikirin, vîzyona xwe neyênin pîvaneke bi prensîb wallehin ez hîç xemê naxwim. |
|
23.11.2019 17:03 ~17:07 |
ferhenga şikestî
![]() |
21. pirtûkan zû dişînin Xwedê heye lê ez wê rojê ketime hemû pirtûkên min dixwestin digot di stokê da tune ye! |
|
24.11.2019 00:16 |
gulêê
![]() |
22. Malpera ya perê ji wan re tê têrî wan nake ya jî hemûyan dixwin. Çaresernekirina pirsgrêkên wan tu carî naqede ez dibêm. |
|
24.11.2019 00:50 |
berxweda
![]() |
23. bi sîparîşa min ya dawîn re, ji bîst heban zêdetir serders jî wek dîyarî şandine. spas. jixwe gelek wenda dibin, loma ev gelek baş bû ji bo min. |
|
30.11.2019 19:58 |
simurg56
![]() |
24. Xweziya lezbûn û pergala wê malperê wekî kargoya wê bûya. |
|
09.12.2019 12:24 |
xelîl
![]() |
25. Ji bo xwedê roja yêkşemê çima girtî ye ? |
|
29.12.2019 18:19 |
brusk56
![]() |
26. Sala 2019 - 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e. - herî zêde pîrtûk şandine stenbol û mêrdinê. Êdî bêguman mêrdin paytexta bakûr e. Amed bûye tirkmanistan. |
|
18.01.2020 13:29 |
cinorek
![]() |
27. Ji puanên wan rê, min çi jê beşer nekir. 4 sal berê bihayê 2 hezar lire pirtûk kirîn 35 puan dan. Wan rojan bihayê 2 sed lîre kirîn 680 puan dan. Gazina min ji wan re: ji kerema xwe bihayê 2 hezar lîreyî puanan bidin min û malî ava. |
|
18.01.2020 16:43 |
dijwarwanî
![]() |
28. weke ku pirsgirêkên wan bi hinek weşanxaneyan re hene û hinek pirtûk li ser malperrê nayên firotin û xuya nabin |
|
18.01.2020 17:04 |
oceancr
![]() |
29. zaten moralê me bozux e/117080 |
|
03.02.2020 12:29 ~12:30 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
30. malpera van rojan fûara ferazî ya pirtûkan li dardixe. |
|
27.03.2020 11:22 |
hespêsor
![]() |
31. malpera ku bi mişterîyên xwe re bi tirkî diaxive. berî çend mehan min sîparîşa pirtûkan ji vir kiribû, pirtûk bi qasê mehekê dereng man, ji ber ku di koma xwendinê de bûm û ji ber wan dereng mam, min jî sîparîşê betal kir, çimkî êdî kêrî min nedihat. gotin temam. lê piştî heftîyek-deh roj din, min dît pirtûk hatin. min jî teslîm nestand. mesele çareser bû lê belê di vê pêvajoyê de, bi rîya whatsappê bi wan re di têkilîyê de bûm, her ku min bi kurdî nivîsand, wan an jî wî/wê bi tirkî bersiva min da. |
|
27.04.2020 22:26 |
simurg56
![]() |
32. her çiqas yek du caran em ketibine qirka hev jî (ne pirsgirekek mezine bû), li gorî min ji ber ku yekem e-malpera cihê pirtukfiroşîye ye û hwd. xwedîyê we jî kesekî hêja û bi qedrê û ji bo gele Kurd xebatên hêja dike. ez nikarim van kesan zêde rexne bikim * |
|
27.04.2020 23:33 |
merwano
![]() |
33. Min jî çendê hanê sê pirtûk ji wan stand. Roja din ez li wan geriyam ji bo guhertinek, çawa min got Elo, yekê got "keremkin". |
|
28.04.2020 00:57 |
afa
![]() |
34. Amedê kuçeya hunerê (Sanat) ye. piranî bi Tirkî diaxivin her carî diçe cihekî din. |
|
28.04.2020 08:30 |
kurdiyan
![]() |
35. pirtûkfiroşgeh. |
|
21.08.2020 21:46 |
fîriko lao
![]() |
36. Hinekî dişibe hdpyê. |
|
27.08.2020 06:04 ~06:04 |
cinorek
![]() |
37. hespê truvayê |
|
27.08.2020 11:09 ~11:12 |
fîriko lao
![]() |
39. qet baweriya min bi sîtên wilo nayê , |
|
27.08.2020 15:28 |
shwinsherm
![]() |
40. van rojan min ser malpera wan çend pirtûk siparîş kirin ku demeke kin de jî gihîştin mi. |
|
09.09.2020 01:08 |
golikvan
![]() |
41. bawer berşev, Rêveberê malper û pirtûkxaneya Pirtûka Kurdî, rewşa firotina pirtûkên Kurdî jibo rudawê nirxandiye. Gorê agahiyên wî daye Li bakurê kurdistanê sala 2020 rêjeya firotina pirtûkên Kurdî bilind bûye. |
|
02.01.2021 10:23 |
cinorek
![]() |
42. min got ez ê çend kitêb bikirim, lê tê bêjî qey bazara îniyê ye, hingî tevlihev e, serê min gêj bû. îja ew reklam çi ne?' min got belkî înterneta min hêdî ye û rûpelê bar nake. lê na! rûpela sereke bûye rûpela afîşên reklaman. bi zorê min xwe avêt ber kitêban.... ji xwe yên kurdî û tirkî ketine nav hev, heta neqandinê mirov dibetile. tew îja wan qedeh û rozet toz û dûman rakiriye... çi karên wan di nav pirtûkan de hene ji bo xwedê?! hûn wiha dewam bikin, aferîn ji we re! |
|
12.05.2021 17:41 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
43. Malpera ku ev çend sal e di warê dizayn û rêkûpêkiya malperê de milîmekê pêş ve neçûye. Ku tu navê pirtûka tê bikirî nezanî, lêgerîna kêfî ya ji bo kirîna pirtûkan dibe îşkence. Ev demeke ji wan nakirim. Heta ku hinek xwe nedene hev, ez ê nekirim jî. |
|
12.05.2021 17:56 |
xelîl
![]() |
44. Hama bêje du sal berê Min di vir de pirtukakurdi.com/112398 problemên malperê rêz kiribûn. Lê tevî ku li ser sosyal medyayê ji ber rexneyên min gotibûn em li ser kêmasiyan dixebitin jî bi gavekê jî bi pêş de neçûne. Çimkî wek hemî kesên ku karên kurdî dikin û nebûna bazara kurdî (ne-profesyonelbûna xwe) dikin hincet, ev malper jî kêmasiya xwe dixe stûya nebûna sîstemeke xurt a malperê û dibêje pere lazim e ku em pergaleke xweştir saz bikin. Halbukî di salê de 50 hezar bêtir kitêb difroşin û ez dibêjim qey tu problema wan e maddî nin e. Ger du sê heb raqib peyda bibin ez ê bibînim bê çawa profesyonel dibin. |
|
13.05.2021 00:01 ~00:02 |
ferhenga şikestî
![]() |
45. heke ne ji navê malperê bûya mirov qe fehm nake ku malperekî kurdî ye. jixwe nîvî ji pirtûkên ku difroşin bi tirkî ye, di ser de xwerû û naveroka malperê jî bi tirkî ye. pirtûkfiroşan weke bijarefix.com û epirtuk.com bi qasî pirtukakurdi.com ne mezin in lê belê jê bêhtir dişibin malperên kurdî. |
|
28.05.2021 17:50 |
hueyn
![]() |
46. şerîkeyek wisa ye hem xwediyên wê berika xwe bi saya kurdî tije dikin hem jî her cara ku peyama kampanya dişînin yek kelîme be jî tê de kurdî nanivîsin, bo çi? |
|
06.07.2021 20:58 |
ezcan
|
47. Nizanim çima Bi tiştên tirkî tevlî fuara pirtûkan ya qamişlokê bûne. |
|
02.08.2021 00:27 |
asîmanê sêwî
![]() |
48. ji destpêkê ve şiklê rêvebirinê wan nakeve serê min. navê wan pirtûka kurdî ye lê ji kurdî bêhtir pirtûkên tirkî difiroşin û çap dikin. zimanê bazirganiya wan û ya medyaya civakî giş tirkî ye. taliya talî jî çûne pirtûkên tirkî bi xwe re birine qamişloyê. ka emê meyzênin hê wê çi xwelî li serê xwe bikin ev îşnezanan. |
|
02.08.2021 02:01 |
hueyn
![]() |
49. malpera ku wexta "kürtçe kitap" tê lêgerîn pirtûkên tirkî derdixe; |
|
07.08.2021 14:23 |
hueyn
![]() |
50. Malpera ku min jî 25 pirtûkên kurdî jê kirîn e. Min pirtûkên xwe sîparîş kirin lê, dibêm qey di destê wan de tunebûn û heya 5-6 roja peyde kirin û şandin. Çend cara bo derengmayîna pirtûkan min li wan geriya, canikek derdiket ser telefonê û bêyî ku ez biaxivim ew bi kurdî diaxivî. Lê belê naverok û peyamên wan yê agahdarkirinê bi tirkî bûn. |
|
23.09.2021 13:17 |
tîrêj zana 21
![]() |
51. Malpera pirtûkfiroşiyê ya ku min dîsa 4 pirtûk jê kirîne. Pirtûkan di nava 2 roja de dan kargoyê û bi ser de lênûskek nîşeyan a ku wêneyê mem û zîn li ser, wek xelatî şandine. |
|
24.11.2021 00:35 |
tîrêj zana 21
![]() |
52. Ji pirtûkên kurdî behtir pirtûkên tirkî hene* lê baş in. Gelek pirtûkan ji wan kirrîm. Pirsgirek nîne. |
|
28.09.2023 07:53 ~07:55 |
horhorik
![]() |
53. Hêvî dikim ez xelet bim lê êdî malper bi temamî tirkî ye. Vebijarka kurdî hatiye rakirin. * ajahahhs |
|
04.10.2023 19:44 ~19:44 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
54. li gor agahiyên istixbarata tirşikê wê di demeke nêzîk de zimanê kurdî, elmanî û ingilîzî li pergala malpera xwe zêde bikin. jixwe berî demeke kin pergala malpera xwe nû kiribûn. |
|
04.10.2023 21:59 |
xendekî
![]() |
55. çiqas rast çiqas vir, dibêjin wê navê xwe bike pirtukatirkî.zîç û piştî zimanê tirkî zimanên din jî wekî alternatîf li malperê zêde bike: tirkmenî, uzbekî, tacikî, kirgizî, mongolî. min texmîn nedikir ew malper ewqas mezin(!) be. ne bravo. her ku diçe ji eyar dikeve. |
|
09.10.2023 21:43 ~2023.10.10 00:02 |
mirovekirind
![]() |
56. ji bo vê gotibûn piştî rojanekirina pergala malperê li ser tirkî ew 3 zimanan were zêdekirin: engilîzî, elmanî û kurdî. |
|
23.10.2023 00:17 ~00:18 |
ciwanzêr
![]() |
57. Xuya ye amedekirina almanî û yên din ji zimanên kurdî hêsantir û kêrhatîtir e. Belkî jî îstatîstîkên berê (yên wekî tercîhên bikarhêneran bo zimanê navrûya malperê) hêz dane wan ku kurdî betal bikin. Ku texmîn dikim kêm bûye lê dîsa jî wekî kurd hêviya min ev bû ku piştgirî bidin belavkirina kurdî di zeviya torê de. Rexneyên bo naveroka malperê jî di cih de ne. Ji Tirkî mirov nikare yên kurdî bineqîne. Û dîmena heyî û navê malperê êdî li hev nayên. Mixabin. Li aliyê din malpera nû jî negihiştiye asta kitapyurdu, idefix (a kevn) an jî Babilê. Hîn jî agahiyên pirtûkan ya kêm in ya jî tune ne. Texmîn dikim ku malpera nû ne dîzaynekê taybet e lê malperekê ji xwe amedekirî ye. |
|
23.10.2023 08:52 ~08:53 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
58. Siteya ku min carekê jî jê pirtûk nestendine ji bo xwendinê ez yekser diçim pirtûkfroşan lê jixwe ez mirovekî modern im* serê xwe bi kaxizan naêşînim zêde (bnr: dengêpirtûkan) heye |
|
24.10.2023 21:38 |
qijilyo
![]() |
59. kurdî Û zimanên din zêde bûn lê ala kurdan çima ne ala rengîn e? |
|
25.10.2023 18:18 |
horhorik
![]() |
![]() |
jasmine choi [2] |
![]() |
mark twain [2] |
![]() |
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin [1] |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |