Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
peyvên herêmî - tirşik
peyvên herêmî
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ximbil: bûkik, kukla

pirêze: vir û derew

carîkirin: piştî ku firaq hatin kefkirin, şuştina bi avê

çelexan: jinên şerûd, cadoloz

herêm: bağlar/amed



21.07.2013 13:30 | quto

2. prêze: bahane

mînak: tu vê buyerê de neheqî, ji xwe re prêze çê neke.



30.01.2014 01:03 | nazim tolhildan

3. kewijî : alûde, müptela, bağımlı.



18.02.2014 03:38 | seydayê_peyvan

4. (bnr: mot):dims

(bnr: dapû kirin): hênijîn

(bnr: mit): strî an kelem

(bnr: mitik): nexweşiyek e bi tirkî veba ye..mittikê romê jî dibêjin. di nav nifiran de weke (bnr: mitikê biro) têt karinîn

(bnr: havka): bûdele, xêvik, çors, çols, Yen ku şûne de deynakin re têt karînîn, an şûna axaftinê nizanên re dibêjin,..gelo rastiya nivîsînê rast e, divê ya rast havka be..lê min weha tomar kirî..

herêm: eşîr:atmî-baliyan meletî, mereş



01.03.2014 21:42 | havka

5. karixî : peyva piştî kar a her gav tên kirin rewşa dil nîşan dide mînak: ez ji te karixîm

penceşêr : qanser, nexweşîya herrî giran mînak: penceşêr pide hat

dehs: warimandêna goştê diranan



15.04.2014 10:30 | birazî

6. (bnr: sifto): siftê jî tê gotin..pêşî pêşîn ewilî weke; siftê ez hatim

(bnr: roy dan) 1- nîşanî dan 2- hîn kirin

hîneke roy min bide da ku ji ezmûnê derbas bibim..

(bnr: gepir): şatik, patik an çema stû ye..



15.04.2014 19:26 | havka

7. bissekine ez jÎ bi şekakÎ çend peyvÊn cûda ji bo we çe bikim:



zÎrtanos: ew peyva tÊ menayaka mina peyva tirkÎ 'soytarı' ye. lÊ nizanim ji ku derketiye. hebek li peyvÊn ermenÎ diçe. ixtimal heye ku şekakan ji ermeniyan girtiye.

'gava çÛy mektebÊ dersÊ xwe çalişmiş bibe eke zÎrtanosan mere internet cafeyan!'



kÊrsele; menaya wÊ jÎ nezdÎke zÎrtanosÊ ye, lÊ ew hebek dÎn bÊgunahÎ ye. ji ber ku wÊ zÊdetir ji bo ew kesÊn teral dibejin.

'bangÊ wÎ kÊrseleyÊ bike bila rabe, bes e raket!'



arrazÛl; her hal ji bo wÊ bi kurdÎ dibejin 'nehs'

'ew dergÛşa çima arrazulÎyÊ dike, nebe birçÎ bibe'



15.04.2014 19:36 | cinorek

8. (bnr: hiş nebîrin): aqlê mîrov tenêgehî, hişa min nebire bê ez ketim wî halî, hişa min nebire ku balafiran çawa difirînin, hişa min nebire ku tu demekek kin de çawa dewlemend bû...

(bnr: fismirî): kesên ku ji bin ve an bi dizî tiştan dikin an birêve dikin..ne peyvek heremî ye, fisgenî dibêjin hîn deran

(bnr: çirçirik) sîsirk

(bnr: çekçekî,) çekçekok kulî, kullî

(bnr: bocî) ne peyvek herêmî ye.. kudikên biçûk de dibêjin di nava dijûn û xeweran de dikartînîn weke, bociyê li ser sergînan

(bnr: kut) keçik, qîz, mînak: bangî kutan bike werin mal,

yek jî wateya ko heye, kerek kut, an dasê kut ku daran nebire

(bnr: kinkor): navê gihayek e ku li ser çiyan hêşin dibe, bo sewalan zivistanê xwarine kom dikin

(bnr: guçikbal) hema bi tirkî "kepçe kulak" e..

(bnr: halmisa) yên ku tim dixwe û xwe difikirî re dibêjin, dibe ku ji hilma seyan pêk hatibe..

(bnr: çavbal) kesên ku çav mezin, çavên pir vekirî..dema meriv tiştekî ditirse bibikên çavên mezin dibin.. lê çavên hîn kesan hînek mezin dibe..

(bnr: bivilgir) yên ku kunên pozên mezin û fireh re dibêjin

(bnr: pişt li min firî); dema ku tiştên giran radikin an pir diwestin dibêjin, pişt pir diêşe..

(bnr: têbîre) têbîrê hatiye an têbîrê çuye, ..hwd pir wext derbas buyê ku hatiye, lê dema borî ya nezîk e

têbîrê hatiye mal, têbîrê çuyina nava bexçê, têbîrê rabuye..

(bnr: galt);cureyekî merşan e an xîlikan e, di kovara bîrnebûnê de pir dikartînin..

(bnr: pî kirin) pî bi wateyek dîn mil e jî..avêtin ser piyên xwe an milên xwe, wek lodên gîya pî kirî bir ber derî ya xaniyê gayan danî...

(bnr: pal bûn): çav berra dan, weke pir mezê kirin..yên ku pal merîvan dibin re pelo dibêjin ku neyînî ye..

yên ku pal merivan dibin pir û bi baldarî meze dikin.. tiştekî ne baş e.



18.04.2014 00:28 | havka

9. "mizewr": ewrên pir-tenik ên li sertaserê esmanî vedigirin; nîshaneya hatina nixteyê (barîn) ne. Heye ku ji "mij-ewr"ê pêkhatibe. li milê rojhilatî yê herêma badînîziman heye ev kelîme.



18.04.2014 23:14 | gordereş

10. "nixte": barîn, hewayê bi barish (bi tirkî 'yagisli hava'). Lêkera wê jî heye: "we diyar e ku dê nixtît."



18.04.2014 23:15 | gordereş

11. (bnr: hayti) zû, bi lêz, mînak: haytika da ku em herin,

haytikin da ku em wî karî tevakin...haytikin ku em genim zu biçînin..

(bnr: qerce,qarca): qevirce, dema nok hişk dibin ku ne pir hinek terr, komek an desteyek nokan dişêwîtinin, dibirêjin dixwin..li banê( çêre, çergeh )( bi tirkî yaban )şivan pir dikirin.. ji vê ra qarca dibêjin..

(bnr: qimircix)cureyek kêzikek firokî ye, dema nezîkî mîh an pîrça mîhan de devê însanên de dirîn, an hêka xwe dihêlin, gewriye însan bo vê dipêrçive..

dema qimircix devê însanên de rî gewriya însên dipêrçive, ji bo xweşbuyîne cixarê vêdixwin.. bi duya cixarê kurmên ku helîştî dimirin..dêma ber çêrandina mîhan de bo qimircixan meriv hinek baldar dibû..tiştêk eceb e..

(bnr: nikunyo): teze,anha, nuha, niha, weke nikunyo hat, anha hat..

(bnr: hûte kirin): çikilandin, daçikandin an terekirin

(bnr: gerindoz) mîna gurê manco ye, di nav çevronikan de (çîrokan) de derbas dibe

(bnr: keşkere): kaşkara, mîna nerdevanên e, bi textan çedikin çar pî ne û bi kişandin an barkirina tiştan dikin, bi van re li bexçeyan de qasêyan mişmişan dikişînîn..

(bnr: gever) reya avê , bi geveran avên bexçên av didin...

(bnr: meqet)dîvanên textinî, yê hesinî re somye dibêjin



18.04.2014 23:53 | havka

12. (bnr: çêmik): yên cirnexweş, tim ber xwe fikirîn tevdigerin re dibêjin,( divê hîn baş were rave kirin)

çêlekên ku ji naxirê direvin dikevin rez û bexçeyan xelke re, weke mangeyek çiqas çêmik e bi nav dikirin..

(bnr: sepet): bin erzên re dibejin.. dema em zarok bûn em diçûn diziya alûçeyan, an erûgan digotin

bikin heta wê şekiriye bixwin, bixwin, beriyê xwe tiji kin, pêşiya xwe tiji kin, li ser sapatê xwe de birêjin..

(bnr: pas hiştîn): vekirî hiştîn, kîp (çîp) nekirî helîn, derî pas hîştin

(bnr: qullak,) sewalên ku bizin, beran mîyan re bi gelemperî bi nav dikin..

(bnr: cû kirin): dema ku bangî mirişkan dikin cû cû cû...dibêjin mirîşk tên genim an nên davêjin..

(bnr: arojê)nezîkî bi tirkî mîna " siktirr an hadî lan " e..

dema yek tiştêk neyînî dibêje peşîya gotinên dikartînîn

a: apo, pirsek min ji te ra haye?

b: da bivê ( beje )

a: li mektevê dibêjin hazratî mamad gelek jinan re zewiciye, keçikek neh salî jî hilgirtiye, rast e?

b:??arojê, siktir be ji ku hatiye vir va here, li mektevê tiştên wayn(weha) royê(hîn) wa didin..

a:walla az novêm (nebejim), li mektevê hoko (wîsa ) divên (dibêjin)..

(bnr: qirlend) bi tirkî kirlent e.. ji peyvek îtalyanî ketiye balîfên biçuk re dibêjin

(bnr: havuskik), pir hindik , havuskik av, havuskik dew..hineka herêmî ye..

(bnr: mizxane) jurêke ku mîrov dimize, şuna tuvaletê dibêjin, lê hîn deran wate guhertiye şûna metbêxe divên..

(bnr: bilom,bilêm) gelo ya kurmanci ye, bilom ev çû ?

(bnr: tarka) sewalên weke çêlek mange, golik an noginan re bi gelemperî divên..

(bnr: lolo): tîrmîrov, weke tîrmar tîr merîvek e,

(bi kurtî) bere gundî diçûn çiyan bo sewal zivistanê bixwin giyê kinkorê kom dikirin.. hinekan digot merîn felan derê li wir lolo heye, hin gundî bawer nekirine çuyin wê derê.. dema komkirina kirkorê de ji dûr ve dîtîne ku merivek pir zirav û dirêj ber bi wan tê..ku tiştekî mîna cinawir e... ji dur bang wan kiriye: alo lolo hala merin ku ez jî werim hindê we.bo ve yeke navê wî weke lolo binav kirine ..xof û tirs ketiye ser gundiyan ku top (kom) kirina kinkorê berdayîne û revîne....



20.04.2014 23:21 | havka

13. nanê tenik: nanê ku herî zirav hatiye lêxistin

kuşatî kirin: henek kirin,

şik nebirin: sersarî tevgerîn, mînak: şik navê ku rabe ji mevanan re xerhatine bike

xiş hev bûn, pir westîn, yê ku ji berbangê heta evarî şuxûlî xiş hev dikeve

dorcok, savara an bilxura ya herî hur

lotik, lottê (ji bo jinan) jinên ku ji karan xwe neeşînîn, nazenîn, xwe nawestînîn re dibêjin..jinên ku bi aşûnî, erçelî an havkayî tevdigerîn re dibên..

rantala;yên ku teral re dibêjin, giranî kar dikin an bi giranî dişixûlin, ramedîne hez dikin

cîp: pir pir, mînak: cîpta cîpta bi karkonî (kerîtî) dilive, cip a heremî ye..

gildik: pişqûlên miyan an bizinan re dibêjin

mirovên pir qutik û lawaz re jî weke nav nûçik dibêjin..

tayîz, tayizîn; wenda bûn , ber çavan wenda bûn 2.revîn (sewal)sewal dirêvin diçin wenda dibin,dema bo însen gotin bi tinazî însen dişibinîn heyvên..

sersî: dana sibê an roj diçê avê sîya çiyayekî an girekî dadikeve vê re dibêjin sersî daket...

hundira min gir dibê: bi tirkî midem bulaniyor

qerî=dîşlîk, qeriya min naye, hawunya min naye ( avuntum gelmîyor canim sikiliyor)

damelîsin çok dan

ger kirin, xistin erdê

lêniştîn, sîwar bûn

firfirik, perwane

kurhişk: şûna serhişk

heyat: hol an salon, ne peyvek herêmî ye..

qertîş=qirtîş ne peyvek herêmî ye..

dêmariyen (dêlemar, pifa diyamar, bûkmar, balîfamar, an marmaroka kesk) reş, an gumgumokên reş û gir, dema zarokatiyê digotin ku we du gumgumok ser hev de dîtîn, atletê xwe bexin bavêjin ser wan ji xwêde xwastekeke bixwazin, an niyaz bikin, ku xwesteka we dê were cîh, ku min du se caran gumgumok ser hev dîtîn lê bi ditîna min dêmariyên reben ji hev veqetîn û revîn.. tiştêk hêma nê pekan e

bandal : bend e heremî ye.. dema berê gundiyên belengaz û bêerd bo zikê rojanê bi salan li ba kesên ku dewlemend dixebitin.. digotin felan kes ketiye bin bandalî felan kesî ye..



bezin hev= hev girtin: bi hev re pevçûn

mixurbî, morî an gerikên ya herî biçûk re dibêjin

pinîzga motka herêmî ye..hêka ku pîna an pûnga mîrişkande dihêline da ku mirîşk were ser hekê de hêk bike.

ji kurxê sar kirin(kurk: )dema ku mirişk dikeve kurxê hêk nakê, ji bo ku mirişk nakeve kurxê mirişkê digirin heta serî dikin avê sar, demekek kurt mirişk di nava avê sar de dimine ku ji kurxê sar bê..mirişk ji kurxê sar nebû cardîn wîsa dikin..



26.04.2014 23:13 ~2016.07.12 21:39 | havka

14. (bnr: kilbitan) ji bo maşe'yê.



27.04.2014 01:26 | simurg56

15. dewre vajî, ruyê nerast e tiştekî,, ji bo kincan xwekirine de te wateya vajî an bi tirkî ters e

min atletê xwe dewre xwekiri ye

te fanurê dewre xwekir..an ruyê nerast xwekir..

şilqî nanê ku nerekûpek hatiye patin e

cilx, cilxî şiverê, reyên ku li çiyan, newalan, giran ku bi hatin û çuyînê ve pêk hatiyê.

pizpizik fîq, dûdik ku ji GULIYAN BIYAN çêdikin..



02.05.2014 19:47 | havka

16. fînofazik kêzikek biçûk e, koziya xwe bi qumê çêdike, şeklê kovik e ku kêzik, gêrik an tiştek ket kovikê nikare derkeve, ku bi qumê nikarin hilkişin.. fînofazik ji bin erdê neçîra xwe dikişîne..

çivar yên terwende an nişmî re dibêjin lê bi henekî dibêjin, tîtîza tirkî ye lê henekî ye..

serçav tim toz û tewarê,,, çivaro edî paçikê( devling) xwe paş dikî (paqij)

yuxa bi tîrkî yuka, zirav dema ku mewîjan rêdixin dibêjin yuxa an firk rêxin ku zû hişk

bibîn, an pestix li ser cawan yuxa rêdixin(raxistin)..dibe ku bi tirkî be.. nizanim..

lexme dehf, tehn

milamat: melamet, berbad

qenare tolaz, yên ku bê kar û teral in, tim li ber ramedîne..bo kuçikan jî dikartînin..CARA YEKEM DI hejmareke KOVARA BÎRNEBÛNE DE RASTIYA VÊ PEYVÊ HATIM.. WEKE DÎN LI tu deran min nedît..

gumiş kuçikên biçûk in, mîna bonciyan e lê ji bonciyan cuda ye..

kirnijîn hirijîn,denge ku hesp an bergîran dikin e..weke ahîîî haa ye

fîl rengeke bo ruyê mîrovan dibêjin, zarokek çiqas fîllik û rindik e

gir mezin gir bûn bûn mezin bûn

xaşil nû, teze, şekalê min hîn xaşilê dibe ku tu navêjê

bidiş bîdonên biçûk in pê wan benzîn an avê dibin tînin...pir tê karînin ku çawa neketiye ferhenge..



07.05.2014 18:13 | havka

17. yoz keriye mihan re dibêjin, dibe ku tirkî be.. nizanim..

gilgil di ferhenge de heye..dari ya tirkî ye, di ferhengê de garis gotiye lê garis lazût e ne gilgil e.. peyvek ermenkî ye..

porrik,rişa, pora garisan e

broş, beroş mina quşxane ye,

pitnî pîs û pitnî, ser çav gemar, neşûştî..belkî ji vir tê lê ji wateya pintî ( tima ) ya tirkî cuda ye..

nivîn, mitîl nîn e.. mînak: mitîlan bîne ciyan - bi tirkî yatak-rexê ku mevan rakevin..

palîl, ji hev ketî, dema ku revê diçîn lingên xwe li erdê xuş dikin..

şaverdî: pejmûrde, kesên di nav kinc û bergên kevn re dibên, li semsurê navekî eşîrek e, dibe ku bo wan bejin..

similyo bîsmîllah

şanê; înşallah

kuşne;texlîteke riz a bêj e, bo heywanan kom dikin, tirkî burçak dibêjin lê dibe ku ne burçak a tirkî be..

tatê, li gorî çavkaniyeke peyvek ermenkî ye..dema pitik karî li ser piyan bisêkine an hê nû revê diçe dibêjin," tatê gindir gindir gindir tatê..."

taxim, ne herêmî ye..sînorê zeviyan e,

ziman, car caran bo kilîtê ziman dibêjin

sind sindî, meqesen mezin

pişik, bo ezingan minak; du se pişkan bavêje êr ku ar (agir) gur be

çiqin,çiqîn,bi tirkî bohça ye an mîna xurc e.. tûrik û çiqîn ne mîna hev e..

işqîn, aj, zîl, bi tirkî tomurcuk e..

Cixa, işqînên hê venekirî

kirr, kirrik, bo çandinê erde ne baş, mîna axê gilê ye ku çandin nabe, dibe ku bi tirkî kîllî toprak be..

şorik, şorrik, gilêz, lîçik mînak : tim şorrik di dev de..

pişim: zimanî zarokan mişmiş

tap, tappik, eniya rast an dûz e

çolik, toraq

beserek, kesên qelew û direj weke îzbandût re dibên..

kuş, kuşik, bi tirkî sivrî kulak

çîk çirûsk, olim ( bi tirkî alev) ên êr de derdikevin

pêlênan, pêlênok: pêlik, pêpelûkên nerdevanan

atê daye, dayik

anê bi tirkî nene



21.05.2014 20:13 | havka

18. (bnr: barike)



03.06.2014 12:47 | nazim tolhildan

19. (bnr: kûç) tê wateya kevir

(bnr: bestik) ji kevirin piçuk re tên gotin

(bnr: ziwan) xalên yên reş ser ruyÊn mirov derdikevin re tên gotin bi tirkî " siyah nokta "

(bnr: nemeş) nişanÊn bin bandora tavÊ li ser laşÊ mirov derdikevin re tên gotin. bêtir gelÊ skandînavan li ser ruyê wan hene



03.06.2014 14:17 | birazî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên ku di ferhengê de herî zêde tên bikaranîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî