19. pirtûkan zû dişînin Xwedê heye lê ez wê rojê ketime hemû pirtûkên min dixwestin digot di stokê da tune ye! |
|
24.11.2019 00:16 |
gulêê
|
20. Malpera ya perê ji wan re tê têrî wan nake ya jî hemûyan dixwin. Çaresernekirina pirsgrêkên wan tu carî naqede ez dibêm. |
|
24.11.2019 00:50 |
berxweda
|
21. bi sîparîşa min ya dawîn re, ji bîst heban zêdetir serders jî wek dîyarî şandine. spas. jixwe gelek wenda dibin, loma ev gelek baş bû ji bo min. |
|
30.11.2019 19:58 |
simurg56
|
22. Xweziya lezbûn û pergala wê malperê wekî kargoya wê bûya. |
|
09.12.2019 12:24 |
xelîl
|
23. Ji bo xwedê roja yêkşemê çima girtî ye ? |
|
29.12.2019 18:19 |
brusk56
|
24. Sala 2019 - 51.620 pîrtûk firotine. Nexirab e. - herî zêde pîrtûk şandine stenbol û mêrdinê. Êdî bêguman mêrdin paytexta bakûr e. Amed bûye tirkmanistan. |
|
18.01.2020 13:29 |
cinorek
|
25. Ji puanên wan rê, min çi jê beşer nekir. 4 sal berê bihayê 2 hezar lire pirtûk kirîn 35 puan dan. Wan rojan bihayê 2 sed lîre kirîn 680 puan dan. Gazina min ji wan re: ji kerema xwe bihayê 2 hezar lîreyî puanan bidin min û malî ava. |
|
18.01.2020 16:43 |
dijwarwanî
|
26. weke ku pirsgirêkên wan bi hinek weşanxaneyan re hene û hinek pirtûk li ser malperrê nayên firotin û xuya nabin |
|
18.01.2020 17:04 |
oceancr
|
27. zaten moralê me bozux e/117080 |
|
03.02.2020 12:29 ~12:30 |
biruya hayao miyazaki
|
28. malpera van rojan fûara ferazî ya pirtûkan li dardixe. |
|
27.03.2020 11:22 |
hespêsor
|
29. malpera ku bi mişterîyên xwe re bi tirkî diaxive. berî çend mehan min sîparîşa pirtûkan ji vir kiribû, pirtûk bi qasê mehekê dereng man, ji ber ku di koma xwendinê de bûm û ji ber wan dereng mam, min jî sîparîşê betal kir, çimkî êdî kêrî min nedihat. gotin temam. lê piştî heftîyek-deh roj din, min dît pirtûk hatin. min jî teslîm nestand. mesele çareser bû lê belê di vê pêvajoyê de, bi rîya whatsappê bi wan re di têkilîyê de bûm, her ku min bi kurdî nivîsand, wan an jî wî/wê bi tirkî bersiva min da. |
|
27.04.2020 22:26 |
simurg56
|
30. her çiqas yek du caran em ketibine qirka hev jî (ne pirsgirekek mezine bû), li gorî min ji ber ku yekem e-malpera cihê pirtukfiroşîye ye û hwd. xwedîyê we jî kesekî hêja û bi qedrê û ji bo gele Kurd xebatên hêja dike. ez nikarim van kesan zêde rexne bikim * |
|
27.04.2020 23:33 |
merwano
|
31. Min jî çendê hanê sê pirtûk ji wan stand. Roja din ez li wan geriyam ji bo guhertinek, çawa min got Elo, yekê got "keremkin". |
|
28.04.2020 00:57 |
afa
|
32. Amedê kuçeya hunerê (Sanat) ye. piranî bi Tirkî diaxivin her carî diçe cihekî din. |
|
28.04.2020 08:30 |
kurdiyan
|
33. pirtûkfiroşgeh. |
|
21.08.2020 21:46 |
fîriko lao
|
34. Hinekî dişibe hdpyê. |
|
27.08.2020 06:04 ~06:04 |
cinorek
|
35. hespê truvayê |
|
27.08.2020 11:09 ~11:12 |
fîriko lao
|
36. qet baweriya min bi sîtên wilo nayê , |
|
27.08.2020 15:28 |
shwinsherm
|
37. van rojan min ser malpera wan çend pirtûk siparîş kirin ku demeke kin de jî gihîştin mi. |
|
09.09.2020 01:08 |
golikvan
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |