Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
altan tan - tirşik
altan tan
(18) (4) (7)
di mijarê de bigere

39. yê ku hebûna wî tu tişt li me zêde nekir û çûyîna wî jî wê tu tiştî li me nede wenda kirin.

tenê wê ji bo hinek dijberên hdpê ku ji bo wan her tişt hêcetek e ji bo dijberiyê, melzemeyek derkeve ew qas.

yaw hinek jî derketine dibêjin pirdengî, demokrasî nizanim çi. çi qas komîk in yaw. dema mesele bibe dijberî mirov aqlê xwe wenda dikin. bı ser navê pirdengî û demokrasiyê kî kesên ne ji xwe ji xwe re dike rêvebir û namzet. ka here ji mhpê re bêje ez kurdek welatparêz im min jî bikin parlementer bila pirdengî çêbe. nexwe çima partî hene ? û hemû ji hev cûda ne ?

nexwe em herin mehmet metiner jî bikin parlementer. ê ma demokrasî ye divê ew jî bikare rexneyan li hdpê bike newsa ? wele mehmet metiner ji altan tan hindiktir hdpê rexne dike. ew zêdetir heq dike bibe hdpî.

yekî jî derketiye gotiye apo û hdp newîre di derbarê altan tan de biaxive tiştekî jê re bêje.

hahahah * erê erê tu profesorê siyasetê yî.

di her dema ku partiya te ket tengasiyê de, derkeve li ser televîzyonên dijmin, partiya xwe "bifroşe" paşê were bêje ka namzetî. na bavê min na. em te naxwazin.



05.04.2015 09:41 ~09:43 | brusk56

40. dema ku em dibêjin bi şeref vîn û îradeya we ya azad û serbixwe nîn e, hûn hişaza û têgihîştî nîn in, ji ber van gotinan gelek sempatîzokên me yên nûgihîştî, xwe dînomîno dikin, dîn û har dibin. ji dêvla ku jargon û argumantên nû peyda bikin û me bi retorîkên xwe yên tekuz bidin ber şerman, dîsa mîna band û plaqeke xirakirî, dubare, sêbare û dehbare heman tiştên riziyayî tînin li ber însanan. êdî dilê min ji tezên we dixele.

camêr mîna zarokekî pazdeh salî radibe û dibêjê 'here ji mhpê re bêje ez kurdek welatparêz im min jî bikin parlementer bila pirdengî çêbe. nexwe çima partî hene ? û hemû ji hev cûda ne ?

nexwe em herin mehmet metiner jî bikin parlementer' falan û bêvan..

(bnr: tir li kû das li kû)

dema ku apo pesna altan tan dabû, kes newêribû jê re tiştekî bigota. ez vêya meraq dikim, gelo siberoj apo derkeve û bêje oxlim hûn ji min fêm nakin, hûn çi gû ne ku altan tanî nakin berendam? we ji kê destûr girtiye? cihda wî bikin berendamê hdpyê!, gelo partî wê çi bike û sempatîzokên me yên dilnazik, mêjîsivik wê çi bêjin? erê walle hûn ji wî tiştekî fêm nakin lê hûn ji tiştekî jî fêm nakin..

kesên ku dibêjin zirara altan tanî ji bo partiyê çêbûye û mehmet metîner jê çêtir e, bila ji kerema xwe re çend mînakên sexlem di vir de rêz bikin, da ku ez pê qanih bim, yeqîn bikim..

min tucar baweriya xwe bi demokrasiya temsîlî re neaniye, demokrasiya bi vî şeklî bi tenê xapandin e, lê hdp û kesên ku bawerî bi hdp'yê tînin her gav qala girîngiya demokrasiyê dikin lewma ez dibêjim ma we di kû derê de rêya xwe şaş kirin? aqilmendekî jî mhp û hdpyê dayiye berhev, jixwe ez jî behsa vêya dikim* tu ferqa hdp û mhp'yê nîn e, wa ye tirşikvan bixwe jî bêhemdê xwe îtiraf kir*

qenebî mhp nabêje, em pirrdeng in, pirhêl in azadixwaz in, quzzulqurt in falan, we peyva demokrasiyê di devê xwe de kiriye bênîşt babam..



05.04.2015 11:02 ~11:07 | ferhenga şikestî

41. parlamenterekbaş bû. di gûftûgoyên li tvyan de, dikariya bersiva herkesî bide û argûmanên wan wan têk bibe. ji ber vê yekê ji bo partiyê, kesek pêwist bû. hê jî pêwist e.

erê gelek caran rexneyan li partiya xwe kiriye. lê ma gelo çi zerara vê yekê heye? ma wê mirovên xwediyê kîjan baweriyê bibêjin "aha altan tan hdpê rexne dike nexwe em deng nedinê"?? na kes wisa nebêje. wê yên oldar bibêjin, erê hdp wisa ye lê binêrin altan tan bixwe, li gel rexneyên xwe dîsa jî di partiyê de ye. nexwe em ê jî wisa bikin.

ma wê kîjan hilbijêrê hdpê yê çepgir bibêje "ji ber altan tan em deng nadin hdpê"? kes nabêje.



rewşa wî piçekî dişibe ya bulent arinç: hêvî dide muxalefata nacxweyî lê nahêle ev hêvî bibe serhildan û parçebûn.



di mesela çalakiyên kobanê de, jixwe selahattin demirtaş ji hemû partiya xwe dilsar bibû û gotibû baş li min xwedî derneketin. yanî ev ne tenê kêmasî/xeletiya altan tan bû.



dawiya dawîn, hebûna wî gelek tiştan li partiyê zêde kir. lê heta ku nebe abdullatif şener û îdrîs balê me; çûna wî nabe sedema kêmbûna dengan.



05.04.2015 11:19 | simurg56

42. Mebûsê hdpê yê ku li gor gotegotan hdpê wî dîsa kiriye namzet. Eger ku rast be ev şerê çend rojê ku di nav tirşikvanan de diqewime wê li hewa bimîne. De hadê çavê we ronî bû. Niha daxuyaniyekî resmî tune lê bi Îhtîmalek mazin rast e. Ka em ê binêrin wê çi xeber derkevin

Here lînkê



06.04.2015 22:11 ~22:12 | ceso

43. li gor gotegotan û ji kesên nêzî wî wê dîsa ji hdpê bibe namzet û dijberên tevgerê û hdpê yên ku va çend roj bû xwe ji ber altan tan didirandin ka wê li ser vê çi bêjin. de hadê vêca va altan tan jî bû namzet de vêca hûn ji bavê xwe ne hûn nadin hdpê.

Û tişteke din digotin altan tan ji kotaya îslamê ye, ew ji ber îslamî ye jê derxistine filan bêvan xeberek ji bo wê ji kotaya îslamê vê carê ne yek 5 heta 6 kes hene, altan tan, huda kaya, miftûyê berê yê Amedê, ayhan bîlgen...



07.04.2015 01:26 | xendekî

44. Ser xêrê be. Dîsa bûye namzet tew ji amedê. ev biryar pir kêfa min anî. Ji bo hdpê dengek jî dengek e.

Here lînkê



07.04.2015 12:42 ~12:42 | ceso

45. bi qasê xuya dike berxwedana piştgirên altan tan biserketiye, di vê berxwedanê de dilê hinekan ma, hinek li ber lingan çûn, lê altan tan mûyeser bû. îcar niha dema ji nû ve avakirina altan tan e.



07.04.2015 12:48 | xwînhingivîn

46. bi rastî altan tan kesekî hêja ye. ji ber ku di şexsiyeta xwe de kurdan temsîl dike. tiştekî cuda di navbera nêrîna gel û nêrîna wî de tune ye. ser xêrê bê.



07.04.2015 13:17 | malmirato

47. Ji ber ku dizane cardin bi reyên apociyan nikare (ji xwe pê yên din qet nikare) bibe wekîl serê vî kerî bikim ku ew dîsa wekî namzet bê nişandan û bibe wekîl dê rexneyên dijwartir bike.



Di nava HDPê de cî digire û dibêje HDP zêde girîngiyê dide çepgiran. Malnemîrat ma HDP ne çepgir e tu çi jê dixwazî. Oldaran deriyê xwe vekiriye tu hîna jî newekirî yî.



07.04.2015 13:38 | bijêrvan

48. êdî tirşik li ser siyaseta kurdistanê bi tesîr e. ew tiştek xweş e.

we dit rexne kirin çi tiştek sazkarî ye. bona rehetsiziya ku ez sebep bûm bebexşîn. ta vaxtê diger rexne tûne ye.



07.04.2015 18:25 | cinorek

49. nîşaneya bandora tirşikê li ser siyaseta kurdistanê ye. ma ne wisa buya di deqeyên dawî de çima wê guherîneke wisa giring pêk bihata. dêmek hdp giringiyeke mezin dide reya endazer.



07.04.2015 19:31 | azadixwaz

50. altan abê li amedê di rêza pêncemîn de ku îhtîmala hilbijartina wî teqeze weke namzed hate nîşan dan.Yanî dema bê jî parlementerê amedê ye.



08.04.2015 01:03 | seydayê_peyvan

51. Mirovek kesayetiya xwe tenê bi awakî partiyek dihesibîne û wilo nîşan dide. Ango rêxistinî tevnagere û Gora serê xwe diçe . lê mirovek jêhat e..



08.04.2015 10:40 | ozjan xwenas

52. aniha li ser cnn turkê diaxive.

di meseleya rakirina wezareta diyanetê de piştgirî dide partiya xwe û bi zimaneke gelek vekirî diyar kir ku girêdana olê ya bi dewletê ve li gorî her çar mezhebên mezin jî heram e û nabe ku tiştek wisa hebe. bi mînakên dîrokî jî vê yekê pesend kir.

di ser de jî kovarek berî 22 salan derxist û nîşan da ku tê de nivîsên wî jî hebûn lê ya herî girîng tê de nivîsên mehmet metiner û yalçın akdoğan yên di derbarê rakirina diyanetê de, hebûn.



vê jî têrê nekir, gef li diyanetê û tevahiya akpê kir ku hemû bi hev re werin û kîjan qenala televîzyonê bixwazin li ser wê televîzyonê, bi wî re vê meseleyê gûftûgo bikin.



aha tam jî ji ber vê yekê pêwist e ev zilam ji hdpê neçe.



07.05.2015 22:38 | simurg56

53. endamê hadepêye merivek bi şerefe.





not: entry yek dinjî zêde bû malla xwedê hezar car ava







07.05.2015 23:37 ~23:38 | shorbevan

54. parlementereke hdpê yê amedê. gorî şandiyeke li ser facebookê gotiye; ey tirkêji bo kurdan dibêje zuriyeta ermeniyan, wextê hhun hatîn anatoliyayê hun bê pirç û çav-kişandî(?) bun, qet we li neynikê nenêriye? ka kî zuriyeta ermeniyan e?



jêrenot: ez zêde jê ne bawer im ku tişteke wisa gotibe, û min li dereke din nedît.



03.09.2015 00:17 ~00:26 | azadixwaz

55. (bnr: here lînkê)



03.09.2015 00:19 | shorbevan

56. min ne bawer e tiştekî wiha pûç bêje...

sosyal medya bi taybetî facebook cihê manîpulasyon û dezenformasyonê ye gelek şair hene ku gotinên ne aîdî wan weka ku yên wan bin tên parvekirin kes jî zehmet nake û lênakole bê ka bingeha wê heye yan na..

xwudê hîfza mêrê ji trollan bike



03.09.2015 00:24 | ferhenga şikestî

57. ê ku wextê di tirşikêde mijara wî tê vekirin li alê rastê di belki ev jî bala te bikişîninde tansu çiller derdikeve ye. ez li ser fikirim ka çi tiştên wan dişibin hev. ji xeynî "tan"ên wan lamên wan jî dişibin hev ha. tirşiko! te ez kenandim bila xwedê jî te bikenîne.



03.09.2015 00:30 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» altan tan
» tangerine stoned

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî