Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 34 peyam
lawikê metînî - tirşik
lawikê metînî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. strana radyoya yerîvanê..



xerapetê xaco gellek zîz u xweş distrê..



11.01.2015 14:07 | tirşikçi

2. *xalo hêdî, ka ser û cir û kumê te?

(bnr: lawikê metînî)



11.01.2015 15:39 | xendekî

3. strana ku heri ez jê hezdikim..bi dengê xerapetê xaco û bi dengê bilûra egîdê cimo mirov sermest û kelegirî dibe.ew stran û helbest ,dengê û birîna kûrdistanêye,evîn û êşa welatê me ye.



19.01.2015 22:27 | hesen bira

4. strana ku ez nizanim behsa kîjan metînîyan dike ye. hin metînî li dêrika mêrdînê jî hene û hin li serhedê.



19.01.2015 22:34 | berxweda

5. @5 ez dibêjim qey behsa ê serhedîya dike.çunki ew strana serhedê ye û gotinên helbestê xeberdana serhedî ye.



19.01.2015 22:38 | hesen bira

6. bi dengê karapete xaço (bnr:

)



19.01.2015 22:56 | quşxaneli

7. strana ku anha bi xêra radyoya tirşikê guhdarî dikim û hin bîranîn anîn bîra min.
Sal 2015 ez bi projeyekê re çûbûm Ermenistanê, bêriya roja vegerê min û hevalê xwe xeznî biryar da ku em serê sibehê biçin gora xerapetê xaço. Roja vegerê saet 6ê sibehê me teqsiyek girt em çûn û ha çûn - li Ermenistanê teqsî pir erzan in-. Çûn goristanê û me dest bi gora gerîna Xerapetê Xaço kir. Bi xêra jinikeke me gor dît, li ber kevir rûniştin, ji kompîtirê strana Lawikê Metinî vekir, cixareyek pêxist û ketin ber giriyê.



18.11.2017 15:36 | gulêê

8. Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe
Bi xwe ke bi Xwedê ke roja şemiyê
Serê min bişo û xemla min li min bike ...
Bisk û tev morîkan li ber enîka min de çêke
Hey lê lê lê hey lê lê lê
Lê lê hey delalê
Heval û hogirên me çûne Mexrûbî Şexa
Tewavîka di gelîkê kûr de
Keçik digo lê lê dayîk heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê
Bila bêye nava sîng û berê min keçikê
Heke tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Heke tê min direvîne bila bê min birevîne
Heke min narevîne, sibê wê min birê kin
Hey lê lê lê
Lê lê hey delalê
Ay feleka me xayîn e
Wele me dixapîne mere nayê domê
Hey domê

Lê lê dayikê heyranê
Kanîkê me şêxan û mîran li wî hemberî
Keçik dibê dayîk heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê
Bila ji nîvê şevan û pêştir
Bê nava xan û xetê min gerdenê
Herê devê xwe têxe boxazî qirikê
Nava hilî mircan û morîkên min rebenê
Heta devê te bigîje
Binê qûlpê guharê minê heyderî
Hey lê hey lê lê lê
Lê lê lê hey delalê
Ay feleka me xayîn e
Wele me dixapîne mere nayê domê
Hey domê

Lêlê dayikê heyranê
Kanîkê me şêxan û mîran çendî birêz in
De dibê qîzên me derketin şengzerî ne
Bûkên me li meydanê frêzê
Keçik dibê dayîk heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê
Heke tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Tê min direvîne bila bê min birevîne
Here min narevîne
Sibê wê min biguhêzin hey lê lê lê
Lê lê hey delalê
Ay feleka me xayîn e
Wele me dixapîne mere nayê domê
Hey domê



10.01.2020 18:38 | tîrêj zana 21

9. strana ku aniha di radyoya tirşikê de lê dide.



15.02.2020 20:38 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
belki ev jî bala te bikişînin
» lawikê metînî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî