1. heywanek ji wan heywanên li ser rûyê erdê ye.. heywaneke mezlûm e berê li gunda gelek zilm û tadeyî li wan dihat kirin, bi hêceta ku ketiye metbexê û zikê xwe têr kiriye, dibû armanca derbên mirinê.. yên biçekî rehm di dilê wan de heyî ji dûvê wê re digirtin û davêtin ji derve Û yên bêrehm jî bi derbên milkis ew dikuştin û qene fatheyek jî li ser can û cesedê feqîrê nedixwendin.. |
|
09.01.2015 21:25 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
2. ji mezine wire "cirdon,cerdon" te gotin |
|
09.01.2015 21:35 |
tirşikçi
|
3. Heywanê ku min îşev li hundir oda xwe dîtiye. Min dikira bikuşta lê reviya.Hema derketim derve min jahra mişka kirî ez hatim malê min li hundir hemû belav kir. Niha li nobetê me ji hişê min dernakeve ez ê anha çi xwelî li serê xwe kim ? :( Li ser kartona jahrê digot ' ku bixwe di nava 4-5 rojan de dimire " law 4-5 rojê çi ? :// Xewa min nayê li hundir malê. Û dev ji her tiştî berdidim min hîna hefta çûyî paqijiya xwe qedandibû divê dîsa malê giş rakim û paqijî bikim :( Mexdûr im gelî hevalan :( |
|
13.08.2016 02:15 |
biaqila malê
|
4. Heywana ku hê jî li hundir mala min digere :( |
|
13.08.2016 20:59 |
biaqila malê
|
5. Heywana ku tam li vê kêliyê min bera wê da ji deriyê malê reviya çû. Çûyîna wê hebe vegera wê tunebe. Ji xwe wê jahrê xwaribi wê di nava 4-5 rojan de bimre. Hêvî dikim gedek medekên wê tunebin biraqe sêwî nemînin. |
|
13.08.2016 22:49 |
biaqila malê
|
6. Mişk û cirdon ji malbatekê ne. Ew ajelên kojer in û tiştan dikojin. Guhên mişkan mezin in û dûvê wan jî dirêj e. Gelek cureyên mişkan hene. Weke nimûne: mişkê malan, cirdon, poztûjik û koremişk ji van cureyan e.cp. |
|
16.05.2020 00:02 ~2021.05.20 15:49 |
sitî cp
|
7. Cureyeke mişkan heye em jê ra dibêjin mişkê qotikê. Ev mişka hanê, xalîyê vedikole û bostanan telef dike. |
|
16.05.2020 00:07 |
bûtîmar
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |