Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
têgehên hiqûqê - tirşik
têgehên hiqûqê
(1) (0) (20)
di mijarê de bigere

1. Têgehên ilma hiqûqê ne. Di her beşê de têgeh hene helbet yên hiqûqê jî hene. Îcar di kurdî de ji ber ku hîn jî me dewleteke serbixwe nîn e di vî warî de jî zimanê me di gel ku dewlemend e jî lê ne pêşve û ne tije ye. Ji ber ku hiqûq şaxa rêvebirina dewletê ye. Dewlet çawa tê rêvebirin, gel çawa tê îdarekirin, hêza dewletê çi ye, û çi qas e, mafên mirovan li hember dewletê çi ne û çi qas in, divê têkîliyê di navbera dewlet û mirovî de çawa bin, her wiha têkîliyên di navbera dewletekî û dewletên de di vê çawa bin, mafên wan ên li hemberî hev çi ne, divê mafên mirovan, sivîlan çawa bên parastin, darizandin divê di destê kîjan dezgehê de be, darizandin divê çawa be? Ev hemû dikeve nav karên hiqûqê de.

Ha ji bo ku ziman di van tiştan de pêşve biçe divê dewleteke te hebe ku tu van tiştan bisepinî. Lê tenê li başûr dewletokeke kurdan heye ku ew jî hîn jî ne serbixwe ye tenê federe ye. Dewleteke federe ye.

Ji ber van sedeman ji bo ku zimanê me di vî warî de hîn bêhtir paşde nemîne divê em dest biavêjin vî karî û vê beşa girîng a dewletbûnê ji hemû aliyên wê ve vekolin.



11.01.2015 13:51 | xendekî

2. Têgeha "hiqûq"ê: Tevahiya normên ji aliyê (vbnr: qanûndanêr) ve hatî danîn û hatî naskirin e." divê mirov 'dad'ê jî têxe nava vê pênasekirinê. Heke em 'dad'ê têxin nava vê pênaseyê wê bi vî awayî be: "Hiqûq, tevahiya normên ku ji bo dadê pêk bîne ji aliyê qanûndanêr ve hatî danîn û hatî naskirin e. Hiqûq, ew zanista normatîf e ku tevgerên kesayet, civak û dewletê, têkiliyên di navbera wan de; ji aliyê dezgehên desthilatdar ve li gor rê û rêzana wê tê derxistin, bi hêza giştî tê piştgirîkirin, bi awayekî giştî ji muxatabê xwe re dibêje tu yê vê bikî an jî vê nekî, ji bo vê jî hemû dibêtiyan bi normên di meriyetê de bi rêk û pêk dike. An jî hiqûq, tevahiya qanûnên ku civakê bi rêk û pêk dike û hêza mueyîdeyî ya dewletê diyar dike.



11.01.2015 14:09 | xendekî

3. bûyera hiqûqî: Pêkhatina bûyereke ku hiqûqê encam pê ve girê dabe, ha ew bûyereke hiqûqî ye. Ango heke bûyerek pêk bê û hiqûq encamên diyar bi wê pêkhatinê re girê bide ew bûyer dibe bûyera hiqûqî. Bûyerên hiqûqî di encama tevgerên mirovan de çêdibin.



11.01.2015 14:12 | xendekî

4. rêzika hiqûqê: Ferman û qedexe û destûrên ku ji aliyê vîna beşerî ve hatine çêkirin û ji bo tevgerên beşerî bi rêk û pêk bikin û bi kotekê/cebirê hatî mueyîdekirin e. Rêzikên hiqûqê, ji hemû rêzikên din ên civakê cudatir in.



11.01.2015 14:14 | xendekî

5. kiryar: Tevgera mirovekê/a xweyhiş.



kiryara hiqûqî: Di hemû gerdûnê de, bûyerên ku ji aliyê tevgerên xweyhiş ên mirovan ve pêk tên û bûyerên ku pergala hiqûqê encam pê ve girê dayîn di bin navê kiryarên hiqûqî de kom dibin. Ango di kiryara hiqûqî de divê pergala hiqûqê encam pêve girê dabe, divê ji aliyê mirovekî xweyhiş/hişmend û xweyvîn ve hatibe kirin.



11.01.2015 14:24 | xendekî

6. Daxuyana Vînê: Ji bo encameke hiqûqê ya berbiçav pêk bê, kesek daxwaz û vîna xwe bi kîjan rêyê be ferq nake ji bo cîhanê vebêje, diyar bike. Ango diyarkirina îradeya xwe, vîna xwe. Ev jî yek ji şertên kiryara hiqûqî ye,



11.01.2015 14:27 | xendekî

7. kirarî: muamele



kirariya hiqûqî: Ji bo encameke hiqûqî ya berbiçav pêk bê kesek vê xwesteka xwe rabigihîne, daxuyana vîna xwe ragihîne û di vê rewşê de kirariyeke hiqûqî pêk tê.



11.01.2015 14:34 | xendekî

8. qanûndanêr: Di pênaseya wê ya teng de qanûndanêr, dezgeha ku di çêkirina qanûnan de desthilatdar e. Wek: parlemanto an jî dezgeha qanûndanînê. Di pênaseya wê ya berfireh de qanûndanêr, dezgeh û meqamên di afirandina hiqûqê û wek hiqûq naskirinê de payedar/desthilatdar e.



11.01.2015 14:37 | xendekî

9. norm: Pîvang û pîvanên têkildarî kirinên ku divê bên kirin an jî neyên kirin. Tişta hatî qebûlkirin, wek qanûn.



11.01.2015 14:50 | xendekî

10. mueyîde: Dema ku kesek li gor rêzikan tevnegere, berteka li hember vê tê nîşandan e. Ev bertek li wî yê ku li dij rêzikê derketî xweş nayê.



mueyîdeya hiqûqî: Gava ku yek li dijî rêzikên hiqûqê tevbigere derdikeve holê, ji aliyê dezgehên desthildar(rayedar) ve tê sepandin û dîsa cebir(zorî, kotek)a ji aliyê rêzikên hiqûqê ve tê diyarkirin e.



11.01.2015 14:53 | xendekî

11. maf: ango heq, Ew berjewendiya ku ji aliyê hiqûqê ve tê parastin û deshilatiya sûdwergirtina ji vê parastinê dide xwediyê xwe ye.



11.01.2015 14:55 | xendekî

12. hiqûqa pozîtîf: Di welateke diyar de, di çaxeke diyar de, hiqûqa ku di meriyetê de jê re hiqûqa pozîtîf tê gotin. Hiqûqa pozîtîf ne hiqûqa divê ku bibe, hiqûqa ku heye ye. (hiqûqa di meriyetê de)



11.01.2015 14:58 | xendekî

13. hiqûqa madî: Beşeke hiqûqa ku di meriyetê de ye. Darazên madî yên têkildarî çareseriya lihevnekirinê û lihevnekirinê bixwe ye. Kî mafdar an jî kî ne mafdar e li gor rêzikên hiqûqê yên madî tê diyarkirin.



hiqûqa teşeyî: Beşeke hiqûqa di meriyetê de ye. Di çareserkirina mijara levnekirinê de rê û rêzanê nîşan dide. Tê de rêzikên darizandinê hene.



11.01.2015 14:59 | xendekî

14. hiqûqa Îdeal: Di asta razber de, ji wê pergala hiqûqê re tê gotin ku pergala herî bêhtir ligor dadê û pêdiviyên civakê bi awayê herî baş pêk tîne ye. Bi navê hiqûqa xwezayî jî tê bilêvkirin û hiqûqa divê ku bibe îfade dike. Hin rêzikên hiqûqa îdeal hene ku li her derî û li her demê derbasdar in, di kalîteyeke neguhêrbar de ne. Mirov bi rêya aqil xwe digihînee van rêzikan. Divê hiqûqa pozîtîf van rêzikan bibîne û nêzikî hiqûqa îdeal bibe.



11.01.2015 15:05 | xendekî

15. hiqûqa nivîskî-nenivîskî: Ji wê hiqûqa ku di welatekî de li gor pergala destûra bingehîn ji aliyê dezgeha desthilat ve bi awayek nivîskî tê çêkirin re hiqûqa nivîskî tê gotin. Ji rêzikên ku ne ji aliyê dezgehekî ve hatî danîn, bi demê re ji aliyê civakê bixwe ve hatî çêkirin re hiqûqa nenivîskî tê gotin. Bi taybetî welatên Anglo-Sakson hiqûqa nenivîskî bikar tînin. Welatên Ewropaya Bejahî jî bêhtir hiqûqa nivîskî bikar tînin. Li welatekî ku rêzikên hiqûqa nivîskî tê sepandin rêzikên hiqûqa nenivîskî wek tune nayê erêkirin. Ango ji wan jî sûd tê wergirtin. Lê belê di rêza pêşitiyê de di rêza paşîn de cih digirin.



11.01.2015 15:10 | xendekî

16. (bnr: hêdî hêdî rocky) *



11.01.2015 15:27 | ferhenga şikestî

17. (bnr: birîkarname)

(bnr: girêbest)

(bnr: parastina rewa)

(bnr: hiqûqnas)



04.02.2015 01:03 | xendekî

18. (bnr: dozger)

(bnr: dadger)

(bnr: qanûn)

(bnr: netêwî)

(bnr: akademîsyenên hiqûqê)



19.02.2015 02:46 | xendekî

19. (bnr: hiqûqa rêveberiyê)

(bnr: hiqûqa destûra bingehîn)

(bnr: dadgeha destûra bingehîn)

(bnr: desthilatdar)

(bnr: dewlet)



26.03.2015 16:21 ~2015.07.14 08:00 | xendekî

20. (bnr: jus cogens)

(bnr: konsensûs)

(bnr: hiqûqa navnetewî)

(bnr: pargîdanî)



19.07.2015 12:54 ~2015.11.19 09:39 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» têgehên muzîkê

Kategoriyên mijarê:: hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî