Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurdên twitterê - tirşik
kurdên twitterê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew cure kurdên 'ecêb in ku divê tezên akademîk li ser wan bên nivîsîn. hev bi xayîntiyê sûcdar dikin, partîcîtiyê dikin, hizb û terîqet ji hev cuda kirine. hema bêje ji sibê heta êvarê bi tirkî dinivîsin, xwe tiştek (entelektuel) dihesibînin (çu guyekî jî nizanin) û zimanê wan pirr dirêj e.



10.01.2015 19:54 | terkexem

2. sebebek ji wan sebeban e ku min ji ber hemû hesabên xwe yên sosyal medyayê girtin..




3. ji kurdên facebookê jî ecêbtir in..

jixwe min sê hefte berê faceya xwe ji kokê jê biribû, mi go qemebî twitterek vekim dibe ku bêhna min a teng pê vebe lê ev çi ye gidîî wek erol şaybak gotî herkes behsa xwe dike. mi go qardaşim ne hewce ye û min hesabê xwe yê twitterê jî jê bir!

mirovên normal nikarin têde bihewin, ji ber ku xwestina şopînêr û heyranokan bi genetîka marivan re dilîze, kurdên ku ji siharê heya êvarê, ji şevê heta şefeqê li ser twitterê çalak in, di ruhiyeta wan de problem heye, te dî, dibên qey niha hemû dinya li wan guhdar in, bi vê hêviyê hetka xwe dibin û di encamê de ecêbiyeke sosret li wan hasil dibe, dikevin trîban..



10.01.2015 20:20 | ferhenga şikestî

4. Bi rastî axlebe bi Tirkî parvekirine dikin.Le kese Kurdî nivîs jî gelek hene.Yek ji wan ezim.Hêvî ewe ku hemû bi Kurdî tweeta biavejin.Le ew kombûna wa jî başê.

(bnr: di şoreşedê rola twîtterê)

(bnr: di çalakîyande rola twîtterê)

(bnr: bihara ereb an)



10.01.2015 23:24 | hûteheftserî

5. Kesanê ke her çî girêdanê sîyaset ra.



Bielaqe, bêelaqe, qetelaqe her çîyêk de behs anê ser o sîyaset, ajitasyon filan û bêvan. rojêk de pancas û panc twît nusenê, pancas heb sîyasî panc heb zî helbestê eşqî yan zî cumleyê entlektuel (ê wina hesibnenê) ê.



Gelêk şikir ke ez înan ra nîya. Verên cû mi roja taybetane de nuştêne, la belê nika mi aye ra zî fek tira verada.



11.01.2015 02:41 | endazyar

6. kurdên ku tirkî dinivîsîne ye.. Mixabin ji xeynî çend kesan ên kurdînivîs gelek kêm in. her ku ez di twitterê de neçalak bim jî tiştê min dîtiye ev e.

min tenê tirşikvanekî twitterê dîtiye ku navê wî nelazim, ew jî tirkî dinivîse.



11.01.2015 13:24 | berxweda

7. ji xêncî çend kesên meqûl tev aqil avêtine, bi taybet jî di van rojên karantînayê de. çi cemiyeteke bi zirar e wî wî wîîî!..



28.05.2020 01:48 | tizbîkêş

8. ne tenê twitter li hemû medyayên civakî kurd xwe dihetikînin .
vîdyoyên sosret , kurmancîya şûnşerm ..
tiştên tiktokê tew tew mala minê .



28.05.2020 02:09 | shwinsherm

9. Erê rast e, wek ku li jor jî nivîsandine gelek caran kurd digrine qirka hev
-ji dijmênên xwe jî bêhtir bihev re şer dikin gelek caran
-gelek caran jî şoreşan dikin (ma şoreş li ser tora civakî çawa çê dibê êdî nizanim * )
-Car caran jî çend kesên ku ji şikeftên facebookê nû derketine, vê derê jî diherêmênin
-an jî çend qeşmerên popîlîst, ji bo egoya xwe ji dev ji qeşmertiyan jî naberdin (bnr:mîna no context kurd û mevzu kürtlere)

lê ji aliyekî jî baş e.
mînak ez bi xwe li ser twîttirê nivîsandina kurdî hîn bûm *
her wekî din jî gelek rupelên hêja jî têd hene (kovar,hunermend, çalakvanên ziman û çanda kurdî fln)



28.05.2020 15:51 ~15:52 | merwano

10. 'Eletewşên wir jî zêde bûne. lê ne wek instagramê. nizanim kurdên facebookê çi dikin?



29.05.2020 14:35 | xwelî li ser

11. Êdî dilê min ji wan hev dikeve. Gelemperî Bi tirkî pesna kurdî didin. Bi tirkî tagên qala Kurdan dikin vedikin. Ev çi nakokîyek e.



22.06.2020 19:44 ~19:45 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku peyva tirkê wekê biçûkdîtinê dibînin û loma dibêjin turk
» twitterê kurdmancî

Kategoriyên mijarê:: jiyan teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî