Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
paşkû - tirşik
paşkû
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyv û daçekek e.. li cizîrê di wateya ji ber ku, ji lew, lewra û çimkiyê de tê bikaranîn.. wek nimûne;

- paşkû ez wê rojê ne li mal bûm, ji girê min de çûne seyranê.

çend nimûneyên ku min ji malperên kurdî li ser netê wergirtine;

1. Lê belê ev êl dawî di herêmê da cîwar bû, li gel hinek êlên dî yên ereb, û bi şêweyekî fermî paşku fermandariya Baasê surî zagona "Rêforma çandinî" derxist û dêrîn û zevînên Kurdan li wan belav kirin, û fermandariyê bi dizî û aşkere piştivaniya van kesan kir, ku bibin egerek hevgiraniyê, da pilanêd xwe yên nijadî û şofînî bibin serî, û ji wê demê da evan bûne wek bombeyên bo teqînê amadekirî di Çiyayê Kurdan da.

2. paşku ruxset ji leşkeran,ango ji dewleta kûr xwest,gazî Ehmed Turk kir û destnivêja xwe têk da(!) û duhî kombûneka paşperdeyî digel DTP ê de bi serokatîya Ehmed Turk girêda.

3. paşku Seddam Huseyn ê har di sala 1991ê da hêrişa xwe ya xûnî aniye ser gelê me li başûrê Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî di encumana xwe ya hêminiyê da biryarek bo rawestandina wê hovîtiyê di nav sînorên fermî yên dewleta Iraqê da stand û bi teherekî leşkerî ew biryar bi cih anî.

4. Dibe ku berê qîreqîr û hêlehêla tevgera rizgariya kurdî bi ber guhên cîhanê diket, lê pir kesan ew bi “ceddiyet” nedigirtin, egera wê jî parçebûna tevgera me û dijheviya navxwe bû, lê paştêkçûna rewş di Iraqê de, ji sala 2005 û vir ve, û paşku Kurdan li başrê Kurdistanê gelek gavin başû serkeftî di warê têkiliyên xwe yên nêvneteweyî de avêtin, êdî li koçkên bilind ên ramiyariya cîhanî jî, dengê Kurdan tê bihîstin, tevî ku hîn jî hinek basikên tevgerê bi rêyek dij bi bercewendiya neteweya Kurd ve diçin.

5. Lê berî wê yekê, Xaziye xatûn, xûşka Deyfe xatûnê, li padişahê Helebê hatibû markirin. paşku wê koç kir diyarê rehmetê, Deyfe xatûn a 25 salî ji wî re anîn. Hîngê bûk li ba bavê xwe bû, li Misirê. Elmelîk Elzahêr ji Helebê çû Şamê bo silaviya bûka xwe bike. Qelenê wê 50.000 Dînarên zêrîn bû, cihêzê wê jî barê 300 deve û 50 qantiran bû. Elmelîk Elzahêr 5 gerdenên durreyan şeva derbasbûnê bi histoyê wê xistin, ku bihayê wan 350.000 Dirhem bû. Ew dewat û bûkanîna wilo bi nav û deng sala 1212ê Z. bû.

6. Sêşem bû, dema bahoz teva bûye, û ez dîsa ber bi zireyê daketim. Zêt û parçeyên textên şikestî li her derekê, li ser qûmê belav bûbûn. Hergav wilo ye paşku bahoz ji aliyê rojhilat ve hiltê. Min di ber golê re ber bi ciyê pîremêr ve nêriya. Ew li wir bû, ewa "jina wî" jî bi wî re bû, li keviya golê. Lê min nedikarî ciwanan bibînim.



(wek tê dîtin di hemû nimûneyên ku min ji nivîsên li ser malperên kurdî yên li ser înternetê wergirtine, di forma paşku de hatiye bikaranîn ev peyv, yanî tîpa dawiya peyvê -u xuya dike lê li cem me wek -û tê bikaranîn.)




dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» paşkû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî