Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; charlie hebdo
peyamên çepikkirî

55396. nivîsa weşînera kovara karîkatorê charlie hebdo ya stéphane charbonnier bo derbarê berxwedana Kobanî de:



''Îro ez Kurd im



Ez ne kurdim, gotineke bi kurdî nizanim, ez navê nivîskarek kurd nizanim. Ez çanda kurdan nizanim lê îro ez kurdim, wekî kurdekî diramim, stranên kurdî dibêjim û wekî kurdan digirîm. Kurdên ku îro li Sûriyê şer dikin ji bo ne tenê kurdan e, ew şer ji bo hemû mirovatiyê ye. Ew parastina jiyana xwe, malbata xwe û welatê xwe dikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî ew bi tenê şerê DAIŞê dikin."



Gotibû.





29.06.2013 12:10 | simurg56

55415. erê erê, dîsa ne misilman in...



(bnr: hêêê, misilmanên rastîn, gelo kes li wir heye!!!)



08.06.2013 00:32 | simurg56

56388. rûyê reş û tenî yê tirkên kemalîst û kurdên apoîst daye ber tavê.. tirka ji bo serokên xwe di qanûna esasî de qanûn çêkirine û bi qanûnan heta van çaxên nêzik heqaret li aliyekî rexnekirina ataturk jî qedexe kirine û yên ku bi ya van qanûnan nekirine û di navê ataturk de devê xwe şaş kirine an zimanê wan şehitiye cizayên giran li wan hatiye birrîn.. hê jî dema li cem tirkeke kemalîst dev ji rexneyê berde dema tu dibêjî qama ataturk ev qasok bÛ, ez behsa kuştin û talanên ku bi emrê wî hatine kirin nakim ji xwe, wekê ku tu şûjinan di qÛna wan re bikî, xwe dîn û har dikin hema namîne hilperişin ser ser û çavê te.. herwiha kurdên me yên apoîst jî ku hinekan jê mesele ji tamê derxistiye her sal roja jidayîkbûna apo diçin amarayê û xweliya wî bi serê xwe de dikin, dema tu rexneyekî biçûk lê dikî, sempatîzanên wî mehdê xwe tirş û tehl dikin, te dikin xayÎn û cehş û xwefiroş, ji destê wan bê dikarin te bi destê xwe bixeniqînin ew qasî zora wan diçe, berê hêj nehatî girtin apo bi destê xwe yê ku rexne lê digirtin an dikujt an jî di çavê xelkê de biçûk û erzan dikir.. neyse ev çi qas e kurdên me yên ku di bin tesîra tirkên çepên nasyonalîst de mane û dest û dilê xwe ji îslamê şûştine û rêyeke sekûler dane ber xwe, di her bûyereka ku bi destê misilmanên radîkal diqewime cihde radibezin îslamê û dibêjin binêrin ha ji we re îslama rastî, îslama heq!

ez ecêbmayî dimînim ev sed sal in dewleta tirk û dewletên din yên ereb û fars tu nemaye neaniye serê kurdan û kurdistanê, lê hê jî pkk û alîgirên wê xwe bi qûna slogana biratiya gelan ve girtiye, dev ji kurdistanê berdaye û doza bi hev re jiyanê ligel wan dewletan dike, ew qas zilma ku bi destê dewlet û xelkên din ên welatiyên wan dewletan li wan kiriye ber çavê wan nagire, lê dînê îslamê ku kurdan pirraniya meziyên xwe yên baş jê standine, kengî keysa wan jê tê, lê têne xezebê, pirraniya ewopî û amrîkiyan dibêjin îslam ne ev e, tu eleqeya van terorîstan bi îslamê re nîne, diz û pêxwas û psîkopatên ku pirsgirêkên wan ê psîkolojîk hene navê îslamê li xwe girtine û jehra dilê xwe de vedireşînin ser civakê lê kurd û tirkên me piştî her bûyerekî; ha ji we re îslama heq!



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

83816. divê em rast bêjin, alan kurdî ji bo me kurdan sembolek e loma dibe ku karîkatura ha bi me xweş neyê, dilê min jî pê êşiya lê mesele ne ew e jî;

aniha msilmanên me bi pirranî wekî daîş û talîbanê li awropayê tê nasîn, di çavê wan de baştirîn misilman ên cim'etê ne lê hûn jî dizanin ew çi gûyî ne.

niha em divê vê pirsê bikin ji xwe re; ma derew e? misilman biçin li kû wê derê gemarî dikin, di nava peytexta wan de ev di nava salekê de du caran qetlîam çêkirin, wan tehtît kirin hingê dibêjin emê ji stenbolê bikevin heta ji londonê derkevin, ma we çi jê hêvî dikir..



edît: brusk56 lînkeke baş daye, piştî ku min ev peyam nivîsande dîte, meger karîkatureke wilo tunebûye jî, ger hebûya jî ne zêde xem bû, mesele ne alan kurdî ye, tevgerên ehmeqane yên misilmanan e



08.06.2013 14:50 | simurg56