1. kovarekî mîzahî yê ku li parîsê weşanê dike. îro 20 deqqe piştî vê ( https://twitter.com/Charlie_Hebdo_/status/552773881283764224 ) twitê ji alî olperestan rastî êrîşê hatiye. di buyerê de 2 jê polês 12 rojnamevan jiyana xwe ji dest daye. |
|
07.01.2015 16:19 |
rûbar payîz
![]() |
2. Kovara ku îro rastî êrîşên misilmana hatiye. Li gor gotina şahidan gava êrîş kirîn gotine: em ê heyfa pêxember bistînin. Heyfa xwe bi kuştinê standin. 10 jê nivîskar 2 jê polîs 12 kes mirin. |
|
07.01.2015 18:25 |
xendekî
![]() |
3. kovereke mizah ê berî çend salan fotoyeke kartonî ya mihemed pêxamber weşandibû. |
|
07.01.2015 18:29 |
nazim tolhildan
![]() |
4. kovara ku rastî êrîşên misilmanan nehatiye, rastî yên barbar û heywanan hatiye.... |
|
08.01.2015 00:09 |
ferhenga şikestî
![]() |
5. erê erê, dîsa ne misilman in... |
|
08.01.2015 00:16 |
nazim tolhildan
![]() |
6. 10 karîkaturîst ji ber karîkaturên xwe hat kuştin. nivîskarek tirk ev komkûjiya şibandiye komkûjiya madımakê. şibandiyeke bi cih e. ne'let wan be.bi tirsê kî, dikarin çi bikin?! hele bi kuştina rewşenbîran... min ket taya kurdên me yên li fransayê, heta yên li ewrûpayê... ez hêvî dikim ku rojên xirab bira destpê neke... |
|
08.01.2015 13:06 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. dewleta îsraîlê kujer e lê sucdarkirin û tawanbarkirin li ser cihûyan nabe, jixwe ya normal jî ev e. her wekî din cehş (korîcî) ên me yên kurd jî gelek kurd kuştin ku tu bidî ber hev divê wêga jî bêjî kurd kujer in lê bes nabe ev mantiqa ha naçe serî.. |
|
08.01.2015 15:44 |
ferhenga şikestî
![]() |
8. piştî vê êrîşê gelekan got "lê îslama rast û durist ne ev e" quzulqurt e mamo! we dinya li me kir jehrî û kurreder. |
|
08.01.2015 20:17 |
terkexem
![]() |
9. rûyê reş û tenî yê tirkên kemalîst û kurdên apoîst daye ber tavê.. tirka ji bo serokên xwe di qanûna esasî de qanûn çêkirine û bi qanûnan heta van çaxên nêzik heqaret li aliyekî rexnekirina ataturk jî qedexe kirine û yên ku bi ya van qanûnan nekirine û di navê ataturk de devê xwe şaş kirine an zimanê wan şehitiye cizayên giran li wan hatiye birrîn.. hê jî dema li cem tirkeke kemalîst dev ji rexneyê berde dema tu dibêjî qama ataturk ev qasok bÛ, ez behsa kuştin û talanên ku bi emrê wî hatine kirin nakim ji xwe, wekê ku tu şûjinan di qÛna wan re bikî, xwe dîn û har dikin hema namîne hilperişin ser ser û çavê te.. herwiha kurdên me yên apoîst jî ku hinekan jê mesele ji tamê derxistiye her sal roja jidayîkbûna apo diçin amarayê û xweliya wî bi serê xwe de dikin, dema tu rexneyekî biçûk lê dikî, sempatîzanên wî mehdê xwe tirş û tehl dikin, te dikin xayÎn û cehş û xwefiroş, ji destê wan bê dikarin te bi destê xwe bixeniqînin ew qasî zora wan diçe, berê hêj nehatî girtin apo bi destê xwe yê ku rexne lê digirtin an dikujt an jî di çavê xelkê de biçûk û erzan dikir.. neyse ev çi qas e kurdên me yên ku di bin tesîra tirkên çepên nasyonalîst de mane û dest û dilê xwe ji îslamê şûştine û rêyeke sekûler dane ber xwe, di her bûyereka ku bi destê misilmanên radîkal diqewime cihde radibezin îslamê û dibêjin binêrin ha ji we re îslama rastî, îslama heq! |
|
13.01.2015 22:38 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
10. (bnr: di mijarên bê eleqe de rexnekirina öcalan) |
|
13.01.2015 22:50 |
nazim tolhildan
![]() |
11. yanî kesên ku bi xwe jî nikarin xwe li ber rexneyên li hemberî senem û serokên xwe yên dinyewî û malayanî ragirin anku tehemûl bikin, hinek misilmanên radîkal dema bi tundûtûjiyê bersiva heqaretên ji bo pêxemberê xwe û xwudê didin, îslamê mehkûm dikin, lê têne xezebê.. |
|
13.01.2015 22:56 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
12. kovara ku dûv êrîşê re yê sibê hejmara xwe ya nû a 3 milyan lib bê çapkirin de dîsa karîkatureke hz. mihemed biweşîne. di wê karîkaturê de çavên hz. mihemed bi hêstir e û di destê wî de pankarteke di tê de "ez charlie" me" nivîsî digre. |
|
13.01.2015 23:02 |
nazim tolhildan
![]() |
13. komeeyveke frensî ye li gorî gogil transleytê wekê şarlî yêbdo tê xwendin û dîsa li ser bextê gogil transleytê hebdo -bixwîne yêbdo- bi frensî hefteyane ye, yanî tişta ku serê hefteyê carekî tê kirin wek kovarên hefteyane.. lê tişta di bîra min de mayî bi frensî hefte semaine e.. hevalên bi frensî dizanin xêra xwe bila vê pirs û vê kulê derman bikin.. |
|
13.01.2015 23:11 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
14. hejmara xwe ya nuh ku bi xebatkarên xwe yê mayî li vê çarşema bihûrî derxistin, bi 16 zimanên biyanî jî hat wergerandin. li tirkiyê rojnameya cumhuriyetê, birgunê, malperên t24 û çend habên din jî geh ev hejmara, geh jî berhevokekî ji karîkaturên charlie hebdo weşand. piştî vê bûyerê (erê ev tişt weke bûyer hat hesibandin / dîtin) bawerhişk û kevneperstên tirkiye hilma xwe li ber şaxa rojnamê histendin û dirûşmên mîna "birayên kouachi * rûmeta me ne" gotin... |
|
15.01.2015 22:03 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
15. karîkatura li berga pêşî bi kurdî li vê malperê hatiye wergerandin: |
|
16.01.2015 10:49 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
17. kovara ku gûyek mezin xwariye vê dawiyê. |
|
14.01.2016 21:08 ~21:09 |
simurg56
![]() |
18. kovara ku weke ku di medyaya tirkan de bûye nûçe, tavzê xwe bi aylan kurdî nekiriye. medyaya tirkan meselê ji qûna xwe fêm kiriye. |
|
14.01.2016 21:53 |
brusk56
![]() |
19. divê em rast bêjin, alan kurdî ji bo me kurdan sembolek e loma dibe ku karîkatura ha bi me xweş neyê, dilê min jî pê êşiya lê mesele ne ew e jî; |
|
14.01.2016 22:00 ~22:06 |
ferhenga şikestî
![]() |
![]() |
kurdgpt [1] |
![]() |
kesrewan [2] |
![]() |
bismil [2] |
![]() |
tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1] |
![]() |
epictetus [1] |