Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
furûx feroxzad - tirşik
furûx feroxzad
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskara persî(faris) ye. li tehranê ji dayik bûye û di 32 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye. li gorî nivîskar Muhsîn Ozdemîrî dibêje ew nivîskareke ku bi zimanê jinan nivîsiye. Di nivîskariya kurdî de yê ku bi zimanê jinan nivîsiye gulîzerê heye ku li gorî min serkêşiya wê dike.



Min heta niha tu pirtûkên wê furûx feroxzadê nexwendine. heke tirşik xelatan bişînê ku spasdarê wan û weşanxaneya ronahîyê me dê ez ê jî bibim xwînereke wê *



11.01.2015 13:43 | berxweda

2. Helbestvana jin a herî payebilind a wêjeya farisî ye. Di demek wilê de bi helbesta hemû tabuyên li hember nivîskariya jinan a li îranê şoreşek pêk aniye. Helbestên ji aliyê wergêrê qedirbilind ê kurmancî muhsîn ozdemîr ve bi navê furûx feroxzad hemû berhem ji weşanxaneya ronahî par derket.



11.01.2015 13:57 | xendekî

3. furûx dema derhêner îbrahîm gulîstan nas dike fîlmek di derbara nexweşîna kotî (bnr: cüzzam) dikşîne .navê vî fîlmî ''xanî reş e'' lîstikvanên vî jî ê ku bi vî nexweşînê ketine pêk tê.fîlmeke sihêm e !



(bnr: +18)

(lînk:

)



11.08.2015 14:59 ~2015.08.12 11:45 | kurêpîrê

4. nivîseke piçûk derbarê jiyana wê de:
Here lînkê



06.10.2016 13:50 | nazim tolhildan

5. parçeyek ji helbesteke wê:

...
dibe ku jiyan
kolaneke dirêj be, ya ku her roj jinek bi zembîlekî
tê re derbas dibe
dibe ku jiyan werîsek be, ku mêrek bi wî, xwe bi şax ve dadileqîne
dibe ku jiyan sebiyek be ku ji dibistanê vedigere
dibe ku jiyan vêxistina cigareyekê be, di navbera rehaweta du hevhembêzan de
yan jî derbazbûna segêj a rêborekî be
ku kum ji serê xwe diavêje
û bi rêborîyeke din bi lêvkenî û bê watedêr dibéje
"beyanî baş"
...

/weşana ronahî furûx ferroxzad hemû berhem.
werger: Mûhsîn ozdemîr
rûpel: 292



10.11.2016 11:41 | bûtîmar

6. helbestvana persî ya jin..ew jin e ku di kuçeyên tehranê de cara yekemîn helbest xwendine li pêş her kesî..di heman demî de lîstikvanî (aktorîtî) jî kiriye..hatice kiliç hemû pirtûk û helbestên wê komkiriye û wergerandiye kurdî bi navê pirtuka "baweriyê bînin em bi destpêka demsala sar" çapkiriye..
.
.
aniha kevok
ser lûtkeyên memikê min
bask vedidin
aniha li nav qozeya lêvên min
perperokên ramûsanê
diponijin ser fikra fîrarê
aniha mihraba laşê min
amade ye bo sicdeya evînê
(veger-furûx ferûxzad)
.
.



18.03.2023 23:05 | cecoyê rewşen

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» furûx feroxzad

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî