Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 33 peyam
altan tan - tirşik
altan tan
(18) (4) (7)
di mijarê de bigere

20. berê rehberiya turîstan kiriye.



16.11.2014 21:24 | simurg56

21. siyasetmedarê ku min digo qey piştî avabûna hdp'yê û jiholêrabûna bdp'yê dev ji vî îşî berde û neke li pey hdp'yê

belkî ji ber konjonktur an jî rewşa heyî ya dijwar an jî ji ber bêgaviyê gotinên xwe daqurtand.. lê min dixwast derbasî hdp'yê nebe, piştî vê bûyerê piçek jê sar bûm..



13.01.2015 22:55 | ferhenga şikestî

22. simbêlên wî û pora wî wekê sîxên jûjî ne..

û li amedê li sîteya dicle vadisi evleri, xaniyên deşta dîcleyê, xaniyekê wî heye, projeya tesîsata gaza xwezayî ya xaniyê wî min çêkiriye, ji ber ku hingî ne li malê bû nebû nesîb em hevdu nas bikin.. di heman sîteyê de xaniyê mehmet galip ensarioğlu jî heye..




23. min berê jî gotibû û niha jî jî dibêjin; heyfa wî bû ku li rex sirri sakikî yê ku dibêjê rêzeke bêsînor li ber ataturt û ismet inönüyî digirim, siyasetê dikir..



03.04.2015 19:23 ~19:24 | ferhenga şikestî

24. dibêjin selahattin demirtaş jê re gotiye di vê hilbijartinê de em te nakin namzed.. mala wan ava, ev bûn sê hilbijartin ez di hilbijartinan de deng didim.. di her sê hilbijartinên borî de ligel hemû kêmasî û xeletî û heta belkî dilpîsiyên hdpê min dîsa digo nalel şeytên û min dengê xwe dida hdpê.. ji bo vê hilbijartinê jî dilê min li ser hdpê wasewas bû, mala wan ava bi vê biryara xwe argûmentek saxlem dan dest min ku ez dengê xwe nedim wan..



04.04.2015 09:30 | endazer

25. (bnr: altan tan bahane deng nedan şahane)



04.04.2015 12:46 | nazim tolhildan

26. hdp xetayek mezin kiriye ku wî nekirine namzed. Ji ber ku sempatiya pirî kurdan ji ber vî zilamê şiqitîbû ser hdp. Dîsa jî ku qeza û bela dernekevin ez ê vê carê jî dengê xwe bidim hdp. Heya careke din xwedê mezin e.



04.04.2015 14:24 | ceso

27. wek nazim tolhildan jî gotiye ku altan tan bahane ye.

jixwe dijberên hdp'yê jî bi kêrî pîvazan jî nayên, û ev yek ji wan re bû bahaneyeke pûç û vala...

henek kuro henek, çi kêfa we hat newsa?*



04.04.2015 14:35 | ferhenga şikestî

28. Dîs bihata nîşandan wê başbûna...



04.04.2015 14:35 | lalûte

29. altan tan bi xwe dibêje hemû axaftinên xwe dê bihêle piştî hilbijartinê, êz û hûn çima wisa bêsebr in. HDP ne ji ber oldariya wî ne jî ji ber rexnedariya wî , wî vê carê nake namzet. Na HDPê de kesên xwedî nêrînên wî dîsa pir in.



HDP, pariteyeke çepgir e, ev tekoşîn bi keda tevgera Kurd e, ew dilê xwe ji bo suniyan,asuriyan,elewiyan û partiyên din yên kurd û tirk vedike û heqê biryarê ya HDPyê.



Cara din Altan Tan bû Şerafettin Elçî bû vê carê Kardi Yıldırım e, Fevzî Bilgen e HDP ne partiya wan e tenê ji bo wan jî vekiriye ewqas.. Altan Tan jî hezar cara ev rastî gotiye.



ha altan Tan bibe endam baş e an ne baş e? ez dibêjim baş e. Lê divê 5 salan jî bê ku wekîl be xwe bide ispat kirin ku ew HDPyî ye.



04.04.2015 14:46 | bijêrvan

30. yê ku beriya 5 salan dema gotibûn wê ji hdpê bibe namzetê amedê ez gelek kêfxweş bûbûm. dema min duh bihîst ku vê carê nabe namzet ji 5 sal berê kêfxweştir bûm.



di hilbijaritinê de min reya xwe da wî. min di hilbijartina borî de 2 rey bikaranîbû. meseleyek dirêj e. ew mijara peyamek din e. min yekî li baglara amadê bikaranî ku nemzeta me nursel aydogan bû, ya din jî min li sûra amedê bikaranî ku li wê derê jî namzetê me altan tan bû. min reya xwe da van herdûyan.

wê demê min nursal xanim qet nas nedikir û dilê min jî lê germ nebûbû. 5 sal ser de derbas bûn, min dît ku weke siyasetmedarekî kêr tu tiştî nayê, ne hêjayê parlementeriyê ye lê hezar caran ji altan tan çêtir e. erê hezar caran ji altan tan çêtir e.



ez gelek dixwazim ji gelek derdorên cûda namzetên me hebin. ez ne mirovek oldar bim jî namzetên me yên oldar hebin wê gelek keyfa min pê xweş bibe. namzetiya altan tan jî beriya 5 salan bi vê fikrê pêk hatibû. lê mi di van 5 salan de dît ku altan tan hdpê weke ker û kerîzan dibîne. him bi reyên me dibe parlementer û him jî di her axaftina xwe de ji akpê zêdetir me rexne dike !

di her bernameya ku beşdar dibû, serî de digot ez ne pkkî me, tu jê bipirsî wê bêje ez ne hdpî me jî lê mêro ji ber ku "carek din" weke namzet nehatiye nîşandan dixeyide jî.

wextê bûyerên kobanê, derket li ser televîzyonan weke akpiyan hdpê rexne kir û hdpê weke berpirsyarê bûyeran nîşan da. 40 kesên ku dewlet kuştibûn, kobanêya ku hindik mabû bikeve destê dijmin ne xema wî bû. medyaya tirk dev ji 40 kesên hatî kuştin berda bû, qet behsa wan nedikir, heta êvarê behsa ew 2-3 hîzbûlşeytanên li amedê hatî kuştin dikir û hemû bûyer heçko sûncê selehattin demirtaş bû propagandayê dikir, altan tanê me derketibû digot hdp xeletî kiriye nizanim çi. yaw ew mirov e ku digot ez mhpê pîroz dikim ji ber tevgera wan a di van deman de û ez hdpê rexne dikim agir geş kiriye.

tu ji kurdistaniyên me bipirsî wê bêjin divê saziyek tenê ya dewletê nemîne li kurdistanê. wan deman, gel rabû ser xwe beriya dijmin, altan tan derket me rexne kir.



li google'ê "altan tan eleştirî" dinivîsim ev pêşniyariyên lêgerînê derdikeve pêşberê min ;

"altan tandan partisine agir eleştiri"

"altan tan bdpyi eleştirdi"

"altan tan dtkyi eleştirdi"

di nûçeyan de jî hûn dikarin bibînin, altan gotiye şaredariyên bdpê baş naşixûle û nizanim çi û çi.



heqqet çi karê vî zilamî hebû di nav bdpê de 5 sal in ? û ya giringtir, ev zilam çi dixwaze bike 5 sal din di nav hdpê de ?



ger vê carê dîsa namzet nîşan bidana ew ê tam kerîtî bûya û ez ê gelek pê xemgîn bûma. lê elbet min ê dîsa reya xwe bidayê. mirovê ku di nav partiyekê de siyasetê dike divê hinek berjewendiyên partiya xwe bifikire. tu derkevî li ser televîzyonana weke parlementerekî hdpê, her û her hdpê rexne bikî, qusîra me nenêre cihê te tune ye di vê partiyê de..



04.04.2015 15:07 | brusk56

31. zanabûna Altan tan bixwe partîyêk e,belkî zemanêkî partîyêkê ava bike,kemasîyeke mezin çebu ji hdp re û ez vê jî bejim ez denga xwe ya dawi didime hdp.



04.04.2015 15:24 | hûteheftserî

32. dema altan tan hatê partîyê, beşdar bû ez pir kehfxweş bibûm. ji ber ku mirovên me pir olperestin bixwe ez jî wisa me.min di got mirovên rexneyên xwe ji hdpê ra ku dikin bi rastî kurden me digotin nizam bdp-hdp ji olê durê, devê van da navê xwedê dernakevê carekî negotine inşallah maşlallh falan bêvan.neysê min got altan tan hat mirovên me edî nikarin behane hincet bivînin ku dengên xwe nedin hdp.wisa jî bu hatina wî nav civak da xweş hat dîtin.ger ku hdp altan tan namzed nîşan nede gere em ji xwe qûna kesîda girê nedin û ji bo kurdan û kurdayetîye kîjan rê xweş be em ser wî rê ye bimeşin



04.04.2015 15:39 | quşxaneli

33. çi dikim çi nakim kêfa min jê re nayê. ger meriv rêvebirinê bide destê wî ew dê şerîatê bîne. mirovekÎ wisa ye. herçiqasî xwe nerm bide xuya kirin jî ez bawer dikim ku ew mirovekî wisa ye. ez qala rexneyên wî yên li hember hdpê nakim lewra li jor brusk56 xweş vegotiye. mêrik li hember partiyê ye hdp naxwaze wî bike namzetê xwe. de îja nebêjin nizanim hdp wî nekiriye namzet êdî argumenteke minî saxlem çêbû, nizanim hdp wî nake namzet loma partiyeke boş belasebep e. mêriv ji hdpê hez nake yabo, meseleyeke evqas hêsan e..



04.04.2015 16:18 | mergehez

34. tew lo lo. kenê min ji rexneyan hat.

ji bo partiyeke yê herî girîng divê ne grêdeyaî kesan be. ji wê girîngtir doza wê û tevgera wê ya dîrokî ye. altan tan çû, wê yekî din were. bes.

çi hewceyî gengeşîkirinê. divê me re kesê ku wê were kî ye û karaktera wê/wî çawa ye, bizanibin û wê demê bi muqayeseyî altan tan bike û rexneyên dîtir bikin.



04.04.2015 20:10 | biruya hayao miyazaki

35. jiber ku êdî hdp ya tirkiyê girêdayî çi dozên kurdî nîn e,bi tenê kes girîng in di wê partiyê de.altan tan jî yek ji wan kesan bû ku ji bo hdpê pîçek jî bît kurdînî lê zêde dikir.anko çûyîna wi dê ji bo hdp ê bibît kêmbûna re'yan.welhasilê kelam piştî ewqas îttîfaqa hdpê bi xwe ve rît.



04.04.2015 20:15 | vêca çiyeeee

36. kesên ku di hefteyê de 7 roj û di rojê de 24 seatan qal û behsa demokrasî û pirhêlî û pirdengiyê dikin û serokên partiyên dî ên tirkan bi despotîzmê sucdar dikin, ji rexne, gotin û dijberiya altan tanî eciz bûne..

dema ku feraseta marivî ne berfireh be rewşên sosret ên wehareng jî li marivî diqewimin..

heke rê û mebesta marivî azadiya kurd û kurdistanê be, mariv nakeve li dû tiştên erzan û pûç û piçuk ango divê mariv bi vê asoyê li vê meseleyê binihêre; gelo altan tan jidil e? gelo altan tan girêdayî nirxên gelê xwe ye? gelo altan tan ji siyasetê fêm dike? gelo altan tan li hemberê hessasiyetên gelê xwe serwext e? gelo hebûna altan tan ji bo azadiya vî gelî kêrhatî ye? ez bi dilekî rehet û bi hêşekî maqul dikarim ji bo van pirsan bi derbekê de bêjim erê, erê, erê!

nexwe problem çi ye?

problem ew çepgirên tirk ên ku piştevaniya hdpyê dikin, ji altan tanî eciz in.

ji ber ku weka aysel tuğluk tucar negotiye ataturk bo me motîfekî xelasker ê gelen bindest e

ji ber ku weka hasîp kaplan tucar negotiye di derbarê îslamê de ramana me û artêşa tirk wek hev e

ji ber ku weka sirri sakik tucar negotiye ataturk û inönü mirovên rêzdar in û ez rêzeke bêserûber li ber wan digirim..

erê, hemî mesele ev e..



04.04.2015 22:41 ~22:46 | ferhenga şikestî

37. - yekî derheqê wî de gotiye altan tan me wekê ker û kerîzan dibîne, esil hdp altan tan û hilbijêrên xwe yên dîndar ker û kerîz dibîne.. di hilbijartinên borî de li amedê heta belkî di nav hemû wekîlên hdpê de yê herî zêde deng standî altan tan bû.. cara ewil dewla serê altan gelek kurdên dîndar dengê xwe dan partiyeka li ser xeta pkkê û dîsa gelek kurdên dîndar yên ji berê de dengê xwe didin partiyên li ser xeta pkkê jî cara ewil bi dilxwazî û bi hemdê xwe dengê xwe dan namzedekî.. belkî sedî %80-90 hilbijêrên hdpê misilmanên sunî ne û dîndar in û ne ji ber îdeolojî û siyaseta pkk/hdp belê seb xatirê zarokên xwe yên di nav refên pkkê de bêyî ku li siyaseta hdpê bnêrin dengê xwe didin, lê ji ber ku hdp van hilbijêrên xwe wekê ker û kerîz dibîne, dibêje em kî jî deynin ber wan, dengê xwe nakin, wê dengê xwe bidinê wekê ku li kurdistanê qela namzedan rabûbe diçin ji quzzê kerê xelkê tînin dikin namzed..

- rast e altan tan ne pkkî ye û tu carî jî min ne bihîstiye gotiye ez pkkî me, ez jî ne pkkî me, ji xwe dema hdpê teklîfa wekîliyê jê re birî jî ne pkkî bû û di hemû axaftinên xwe de xwe ji pkkê berrî dikir.. çawa niha dengîr mîr mehmet firat dibêje ez ne pkkyî me û ne jî hdpyî me lê ji ber ku ez pêwist dibînim hdp bide ser benda hilbijartinan ez jê bûme namzed.. ewî jî ji bo ku hdp bikaribe li meclîsê komekî ava bike ku hingî eger xelet neyê bîra min şert 20 kes wekîl bûn, ligel şerafettin elçi çend kesên din ên ne pkkyî namzediya xwe danî..

- altan tan li kû cihê xwudê siyaset kiribe, tişta rast zanî gotiye, tu tişt ji xwe texsîr nekiriye, milli selamet, saadet, hadep û niha jî hdp.. ji bo hinek mûrîdên ku îradeya xwe dane dest serokên xwe ev tişteke nedîtî ye, ji ber wê heyîrî dimînin.. ji xwe tişta ku li cem altan tan, xelkê hejê dikir, ew bû ku li kû cihê xwudê kêmasî û an şaşiyek dîtibiya digot, ji ber vê tebîeta wî apo jî tê de kesî nediwêrî bela xwe lê bide, ji bo nimûne dema osman baydemir, şaredarê amedê bû, demekî gotibû, modeya çekan rabûye, divê em meseleyên xwe êdî bi siyasetê safî bikin, ocalan di hevdîtina xwe ya heftane de ji bo baydemir gotibû, ew ''cîgulî'' xwe çi dihesibîne, li amedê ciwanên wisa hene ku dikarin devê wî biçirrînin.. piştî van gotinên wî baydemir nekarî tiştekî bêje, serê xwe kir di ber xwe de, carekî dî jî ji xwe pêjneke muxalîf jê derneket.. lê ligel hemû rexneyên altan tan, tu kesî nediwêrî dengê xwe lê bilind bike an bela xwe lê bide.. axirê ji ber vê taybetiya wî ya rastbêj ango ''dobra'' xelkê hejê dikir û qîmet didayê..

- erê rast e şerîetxwaz e, herkesekê ku bawerî bi muhemmed pêxember û bi quranê anîbe mecbûr e yanî li ser ferz e ku şerîetxwaz be, şerîet ew hiquq e ku xwudê di quranê de ji bo mirov jiyana xwe ya şexsî û ya civakî pê durist bike bi riya quranê û hedîsên pêxember nazil kiriye.. nifşên nû yên meyla wan li ser pkk û hizbên din ên sekûler ve ew qasî ji rastî û realîteyên bav û bavpîrên xwe dûr ketine, dema diçin bajarekê tirka û vedigerin mala xwe li kolanekî tenûrekî bibînin, devê xwe beş dikin û dibêjin ev çi ye? dêûbavê wî/wê rojê 5 dana nimêj dikin, lê tu ji wan bipirsî fatheyê ji ber nizanin.. diya wan pêçayî ye, lê dema keçikekî pêçayî dibînin mehdê xwe tirş û tehl dikin. dema navê şerîetê seh dikin dibêjin qey rojê bîst û çar saetan destê xelkê jê dikin, xelkê didin ber kuç û keviran, diricimînin..

- hinekan jî gotiye altan tane nebe, şûna wî çend kesên din ên wekê huda kaya, ayhan bilgen û kadri yıldırım hene.. li ber dilê min tu qedr û qîmetekê wan nîne, gava dî min li twittera kadri yıldırım nêrî camêr çawa twitter vekiriye, gotineka öcalan twîtandiye, huda kaya ji xwe nanê sêlê ye, duh ulkucû bÛ, îro hdp û xwudê zane siba wê bi kî re derkeve? piştî ku hdpê di vê hilbijartinê de bi ser navê bûna partiyeka tirkiyeyê ew qas kesên çepgir û marjînal ku tu hemÛya deynî ser hev ne ji tirkan û ne jî kurdan têra wekîlekî nikarin deng bistînin, kir wekîl gelek kes ên wekê min ligel acizî û nerihetiya xwe ya ji vê sitaseta şaş ya hdpê seb xatirê altan tan xwe radigirt, dîsa me gelekan digo tişt nabe em ê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin hdpê, dirêj nekim altan tan partî konsolîde dikir, balansa serê partiyê yê îdeolojîk û gewdeyê partiyê yê edetî li hev dianî..

- di nav hdpê de ez bawer nakim yekî bi qasê altan tan demokrat hebe, sırrı süreyya önder bi xwe di bernameyka tvyê de wiha dibêje.. di meseleya wênenegirtina ligel komeka lgbtî de jî ji vir heta cem xwudê mafdar e, ya yekê tu kes ne mecbûr e bi tu kesî re wêne bigire, û ya didoyê jî hilbijêr û hejêkerên altan tan hemû jî dîndar in û tiştekî wiha ji altan tan qebûl nakin..

-- em bînin ser hev, ji ber ku altan tan yekî dîndar e û ne mûrîd e, tişta rast zane dibêje, hinek mûrîd çavê xwe jê bar nakin, ew dibêjin me çawa îradeya xwe dabe dest divê ew jî wekê me îradeya xwe bide dest..

-- û dawiyê vê bêjim ew kirasê ku berî sed salan kemalîstan ji kêfa dilê xwe re fesilandibû û bi darê zorê li xelkê dikir çawa jê negirt, çawa dema ew darê zor û zilmê biçekî sist bû xelk cihde hatin cihê xwe û ev pêncî sal in kemalîst rûyê desthilatdariyê nabînin.. ew kirasê ku evdoîstan fesilandiye jî jê nagire, xelk kengî keysa xwe jê bîne, wê wî kirasî piçûparî bike.. ev tewecûha li cem xelkê ya ji bo altan tan jî nimûneyên vê meyl û daxwazê ne.. li hêviyê bin!



05.04.2015 03:20 | endazer

38. kesê ku di hilbijartina 2011an de ku min jî dengê xwe dabû, weke hatî gotin, di nav namzetên hdpê de nebûbû yekemîn. hatip dîcle jî leyla zana jî ji wî zêdetir rey standibû.



(bnr: ji quna xwe derxistin)



05.04.2015 09:26 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
belki ev jî bala te bikişînin
» altan tan
» tango med

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî