Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dengê tembûra ku ji stranên berê yên ciwan haco dertê - tirşik
dengê tembûra ku ji stranên berê yên ciwan haco dertê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dikim nakim nikarim biçim serî, ji ber çi ye ji kîjan eyar û pîvanan in nizanim lê hew zanim ku dengê ku ji tembûra stranên kevin û berê yên ciwan hacoyî derdikeve, di parzêmîna dinyayê de tune ye, dengê tekan e ku ji bilî stranên wî di dereke din de min seh nekirine...

dengekî efsûnî, henûn, êşdar û melankolîk e.

ew deng e ku mirov her carê nikare godarî bike, mariv kelogirî dibe û laş û beden û dilê marivî di vê cîhanê de hilnayên.

taybetî û ferqa hunermandan di warê bê'dawiyê de kifş û diyar dibe, ku hinan bo demeke diyar derbasdar in, tên û diçin hey diçin, nema dikarî li dû wan bidî, weka ku qet hez nekiribî nêzî wan dibî, sar dibî û dil lê dixelînî. hah! ferqa ciwan jî bi ya min di vir de dest pê dike, dengê wî yê xweş û gewre li dengê tembûra wî tê, wek du hezkiriyên xweşik û qeşeng bi hev re şa bibin, bi tembûrê re şa dibe û di encamê de zarok/berhemên bêhampa za dibin.

bala xwe baş bidin, stranên wî yên nû ne xweşik in, çend ji wan xweş hene helbet, lê mayînde nîn in, ji ber ku dengê berê yê tembûra wî mefta bû, mir, mirar bû. qaşo xwe modernîze kiribû, modernîzebûn li me nehat, fêmkirina têgeha nûjenbûnê bi awayekî dezenformekirî serî li taxa me ya germ da, dûre sir û seqem hat, niha stran û şêwaza wî tagirtî ne...

ku hûn ji min bipirsin modernîzebûn ne ew e ku mariv dev ji mijarên siyasî û civakî berde û were qala evîn û eşqê bike, pirr balkêş e ku dema dil bikevim yekê ez ciwan haco godarî dikim, ji siharê heya nivê şevê, lê bes ne stranên wî yên vê taliyê yên li ser evîniyê, stranên wî yên kevn û siyasî û civakî bêtir li min wek derman tê, ya rastî wek jehrî tê ji lew her dilketîbûn vexwarina jehrê ye jî, bala min lê ye ku gotinên stranên wî yên 'modern' min naêşîne, êşên ha têra xwe modern in, dîsa jî li me nayê û em/ez berrê xwe didim yên kevin.. wê tucar ji rojanebûna xwe tiştekî, tiştekî wenda neke, heta hetayî di rojevê de be û tucar jî kevn nebe û neçe sergoyê..

min dil dikir ku li ser çend stranên wî jî hin nirxandinên xwe yên piçûk bikim lê li ser telefonê dikevim lewma nikarim dirêj bikim û lînk bidim..

bo dengê ha çend mînakên serketî;

























































wesayre...

têbinî: piştî ku derbasî kombersekê bûm, ez ê sererast bikim û çend tiştên din li ser mijarê zêde bikim

ciwan haco/25422



12.01.2015 13:55 ~2016.01.04 22:21 | ferhenga şikestî

2. edît vîdeoyên mijarê lê hatin zêdekirin..



04.01.2016 22:20 | ferhenga şikestî

3. (bnr: dijber tu li kurî sernivîs şaşe)

tî rî luu ti rû lî ting zing♪ti rî lur zirr zimm ♪.. dengê jiber ku bi tebûra destî dirêj bikarhanîye gelek xweşe denyê her çiqas bi qalîte nehatibe qeydkirin jî melodîya wî dîsa xweşe.. lê niha cîwan haco radibe ewan dengên xweş bi hinek enstrûmanên din xerab dike.. li ser navê nûnkirin û avakirinê lê bira ji bîr neke hingî gû li hevdû dikebe bîhn dide biborin *



05.01.2016 01:24 ~01:24 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengê xwe lêkirin
» tembûra dilê min
» stranên ku di top 5a tirşikvanan de ne
» berê nanê sêlê belî nîne
» yên bi remezanê tên
» ciwanên gay

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî