Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
charlie hebdo - tirşik
charlie hebdo
(10) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. kovarekî mîzahî yê ku li parîsê weşanê dike. îro 20 deqqe piştî vê ( https://twitter.com/Charlie_Hebdo_/status/552773881283764224 ) twitê ji alî olperestan rastî êrîşê hatiye. di buyerê de 2 jê polês 12 rojnamevan jiyana xwe ji dest daye.



http://rudaw.net/kurmanci/world/07012015



07.01.2015 16:19 | rûbar payîz

2. Kovara ku îro rastî êrîşên misilmana hatiye. Li gor gotina şahidan gava êrîş kirîn gotine: em ê heyfa pêxember bistînin. Heyfa xwe bi kuştinê standin. 10 jê nivîskar 2 jê polîs 12 kes mirin.



07.01.2015 18:25 | xendekî

3. kovereke mizah ê berî çend salan fotoyeke kartonî ya mihemed pêxamber weşandibû.



07.01.2015 18:29 | nazim tolhildan

4. kovara ku rastî êrîşên misilmanan nehatiye, rastî yên barbar û heywanan hatiye....

qenç qenc e çi kurd çi fransî çi elman û çi aborjînî

û segbav segbav e çi misilman çi hirîsiyan û çi cihû...

serê çalakvanên dilêr ên cihanê sax be..



08.01.2015 00:09 | ferhenga şikestî

5. erê erê, dîsa ne misilman in...



(bnr: hêêê, misilmanên rastîn, gelo kes li wir heye!!!)



08.01.2015 00:16 | nazim tolhildan

6. 10 karîkaturîst ji ber karîkaturên xwe hat kuştin. nivîskarek tirk ev komkûjiya şibandiye komkûjiya madımakê. şibandiyeke bi cih e. ne'let wan be.bi tirsê kî, dikarin çi bikin?! hele bi kuştina rewşenbîran... min ket taya kurdên me yên li fransayê, heta yên li ewrûpayê... ez hêvî dikim ku rojên xirab bira destpê neke...



08.01.2015 13:06 | biruya hayao miyazaki

7. dewleta îsraîlê kujer e lê sucdarkirin û tawanbarkirin li ser cihûyan nabe, jixwe ya normal jî ev e. her wekî din cehş (korîcî) ên me yên kurd jî gelek kurd kuştin ku tu bidî ber hev divê wêga jî bêjî kurd kujer in lê bes nabe ev mantiqa ha naçe serî..

ev mijareke kûr û dûvûdirêj e divê li ser mijareke din bê niqaşkirin.

bi taybetî li dû hilweşîna sovyetan kapîtalîzm bo pêşveçûn û geşedana xwe neyareke dî ji xwe re hilbijart û bi sîxur û kujer û qelemşûrên xwe yên ku ji nêv misilmanan -ên ku kiribûn şîrîkên xwînxwariya xwe- peyda kirin û projeyên xwe yên çandî û aborî meşandin gelek bûyerên bi heman dirûvê hene ku tucar bi hêş û aqilekî rasyonel nayê bersivandin, jê re lêkolîn û zanîneke kûr divê



08.01.2015 15:44 | ferhenga şikestî

8. piştî vê êrîşê gelekan got "lê îslama rast û durist ne ev e" quzulqurt e mamo! we dinya li me kir jehrî û kurreder.



08.01.2015 20:17 | terkexem

9. rûyê reş û tenî yê tirkên kemalîst û kurdên apoîst daye ber tavê.. tirka ji bo serokên xwe di qanûna esasî de qanûn çêkirine û bi qanûnan heta van çaxên nêzik heqaret li aliyekî rexnekirina ataturk jî qedexe kirine û yên ku bi ya van qanûnan nekirine û di navê ataturk de devê xwe şaş kirine an zimanê wan şehitiye cizayên giran li wan hatiye birrîn.. hê jî dema li cem tirkeke kemalîst dev ji rexneyê berde dema tu dibêjî qama ataturk ev qasok bÛ, ez behsa kuştin û talanên ku bi emrê wî hatine kirin nakim ji xwe, wekê ku tu şûjinan di qÛna wan re bikî, xwe dîn û har dikin hema namîne hilperişin ser ser û çavê te.. herwiha kurdên me yên apoîst jî ku hinekan jê mesele ji tamê derxistiye her sal roja jidayîkbûna apo diçin amarayê û xweliya wî bi serê xwe de dikin, dema tu rexneyekî biçûk lê dikî, sempatîzanên wî mehdê xwe tirş û tehl dikin, te dikin xayÎn û cehş û xwefiroş, ji destê wan bê dikarin te bi destê xwe bixeniqînin ew qasî zora wan diçe, berê hêj nehatî girtin apo bi destê xwe yê ku rexne lê digirtin an dikujt an jî di çavê xelkê de biçûk û erzan dikir.. neyse ev çi qas e kurdên me yên ku di bin tesîra tirkên çepên nasyonalîst de mane û dest û dilê xwe ji îslamê şûştine û rêyeke sekûler dane ber xwe, di her bûyereka ku bi destê misilmanên radîkal diqewime cihde radibezin îslamê û dibêjin binêrin ha ji we re îslama rastî, îslama heq!

ez ecêbmayî dimînim ev sed sal in dewleta tirk û dewletên din yên ereb û fars tu nemaye neaniye serê kurdan û kurdistanê, lê hê jî pkk û alîgirên wê xwe bi qûna slogana biratiya gelan ve girtiye, dev ji kurdistanê berdaye û doza bi hev re jiyanê ligel wan dewletan dike, ew qas zilma ku bi destê dewlet û xelkên din ên welatiyên wan dewletan li wan kiriye ber çavê wan nagire, lê dînê îslamê ku kurdan pirraniya meziyên xwe yên baş jê standine, kengî keysa wan jê tê, lê têne xezebê, pirraniya ewopî û amrîkiyan dibêjin îslam ne ev e, tu eleqeya van terorîstan bi îslamê re nîne, diz û pêxwas û psîkopatên ku pirsgirêkên wan ê psîkolojîk hene navê îslamê li xwe girtine û jehra dilê xwe de vedireşînin ser civakê lê kurd û tirkên me piştî her bûyerekî; ha ji we re îslama heq!





11. yanî kesên ku bi xwe jî nikarin xwe li ber rexneyên li hemberî senem û serokên xwe yên dinyewî û malayanî ragirin anku tehemûl bikin, hinek misilmanên radîkal dema bi tundûtûjiyê bersiva heqaretên ji bo pêxemberê xwe û xwudê didin, îslamê mehkûm dikin, lê têne xezebê..




12. kovara ku dûv êrîşê re yê sibê hejmara xwe ya nû a 3 milyan lib bê çapkirin de dîsa karîkatureke hz. mihemed biweşîne. di wê karîkaturê de çavên hz. mihemed bi hêstir e û di destê wî de pankarteke di tê de "ez charlie" me" nivîsî digre.



13.01.2015 23:02 | nazim tolhildan

13. komeeyveke frensî ye li gorî gogil transleytê wekê şarlî yêbdo tê xwendin û dîsa li ser bextê gogil transleytê hebdo -bixwîne yêbdo- bi frensî hefteyane ye, yanî tişta ku serê hefteyê carekî tê kirin wek kovarên hefteyane.. lê tişta di bîra min de mayî bi frensî hefte semaine e.. hevalên bi frensî dizanin xêra xwe bila vê pirs û vê kulê derman bikin..




14. hejmara xwe ya nuh ku bi xebatkarên xwe yê mayî li vê çarşema bihûrî derxistin, bi 16 zimanên biyanî jî hat wergerandin. li tirkiyê rojnameya cumhuriyetê, birgunê, malperên t24 û çend habên din jî geh ev hejmara, geh jî berhevokekî ji karîkaturên charlie hebdo weşand. piştî vê bûyerê (erê ev tişt weke bûyer hat hesibandin / dîtin) bawerhişk û kevneperstên tirkiye hilma xwe li ber şaxa rojnamê histendin û dirûşmên mîna "birayên kouachi * rûmeta me ne" gotin...



welhasil... min neşopand lê peyveke qala wê jî nehat guhê min û ez meraq dikim ku ka rojnemeyek an jî kovareke kurdî hema yekî karîkatura vê kovara qerfê ya bêbext weşandin an na. xwestina kurdiya vê hejmarê nuh, qey ewê tişteke fantastîk bibe...



15.01.2015 22:03 | biruya hayao miyazaki

15. karîkatura li berga pêşî bi kurdî li vê malperê hatiye wergerandin:



http://rojevakurdistan.org/kurdi/16821-charlie-hebdo-kurdi



"her tişt hate efûkirin"

li destê hezretî Mihemed Mistefa jî ev nivîs heye:

"ez charlie me"



16.01.2015 10:49 | biruya hayao miyazaki

16. ji aliyê notepad++ ve jî hatiye piştgirîkirin.



31.01.2015 00:01 | simurg56

17. kovara ku gûyek mezin xwariye vê dawiyê.

Here lînkê

di karîkatûrê de wêneyê aylan kurdî heye û ev pirs hatiye kirin "gelo aylan nemira, wê bibûya çi?"

di binê vê pirsê de jî wêneyek heye ku sê sapix li pey jinekê ne.



xwedê we nehêle.



14.01.2016 21:08 ~21:09 | simurg56

18. kovara ku weke ku di medyaya tirkan de bûye nûçe, tavzê xwe bi aylan kurdî nekiriye. medyaya tirkan meselê ji qûna xwe fêm kiriye.

Here lînkê



14.01.2016 21:53 | brusk56

19. divê em rast bêjin, alan kurdî ji bo me kurdan sembolek e loma dibe ku karîkatura ha bi me xweş neyê, dilê min jî pê êşiya lê mesele ne ew e jî;

aniha msilmanên me bi pirranî wekî daîş û talîbanê li awropayê tê nasîn, di çavê wan de baştirîn misilman ên cim'etê ne lê hûn jî dizanin ew çi gûyî ne.

niha em divê vê pirsê bikin ji xwe re; ma derew e? misilman biçin li kû wê derê gemarî dikin, di nava peytexta wan de ev di nava salekê de du caran qetlîam çêkirin, wan tehtît kirin hingê dibêjin emê ji stenbolê bikevin heta ji londonê derkevin, ma we çi jê hêvî dikir..



edît: brusk56 lînkeke baş daye, piştî ku min ev peyam nivîsande dîte, meger karîkatureke wilo tunebûye jî, ger hebûya jî ne zêde xem bû, mesele ne alan kurdî ye, tevgerên ehmeqane yên misilmanan e



14.01.2016 22:00 ~22:06 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» charlie bite me

Kategoriyên mijarê:: kovarqerfi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî