1. nivîskar û siyasetmedarê kurd.. di 11ê îlona 1958an de li êlihê xwudê daye.. lê bi eslê xwe ji mêrdînê ye malbata wî hê di sala 1840an de ji ber dozeka xwîndarî an mêrkuştinê gundê xwe bicih dihêle û li estel-midyad a navçeya mêrînê bicih dibe.. paşê bavpîrê altan tan hacı yusuf tan di sala 1948an de estelê jî bicih dihêle birrek ji malbatê diçe amedê û li wir bicih dibe û birrek ji malbatê jî bar dike stembol.. |
|
21.07.2013 04:43 |
endazer
![]() |
2. RASTTIRÎN Û RASTGOTIRÎN PARLEMENTERÊ PADÊ.. bersivek xweş Û QERRASE li darikekî tûj û birra pêçaye û xistiye qûna bilindê çavgilîzok.. ji bo bilindokê ku gotibû ''di rojeva me de perwerdehiya bi zimanê kurdî nîne û ji xwe ne mimkun e ku pê zimanê kurdî dersa fîzîk û kimya û nizanim çi bê dayîn heçiyê dixwaze bi kurdî van dersan bixwîne dikare here kuzey irakÊ yanî başûrê kurdistanê'' gotiye yên ku dixwazin ji çol û beyar û beyaban û stepên asyaya navîn bên û niştecihên ESLÎ Û ESASÎ YÊN VÊ XAKA QEDÎM BICIH BIHÊLIN Û BIQEWIRÎNIN XEWN Û XEYALAN DIBÎNIN Û EV XEWN Û XEYALÊN WAN JÎ WÊ LI WAN BIHERIME Û WÊ BIBE JEHR Û PÊMERIN Û WÊ DI GEWRIYA WAN ASÊ BIMÎNE.. |
|
19.09.2013 04:31 |
endazer
![]() |
3. ji bo hdpê gotiye çepa marjînal.. û dîsa gotiye wekê min gelek kesên di nav partiyê de bertek ji bo tifaqa bi partiyên çep yên tu tesîreka wan li ser xelkê tunîne re nîşan dane.. û dîsa gotiye pkk jî wekê dewleta tirk dixwaze diyaneta xwe ava bike, û lê zêde kiriye; eger bi rastî jî dixwazin konferansa îslamê çêbikin divê ji bo konferansê hüdapar û cemaeta fethullah gülen jî werin vexwendin.. |
|
24.10.2013 03:06 |
endazer
![]() |
4. Ne dikare ji kurdbûna xwe vegere ne dikare ji misilmantiya xwe vegere û nikare herduyan jî bigihîne hev lewra çeqlevîska dide vî alî û wî alî. |
|
24.10.2013 11:08 |
gulan
![]() |
5. Di axaftfinên wî yên van rojan de çend gotinÊn tewş hebin jî, Kî çi dibêje bila bêje, kêfa min ji vî camêrî re tê. |
|
24.10.2013 13:52 |
tolazek
![]() |
6. siyasetmedarê ku aniha li ser cnn turkê diaxive. axaftina xwe de dema behsa pêwistiya ji dolê rakirina "dewletên paralel" dikir, navê kckê jî hilda. û got divê hemû dewletên paralel werin rakirin. |
|
01.01.2014 22:07 |
simurg56
![]() |
7. mirovekî bi qedr û qîmet û heftgurçik e. |
|
01.01.2014 22:13 |
ceso
![]() |
8. siyasetmedarê ku şûna bêje bila kck jî ji holê bê rakirin, bila ew bi xwe, xwe ji holê rake. |
|
01.01.2014 22:13 |
brusk56
![]() |
9. xweşsiyasetmedareke kurd e.. ji ber ku zane saziya ku wek kck tê zanîn ji bo ku sazî Û şaredariyên kurd têxe di bin dest û kontrola dewleta tirk de ji aliyê mit yanî teşkîlata îstîxbarata tirk ve hatiye damezrandin, dixwaze kck jî ligel dewleta paralel ya cemaeta fethullah gülen were tesfîyekirin.. |
|
01.01.2014 22:30 |
endazer
![]() |
10. kifş e ku li ser kurmancî dişixule, li gorî berê kurmanciya xwe gelekî bipêş xistiye.. di bernemeya bûyera îro de bi kurmanciyeke sivik û hêsan û herikbar derd û merema xwe der birriye.. û ji bo öcalan û helwesta wî ya li hemberî pratîk û siyaseta hikûmeta pdw-ê û serokê hikûmetê recep tayyip erdoğan gotiye: ''Divê em rewşa Ocalan fam bikin, ew girtî ye û tenê yek kilîta wî heye û ew jî di destê Erdogan de ye, ji ber vê yekê ew nikare li dijî hikûmet û Erdogan biaxife” |
|
24.01.2014 00:11 |
endazer
![]() |
11. siyasetmedar e, lêkolîner e, nivîskar e, dîrokzan e, nîqaşker e û 'şehîr çoçuxî'ye (gedê bajêr*) xweş û resen dipeyive gava ku bi tirkî dipeyive- jixwe tim bi tirkî dipeyive- dikare hemû kurdên ku piçikek jî kurdbûn têde hebe bike li bin bandora xwe bêriya ku bibe parlamenter jixwe dihat nasîn her gav derdiket bernameyên siyasiyê û niqaşên xwe piçikek bi profesyonel piçikek jî devokî yanî bi awayekî zimanê xelk dipeyivî û qerrase dikirin kesên ku di dijî wî neyartiyê kurdan dikin de ji ber vê yekê kêfa miletê jê re dihat heta li vir pirsgirêk tune ye lê çareseriya ku ew difikire ne çareseriyeke kurdistanî ye ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya bi navê pirsgirêka kurd xwendibû jixwe pirrî tiştên wî ne li gorî min bû ne jî li gorî berjewendiya kurdistanê bû bi çavekî umetxwaz û capîtalîst nêzê pirsgirêkê dibûn wek mînak di cihekî de gotibû 'di vê sedsalê de êdî girîngiya fransizî jî hama bibêje nemaye di hemberê îngîlîzî de têk diçe dem dema entegrasyon û globalîzmê ye lewma zimanê kurdî pirr girîng nîn e êdî gava ku bi zimanê zikmakî perwerdehî bên dayîn jî ji bo ku kurd jî ji dinê îzole nebin divê tirkî jî her dem bizanibin' sedî sed nayê bîra min lê kêm zêde wisa digotin.. yanî camêr dixwaze bibêje çi? dibêje ku kurdiya xwe jî hîn bibin lê zimanê we yê entelektuelî bila her tim bi tirkî be her gav di bin siya tirkiyê de bêhna xwe bidin.. na loo!!! hadê em bibêjin ku globalîzm heye û zimanekî bi tena serê xwe besî kes û civatê nake, wê demê çima bi tirkî? wê demê ez jî herim îngîlîzî hîn bibim qene mineta me ji hev tune ye.. girîngbûna zimên, girêdayî zimên nîn e. ew neteweya ku ji xwe re zimanekî bijartiye çi qas bi pêş be zimanê wê jî ewqas girîng dibe di rojhilata navîn de kurd çiqas bi pêş bikevin ziman jî ewqas bi pêş dikeve û girîng dibe belkî ji we re piçikek xeyalî were lê eger ku ez nikaribim xwe ji globalîzmê îzole bikim ez ê ji nava globalîzmê re bi rengê xwe hewl bidim ku giraniya xwe jî pê re bibim ne wek xulam û ne jî ji neçariya xwe razî! |
|
24.01.2014 02:51 |
ferhenga şikestî
![]() |
12. wekîlê kurd ê bi rastî jî wekîlî û temsîliyeta hesasiyet û hîsîyatên gelê kurd û gelên kurdstanê dike ye.. |
|
19.02.2014 15:17 |
endazer
![]() |
13. li gorî nûçeyeka basnewsê, di beyaneka xwe de gotiye bdp û kcd dixwaze bal û dîqeta xelkê bixelitîne, çend kes û kûs bi ser navê kcdê bi derew û neweyiyan xelkê dikişînin kolan û meydanan, û ev saleke serok û rêveberên kcdê bi Înisiyatîfa xwe tu îş û emel nekirine |
|
03.03.2014 16:05 |
endazer
![]() |
14. mîna barana havînê çarî di cîhê kî de derdê û rojevê li nava hevdu dixê .temam kekê min tu di daxuyaniya xweda mafdarî lê hata roja îro tu li kudere bû gelo?êdî çê û xirab cîvak li xwediyê baxê hevselê derketiye tu jî alîkarî bide û paşê jî wan pirsgirikê din jî bîne ziman.ji ber wî yekî ew gotinê wî yen dawî jidil nabînim. |
|
03.03.2014 21:34 |
newenda
![]() |
15. sîyasetmedarê ku li çapemeniyê rexneyên tûj li ser bdpê û hdpê dike. bawer dikim ku di nav partiyê de rexneyên tûjtir jî dike. hêviya min tine ku careke din bibe namzet lê belê gelekî kêfa min jê re tê û dixwazim her û daîm di nav partiyê de bimîne. |
|
24.04.2014 19:53 |
oxir
![]() |
16. di bdpê de dengê û rengê herî resen û serbixwe ye. ez ji samimiyeta wî bawer dikim. loma, bi ya min ger partiyek ava bike wê hinek zorê bide bdpê. heq jî dike. ew jî dike, bdp jî. |
|
24.04.2014 21:27 |
simurg56
![]() |
17. siyasetmedarê ku ez bawer im beşdarê hdp'yê nebe. jixwe cara ewil jî ji vê projeya ehmeqane nerazî bû her gav bi lêv dikir. dema ku daxuyanî an jî gotinên wî dixwînim dilê min rehet dibe. çendîn ku bi ya wî nefikirim jî, di nava siyasetmedarên me de herî rastgo û serbixwe ew e. |
|
24.04.2014 23:47 |
ferhenga şikestî
![]() |
18. siyasetmedarê ku bi ya min wê dev ji tevgera azadiyê bernede û tevlî hdpê bibe. ji hdpê re pêwîst e. |
|
25.04.2014 00:16 |
brusk56
![]() |
19. ger înîsiyatîfa azadî bibe parti, dixwazim veke mirovek heja altan tan jÎ tewlÊ wÊ partiyÊ bibe. |
|
25.04.2014 00:33 |
cinorek
![]() |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |
![]() |
kolaya zer [1] |
![]() |
roja mamosteyan [1] |
![]() |
gulêê [1] |