1. nivîskar û siyasetmedarê kurd.. di 11ê îlona 1958an de li êlihê xwudê daye.. lê bi eslê xwe ji mêrdînê ye malbata wî hê di sala 1840an de ji ber dozeka xwîndarî an mêrkuştinê gundê xwe bicih dihêle û li estel-midyad a navçeya mêrînê bicih dibe.. paşê bavpîrê altan tan hacı yusuf tan di sala 1948an de estelê jî bicih dihêle birrek ji malbatê diçe amedê û li wir bicih dibe û birrek ji malbatê jî bar dike stembol.. |
|
21.07.2013 04:43 |
endazer
|
2. RASTTIRÎN Û RASTGOTIRÎN PARLEMENTERÊ PADÊ.. bersivek xweş Û QERRASE li darikekî tûj û birra pêçaye û xistiye qûna bilindê çavgilîzok.. ji bo bilindokê ku gotibû ''di rojeva me de perwerdehiya bi zimanê kurdî nîne û ji xwe ne mimkun e ku pê zimanê kurdî dersa fîzîk û kimya û nizanim çi bê dayîn heçiyê dixwaze bi kurdî van dersan bixwîne dikare here kuzey irakÊ yanî başûrê kurdistanê'' gotiye yên ku dixwazin ji çol û beyar û beyaban û stepên asyaya navîn bên û niştecihên ESLÎ Û ESASÎ YÊN VÊ XAKA QEDÎM BICIH BIHÊLIN Û BIQEWIRÎNIN XEWN Û XEYALAN DIBÎNIN Û EV XEWN Û XEYALÊN WAN JÎ WÊ LI WAN BIHERIME Û WÊ BIBE JEHR Û PÊMERIN Û WÊ DI GEWRIYA WAN ASÊ BIMÎNE.. |
|
19.09.2013 04:31 |
endazer
|
3. ji bo hdpê gotiye çepa marjînal.. û dîsa gotiye wekê min gelek kesên di nav partiyê de bertek ji bo tifaqa bi partiyên çep yên tu tesîreka wan li ser xelkê tunîne re nîşan dane.. û dîsa gotiye pkk jî wekê dewleta tirk dixwaze diyaneta xwe ava bike, û lê zêde kiriye; eger bi rastî jî dixwazin konferansa îslamê çêbikin divê ji bo konferansê hüdapar û cemaeta fethullah gülen jî werin vexwendin.. |
|
24.10.2013 03:06 |
endazer
|
4. Ne dikare ji kurdbûna xwe vegere ne dikare ji misilmantiya xwe vegere û nikare herduyan jî bigihîne hev lewra çeqlevîska dide vî alî û wî alî. |
|
24.10.2013 11:08 |
gulan
|
5. Di axaftfinên wî yên van rojan de çend gotinÊn tewş hebin jî, Kî çi dibêje bila bêje, kêfa min ji vî camêrî re tê. |
|
24.10.2013 13:52 |
tolazek
|
6. siyasetmedarê ku aniha li ser cnn turkê diaxive. axaftina xwe de dema behsa pêwistiya ji dolê rakirina "dewletên paralel" dikir, navê kckê jî hilda. û got divê hemû dewletên paralel werin rakirin. |
|
01.01.2014 22:07 |
simurg56
|
7. mirovekî bi qedr û qîmet û heftgurçik e. |
|
01.01.2014 22:13 |
ceso
|
8. siyasetmedarê ku şûna bêje bila kck jî ji holê bê rakirin, bila ew bi xwe, xwe ji holê rake. |
|
01.01.2014 22:13 |
brusk56
|
9. xweşsiyasetmedareke kurd e.. ji ber ku zane saziya ku wek kck tê zanîn ji bo ku sazî Û şaredariyên kurd têxe di bin dest û kontrola dewleta tirk de ji aliyê mit yanî teşkîlata îstîxbarata tirk ve hatiye damezrandin, dixwaze kck jî ligel dewleta paralel ya cemaeta fethullah gülen were tesfîyekirin.. |
|
01.01.2014 22:30 |
endazer
|
10. kifş e ku li ser kurmancî dişixule, li gorî berê kurmanciya xwe gelekî bipêş xistiye.. di bernemeya bûyera îro de bi kurmanciyeke sivik û hêsan û herikbar derd û merema xwe der birriye.. û ji bo öcalan û helwesta wî ya li hemberî pratîk û siyaseta hikûmeta pdw-ê û serokê hikûmetê recep tayyip erdoğan gotiye: ''Divê em rewşa Ocalan fam bikin, ew girtî ye û tenê yek kilîta wî heye û ew jî di destê Erdogan de ye, ji ber vê yekê ew nikare li dijî hikûmet û Erdogan biaxife” |
|
24.01.2014 00:11 |
endazer
|
11. siyasetmedar e, lêkolîner e, nivîskar e, dîrokzan e, nîqaşker e û 'şehîr çoçuxî'ye (gedê bajêr*) xweş û resen dipeyive gava ku bi tirkî dipeyive- jixwe tim bi tirkî dipeyive- dikare hemû kurdên ku piçikek jî kurdbûn têde hebe bike li bin bandora xwe bêriya ku bibe parlamenter jixwe dihat nasîn her gav derdiket bernameyên siyasiyê û niqaşên xwe piçikek bi profesyonel piçikek jî devokî yanî bi awayekî zimanê xelk dipeyivî û qerrase dikirin kesên ku di dijî wî neyartiyê kurdan dikin de ji ber vê yekê kêfa miletê jê re dihat heta li vir pirsgirêk tune ye lê çareseriya ku ew difikire ne çareseriyeke kurdistanî ye ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya bi navê pirsgirêka kurd xwendibû jixwe pirrî tiştên wî ne li gorî min bû ne jî li gorî berjewendiya kurdistanê bû bi çavekî umetxwaz û capîtalîst nêzê pirsgirêkê dibûn wek mînak di cihekî de gotibû 'di vê sedsalê de êdî girîngiya fransizî jî hama bibêje nemaye di hemberê îngîlîzî de têk diçe dem dema entegrasyon û globalîzmê ye lewma zimanê kurdî pirr girîng nîn e êdî gava ku bi zimanê zikmakî perwerdehî bên dayîn jî ji bo ku kurd jî ji dinê îzole nebin divê tirkî jî her dem bizanibin' sedî sed nayê bîra min lê kêm zêde wisa digotin.. yanî camêr dixwaze bibêje çi? dibêje ku kurdiya xwe jî hîn bibin lê zimanê we yê entelektuelî bila her tim bi tirkî be her gav di bin siya tirkiyê de bêhna xwe bidin.. na loo!!! hadê em bibêjin ku globalîzm heye û zimanekî bi tena serê xwe besî kes û civatê nake, wê demê çima bi tirkî? wê demê ez jî herim îngîlîzî hîn bibim qene mineta me ji hev tune ye.. girîngbûna zimên, girêdayî zimên nîn e. ew neteweya ku ji xwe re zimanekî bijartiye çi qas bi pêş be zimanê wê jî ewqas girîng dibe di rojhilata navîn de kurd çiqas bi pêş bikevin ziman jî ewqas bi pêş dikeve û girîng dibe belkî ji we re piçikek xeyalî were lê eger ku ez nikaribim xwe ji globalîzmê îzole bikim ez ê ji nava globalîzmê re bi rengê xwe hewl bidim ku giraniya xwe jî pê re bibim ne wek xulam û ne jî ji neçariya xwe razî! |
|
24.01.2014 02:51 |
ferhenga şikestî
|
12. wekîlê kurd ê bi rastî jî wekîlî û temsîliyeta hesasiyet û hîsîyatên gelê kurd û gelên kurdstanê dike ye.. |
|
19.02.2014 15:17 |
endazer
|
13. li gorî nûçeyeka basnewsê, di beyaneka xwe de gotiye bdp û kcd dixwaze bal û dîqeta xelkê bixelitîne, çend kes û kûs bi ser navê kcdê bi derew û neweyiyan xelkê dikişînin kolan û meydanan, û ev saleke serok û rêveberên kcdê bi Înisiyatîfa xwe tu îş û emel nekirine |
|
03.03.2014 16:05 |
endazer
|
14. mîna barana havînê çarî di cîhê kî de derdê û rojevê li nava hevdu dixê .temam kekê min tu di daxuyaniya xweda mafdarî lê hata roja îro tu li kudere bû gelo?êdî çê û xirab cîvak li xwediyê baxê hevselê derketiye tu jî alîkarî bide û paşê jî wan pirsgirikê din jî bîne ziman.ji ber wî yekî ew gotinê wî yen dawî jidil nabînim. |
|
03.03.2014 21:34 |
newenda
|
15. sîyasetmedarê ku li çapemeniyê rexneyên tûj li ser bdpê û hdpê dike. bawer dikim ku di nav partiyê de rexneyên tûjtir jî dike. hêviya min tine ku careke din bibe namzet lê belê gelekî kêfa min jê re tê û dixwazim her û daîm di nav partiyê de bimîne. |
|
24.04.2014 19:53 |
oxir
|
16. di bdpê de dengê û rengê herî resen û serbixwe ye. ez ji samimiyeta wî bawer dikim. loma, bi ya min ger partiyek ava bike wê hinek zorê bide bdpê. heq jî dike. ew jî dike, bdp jî. |
|
24.04.2014 21:27 |
simurg56
|
17. siyasetmedarê ku ez bawer im beşdarê hdp'yê nebe. jixwe cara ewil jî ji vê projeya ehmeqane nerazî bû her gav bi lêv dikir. dema ku daxuyanî an jî gotinên wî dixwînim dilê min rehet dibe. çendîn ku bi ya wî nefikirim jî, di nava siyasetmedarên me de herî rastgo û serbixwe ew e. |
|
24.04.2014 23:47 |
ferhenga şikestî
|
18. siyasetmedarê ku bi ya min wê dev ji tevgera azadiyê bernede û tevlî hdpê bibe. ji hdpê re pêwîst e. |
|
25.04.2014 00:16 |
brusk56
|
19. ger înîsiyatîfa azadî bibe parti, dixwazim veke mirovek heja altan tan jÎ tewlÊ wÊ partiyÊ bibe. |
|
25.04.2014 00:33 |
cinorek
|
21. berê rehberiya turîstan kiriye. |
|
16.11.2014 21:24 |
simurg56
|
22. siyasetmedarê ku min digo qey piştî avabûna hdp'yê û jiholêrabûna bdp'yê dev ji vî îşî berde û neke li pey hdp'yê |
|
13.01.2015 22:55 |
ferhenga şikestî
|
23. simbêlên wî û pora wî wekê sîxên jûjî ne.. |
|
13.01.2015 23:01 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
25. min berê jî gotibû û niha jî jî dibêjin; heyfa wî bû ku li rex sirri sakikî yê ku dibêjê rêzeke bêsînor li ber ataturt û ismet inönüyî digirim, siyasetê dikir.. |
|
03.04.2015 19:23 ~19:24 |
ferhenga şikestî
|
26. dibêjin selahattin demirtaş jê re gotiye di vê hilbijartinê de em te nakin namzed.. mala wan ava, ev bûn sê hilbijartin ez di hilbijartinan de deng didim.. di her sê hilbijartinên borî de ligel hemû kêmasî û xeletî û heta belkî dilpîsiyên hdpê min dîsa digo nalel şeytên û min dengê xwe dida hdpê.. ji bo vê hilbijartinê jî dilê min li ser hdpê wasewas bû, mala wan ava bi vê biryara xwe argûmentek saxlem dan dest min ku ez dengê xwe nedim wan.. |
|
04.04.2015 09:30 |
endazer
|
27. (bnr: altan tan bahane deng nedan şahane) |
|
04.04.2015 12:46 |
nazim tolhildan
|
28. hdp xetayek mezin kiriye ku wî nekirine namzed. Ji ber ku sempatiya pirî kurdan ji ber vî zilamê şiqitîbû ser hdp. Dîsa jî ku qeza û bela dernekevin ez ê vê carê jî dengê xwe bidim hdp. Heya careke din xwedê mezin e. |
|
04.04.2015 14:24 |
ceso
|
29. wek nazim tolhildan jî gotiye ku altan tan bahane ye. |
|
04.04.2015 14:35 |
ferhenga şikestî
|
30. Dîs bihata nîşandan wê başbûna... |
|
04.04.2015 14:35 |
lalûte
|
31. altan tan bi xwe dibêje hemû axaftinên xwe dê bihêle piştî hilbijartinê, êz û hûn çima wisa bêsebr in. HDP ne ji ber oldariya wî ne jî ji ber rexnedariya wî , wî vê carê nake namzet. Na HDPê de kesên xwedî nêrînên wî dîsa pir in. |
|
04.04.2015 14:46 |
bijêrvan
|
32. yê ku beriya 5 salan dema gotibûn wê ji hdpê bibe namzetê amedê ez gelek kêfxweş bûbûm. dema min duh bihîst ku vê carê nabe namzet ji 5 sal berê kêfxweştir bûm. |
|
04.04.2015 15:07 |
brusk56
|
33. zanabûna Altan tan bixwe partîyêk e,belkî zemanêkî partîyêkê ava bike,kemasîyeke mezin çebu ji hdp re û ez vê jî bejim ez denga xwe ya dawi didime hdp. |
|
04.04.2015 15:24 |
hûteheftserî
|
34. dema altan tan hatê partîyê, beşdar bû ez pir kehfxweş bibûm. ji ber ku mirovên me pir olperestin bixwe ez jî wisa me.min di got mirovên rexneyên xwe ji hdpê ra ku dikin bi rastî kurden me digotin nizam bdp-hdp ji olê durê, devê van da navê xwedê dernakevê carekî negotine inşallah maşlallh falan bêvan.neysê min got altan tan hat mirovên me edî nikarin behane hincet bivînin ku dengên xwe nedin hdp.wisa jî bu hatina wî nav civak da xweş hat dîtin.ger ku hdp altan tan namzed nîşan nede gere em ji xwe qûna kesîda girê nedin û ji bo kurdan û kurdayetîye kîjan rê xweş be em ser wî rê ye bimeşin |
|
04.04.2015 15:39 |
quşxaneli
|
35. çi dikim çi nakim kêfa min jê re nayê. ger meriv rêvebirinê bide destê wî ew dê şerîatê bîne. mirovekÎ wisa ye. herçiqasî xwe nerm bide xuya kirin jî ez bawer dikim ku ew mirovekî wisa ye. ez qala rexneyên wî yên li hember hdpê nakim lewra li jor brusk56 xweş vegotiye. mêrik li hember partiyê ye hdp naxwaze wî bike namzetê xwe. de îja nebêjin nizanim hdp wî nekiriye namzet êdî argumenteke minî saxlem çêbû, nizanim hdp wî nake namzet loma partiyeke boş belasebep e. mêriv ji hdpê hez nake yabo, meseleyeke evqas hêsan e.. |
|
04.04.2015 16:18 |
mergehez
|
36. tew lo lo. kenê min ji rexneyan hat. |
|
04.04.2015 20:10 |
biruya hayao miyazaki
|
37. jiber ku êdî hdp ya tirkiyê girêdayî çi dozên kurdî nîn e,bi tenê kes girîng in di wê partiyê de.altan tan jî yek ji wan kesan bû ku ji bo hdpê pîçek jî bît kurdînî lê zêde dikir.anko çûyîna wi dê ji bo hdp ê bibît kêmbûna re'yan.welhasilê kelam piştî ewqas îttîfaqa hdpê bi xwe ve rît. |
|
04.04.2015 20:15 |
vêca çiyeeee
|
38. kesên ku di hefteyê de 7 roj û di rojê de 24 seatan qal û behsa demokrasî û pirhêlî û pirdengiyê dikin û serokên partiyên dî ên tirkan bi despotîzmê sucdar dikin, ji rexne, gotin û dijberiya altan tanî eciz bûne.. |
|
04.04.2015 22:41 ~22:46 |
ferhenga şikestî
|
39. - yekî derheqê wî de gotiye altan tan me wekê ker û kerîzan dibîne, esil hdp altan tan û hilbijêrên xwe yên dîndar ker û kerîz dibîne.. di hilbijartinên borî de li amedê heta belkî di nav hemû wekîlên hdpê de yê herî zêde deng standî altan tan bû.. cara ewil dewla serê altan gelek kurdên dîndar dengê xwe dan partiyeka li ser xeta pkkê û dîsa gelek kurdên dîndar yên ji berê de dengê xwe didin partiyên li ser xeta pkkê jî cara ewil bi dilxwazî û bi hemdê xwe dengê xwe dan namzedekî.. belkî sedî %80-90 hilbijêrên hdpê misilmanên sunî ne û dîndar in û ne ji ber îdeolojî û siyaseta pkk/hdp belê seb xatirê zarokên xwe yên di nav refên pkkê de bêyî ku li siyaseta hdpê bnêrin dengê xwe didin, lê ji ber ku hdp van hilbijêrên xwe wekê ker û kerîz dibîne, dibêje em kî jî deynin ber wan, dengê xwe nakin, wê dengê xwe bidinê wekê ku li kurdistanê qela namzedan rabûbe diçin ji quzzê kerê xelkê tînin dikin namzed.. |
|
05.04.2015 03:20 |
endazer
|
40. kesê ku di hilbijartina 2011an de ku min jî dengê xwe dabû, weke hatî gotin, di nav namzetên hdpê de nebûbû yekemîn. hatip dîcle jî leyla zana jî ji wî zêdetir rey standibû. |
|
05.04.2015 09:26 |
brusk56
|
41. yê ku hebûna wî tu tişt li me zêde nekir û çûyîna wî jî wê tu tiştî li me nede wenda kirin. |
|
05.04.2015 09:41 ~09:43 |
brusk56
|
42. dema ku em dibêjin bi şeref vîn û îradeya we ya azad û serbixwe nîn e, hûn hişaza û têgihîştî nîn in, ji ber van gotinan gelek sempatîzokên me yên nûgihîştî, xwe dînomîno dikin, dîn û har dibin. ji dêvla ku jargon û argumantên nû peyda bikin û me bi retorîkên xwe yên tekuz bidin ber şerman, dîsa mîna band û plaqeke xirakirî, dubare, sêbare û dehbare heman tiştên riziyayî tînin li ber însanan. êdî dilê min ji tezên we dixele. |
|
05.04.2015 11:02 ~11:07 |
ferhenga şikestî
|
43. parlamenterekbaş bû. di gûftûgoyên li tvyan de, dikariya bersiva herkesî bide û argûmanên wan wan têk bibe. ji ber vê yekê ji bo partiyê, kesek pêwist bû. hê jî pêwist e. |
|
05.04.2015 11:19 |
simurg56
|
44. Mebûsê hdpê yê ku li gor gotegotan hdpê wî dîsa kiriye namzet. Eger ku rast be ev şerê çend rojê ku di nav tirşikvanan de diqewime wê li hewa bimîne. De hadê çavê we ronî bû. Niha daxuyaniyekî resmî tune lê bi Îhtîmalek mazin rast e. Ka em ê binêrin wê çi xeber derkevin |
|
06.04.2015 22:11 ~22:12 |
ceso
|
45. li gor gotegotan û ji kesên nêzî wî wê dîsa ji hdpê bibe namzet û dijberên tevgerê û hdpê yên ku va çend roj bû xwe ji ber altan tan didirandin ka wê li ser vê çi bêjin. de hadê vêca va altan tan jî bû namzet de vêca hûn ji bavê xwe ne hûn nadin hdpê. |
|
07.04.2015 01:26 |
xendekî
|
46. Ser xêrê be. Dîsa bûye namzet tew ji amedê. ev biryar pir kêfa min anî. Ji bo hdpê dengek jî dengek e. |
|
07.04.2015 12:42 ~12:42 |
ceso
|
47. bi qasê xuya dike berxwedana piştgirên altan tan biserketiye, di vê berxwedanê de dilê hinekan ma, hinek li ber lingan çûn, lê altan tan mûyeser bû. îcar niha dema ji nû ve avakirina altan tan e. |
|
07.04.2015 12:48 |
xwînhingivîn
|
48. bi rastî altan tan kesekî hêja ye. ji ber ku di şexsiyeta xwe de kurdan temsîl dike. tiştekî cuda di navbera nêrîna gel û nêrîna wî de tune ye. ser xêrê bê. |
|
07.04.2015 13:17 |
malmirato
|
50. Ji ber ku dizane cardin bi reyên apociyan nikare (ji xwe pê yên din qet nikare) bibe wekîl serê vî kerî bikim ku ew dîsa wekî namzet bê nişandan û bibe wekîl dê rexneyên dijwartir bike. |
|
07.04.2015 13:38 |
bijêrvan
|
51. êdî tirşik li ser siyaseta kurdistanê bi tesîr e. ew tiştek xweş e. |
|
07.04.2015 18:25 |
cinorek
|
52. nîşaneya bandora tirşikê li ser siyaseta kurdistanê ye. ma ne wisa buya di deqeyên dawî de çima wê guherîneke wisa giring pêk bihata. dêmek hdp giringiyeke mezin dide reya endazer. |
|
07.04.2015 19:31 |
azadixwaz
|
53. altan abê li amedê di rêza pêncemîn de ku îhtîmala hilbijartina wî teqeze weke namzed hate nîşan dan.Yanî dema bê jî parlementerê amedê ye. |
|
08.04.2015 01:03 |
seydayê_peyvan
|
54. Mirovek kesayetiya xwe tenê bi awakî partiyek dihesibîne û wilo nîşan dide. Ango rêxistinî tevnagere û Gora serê xwe diçe . lê mirovek jêhat e.. |
|
08.04.2015 10:40 |
ozjan xwenas
|
55. aniha li ser cnn turkê diaxive. |
|
07.05.2015 22:38 |
simurg56
|
56. endamê hadepêye merivek bi şerefe. |
|
07.05.2015 23:37 ~23:38 |
shorbevan
|
57. parlementereke hdpê yê amedê. gorî şandiyeke li ser facebookê gotiye; ey tirkêji bo kurdan dibêje zuriyeta ermeniyan, wextê hhun hatîn anatoliyayê hun bê pirç û çav-kişandî(?) bun, qet we li neynikê nenêriye? ka kî zuriyeta ermeniyan e? |
|
03.09.2015 00:17 ~00:26 |
azadixwaz
|
58. (bnr: here lînkê) |
|
03.09.2015 00:19 |
shorbevan
|
59. min ne bawer e tiştekî wiha pûç bêje... |
|
03.09.2015 00:24 |
ferhenga şikestî
|
60. ê ku wextê di tirşikêde mijara wî tê vekirin li alê rastê di belki ev jî bala te bikişîninde tansu çiller derdikeve ye. ez li ser fikirim ka çi tiştên wan dişibin hev. ji xeynî "tan"ên wan lamên wan jî dişibin hev ha. tirşiko! te ez kenandim bila xwedê jî te bikenîne. |
|
03.09.2015 00:30 |
azadixwaz
|
61. wekîlê hdp'ê ye, lê carinan rê ya xwe şaş dike û mirov dibêje gelo dijî hdp'ê siyasetê dimeşîne. |
|
10.11.2015 10:40 |
nazim tolhildan
|
62. yê ku carinan gotinên berevajî dide, yên dijî hdpê an jî pkkê. |
|
10.11.2015 13:52 |
brusk56
|
64. misilmanekî muhafezekar û ji ber vê jî qurbana nakokiyên navbera îslamê û têkoşîna neteweyî |
|
10.11.2015 17:04 |
hola êzîda
|
65. li gor van nûçeyên dawî piştgirî daye weqfa ensar. di siya wî de oda tv sernûçeyeke wiha nivîsand: "hdp ensar vakfına sahip çıktı". yanê hdp ji weqfa ensarê xwedî derket. bi tevgerên xwe ve hdp'ê jî di bin tometê de dihêle. ev çend mehîn kurdistan dişewite, keç û xortên wê tên kuştin, navçe û bajarên wê tên xera kirin, bi zorê tên koç kirin. lê min hê nedît ku altan tan jî wek hevalên xwe yên wekîl çûye kurdistanê û ligel mirinê bedena xwe ji bo kurdîstanê, ji bo keç û xortên wê sîper kiriye. dîsa dibêjim, altan tan feydê zêdetir zirarê dide hdp'ê. |
|
08.04.2016 12:38 |
nazim tolhildan
|
66. wekîlê hdp'ê ê porê xwe şeh dike, taxima xwe li xwe dike û li korîdorên meclîsa tirk digere ye. carinan di televîzyonên tirkan ên herî zêde tên temaşekirin de axaftinên pir bi bandor û biheraret dike û çepikan distîne. |
|
08.04.2016 12:52 |
nazim tolhildan
|
67. van rojan dîsa dest bi rexneya partiya xwe kiriye û gotiye ger rewşa şer wisa dewam bike, pêdivî pê heye ku kurd partiyek nû ava bikin. ango dibêje hdp di vê pêvajoyê de ne kêrhatî ye. û gotiye ji ber vê yekê "hdp li ber duriyanekê ye" |
|
14.06.2016 09:38 ~09:41 |
simurg56
|
68. haya vê mêrikê ji polîtîkayên dînperestan tune ye ma her carê qala tamarên îslamê ya kurdan dike. ew jî dizane ku tiştên ew dibêje xeyal e. erê kurd misilman in, lê ev di jiyanê de tesîrî polîtîkayê nake. hema ew dixwaze xeyala xwe bike rastî, lê belê demîrtaş xweş gotiye: |
|
14.06.2016 18:27 |
biruya hayao miyazaki
|
69. Helwesta altan tan di esasê xwe de tam li gor formata fikra hdp ye. Binêrin jîyana Azad, welatek hevpar, welatek adîl, welatek ku mafê herkesê di cih de. Ev ji daxuyanîyên altan tan e. Li gor tan hdp şûna ku di nav kesên dîndar û seküler de bêalî bimîne helwesta xwe ber bi kesên seküler ve meşand, dîsa li gor tan hdp zêdetir nêzî kemalîsta, tirkên spî û çepa tirka dibu û ev yek jî dilê kurdîstanîyan û dilê dîndaran dihêla. Mînak hdp piştî hilbijartinan anketek çêkiribu da ku bizanibe ka hilbijêrên hdp kîjan fikrêne ka gelo dîndar zehf in an jî seküler zehfin ka hilbijêr kurdîstanîne an jî tirkîyeyî ne. Ka serxwebùnê dixwazin an jî xweserî, federasyon, mafên biçûk hwd. Hasilî encama anketê dîyar Bu ku zêdetirê hilbijêran dîndarin, kurdîstanîne û naxwazin şerê çekdarî berdewam bike. Lê li gor altan tan şûna ku hdp li ser gotina xwe bimîne anjî li gor hilbijêrên xwe tevbigere beravajîyê vî rewşê hdp her tim hewlda ku xwe ber çavê tirkan û kesên seküler şîrîn bike û hdp nikarî heya bo şerê çekdarî bo hendekan jî bibe asteng hetta şùna ku bibe asteng daxuyanîyên wek 'berxwedan a sur ê, berxwedan a cizîr ê' hecetek dida me'neyek dida ji bo kolana hendekan. Aha birê min gazindên altan tan ji vî Bu. Êdî herkes li Ser fikra xwe ye... |
|
14.06.2016 19:06 ~19:12 |
azad30
|
