Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 11 peyam
    nivîskarên ku bi devoka xwe di tirşikê de dinivîsin - tirşik
    nivîskarên ku bi devoka xwe di tirşikê de dinivîsin
    (2) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. qenc dikin, xwezî min jî karibûya bi kurmanciya gundê xwe binivîsa, yek ji wan vêcaçiye ye ku bi devoka hekariyê dinivîse û yê dî jî ciwan e ku bi devoka torê-nisêbînê dinivîse, nan û av jî belkî em bikaribin ciyeke sade di vê kategoriyê de jê re hilînin.. û hew!




    2. ku ji hêla rastnivîsandinê ve problem tunebe tiştekî baş e..

    gencîneya vegotinan dewlemedtir dikin û bi vî awayî avakirina hevokan berfirehtir û rehttir dikin..

    bi xwendinê re kêliyeke paşê mariv pê hayil dibe ku êdî pirr baş tê têgihîştin û tu jî hêdî hêdî hevokên xwe dewlemendtir dikî

    kurmancî ji ber bêdewletî û bêfermiyetiyê belavela bûye, qencî ne ew e ku mariv devokekê hilbijêre û li ser devoka ha bimeşe, qencî ew e ku devokên cuda bi hebûn û dewlemendî û jîndariya xwe nêzîkê hev bibin û jê ve zimanekî berfireh û tekuz biafire



    2015.01.12-19:32 | ferhenga şikestî

    3. her tim ne tiştekî baş e...bi xwe siya devokê di nava nivîsê de xûya dibe..zimanek standart hewce ye lê divê devok jî wenda nabin, taybetiyên xwe biparêzin..



    2015.01.12-19:41 | havka

    4. ez im..
    lê êdî ez ê jî nêzikê kurmanciya hevpar binivîsim..
    belkî wisa nekim jî..
    ka em ê bibînin.. ça dibe .



    2018.01.13-00:19 | bûtîmar

    5. Hinek ferq di nav devokê min û zimanê nivîskî de heye. J'bo devokê mi nêzîkî devokê cizîrê ye, zimanê nivîskî li min zehf xerîb nayê. Rast e ez karim bi zimanê nivîskî jî binivîsim lê zimanê devokî li min xweştir û siviktir tê. Û ji aliyekî dî ve piştî pêncih salî zimanê devokî wê winda bê û ti kes namênê go vî devokî bişitexilê. J'bo vê yekê ev devokê me zehf bi qîmet e. Divê bi rêya tirşikê û tevlî hemû kêmasiyên xwe werê qeydkirin.

    Lê ez karim bi dilekî rihet bêjim, zimanê devokî çêtir xwezayî û herikbar e. Gelek caran peyv têne giroverkirin
    Mînak :

    Mi : min
    E : ez
    Karim : dikarim
    Zanim : dizanim



    2018.01.13-01:43 | gumgumok

    6. Bi peyvên herêmî binivîse ne bizirar e . lê rêziman gere gorî ya standart be. mînak
    tu ji min ra dibêje çi ( standart)
    tuşmir dibê çi ( devok) ..ev nabe.



    2018.02.04-21:11 | umed

    7. Angorê min ew problem ninû.
    Dewlemendiya kurdî ye. Her devok xwedí sîstema xwe ye.
    Bila hemû hebin.



    2018.02.04-21:36 | cinorek

    8. (bnr: dilreş) e.
    ji bo ku mirov fêhm bike divê ferhenga zana farqînî , rêbera rastnivîsê û malpera zimannas.wordpress.com li ber te vekirîbe.
    Malpera zimannas de, ji bo gelek devokan mînak hene.



    2020.04.11-02:46 | brzn

    9. Evê dêvla " xweş" peyva " xaş" bikartînin. çima çi ye ku nîşan bidin ji serhedê ne. Birastî pirr antîpatîk in.



    2020.04.11-18:09 | umed

    10. (bnr: lewendî)



    2021.01.23-18:20 | xabûrî

    11. ez jî yek ji wan bûm belê dev jê qeriyame. bi min nivîsandina devokî astengiyn li pêşberê berbelavbûna zimên derdixîne.



    2021.01.23-22:18 | hueyn

    12. Standardkirina devokan jî xweş e.
    (bnr: jinajifilanhezdiket.blogspot.com)
    Ew banûya her gavê bi devoka xwe, bi kurmanciya çolemêrgî dinivise.



    2021.01.24-13:41 | cinorek

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    meha rojîyê 2021 [1]
    meha ku doh rabûna me ya paşîvê ve destpêkirîye ye. îsal jî kesên baw...
    roja ku gelê kurd ji destên pkkê û pdkê filitîn [1]
    carna tiştên wisa derheqê van partiyan de dibihîzim, êdî naxwazim bibi...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [1]
    civîna tirşikvanan e ku li ser twitter space bê pêkanîn. em dikar...
    sofî omer [1]
    kese ku navdayî ya wî derbasî başûr bûye. tevli stranbejê başûr ê navd...
    alfabeya soranî [4]
    min çar meh berê li bin vê mijarê peyamek nivîsiye ku tê de vê alfabey...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nivîskarên tirşikê yên nisêbînî
    » devoka ku nivîsandinê de zêdetir nîzikê kurdî ye
    » xwedê, xwedê, te çima ez berdam
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

    Kategoriyên mijarê:: tirsik ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî