1. kurmancên ku berê xwe ji kurmancbûnê nedihesibandin, tê bîra min wextê gund wêran bûn û em hatin cizîrê, hingî, hingî cihê feqîrekê koçer an gundî didîtin dibû niçniça wan û di ber xwe de digotin van kurmancan ev cizîr herimandin, neyse mesele ne ev e, tirkiya wan gelek ecêb e, min digo qey devok-qirik û gewriya tirkî li cizîrê nîne lê bi mixabinî gava dî min ferq kir ku heye.. çi bi kurmancî çi bi tirkî bi xwudê şitexaliya wan gelek xweş e, dijÛnên wan jî heyat in * |
|
12.01.2015 19:38 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
2. bajariyên ku xwe bi şirnexê nedihesibînin |
|
12.01.2015 19:43 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. Ji cizîriyên kevin re dibêjin bajarî, ev kom bêhtir di nava bbajarê kevin de kom bûne. Nava kelhê hemû bajarî ne. Yên herkî eşîrek wa heye. Li Cizîrê rewş ev e: |
|
12.01.2015 21:15 |
xendekî
![]() |
4. bajariyên ku dinya jî cirab bibê ji keyfa xwe nayêne xwarê ne. Gundiyên Cizîrê (Bi gotina wan Kurmancên Cizîrê) heta êvarê dixebitin û xwe diperitînin lê ti zewqê ji heyata xwe jî nastînin. Lê ev bajarî çend qirûşek pere bikevê desten wan wê dawiya heftiyê herin seyranekî an jî pere wan zêde bê wê herin deren wek Entap û Mêrsînê.. |
|
13.01.2015 09:27 |
nan û av
![]() |
5. yek ji hersê pêkhateyên cizîrê ne, herdu pêkhateyên din gundî û koçer in, gundî jî du beş in, deştî û çiyayî yanî yên ji ehlê gundên deştê û yên ji ehlê gundên çiyê ez ne xelet bim harûna jî gundekê çiyê ye û ehlê vî gundî çiyayî ne.. koçer jî ez ne xelet bim zêdetirî 12-13 eşîr in lê li bajêr çi bi nûfusa xwe û çi bi nûfuza xwe yên herî zêde navdar, eşîra teyan û eşîra kiçan e.. |
|
13.01.2015 20:09 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
![]() |
kutilk [2] |
![]() |
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [18] |
![]() |
aqilmendkurd.com [1] |
![]() |
paradoks [2] |
![]() |
min bi kurdî nivisî ku ji bilî xwedê û kurdan kesek nikaribe bixwîne [2] |