70. Altan tan ji alîkîde mafdare, hdp û akp divê biguherin madem kurmê wan ji wan naçe û hdp ulus dewleta naxwaze, kurdîstanê diavêjin çopê daxwaziya biratiya tirka dikin û ji bû vê biratiyê tên kuştin li cihê bereday filan û bêvan.. hûn tiştekî wiha dixwazin altan tan dibêje em qadroya xwe biguherînin an bihinek kesên din bidomînin/ji nûve dest pê bikin..... xuyaye dîsa dewletê û pkkê di binîde lihevkirine werhasil herdû jî bi dev û dirana jê nafilitin Altan jî dibêje divê em biguherin.... Xwedê bela me,xwe û wan tev daye |
|
14.06.2016 23:53 |
shorbevan
|
71. wekîlê kurd ku ger ne di nav hdpê de bûya, heta niha ji aliyê rêxistinê ve teqez weke xayîn hatibû îlankirin. lê ji ber ku nav partiyê de ye, kes nikare wisa bike. |
|
21.06.2016 22:31 |
simurg56
|
72. siyasetmedarê ku ne dikare di hdp'ê de bimîne û ne dikare tê de nemîne jî. ew bi xwe jî nizane ew tevî kî bibe. di nav miletê kurd de şerekî navbera îslamîst/muhafezekarî û sekûlerîzmê heye. ev şer şerê dawî ya kurda ye piştî şerê dagirkeran. Altan jî di navbera xelîlê kurd û celîlê kurd de maye. |
|
21.06.2016 23:17 |
hola êzîda
|
73. di hemû mijarande wekî Wekîlên hdpê yên din nafikire/ava wan di cihekîde naçe lê timî baş difikire |
|
22.06.2016 01:17 |
shorbevan
|
74. Mirovê ku îda hew pêjina wî tê. |
|
26.01.2020 20:17 |
gumgumok
|
75. nêrînên wî yên li ser oldaran balkêşin, |
|
08.04.2020 23:49 |
afa
|
76. siyasetmedarek îslamîst e. tu nirxek kurdistanî li gel wî nîne. Ew tenê burjuva ye, li gor berjewendîyên burjuvazîya kurd û îdeala sazkirina şerîeta îslamê siyaset dike. Li vê derê ji bo wî gelek rengdêr hatine nivîsîn mîna lêkolîner û nivîskar û nizam çi, lê ji demagogek pê ve tir ew ne tiştek e. tu berhemek wî biqîmet, kedek kurdistanî nîne. Pirtûka wî ya bi navê "kürt sorunu" min hêj di nûciwanîya xwe de xwendbû, bi zanîn û feraseta xwe ya hingê min xebata wî lewaz û beredayî dît bû. Lewra tiştên jixwe min ji mêj ve dizanî nivîsîbû û tu tehlîlên maddî-civakî nekirbû, ji xwendevan re perspektîfek pêşkêş nekirbû, helwestek dij-dagirker beyan nekirbû. |
|
09.04.2020 00:56 |
hespêsor
|
77. Derbarê vî mîjarê de wek @hespêsor difikirim.Tişta ku dixwazim lê zêdebikim ev e ku divê êdî kurd raste rast helwest û daxwazên xwe li ser cihêbûn û cudabûnê de bikin.Bi hevre jiyîn dereweke ku kurdên nezan pê bawerke ye.Belê baş e ku ev kes navdar e û tiştek baş e ku ev tişt anîne zimên.Ya baştirîn jî derbarê rastiya pkk û guhertina armanca wî de.Ji bo ku gelek kes jê hez neke jî wê veke bixwîne. |
|
09.04.2020 03:41 ~03:48 |
brzn
|
78. torî ye. |
|
07.05.2020 23:01 |
cinorek
|
79. dayîk tirk , bav kurd , bapîr ereb e. |
|
07.05.2020 23:10 |
brzn
|
80. li ser independentturkish.com dinivisîne, vî çendî ew malper li tirkiyê hatiye qedexekirin ji ber gengeşeyên bi suûdî re. vêga malper biye Here lînkê lê mixabin hê jî tenê bi alîkariya vpn ê meriv dikare têkevê. |
|
08.05.2020 00:40 ~00:41 |
afa
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |